Di van axa de hatibûn û xûmandin; jiyan, hêvi û evîna rast. Hatibû jibîrkirin kenên li ser lêvan û şûna wê lorinên dayikan mabû. Kû ew lorîn bûn qîrîn û bûn destanên di nav dîrokê. Zarokên mezrabotan zarokên hîlala zêrîn tine dibûn ji pelên dîrokê oysa ew dergûşa mirovahîyê bûn bi hezaran sala hembêza xwe de xwedî kiribû ewladên xwe, lê îro mirovahî wêna dikir çar perçe tûne dikir. Li ser van axên pîroz destan hatibûn nîvîsandin, kûlîlkên we bi xwîne şîn dihatin û bi xwînê dihatin avdan ji êvîna Dêrweşan, Şêx Sêît û Sêît Rizayan, heya Leyla Qasiman hemû bibûn çîrok, bibûn stran û hatibûn gotin ji zarokên welatê windabûyî re. Di nav tarîbûn û bêhevîbûnê de hatibûn hiştin.
Ev der Rûha ye! Welatê pexemberan li her bostek wî ye axê, her kevîrekî wî de dîrok veşartîye. Di axên qelîştî de nivîsandîbû dîrok, bi berxwedana Îbrahîm. Li hemberî Nemrûdan rabûbû û şikenandibû pûtan. Lê Nemrût bi hêrsa xwe agir berda bedena Îbrahîm. Lê ew agir bû av û darên di nava gir de bûn masî. Ev efsane heya roja me ya îro hat, gola masiya ava bû û bû bawerîyekî ji bo gelan. Lê rûxmî hêr tîştî welatê pêxemberan li benda zayînekî nû bû.Û ev zayîn ne dûrbû li gundê Amara. Şevekî ewrek û erd û ezman dilerizî. Gelo çi dibû? Eceb dawîya dinê hatibû, ev çi xezeba xwezayê ye? Her kesek kû di vî gûndî de jîyan dikir, herdû destên xwe vedikir ber bi ezmanan û digot: ya star tû me biparêzî dawîya mîrovahiyê hatiye. Lê ev dawiya dinê nebû. Her çiqasî ew bêxeber bin jî ew zayîna mirovahîyê bû.
Sal 1949 şeva haqîqetê, şeva kû jiyan ji nû ve ava bû, dengek bilind bû, qîrînek kû ev deng ji welatê hûndabûyî gihîşte hemû cihan. Ew zarokê xwedavend û dayika mirovahiyê ÛVEYŞ bû. Kû ew zarok hêviyê gelan, kenê zarokan, dengê dayikan, xweşikbûna xweza û heqîqeta gerdûnê bû. Navê wî kirin Abdûllah yanî evdê xwedê, lê ew tû car nebû evdê xwedê, ew hertim bû lêgerînvanê jiyanekî rast, lêgerînvanê evînê û heqîqeta gerdûnê. Ji kesekî re serî netewand, ne ji malbatê re, ne jî ji pergalê re. Jiber vê jî got: “ez nabim mirovê vê jîyanê, ez nabim mirovê vê pergalê”. Xwe tûcarî aîdê vê jîyana kû şaş hatibû avakirin nedît. Wê digot: “jîyana şaş rast naye jiyankirin”. Qebûlnekir mirovahîya kû mejîyê wîha tibû qefeskirin, bê îrade û bêrûmet. Jiber vê jî di nav latan de gul pişkivand. Mirovekî nû û mirovekî azad tekoşîna PKK ava kir. PKK jibo mirovahî bû lêgerîn, bû rêka azadiyê û jiyana rûmet. Jiber vê sedemê jî herikîn mirov ber bi evînê. Berê xwe dan Rojê û bûn helbestek kû bi pênûsa ji agir hatibû nîvîsandin. Ew agirê kû tû carî wê netefê û wê bibin afirînerê jiyanekî nû yanî mirovahî êdî dizîvirî xwezaya xwe û dibû cevherê nû ya jîyanê.
