Ezê Jibo Afirandina Jina Azad Erkê Xwe Pêk Bînim

0Shares

Rêber Apo: Belê hevala Gulan li Enqere û Bedlîsê maye. Zanko terikandiye, di sala 1992’an de tevlî bûye, di xebatên cebheyê de berpirsiyartî standiye, hevaleke bêtecrûbe, bi xwe bêbawer, dûrî rastiya welêt û gel, seransera, apolîtîk, ji pirsgirekan dizane û bi alikariyê bi pêş bikeve ye. Baş e Gulan, çi dibêjî? Ma te hemû ev nebesî derbas kirine?

Gulan (FîlîzYerlikaya): Ev, taybetmendiyên di vê heft meh û nîvê de li ser ponijîm e.
Rêber Apo: Tebî.
Gulan (FîlîzYerlikaya): Ev mijara bêbaweriyê ji nasnekirina rêxistinê û nûbûna min jêdera xwe  distand, nêzîkbûnên seransera bûn.
Rêber Apo: Yanî tu seransera nêzîk bûye, heta şaş nêzîk bûye. Te li vê derê rastî dîtin ma ne wisa ye? Dîsa mirov tecrûbeya şer, di nav tekoşînê de fêr dibe. Bawerim bê bawerbûn jî hate derbaskirin, ma ne wisa ye?
Gulan (FîlîzYerlikaya): Belê Serokê min, bi taybetî baweriya min pê heye ku bi alikariya zêde zêde ya Rêbertiyê hatiye derbaskirin.
Rêber Apo: Ev çend mehin li vê qadê yî?
Gulan (FîlîzYerlikaya): Heft meh û nîv.
Rêber Apo: Heft meh û nîv, ma qederekê ponijîn pêk hat?
Gulan (FîlîzYerlikaya): Belê Serokê min, qederekê ponijîm.
Rêber Apo: Ma hûn hinekê Bedlîs nas dikin?
Gulan (FîlîzYerlikaya): Mirovên wê nas dikim Serokê min, Bedlîsê zêde nas nakim.
Rêber Apo: Lê tu mirovên wê nas dikî, tê zehmetî nekişînî. Başe, ma tu dikarî li wê derê hinekê feraseta jina azad pratîze bikî?
Gulan (FîlîzYerlikaya): Hemû hewildana min dê xizmeta wê bike, Serokê min.
Rêber Apo: Ma dikarî sererast bikî?
Gulan (FîlîzYerlikaya): Ezê ji bo wê hewildaneke mezin nîşan bidim. Bi taybetî tiştê ji vê derê fêr bûme ragihînim wê derê.
Rêber Apo: Yanî dibêjî bi misogerî dê têkariya min bibe?
Gulan (FîlîzYerlikaya): Belê Serokê min.
Rêber Apo: Ji ber ku ev girîng e, ma ne wisa ye?
Gulan (FîlîzYerlikaya): Belê Serokê min, ez di ferqa girîngiya vê de me.
Rêber Apo: Hûn di ferqê de ne, xwediyê biryarin û hûnê firsendê nedin ku wisa apolîtîkbûn û seransertî bi pêş bikeve.
Gulan (FîlîzYerlikaya): Na, Serokê min.
Rêber Apo: Jixwe fêm dikî. Bawerim ji bo pêk bînî tê astengeke cidî nas nekî?
Gulan (FîlîzYerlikaya): Na, Serokê min, bawer nakim astengeke cidî hebe. Piştî ewqas hêz hebe, zêde ne bawerim egerek vê hebe. Ji ber ku zêde zêde ji vê derê hêz hate standin.
Rêber Apo: Yanî ma daneheva te heye?
Gulan (FîlîzYerlikaya): Belê Serokê min.
Rêber Apo: Li ser rastiyan hinekê serwerî û ya mayî jî pratîk bi xwe ye. Ma tê karibî bibî tundiya pratîzekirinê, îradeya pratîzekirinê?
Gulan (FîlîzYerlikaya): Belê Serokê min.
Rêber Apo: Ma bi rastî jî amade yî?
Gulan (FîlîzYerlikaya): Belê Serokê min.
Rêber Apo: Ma tu bi rikî?
Gulan (FîlîzYerlikaya): Belê.
Rêber Apo: Ma berê xwe dayîna welêt pir watedar dibînî?
Gulan (FîlîzYerlikaya): Ji bo min daxwaz û xwestekeke mezin e.
Rêber Apo: Tu hinekê li Metropolê jiyabû, ma ne wisa ye?
Gulan (FîlîzYerlikaya): Belê Serokê min.
Rêber Apo: Lê tu niha baş di ferqa rakêşîneriya jiyana welêt de yî?
Gulan (FîlîzYerlikaya): Ji ber ku ezê bi erkeke mezin berê xwe bidim wê derê jî, wateya wê mezin e.
Rêber Apo: Ya din jî ew çiyayên bi heybet, di berdêla her tiştî de ne, ma ne wisa ye?
Gulan (FîlîzYerlikaya): Bêguman Serokê min.
Rêber Apo: Dibe ku zehmetiyên wê hebin, lê ji bo cihekî ewqas tê de hêviya serkeftinê heye, dikare her tişt bê kirin, ma ne wisa ye?
Gulan (FîlîzYerlikaya): Belê Serokê min.
Rêber Apo: Hûn di ferqa van hemûyan de ne?
Gulan (FîlîzYerlikaya): Belê Serokê min.
Rêber Apo: Weke din hûn dikarin çi bêjin? Pêşketina herî balkêş ku te pêk aniye çi ye?
Gulan (FîlîzYerlikaya): Bi taybetî ji bo min naskirina xwe û gel balkêş bû, dikarim bêjim li qada Rêbertiyê min xwe gihand vê zanebûnê. Baweriya min heye, bi hêza ku min ji vê derê standiye ezê berê xwe bidim welêt, bi taybetî bersivê bidim alîkariyên zêde zêde yên Rêbertiyê, ji aliyê afirandina jina azad ve tiştê dikeve li ser milê min pêk bînim, ji bo berê xwe dayina welêt xwediyê azwêriyeke mezinim, ji ber girêdana mezin ya bi şehîdan re ezê erkên xwe pêk bînim.
Rêber Apo: Li ser vê bingehê hûn bi biryarin?
Gulan (FîlîzYerlikaya): Belê Serokê min.
Rêber Apo: Tu dibêjî, heya bi dawiyê û hinekê jî li ser esasê serkeftinê tiştên fêr bûme dikarim pêk bînim, ma ne wisa ye?
Gulan (FîlîzYerlikaya): Belê Serokê min.
Rêber Apo: Di vê mijarê de dikarî sozeke misoger bidî?
Gulan (FîlîzYerlikaya): Belê Serokê min. Li ser vê bingeha ku bi taybetî ezê di xeta Partiyê de bimeşim, bi terzê Rêbertiyê biçim ser kesayetiya xwe ya nebes, di serî de li ser girêdana xwe ya bi şehîdan soz didim Rêber Apo, şehîdên şoreşa Kurdistan û cîhanê, gelê Kurdistanê yên egîd, hemû hevalên li vê derê.

