Nasnav: Newal Sîdar
Nav û Paşnav: Şirin Şems
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 1991/Mako
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: İsmail
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 2006/Mako
Dîrok û Cihê Şehatedê: 14’ê Îlona 2012’an li Şemzînan
Jı Bo Bîranîna Rêhevala Newal Sîdar(Şirin Şems)
Rêhevala Newal di sala 1991’an de li Gundê Mele Hesên ên girêdayî Makoyê lêtê cîhanê. Zaroka malbatê ya sêyemîn e. Ji bavikê Heso Xelefî yên eşîreta Celaliya ne. Nîvenga di navê de lêmezin dibe, mirov dikare weke feodal, muhafazakar û welatparêz bide nasîn.
Dema min 2001’an de li bajarê Mako ya weke bajarê egîdan nav û deng dayî û bi welatparêziya Rojhilat ve yeksan tê destgirtin karên leşkerî dikir, şansê nasîna min ên bi gelek malbatên welatparêz re pêkhat, çêbû. Malbata hevala Şîrîn jî ji yek van malbatan bixwe bû. Dema ku em di meşê de bûn lingê hevalekî şikestibû. Ji bo tedaviya wî diviyabû em wî radestî malbatekî welatparêz a em pê baweriya xwe tînin, bihêlin. Nasîna min a bi malbata hevala Şîrîn re di vî bingehî de pêkhat. Mîna ku min gotî, nasîna min bi gelek malbatan re pêşketibû, lê ev malbat bi taybetî zarokên vê malbatê pir cuda bûn. Pêşwazîkirina me pir cuda bû. Ez vê yekê qet jibîrnakim! Kuçikên wan ên êrîşî me dikirin; ew keçika biçûk, bi pêxwaz û cil û bergên qetiyayî ve li pêşiya kuçikan disekinî pir şîrîn bû. Şîrîntî, xwînsarî û wêrekiya wî bala me kişandi bû serxwe. Di wê temenê biçûk de tişta yên mezin bixwe jî nedihizirîn bikin, hizirîna wê ji ecêbmayîna me re ecêpbûyîn li ser zêde kiribû.
Ji ber ku malbata wê pir zêde welatparêz bû, wan zarokên xwe jî bi çanda rêxistinê dabûn mezinkirin. Jixwe ji wê derdorê gelek hevalên ku beşdarî nava partiyê bûbûn hebûn. Ji ber welatparêziya dayik û malbatê ji çanda rêxistinê jî ne biyanî bûn, peyva destpêkê ya Şîrîn tîne ziman, dibêje “Apo.” Ew axaftinê bi peyva “Apo” re fêr dibe. Bi aqlê xwe yên zarok ve bi parolaya “Ez qurbana Apo bim” li me digeriya.
Bûyîna gerîla di xeyalên wê yên zarokatiyê de bû. Wê xiyanet li xeyalên xwe yên zarokatiyê nekir. Dema wê di cihên me de li me digeriya, me car caran ji bo ku Şîrîn me nebîne, me xwe vedişart. Lê belê rexmê ku me xwe vedişart jî cardin dihat û em didîtin. Lêgera wê ya di ruhê wê de di asta evînê de bû. Ew ruh evîna ku wê ber bi gerîla, gel û li pey heqîqetê ve dibir.
Zarokên vî welatî pir zû mezin dibin. Di temenên xwe yên pir ciwan de derdikevin rêwîtiyên mezin. Hevala Newal jî di temena xwe ya pir ciwan de ket li ser rêgan. Li ser wêrektî, sempatîkbûn û şirîntiya wê “ret û çek” jî lêzêde bû; ya hevala Newal.
Heval Newal piştî beşdarî nava gerîla dibe, di nava demekî pir kurt de bala tevayî hevalan dikişîne serxwe. Weke li gel aqil û avaniya xwe ya civakî ve fedakarî, dilnimzî, sadebûnî û girêdayîna xwe ya bi Rêbertiyê ve, ku taybetmendiyên bingehîn a kesayetiya wê dide avakirin, bi vî awayî taybetmendiya kesayetiya xwe dide avakirin. Di nava avaniya hevalan de jî yan jî di her qada ku têde cih digirt, hezkirin, rêzgirtin û baweriyeke mezin qazanc dike. Rexmê ku ew hîn pir temen ciwan û nû bû jî, ji ber van taybetmendiyên xwe ve, xwe ji barên giran ên şoreşê jî nedida paş. Di encama xweferzkirina wê ya di sift de diçe Tabûra Xinêrê û ji wir jî vesazbûyîna wê li perwerdeya Operasyana li Xakûrkê pêktê. Wê di pêvajoya şeş mehan de sekna ku di jiyanê de dida raberkirin, asta teorî û pratîkê digire mirov dikare weke kesayetiyeke mînak bide raberkirin. Daxwaza wê ya ji bo Pêngava Şerê Gelê Şoreşgerî ya sala 2012’an dayîna amadekirin dide raberkirin û ew ji vî alî ve jî dibe xwediya hewldanekî pir mezin.
Di encama daxwaz û pêşniyara wê de vesazbûyîna wê weke Fermandara Taximê li herêma Xûmora a Şemzînanê pêktê. Hevala Newal bi ferqa pêdiviyên pêvajoyê re tevger dike. Li gorî pêngavê ked û hewldanê dide raberkirin. Ji bo ku pêngav bigihîje serkeftinê diçe keşfan, bi awayeke çalak tevlî amadekariyên çalakiyan dibe. Heta ku çalakiya li ser Qerekola Harûna tê kirin, her wisa berdewam dike. Hevala Newal di çengê êrîşê de cihê xwe digire. Piştî tevayî qerekolê dirûxînin, derdikevin. Û dema ku ew ji qerekolê derdikeve, tang li wan dixe. Di gulebarana tangê de heval bi giranî birîndar dibe û dema ku ji hedefa tangê dûr dikevin, hevala Newal di rêgê de digihîje şehadetê.
Hevrêyên Wê Yên Têkoşînê