Ajansa Mezopotamya hinek agahiyên nû di derheqê wan kêliyên dîrokî bi Rêber Apo re parvekir. Li gora wê şande ji hêla Rêber Apo ve bi moraleke xweş û bicoş hatiye pêşwazîkirin. Hevdîtin 4 demjimêran berdewam kiriye û bi 3 kamerayan dîmen hatin kişandin. Lê belê dîmen teslîmî şandeyê nehatiye kirin.
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Îmraliyê cara sêyemîn bi Rêber Apo re hevdîtinê kir. Ahmet Turk, Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder, Tulay Hatîmogûllari, Tuncer Bakirhan, Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol di şandeyê de cih girtin. Şandeyê piştî hevdîtinê li Hotêla Elît Worldê ya li navçeya Beyoglû ya Stenbolê daxuyanî da û banga Rêber Apo parvekir.
Lê ji çuyîna şandeyê heya vegera wê jî hinek pêşketin rûdan e. Li gora agahiyên malperê parvekiriye şandeya Îmraliyê saet di 09.00’ê de bi rêya hewayî ber bi giravê ve rêketiye û saet di 09.30’ê de gihiştiye.
Rêber Apo şandeyê bi coş pêşwazî kir
Şande, ji hêla Rêber Apo û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ve bi coş, dilxweşî û dilgermî hatiye pêşwazî kirin. Piştre Rêber Apo, girtî û Şandeya Îmraliyê derbasî eywana ku daxuyanî lê hate dayin bûne. Li vir, têkildarî naveroka bangê sohbet hatine kirin.
Piştre jî Rêber Apo bangawaziya ku wî bi xwe bi destê xwe nivîsandibû xwendiye. Hat zanîn ku bangawazî bi 3 kamerayan hatiye kişandin. Rêber Apo piştî xwendina metna bangawaziyê, tevî şandeyê li çepikan xist û daxuyanî bi dawî kiriye. Rêber Apo hem yek bi yek bi tevahiya endamên şandeyê re hem jî komî wêne kişandiye.
Piştî xwendina metna bangawaziyê, bi hev re xwarin hatiye xwarin. Di dema xwarinê de jî têkildarî pêvajoyê û bangê sohbet hatine domandin.
Endamên Şandeya Îmraliyê piştî serdanê li Îmraliyê bi hev re li baxçeyê jî wêneyeke komî kişandine. Li vir wêneyên têkildarî bangawaziyê radestî şandeyê hatiye kirin, lê belê dîmen nehatin radestkirin.
Piştî hevdîtina nêzî 4 saetan berdewam kiriye şande dîsa bi rêya hewayî vegeriyaye Stenbolê, çawa gihişt jî yekser derbasî hotêla daxuyanî lê bihata dayin bûye. Li ber hotelê şande bi dirûşma “Bijî Serok Apo” hatiye pêşwazî kirin.
Ji xwe şandeyê dûh di demjimêr 17.00’ê de banga “sedsalê” xwend û ji cîhanê re ragihand.