Rêber Apo: Belê Gulan, bi rastî te jî pir tişt stand. Bi mîsogerî êdî ne biyaniyê rastiyanî. Bi ponijînê dikarî timî xwe bi pêş bixî û bi alîkariya Partiyê li her qadê bibî xwediyê xebateke serkeftî. Bi rastî jî ji kar tu berpirsiyarî. Bi tevlîbûna rast û beralîkirina rast dîsa bi rast tevlîbûna azadiya jinê û ji bo wê dayina şensa pêşketinê, dikarî bibî xwediyê roleke girîng. Em jî pê bawerin tiştê me daye ne kême û em dibêjin ya mayî temam kirin karê te ye. Bi rastî jî, ji tevlîbûnên jinê yên li wê derê zêde şehîdên jin hene. Em ji bo girêdana bîranîna wan jî bi baldarî tevdigerin. Mizgîn, Roza û hevalên din, dîsa şehîdên me yên tevlîbûnên nû hene. Tu ji bo wan jî, dibî bersivekê. Û divê vê bersivê bi misogerî bidî. Di vê mijarê de bi baş parastin û pêşxistina xwe, divê bibî xwediyê serkeftinan. Li ser vê bingehê divê tu xwe demeke dirêj bidî jiyîn û şerkirin, serketî bibî û bi baldarî tevbigerî ku ji vê kêmtir nepejirînî. Û em dibêjin divê tu teqez bi ser bikevî û ji bo te serketinê daxwaz dikin.

Çavkanî; Diyalogên Bi Şehîdan Re

11.04.1994

Attachment