• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

Fermana 73’An Bi Felsefeya Rêber Apo Têk Çû

August 3, 2021
in Daxuyanî
A A
Fermana 73’An Bi Felsefeya Rêber Apo Têk Çû
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

 

Em salvegera 7’emîn a fermana li ser civaka me ya Êzîdî bi nefret û hêrseke tund şermezar dikin. Tevahî jin û civaka me ya di vê fermana 73’an de, hate qetilkirin bi rêz û minetdarî bibîrtînin. Milîtanên heqîqetê, şervanên Rêber Apo, yên ku di oxira parastin û xilaskirina jin û civaka me ya Êzîdî de, bi ked, îrade, fedekarî û ruhê fedaî’yane gihîştin şehadetê, bi rêzdarî û heskirin bibîrtînin. Ji bo azadkirina jinên Êzîdî yên winda, soza tolhildanê ya ku me dabû jinên Êzîdî û gelê xwe em dubare dikin. Li hemberî vê heqîqeta mezin ya şehîdan ava kir, soz û biryardariya xweyî bilindkirina tekoşîna azadiyê dubare dikin.

Di dîroka gelê Kurdistanê û tevahî civakên Rojhilata Navîn de, civaka me ya Êzîdî, bi bawerî, jiyan, dîrok, çand û hebûna xwe xwedî bîra herî kevnar ya mirovahiyê dijî û heta roja îro daye jiyankirine. Ji ber xwedî vê taybetmendî û baweriyê bû, ji bo desthilatdaran û bi taybet dewleta Tirk her tim weke civaka herî metirsîdar hate dîtin. 73 fermanên ku li ser civaka me ya Êzîdî pêk hatin destê dewleta Tirk di piraniya wan fermanan de heye. Fermana ku di sala 2014’an de, li ser civaka me ya Êzîdî pêk hat, bi armanca tinekirina hebûn, hafize û çanda ku xwe dispêre heqîqeta jin û civaka qedîm ya Kurdistanê bû. Ev ferman, di şexsê civaka me ya Êzîdî de, li ser tevahî nirxên civakî û baweriyên xwecihî yên hîna jî civakên Rojhilata Navîn didin jiyîn bû. Di vê wateyê de, êrîşa li dijî civaka Êzidî êrîşa li dijî hemû nirx û destkeftiyên rabirdûya gel û erdnîgariya Rojhilata Navîn bû.

Rêber Apo, beriya fermanê bi demê kurt, ji bo parastina nirx û civaka Êzîdî, hişyariyên cidî pêş xistibû. Ji bo wê jî erk û berpirsyariya parastina hebûn û çanda civaka Êzîdî da ser milê tevger û partiya me. Tevî hemû astengî û helwesta îxanetkar a PDKê, ji bo pêşî li temamkirina fermanê bê girtin, şervanên Rêber Apo, di bin fermandariya Şehîd Nûjîn Sêrt, Dilşêr Herekol û Egîd Civyan de, ked û fedekariyekî ku mînaka wê çênebûye nîşandan û xwe gîhandin civaka me ya Êzîdî. Civaka me ya Êzîdî jî, bi bîr û baweriya xwe berdêlên herî giranbiha dan, ji bo parastina nirxên mirovahiyê. Li hemberî desthilatdarên qirker û faşîst yên sedsala 21’emîn jin û civaka me ya Êzîdî, li ser navê mirovahiyê berxwedaniyeke bê ku emsala wê li cîhanê hebê pêş xist. Felsefe, bîrdozî û çanda berxwedêr ya Apogerî bi heqîqeta civaka me ya Êzîdî temsîl dikir re bû yek û Şengal hat rizgarkirin.

