4’ê Nîsan’ê, sala 1949… Di vê dîrokê de, li welateke bi navê Kurdistan, li welateke gelên bindest miroveke hate dinê. Kurê dayê Uveyş. Navê wî danîn Abdûllah. Yanî evdê xwedê. Lê belê ev mirov ji wê kêliya ku di vê cîhanê de hênase girt û dilê wî lêda, tu caran evdbuyînê ji bo xwe nepejirand. Loma ji kêliya hate dinê ve dilê wî ji bo jiyana azad lêda û mejiyê wî bi lêgerîna heqîqeta jiyana azad, wekhev û biratiyê tov avêt deşta Amara…
Tov bişkivî, şîn bû û mezin bû. Û her ku mezin bû nakokiyek jî pêre mezin dibû. Kurd’buyîn…
Kurd’buyîn heta wê dîrokê hema bêje nema bû. Her weha hema hema hemû mirovên Kurd, ev tune bûna Kurd daqurtandibûn. Weke ku tu çareserîya vê tunebûnê nîne ji xwere pejirandibûn. Sebebeke vê pejirandinê hebû bê gûman. Ew sebeb jî ev bû; Kurd’buyîn li gelek deverên Kurdistan, 28 cara bibû Îsyan, li Dersim bibû Tertele, û li Şengal’ê 73 cara bibû Ferman. Loma tu kesî nema bawer dikir ku piştî ewqas Îsyan, Tertele û Ferman kes karibe Kurd û Kurdistan bike hebûn.
Lê belê kurê Dayê Uveyş, ewê bi navê Abdûllah hat dinê ji bo Kurd û Kurdistan. Her roj bi êş û jan mezin dibû ji bo Kurd û Kurdistan. Û di dawî de serî hilda ji bo Kurd û Kurdistan. Eyn mina volkaneke biteqe qîîîr kir, holan da û got; “ Kurdıstan Mıtîngere!”. Bi “Kurdıstan Mıtîngere!” re despêkir. Lê belê di nava vê heqîqeta ku “ Kurdıstan Mıtîngere!” de gelek heqîqetên dîtîr hatîbûn peyda kirin. Yek jê Çand, yek jê Zimanê Kurdî (zimanê dayikê), yek jê ax, yek jê gel, yek jê welat, yek jê netew. Û hevaltiya pîroz ku bi heval û xwuşkên xwe yên keç re di xwest azad û wekhev jiyan bike jî di nava van hemû heqîqetande hatibûn dizîn.
Bi vî awayî kurê Dayê Uveyş, dît ku di nava vê heqîqetê de bi sedan heqîqet veşartîne. Û bi dîtina van heqîqetan careke din hate dinê. Weke vejîna duyemîn, di 21’ê Adar’a sala 1973’an, li bendava Çûbûk’a Enqerê, bû APO û rehên xwe berda nav bajarên Kurdistanê. Li Dîlok’ê bi ruhê rêhevaltiya Hakî Karer bû PKK’ê. Ev vejîn her xwe ava kir û bê navber xwe berdewam kir. Her roj, kêlî bi kêlî ji nûde hat dinê. Loma li zindana Amad’ê bi agirê bedena Mazlûm Doxan bû “Berxedan Jiyane!”. Li Eruh’a Sêrt’ê, bi destê Rêheval Egît, bû fîşeka yekem a 15’ê Tebax’ê. Li Xakurkê ya Başûrê Kurdistan, bi tilîlî û berxwedana Bêrîtan bû îradeya jina azad û artêşbûna jin. Li Rojava’yê Kurdistan û Bakûr-rojhilatê Sûrî bû şoreşa îradeya gelen azad û netewa demokratîk.
Heqîqeta 4’ê Nîsan’ê bê dawîye. Her berdewame. Loma û ruxmê hemû hewildanên tunekina vê hebûnê jî, Rêber Apo careke din li greva ÎMRALI’yê weke vejîna sêyemîn hat dinê. Û vê carê bi vejînê gerdûnî bû. Vê carê bi fikrê konfederalîzma demokratîk bû hêviyên azadiya hemû mirovên bindest. Bû ronahiya hemû lêgerînvanên heqîqeta jiyana azad.
Di ronahiya van fikrên Rêber Apo de gelek tov hatin reşandin û şîn bûn. Encama herî ber bi çav jî eve ku, bi saya vî fikrî li Rojava’yê Kurdistan hate îspat kirin civaka exlaqî û polîtîk ne xeyaliye û dikare were jiyan kirin. Bi saya fikrên Rêber Apo ku Kurd û Kurdistan anîn asteke pêşengtiyê, hemû mirovên bindest gelek baş fam kirin ku jiyaneke azad, wekhev, bi xwuşk-biratî û civakeke exlaqî, polîtîk û demokratîk ne xeyale û rastîyeke weha ku divê were ava kirin û jiyan kirin.
Heqîqeta dîroka 4’ê Nîsan’ê bû 74 sal. Bê gûman ev temen, ji bo bi heqîqeteke berxwedana li dijî qirkirina netewî têkoşîn kirin temeneke dûr û dirêje. Maratoneke weha tijî zor û zahmetî bê guman ne bi nivîskî, ne bi vegotin û ne jî bi fîlm û çîrokan, nikare were îfade kirin. Ancax bi jiyan kirin û dayîna jiyan kirinê mirov bikaribe fam bike. Loma ji bo her mirovekî ku fikir û paradigmaya demokratik ya Rêber Apo ji xwere esas girtiye, tişta herî divê were kirin 24 demjimêran bi Rêber Apo re jiyan kirine. Eger her lêgerînvanek heqîqeta jiyana azad, bikaribe 24 demjimêran bi Rêber Apo re jiyan bike ewê her roj û kêlî bibin 4’ê Nîsan’ê…
Asmîn Zelal