Hûn Divê Rizgariya Xwe Bi Xwe Pêş Bixin

0Shares

Nasnav: Rojbîn Serhed
Nav Û Paşnav: Sadegûl Okmen
Dîrok Û Cihê Jidayikbûnê: 1974-Qers
Dîrok Û Cihê Tevlîbûnê: 1996
Dîrok Û Cihê Şehadetê: 13.06.1999-Metîna
 

Rêber Apo: Cewhera dahûrandinan bistînin. Em rojên mezin ji bo vê derbas dikin. Diviyabû we ev bixista serê xwe, kî dê pêşkeş bike pêwîste bihêz û weke qiyametê daxe pêşkeş bike. Destpêkê vê sekna xwe di bin sîdan û çakûç de bipelixînin. Şansê biserketinê ya kesayetiyên we yên reben tine. Qet biserketin xuya nabe. Ma tenê yek kes heye ku bi xwe bawer be ewê hin tiştan bike? Kesek heye ku bi karekî cidî bihizire? Em li vê derê qet nebe bên vê nuxteyê, “ezê bi awayekî cidî dest bi vî karî bikim”. Hûn hewil didin berdêla nexweşiyên xwe yên ruhî bi me bidin dayin. Ev jî şaşe. Ez dixwazim mezin bixebitim. Ji bo vê rewşa we dest nade. Ez dixwazim tiştên ecêb vebêjim, lê belê rewşa we dest nade. Hêza ku rake tine. Ji nav we kî biaqil e? Tu jî ji yên ku hewil dide biaqil tevbigere yî. Li gel van şer parve bike.

Rojbîn (Sadegul Okmen): Bi ser xwe ve hatin heye Serokê min.

Rêber Apo: Eger hebe bide der. Rojên li vê derê rojên neasayî ne. Li gel her tiştê ku nirxa wî ya jiyanî nebe hesab bide û bistîne, bi her tiştê xwediyê nirxa jiyanî ye re xwe bike yek.

Rojbîn (Sadegul Okmen): Pêşketin dê pêk bêne Serokê min.

Rêber Apo: Ma ez çi bikim? Nexwe dijminê bê û îmha bike. Kivrikoglu dibêje; “Apo, yan bila zilamên xwe bikşîne û bibe yan jî bila bê teslîm bibe”. Ferman wisa ye. Dibe ku hûn bi hêsanî bêne xapandin, lê min encameke hê cûdatir jê derxistiye.

Rojbîn (Sadegul Okmen): Raste Serokê min.

Rêber Apo: Rewşa xwe ya teslîmbûyî bihizirin. Çiqasî mirov biçûk dixe. Xeterî pir şênbere. Baweriya xwe bi van zilaman jî neynin. Ji beriya kêliyekê min nivîsek xwend dibêje, “ma çima partiya jinan ava dibe”. Min nivîseke wisa xwend. Kê ew nivîs xwend? Ma em YAJK’ê weke partiya jinê lê bikin? YAJK wisa tê famkirin.

Rojbîn (Sadegul Okmen): Dibe Serokê min.

Rêber Apo: Me berê gotibû: PKK partiyeke jinê ye. Lê niha cûdatir e, di nav de zilam jî hene.

Rojbîn (Sadegul Okmen): Jin di nav azadiyê de cihê xwe distîne Serokê min.

Rêber Apo: Partiya we dê nebe rêxistibûneke cins dê bibe partiya jinê ya siyasî. Li cîhanê cara destpêkê ye. Ecêb e! Ma hûn ji bo avakirina partiya jinê hene? Çawa ku partiya sosyalîzmê heye, divê partiya jinan jî hebe. Bi rastî jî ceribandinên wisa hene, lê komalên jinê ne. Feraseta komalên jinê, reformîste. Partiya Jinê Ya Şoreşger, Partiya Jinê Ya Şoreşger ya Kurdistanê dibe ku bibe pêşketineke cidî. Nakokiyeke mezine lê dikare bi partiyeke mezin bê derbaskirin. Ji ber vê yekê nakokiyeke mezin ku hûn dijîn hizira bi pratîkeke mezin derbas kirina vê bi ber dikeve mirov li ser bisekine. Pirsgirêkên we giranin. Bibin Partî! Hûn dibêjin “navenda zilaman”. Hê zilamê navê wî belav bûye ezim. Bi rastî jî ez jî rebenim. Hin caran dihizirim, eger jineke fiqare li gel min be, ji ber derdên min, zehmetiyên min nikare ti tiştî bijî yan jî nikare nefesê jî bistîne. Li gorî ku ez wisa me, yên din hûn bihizirin. Xofeke mezine! Divê hûn xwe bi rêxistin bikin. Tevî ku ez ewqas xwediyê hizireke alîgirê jinê me, bawerim dibe ku aliyê min yê zilamê diçewisîne derkeve pêş. Nikarim xwe bixim bin qontrolê, şer derdikeve, çewisîn bi pêş dikeve, pirsgirêk derdikeve. Ji ber wê yekê divê hûn rizgariya xwe bi xwe bi pêş bixin.

Pir balkêşe, ma ne wisa ye? Dema ev Partî derdikeve, dê biryarên wê yên balkêş derkevin. Ji bo hemû nêzîkbûnên zilaman, li ser navê rêxistina jinê bersiv dayin dê balkêş be. Hûn dikarin derbarê hestên herî biçûk de jî biryarê bistînin. Eger kesên wisa bi pêş bikeve dibe ku zilam bê asta libergerînê.

Hûn dikarin hemû planên xwe pratîze bikin. Ez difikirim eger çiqas xeyalên jinê hebin, bi rêxistinbûnê hemû pratîze dibin, ma ne wisa ye? Mînak hûnê ji zilamên ku berê bi rayeya xwe, bi pereyên xwe, bi hêza xwe dihat û jin distand re bêjin “xwe îsbat bike, ma çima tu tê jin dixwazî?”. Berê ji malbatan dixwestin bila niha ji partiya jinê bixwazin. Hûn dikarin pêncî şertan bidin pêşiya wan. Eger ji Partiya Jina Azad keç bixwazin, mercên we yên neasayî hene. Ji bo we bi rastî jî derfeteke pir mezin ya rizgariyê heye. Hûnê heya ku zilam bikin mirov, şertên xwe ferz bikin. Ne şerm e. Ya ku şerme ewe ku xwe weke kole pêşkeş kirin e.

10.09. 1998

Çavkanî; Diyalogên Bi Şehîdan Re

Attachment