Hevaltîya di nav vê jiyanê de mîna deryayekî bû, weke vekîzelal, mîna afirînerê xwe birûmet û girêdanbûnekî bêdawî ye. Hêsan nebû jiyanê avakirin, bi derzî bîr hatibû kolandin, ked tê de hebû xwedan û tiştê herî mezin bi xwînê hatibû avakirin. Di dîroka mirovahîyê de wek hevaltiyekî mîna di nav PKK de tune bû, ji ber di kenê rêhevalê xwe de, em dibin jiyan di nexweşiyê de dibin derman û di şehadetê de hebûna li welatin. Vana hemûya jî yê kû me fêr kiriyê û di rihê me de çandiye evîndarê jiyanêye.
Ev hevaltiya birûmet herikî nav dilê jinên kû mîna darekî ber bi hişkbûnê ve rû bi rû mabûn. Ew bi hezaran sala ker û lal bûn, bi saxî dihatin vêşartin, mîna Jan Dark’an dihatin şewitandin, wek Hîpatya çermên wan radikirin, wek Leyla Qasim’an li ser sêdaran dihatin hejandin. Lê heqîqeta gerdûnê herîkî nav dil û mejîyê wan. Ji nû ve şîn hatin xemîlîn, jiber kû ew êdî ayidî xwe bûn, rêka azadiyê dîtibûn. Berê xwe dan rojê û bêsinor meşîyan ber bi heqîqetê. Şer kirin, xweşik bûn û bûn xwedavend Zîlan, bûn qîrîna azadiyê ya Berîtanan ew bûn têkoşîna Rozerînan, ew dibûn agirê bedana Viyanan, bûn deng û heviya hezaran jinên cihanê. Ew bi fikir û ramanên Rêber APO re herikîn bûn dîrok.
Xwedayan qebûl nedikirin fikrê azad, ji ber jiyan ji wan re nedima. Eger mirovahî bizîviirya cewherê xwe, wê jiyana koledariyê xelasbûna. Û wê demê xwedatiya wan jî tine dibû. Jiyana kû Rebêr APO afirandibû hemberî pergalê deshiladariya wan bû. Bi hezaran mirov şopdarê van fikir û ramanan bûn. Serî radikirin li hemberî desilatdaran û bi berxwedanî şer dikirin. Jiber vê jî Rêber APO tirsa dilê xwedayan bû. Jibo kû karibin xwe bidin jiyankirin, 15’ê Sibata 1999’an bi komployekî navnetewî Rêber APO girtin û birin Girava Îmralî, xwestin Wî tenê bikin, bê civak bihêlin. Jiber ku ji bo OCALAN mirov bi wate û nirx bûn. Ji ber vê Roja me got : “mirov gerdûna biçûk e. Çawa kû di mîtolojîyê de Zeûs Prometeûs ceza dike, -ji ber ku Prometeûs, agirê zanabûnê ji xwedayan didize û dide mirovahiyê- wî di nav şikêran de zincîr dike û her roj teyr tên û kezeba wî dixwin. Lê rûxmî her tîştî Prometeûs xwe nû dike. Xwestin Rêber APO jî têxin di nav çar dîwaran de û yek zindiyeke nebîne . Ma fikir tên qefeskirin? Kîjan hêz dikare roja gerdûnê bitefînê. Bi girtina Rêber APO ve bi hezaran mirov herikîn qada. Ji heft salî heya heftê salî. Bi sedan mirov bêteredût bedena xwe dan ber agir. Dilê hezaran, li Îmralî lê dida, wan Roja xwe tenê nedihiştin .
Fikrê Rêber APO her herikîn xwe nû kirin û her tim xwe ji nû ve avakirin. Di nav van 16 salan de dîroka mirovahiyê ji nû ve nivîsand. Ew reng û xemla jiyana xwezayî yê dengê mirovahî. Êdî xwedavend jî dizanin kû nikarin fikrê azad qefes bikin tune bikin . Ji ber ew avekî kû her diherikî û mîna xwezayê xwe nû dike . Ji ber ew HEQÎQETA GERDÛNE YÊ.
Aryen MEZLÛM