Fermana 73’an haft sal li pey xwe hiştin, lê plan û metirsiya li ser jin û civaka me ya Êzîdî bi awayekî hatibe rojaneyî kirin berdewam dike. Dewleta Tirk, her roj gefxwarinan li ser Şengalê pêşdixîne û ji bo zemînê dagirkirin û pêşxistina qirkirinekî nû ava bike di nav hewldanên cidî da ye. Dewleta Tirk, çawa ku bi êrîşa li ser Rojava re, xwedî li çeteyên DAIŞ’ê derket, bi heman zihniyeta qirker dixweze êrîşî Şengalê jî bike. Plana ku dabû pêşiya DAIŞ’ê, êdî raste rast bi xwe xistiye meriyetê. Hevpeyîmana di 9’ê Cotmeha 2020’an de, di navbera Bexdat, Hewlêr û Dewleta Tirk de, hate çêkirin rûyekî nû yê qirkirina civaka me ya Êzîdî ye. Divê rastî û piştperdeya vê planê ji aliyê gelê me yê Şengalê ve baş werê dîtin li hemberî wê di nava xwede bibe xwedî yek helwest. Êrîşa nijadperest ya li Konya, dorpêça PDK’ê ya qadên gerîla, vekirina gorên şehîdan li Efrînê û bêhelwestiya cîhanê, li hemberî van kiryarên dewleta Tirk û hevkarên wê berdewamiya zihniyeta qirker û faşîst a li hemberî jinan û gela ye.  Bi zihniyeta nijadperest û zayendparêz ya mêr xeteriya qirkirina li ser jin û gelan di astekî metirsîdar de berdewam dike. Divê werê zanîn ev zihniyet bi DAIŞ’ê re dest pê nekir û pê re jî bi dawî nebû. Ji ber ew zihniyet di roja îro de li hemberî civakê hîn xetertir bûye. Ev şêwayê destgirtinê wê me bibe ber xeflet û metirsiyên hîn mezintir. Di serî de jin û civaka me ya Êzîdî û hemû gelê me li hemberî vê xeteriyê hişyar be, xwe bike yek û parastina xwe ya cewherî li her cihê dijî mayînde bike.

Sekna jin û civaka me ya Êzîdî, di roja îro de, nîşan dide sekna herî bi rûmet û berxwedêr ya ji bo parastina hebûn û destkeftiyên hatine avakirine. Parastina civak, avakirina jiyan û mîsogerkirina statoya xweser a şengalê dikare bi îsrara di vê seknê de werê mîsogerkirin. Civaka me ya Êzîdî piştî fermanê bi hemû hêza xwe hewildanekî mezin ji bo xwe pêşxistin, zanekirin, xwe bi rêxistinkirin, derbaskirina êş û derûniya fermanê da pêşxistin. Li hember fermanê, şêweyên xwe parastinê û mîsogerkirina jiyana azad, bi gavên şoreşî di warê zîhnî, kesayet, jiyan û xwe rêxistinkirinê de avakirin. Ev bîr, bawerî û sekna jinên Êzîdî îro şoreşa xwe ya civakî diafirêne, mezin dike û diparêze. Pergala ku îro civaka me, bi taybet jinên Êzîdî, ji bo jiyana xwe bi ewle û demokratîk dibînin, xweseriye. Divê hemû hêz di serî de Îraq û hikûmeta herêmê vê daxweza civaka Êzîdî weke mafê herî rewa bibînin û bipejirînin.

Bi minasibeta salvegera 7’emîn ya komkujiya li ser jin û civaka me ya Êzîdî, em bang li hemû jin û gelê xweyî li her çar parçê Kurdistanê dikin bi helwestekî hevbeş û yekgirtî li hemberî tevahî xeteriyên îro li ser Kurdistanê heyî li ber xwe bidin û nirx û deskeftiyên tekoşîna azadiyê biparêzin. Bang li hemû jin û civaka me ya Êzîdî ku di kampan de, ji aliyê PDKê ve dîl hatiye girtin vegerin ser cih û warê xwe. Dîsa bang li tevahî jin û gelên tekoşînvan û berxwedêr yên ji bo aştî û aramiya herêm û cîhnê têdikoşin û li dijî komkujiya jinan û Kurdan bibin xwedî helwestekî tund û radîkaltir û nehêlin bi navê gelan fermana gelên din werê dayîn. Li ser vê bingehê em carek din fermana 73’an a li ser jin û civaka me ya Êzîdî hate pêşxistin, bi hêrsekî tolhildanî şermezar dikin. Soza me daye şehîdan û jinên Êzîdî û tevahî gelê xwe dubare nû dikin.

Koordînasyona PAJK’ê

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

Li Ser Rêwitiya Lingan
Ji pênûsa Gerîla

Li Ser Rêwitiya Lingan

May 8, 2025

Read moreDetails
Jİ NEWALA AZADİYÊ RE
Bîranînên Gerîla

Jİ NEWALA AZADİYÊ RE

May 6, 2025

Read moreDetails
KESÊ HERÎ BI BANDOR YÊ TIŞTEKÊ DIDE HER KESÎ YE
Perspektifên Rêber Apo

KESÊ HERÎ BI BANDOR YÊ TIŞTEKÊ DIDE HER KESÎ YE

May 5, 2025

Read moreDetails
RUHÊ BERXWEDÊR, SERKEFTINA TARZÊ FEDAYÎ YÊN APOYÎ BIXWE YE
Şehîdên Azadiyê

RUHÊ BERXWEDÊR, SERKEFTINA TARZÊ FEDAYÎ YÊN APOYÎ BIXWE YE

May 3, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk