• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

Ez Hêza Ji Rêbertiyê Digirim Li Ser Lingan Dimînim

July 3, 2022
in Şehîdên Azadiyê
A A
Ez Hêza Ji Rêbertiyê Digirim Li Ser Lingan Dimînim
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Nasnav: Toprak Canfeda
Nav û Paşnav: Asiye Gündüz
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 12.9.1982/Sêrt-Eruh
Navê Dayikê: Kamile
Navê Bav: Mehmet
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 25.6.2004/Stenbol
Dîrok û Cihê Şehadetê: 24’ê Adara 2012’an li Hîzan-Xerzan
Ji bo bîranîna Rêhevala Toprak Canfeda (Asiye Gündüz)

Hevala Toprak Canfeda di sala 1982’an li navçeya Dihê ya girêdayî Sêrtê lêtê cîhanê. Lê ji ber koçberkirina malbata wê piraniya jiyana xwe li Stenbolê derbas dike. Di sala 2004’an de tevlî nava refên gerîla dibe. Piştî ku sê salan li qada Başûr dimîne û pêde derbasî Eyaleta Xerzanê, Bakur dibe.

Hevala Toprak piştî birayeke wê tê cîhanê û pêde daxwaza xwe ya tevlîbûnê ji dayika xwe re dibêje. Dayika wê vê daxwaza wê dipejirîne.Di rastiyê de malbateke welatparêz e, neçar mayîne ku ji gundê xwe koç bikin û hesreta welat dikişinin. Xeyal dikin ku wê rojekê bi azadî vegerin gundê xwe û li wir bijîn

Heval dibêjin, me tûp dibirin cihê wargehê. Heval ji wê re gotine tu barê sivik bibe. Dema ku hevalan pir israr kirine, wê jî gotiye temam, lê dema dibîne ku hevalên xort di tariya şevê de tûpên mezin radikin, wê jî tûp rakiriye. Ew li hemberî rêhevalên xwe pir hestiyar bû. Hevala Toprak jî ji dizîve wî barî radike. Rêka biqasî du seatan qet dengê xwe dernaxîne. Dema ku li cihekî navberê didin, heval barê wê ferq dikin û ji wê re dibêjin wî barî dayne, lê ew vê yekê napejirîne. Dibêje dema ku rêhevalên min barên giran radikin, dilê min raneke ku ez barên sivik rabikim. Hevala Toprak heta ku tûp xelas dibin, ew jî tevlî seferên rakirana wî barî dibe. Pişta wê jî heta tu bibêjî zirav bû. Bi henekî be jî min digot, tûp ji pişta te stûrtirin, ma tu yê çawa tûp rabikî? Dikeniya û wê jî ji min re gotibû, girêdayîna vê bi piştê re nîne, girêdayîna vê yekê bi îradeyê ve heye. Qala vê yekê bi hezkirina jiyanê ve girêdayî ye anîbû ziman. Wiha berdewam dikir; “Bi rastî moriyek jî ji min bihêztir e û ji min hîn bileztir dikare bimeşe. Lê ji bona ez ji jiyanê hez dikim, hêza ku ez bikaribim van karan bikim di xwe de dibînim.” Ger gotinên dianî ziman bi girêdayî kar û barê rojanebûn jî, lê wateyên wan pir bi kûr bûn. Ew ji rastiya jiyanê nequt bû. Pir zû bi mercên jiyana heyî ve bû yek û giha. Divê mirov di kîjan demî de barên sivik an jî barên giran rabike fêr bûbû. Pêvajoya amadekariya wargehê bû, dizanî ku divê fedekariyê bike.

Hevala Toprak demeke dirêj li qada Tetwanê ma bû. Min di navberê de gotibû, min ji wê re gotibû, were Qada Şêx Cuma, min bîra wê kiribû. Gotibû ev yek nabe. Çawa ku hatibû çûbû wê qadê. Heta beriya şehîd bikeve jî du mehan li wê qadê dima. Digot; “Tevayî tiştên yekemîn min li vê qadê jiyan kirin. Min hevala Marya li wê qadê nas kir û min pêre hevaltî kir. Ji bona ku Tetwan bi rêhevala Mizgîn tê bibîranîn, ew ji bona min nirxeke pir mezin radigire. Hevala Maryayê jî ev yek temam kir. Dema ku dibêjin Tetwan ev herdu keçên leheng tên bîra min. Ez Tetwanê wisa hembêz dikim.” Belê, bi van gotinên xwe ve sedemên li qada Tetwanê mayîn bi awayeke pir vekirî dianî ziman. Hevala Mizgîn (Gurbet Aydın) li qada Tetwanê xebat dabû meşandin û li wir şehîd ketibû. Ev yek ji bona hevala Marya jî derbasdar bû. Hevala Marya perpirsiyara hevalên jin a li wê qadê bû. Hevala Toprak ji ber girêdayîna bi van nirxên manewî re, nedixwest ji wê qadê qut bibe. Hevalan li ser vê yekê ji me re gotin zêde israr nekin, heta wê pêdiviya guhertina qadê hîs kir, bimînin li bendê.

Hevala Toprak, piştî nêzîkî çar salan li qada Tetwanê ma û pêde, derbasî Qada Şêx Cuma dibe. Wê li wir bi awayeke xweser hevalên jin lê bi cih bûbûna. Di nava hevalên li wir a li Bakur herî kevin hevala Toprak bû. Wê bicihbûyîna tarzê Bakur dizanî. Ji ber van sedeman wê alîkariyên wê yên pir girîng çêbûbûna. Ji ber van sedeman vesazbûyîna wê li Qada Şêx Cuma hat kirin. Weke 15 rêhevalên jin li wir bicih bûbûn. Hevala Toprak bi wan rêhevalên xwe re li wê wargehê şehîd dikevin. Wan li gorî giyana berxwedaniyê nêzîk bûn.

Hevrêyên Wê Yên Têkoşînê

 

 

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

Li Ser Rêwitiya Lingan
Ji pênûsa Gerîla

Li Ser Rêwitiya Lingan

May 8, 2025

Read moreDetails
Jİ NEWALA AZADİYÊ RE
Bîranînên Gerîla

Jİ NEWALA AZADİYÊ RE

May 6, 2025

Read moreDetails
KESÊ HERÎ BI BANDOR YÊ TIŞTEKÊ DIDE HER KESÎ YE
Perspektifên Rêber Apo

KESÊ HERÎ BI BANDOR YÊ TIŞTEKÊ DIDE HER KESÎ YE

May 5, 2025

Read moreDetails
RUHÊ BERXWEDÊR, SERKEFTINA TARZÊ FEDAYÎ YÊN APOYÎ BIXWE YE
Şehîdên Azadiyê

RUHÊ BERXWEDÊR, SERKEFTINA TARZÊ FEDAYÎ YÊN APOYÎ BIXWE YE

May 3, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk