• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

Ew Lêgera Tolhildana Di Nava Zoriyan De Bû

June 16, 2023
in Şehîdên Azadiyê
A A
Ew Lêgera Tolhildana Di Nava Zoriyan De Bû
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Nasnav: Rojen Murat
Nav û Paşnav: Sitî Kîzan
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê:1982/Colemêrg
Navê Dayikê: Nazê
Navê Bav: Salih
Dîrok û Cihê Şehadetê: 10’ê Tîrmeha 2012’an li Çewlig

Ji bo bîranîna rêhevala Rojen Murat (Sitî Kîzan)

“Rêhevala Rojen Murat ji Colemêrgê ye, rêhevalek me ya di temenê xwe yên ciwan de tevlî dibe û dest bi têkoşîna xwe ya azadiyê dike. Dema di salên têkoşîna azadiya me sift dibe de tevlî nava refên gerîla dibe, ew di nava mercên têkoşîna herî dijwar de kedeke mezin dide, kesayetiya xwe pêşdixîne û dibe fermandar.

Gerîlayên jin ên Kurd li qada Zagrosan têkoşînekî bi vîn û biryardariyeke di asta herî jor de didin meşandin, hevala Rojen ceribandina pratîka xwe ya destpêkê digire, bi vî awayî ezmûn û danahevekî girîng pêre pêşdikeve. Rêhevala me ya Rojen bixwe jî ji Zagrosê ye, ew weke ku bi rastiya asî û îhtîşama Zagrosan re bûye yek bixwe bû. Wê di nava mercên pratîka herî zor de, kariye bi afrankirî û hilberînvaniya xwe ve her zoriyê derbas bike û bi vîn û tempoyekî bilind ve têkoşînê bide meşandin. Rêhevala me Rojen ji bo ku ji gelê Kurd re û ji tevayî jinên cîhanê re pêşerojekî azad bike diyarî, bi rengê jinê ve cîhanekî jiyana aştî û aram bêmeşandin, di refên herî pêş de cihê xwe digire, bi bawerî û biryardariyeke mezin ve têkoşînê dide meşandin.

Rêhevala me Rojen di çiyayên Kurdistanê de, bi felsefeya jiyana azad a Rêbertiya me dayî pêşxistin kesayetiya xwe ji nû ve dide afirandin, nasnameya jina azad di kesayetiya xwe de dide avakirin, biqasî 18 salan bi rexmî hemû zoriyên çiyayan û erdnîgariyê di bin her mercî de, di nava têkoşîna herî dijwar de kariye sekna jinê bide raberkirin, li dijberî tevayî Zeusên zordest têkoşînê bike û bi vî awayî kesayetiya mîlîtaniya jineke ya bihêz di kesayetiya xwe de bide afirandin. Wê ev kesayetiya berxwedêr a rêhevala me Rojen her tim bibe bingeha têkoşîna me û di dilê me de cihê xwe bigire.”

HPG’ê di 13’ê Tîrmeha sala 2012’an de bi van daxuyaniyan ve şehadeta Rêhevala Rojen Murat dabû ragihandin. Rêhevalên wê yên wê vedibêjin jî, ew tam miroveke ya mercên zoriyê bû. Ew şoreşger û mîlîtaneke di mercên herî zor de gihayîbû. Li gorî rêhevalên wê didin diyarkirin ku ew di temeneke biçûk de hatibû çiyayên azadiyê pêkhatibe jî, wê her roja ku derbas dibû coşa xwe hîn derdixist asta jortir, mîna li cihekî weke Erzuromê kesên ku herî ji xwe bibawer jî zoriyê dibînin, gerîlatî lêkirin, bidin aliyekî, yek rojê tenê bixwe jî li ber xwe dayîn gelekî zor dibû, wê li wir gerîlatî dikir.

Wê bîranîna wê rêga me ronahî bike.

Hevrêyên Wê Yên Têkoşînê

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

Jİ BO XWEDAWENDA ZAGROSAN YA SERDEMA NU
Ji pênûsa Gerîla

Jİ BO XWEDAWENDA ZAGROSAN YA SERDEMA NU

June 30, 2025

Read moreDetails
JI JINÊN BERXWEDÊR, GELÊ ME YÊ WELATPARÊZ Û RAYA GIŞTÎ YA DEMOKRATÎK
Daxuyanî

JI JINÊN BERXWEDÊR, GELÊ ME YÊ WELATPARÊZ Û RAYA GIŞTÎ YA DEMOKRATÎK

June 29, 2025

Read moreDetails
EM DİKARİN NEHÊLİN KU PÊVAJO Lİ BER DESTÊ DESTHİLATDARİYÊ BİBE AMÛREK
Nirxandin

EM DİKARİN NEHÊLİN KU PÊVAJO Lİ BER DESTÊ DESTHİLATDARİYÊ BİBE AMÛREK

June 25, 2025

Read moreDetails
MEZİNAHÎ, Bİ DERSDERXİSTİNA Jİ EZMÛNAN RE GENGAZE
Genel

MEZİNAHÎ, Bİ DERSDERXİSTİNA Jİ EZMÛNAN RE GENGAZE

June 24, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk