Mirov çiqas bixwaze li ser wateya şehîd binivîse, lêhûrbûn bike û bi peyvan bilêv bike jî nikare baş û têrker bîne ser ziman. Dema şehîd bo doza azadiya gela canê xwe feda dikin dibin xwediyê wateyekî gelekî mezin û pîroz. Ji ber vê rastiyê em wan şehîdan kûr hîsdikin, lê di anîna ser ziman de zehmetiyan dikşînin. Lê belê bêgûman ev erkê me, berpirsiyarî me ye jî ku karek girîng e em divê pêk jî bînin. Ew hevalên şehîd dikevin dîrokan, çîrokan, xwedî ezmûnên giranbiha ne û wan ezmunên xwe bi mere parvedikin. Bi vê reyê tovên azadiyê zêdetir bi kok û berbelav dibe. Ev rastî di ruh, hest, sekin û şexsiyeta her hevalek şoreşger de vedigere hêzekî mezin û diherike têkoşîna îro tê meşandin. Min xwest ji bo bîranîna rêheval Andrea Wolf destpêkê balbikşînim ser vê xalê.
Andrea Wolf ji xwe hevalek Elman e û li welatê xwe mezin bûye. Di ciwantiya xwe de jî eleqeya xwe ji bo komên dij-faşîzm, femînîst, şoreşgeran re pêşdikeve. Bi çavên xwe dîtibû ku pergala hegemonîk, pergala netew-dewletê bê edeletiyek çiqasî mezin û berfirehî avakiriye. Di xwe de jî hestên nerazîbûn û dijbersekinandinê keşif kirîbû û xwestibû li hemberî vê bê edaletiyê bibe xwedî hêz û berê xwe dabû tevgerên şoreşger yên li Elmanya wî demî hebûn. Ji xwe di salên 1980’an de li Elmanya rêxistinên çepgir û sosyalîst yên cûda pêşketîbûn. Heval Andrea Wolf jî wî demî hêj di ciwantiya xwe de bi awayek çalak û radîkal di nava tevgerên şoreşger de cihê xwe girt, bi coş, hêvî û baweriya xwe ya mezin ji bo jiyanekî nû, ji bo jiyanekî rast û azadiya civakan bê pêkanîn xwe tevlî kir.
Hevalekî gelekî çalak bû, tevlî meş û çalakiyên girseyî li hemberî emperyalîzmê, pergala baviksalar, faşizm û oryantalîzmê dibû. Têkoşîna heval Andrea Wolf, têkoşîna bi zihniyetê re bû û ji bo wê jî xwe ti demî sînordar nedihişt. Li hemberî emperyalîzmê, li hemberî pergala baviksalarî û faşîzmê têkoşîn û rêxistinkirinê bingeh digirt û bandora hişmendiya zilamsalarî ya di nav tevgerên çepgir de jî dîtibû, zor û zehmetiyên wê kişandibû. Ji bo wê li kuderê valahî dîtiba, bê edaletî û newekheviyê dîtiba dibû xwedî bertek, yekser nerazîbûna xwe dianî ser ziman. Bi hêza xwe ya cewherî çalakiyên cûr be cûr jî rêxistin dikir û jêre pêşengtî jî dikir lê belê bi taybetî jî giraniya xwe dabû ser rêxistinbûnên xweser. Komên cûr be cûr bi jina re ava kiribû û hewil dida di şoreşê de jin bi hêz, zanebûn û potansiyela xwe ya xweser beşdar bibe, xwe rêxistin bike. Ev nêzîkatî ji bo wî demî pir tiştekî nû bû û ji bo rêxistinên çepgir û sosyalîst yên Elmanya jî gavên pir mezin bûn, ku yêk ji wana jêre pêşengtî dikir jî Andrea Wolf bi xwe bû.
Ya rastî, ji destpêkê ve heval Andrea Wolf wek hevalek tekoşer, şerker û bibandor dihate naskirin. Heval Andrea xwedî kesayetekî bibandor bû. Dewleta Elmanya potansiyel û hêza Andrea Wolf dîtibû û ji ber wê li pey wê bûn. Çend caran xistin girtîgehan, xwestin lê gav paşde bidin avêtin, lê belê tam berovajî wê, her cara hatî girtin sedem û armanca bilindkirina têkoşîna wê xurtir dibû. Her car dema dihate girtin û hepsî kirin, piştî dihate berdan gavên ji yên berê mezintir di têkoşîna xwe de diavêt. Ti demî gav paşde neavêt, her li pêşiya xwe nêrî û bihêztir xwe beşdar kir.
Li çar aliyê cîhanê têkoşîna enternasyolîst bûbû mijara lêkolînê ji heval Andrea Wolf re. Dixwest wan rêxistinbûnan zêdetir nasbike û terzê têkoşîn, pergala ji xwe re ava kirine fambike. Demekê jî tevgerên li Latîn Amerîqa pêşketî lêkolîn kir. Di her warî de dixwest binase, reyên çareserî, pirsgirêk û çavkaniyên wê fambike û rêxistinbûnên alternatîf di derbaskirina pergala kapîtalîst de encam bigre. Heval Andrea wî demî famkirîbû ku hemû têkoşînên enternasyonalîst bi heman armancê, bi daxwaza jiyanek azad, cîhanek azad têdikoşin. Wî demî famkir ku heger li hemberî pergala baviksalarî, li hemberî pergala emperyalîst bixwazî şer bikî divê bibînî ku li tevahî cîhanê heman pirsgirêk hene, heman daxwaz, hêvî û têkoşînên dişibin hev hene. Heman demî dît ku girîng e têkoşînek hevgirtî ya enternasyonalîst bê meşandin. Heval Andrea bi coş û kelecan gihêştibû encama ku hemû ezmûn û rêbazên li tevahî cîhanê ji aliyên gelên bindest yên têkoşîn dane û didin ve diviyabû bê komkirin, parvekirin, diviyabû hemû di xwe de nûbûn avabikin û xurtir têbikoşin. Bo wê jî dît ku pêwîst e şoreşger tinê bi gelê xwe re sînordar nemînin, pêwîst e çavên xwe vekin, dilê xwe mezin bikin û tevlî reya bêsînor jî bibin ku ew jî têkoşîna şoreşgeriya enternasyonalîzmê bû.
Heval Andrea dîtibû ku ne tinê ji bo Elmanya, ji bo tevahî Ewropa jî têkoşînek wiha divê bê dayîn. Heman demî tespît jî kiribû ku heya îro jî rêxistinbûnên ji wê armancê re bibe bersiv derneketibûn, yên heyî jî heya astekê rol lîstibin jî ne gihêştin encamek bihêz. Wî demî Elmanya jî gelek tevgerên cûda yên çepgir, komunîst, sosyalîst hatibûn avakirin. Hinek ji wan ji bo piştgiriya penaberan kar dikirin, hinekan ji bo piştgiriya girtiyên di zîndanan de. Her yêk xebatek dabûn pêşiya xwe. Di encama lêkolîn û ezmûnên xwe re heval Andrea Wolf bi taybet rêxistinbûnên nû, însîyatifên nû, bi taybet jî ji bo jina kar û xebatên xweser xistibû rojeva xwe û hevalên xwe. Li gora wê jî gavên pratîkî jî diavêt. Lêgerînên xwe mezin bûn.
Dema dikeve girtîgehê jî heval Andrea rêxistinbûna RAF (Artêşa Sor ya Elman) nasdike. Wî demî ew jî tevgerekî sosyalîst û radîkal ya Elmanya bû. Bîrdoziya wê radîkal bû. Bi çalakiyên xwe navdar bûbûn. Bi ramanên xwe, nivîsên xwe, çalakî, rêk û rêbazên xwe RAF bandorker bû. Ev rêxistin gelek bala heval Andrea Wolf kişandibû. Dewleta Elman jî hêz û potansiyela RAF ya ji bo xwe xeteriya mezin didît û hemû hêza xwe dabû ser kontrol kirina wê rêxistinê. Gelek milîtanên wê hatibûn girtin. Ev girtin û komkirina milîtan û şoreşgerên wî demî di girtîgehan de bi xwe re zemînekî xwe perwerde kirinê jî afirandibû. Girtîgeh vegeriyabû zemînê xwe perwerde kirin û kûr kirinê. Heval Andrea Wolf jî vêna wî demî nirxand. Piştî berdana dawî ji girtîgehê heval Andrea Wolf di bin çavdêriya dewleta Almanya de bû, li benda kêliya hincetekê bûn ku wê bi suçdarkirina beşdariya çalakiyên radîkal yê RAF’ê bûye cardin bigrin û vêcarê bernedin. Heval Andrea êdî weke endama RAF hatibû naskirin.
Hikûmeta Elman RAF weke rêxistinekî terorî pênase kir û hewilda di navbera gel û rêxistinê de nakokî û dijbertî ava bike. Ne tinê milîtanên RAF’ê ji gel jî yên piştgirî dabin jî weke terorîst dihate pênasekirin. Andrea Wolf jî xistibûn lîsta xwe ya kesên bêne girtin û zîndanî kirin. Ji ber ku jê ditirsiyan, famkiribûn ku heval Andrea Wolf ne tinê çalakvan bû, fikrî de jî jêhatî bû. Ji xwe her pirs dikir, digot “Gelo em dikarin sosyalîzmê di nava civakê de çawa zindî bikin? Em çawa dikarin di navenda kapîtalîzmê de, di navenda Ewropa de li hemberî lîberalîzmê sekna xwe pêşbixin, civak û jiyanek azad dikare çawa bê afirandin?”
Heval Andrea Wolf jî dîtibû ku di serî de şoreşa zihniyetê divê bê avakirin û ji bo wê giranî dida têkoşîna jinê. Jinek çawa? Têkoşînek çawa ya xweser? Jin çawa dikare li hemberî pergala hegemonîk xwe rêxistin bike û pêşengtiya rast ji civaka xwe re bike? Çend pirsên bingehîn ku serê xwe pêre diêşand bûn.
Beşdarbûna Andrea Wolf nava PKK’ê
Rêheval Andrea Wolf li Elmanya PKK’ê naskir. Beriya derbasî çiyayên Kurdistanê jî bibe ji bo hevalên xwe û malbatê name nivîsandibû. Di nameyên xwe de wiha dibêje; “Ezê biçim wê derê, ji ber ku nirx û pîvanên me dîtiye weke heqîqet, weke rastî ezê bikarim li wir bigrim dest. Û ez bawer dikim ku li tevahiya cihanê cihê ku pîvan û nirx weke terzê jiyanê bi vî rengî hatibe avakirin nîne. Ez li vê derê dibînim û hîsdikim ku pîvan û heqîqetên di jiyanê de hatiye avakirin derbasî pratîkê dibe, derbasî rastiyê dibe û pêre jiyanekî rast ava dibe. Ji bo wê pêwîste bi dilê xwe, bi destê xwe ez jî wî terzî di xwe de bidim avakirin.”
Rêheval Andrea wî demî hêja nehatibû Kurdistanê. Lê belê li Elmanya çalak bû û çend caran jî tevlî çalakî û meşên girseyî yên li dijî qedexeya Elmanya ya sala 1994’an li ser PKK’ê danîbû bûbû. Milet weke çeman diherikîn qadan û çalakî pêkdianîn. Heval Andrea jî wî demî piştgiriya xwe ji gelê Kurd re, li dijî qedexe ya dihate ferz kirin nîşan dabû, li dijî qirkirin û tinekirina civaka Kurd, ji bo mafê xwe rêxistin û birêvebirina Kurdan bûbû xwedî helwest.
Dema heval Andrea Wolf PKK’ê nas kir jî herî zêde rola jin û hêzên gerîla de cîh girtina jin bala wê kişandibû û jê bandor dibû. Bi vî awayî heval Andrea dest bi jiyan û têkoşîna xwe li ser reya Têkoşîna Azadiya Kurd kiribû. Ev bû wesîle ku herçû zêdetir mereqa wê ji bo tevgera azadiya Kurd çêdibû û dixwest zêdetir nas bike. Dema li bajarê Mannheîmê ya Elmanyayê heval Bêrîvan û Ronahî di heman salê de li dijî qedexe kirina pîrozkirina Newroz û xedexe ya li ser PKK’ê di roja 21’ê Adarê de çalakiya fedaî kirin û xwe şewitandin bandorekî gelek mezin li ser Andrea Wolf jî çêbûbû. Wan deman Andrea Wolf hewildida bala heval û dostên xwe jî bikşîne ser doza azadiya gelê Kurd û tişta ji destê wê dihate dikir.
Lê li gel çalak beşdarbûna xebatan giranî jî dabû naskirina mîmarê doza azadiya gelê Kurd Rêber Apo û li ser fikir û ramanên Rêbertî lêkolînên berfireh dikir. Heya astekê gelek pirtûkên Rêber Apo jî xwendibû. Ya rastî dema pirtûkên Rêber Apo dixwend û lêkolîn dikir hêz û potansiyela ji bo têkoşînên şoreşgerî ya gerdûnî tê de didît û hîs dikir ku bersiva gelek pirsên wê tê de peyda dibe. Li hemberî kapîtalîzmê, li hember desthilatdarî, li hemberî pergala zilamsalarî bersiva gelek pirsên xwe di nirxandinên Rêber Apo de dîtibû, cardin li ser kêmasî û şaş destgirtinên di nava têkoşînên çepgir yên cîhanî de jî dahurandinek kûr di xwe de dabû avakirin. Ev jî bû wesîle ku biryara beşdarî kar û xebatên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd bibe û ji xwe beriya derbasî Kurdistanê bibe gelek kar û xebat li Elmanya meşandibû.
Heval Andrea Wolf dixwest çareserî ji bo şoreşên li Ewropa bêne pêkanîn jî bibîne, hîs kirîbû ku divê ji bo şoreş li welatên xwe jî bi serkeftî pêkbînin gavên gelek mezintir û nû bêne avêtin. Û ji bo wê jî dît ku divê, lêkolîn bikî, bixwînî, biryara xwe bidî û bike, bikevî tevgerê, xwedî biryar bî û bi israr nêz bibî. Ji bo wê dizane ku bi çavekî vekirî, bi dilekî vekirî, bi mejiyekê amade divê dilê xwe ji bo tevahî cîhanê û pirsgirêka pergala koledar koledar diafirîne, ji bo xeyal û hêviyên gelên bindest re veke. Ji bo wê jî Andrea Wolf sala 1996’an biryara xwe ji bo beşdarbûna Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd da, xwest tevlî şoreşa Kurdistanê bibe û berê xwe da çiyayên Kurdistanê.
Heval Ronahî piştî biryara tevlîbûna nava Têkoşîna Azadiyê bû navê xwe kir Ronahî. Dixwest fikir û ramanên Rêber Apo ji nêz de nasbike. Ji ber ku didît ku fikir û felsefeya Rêber Apo ji bo hemû hêzên enternasyonalîst jî nefesekî kûr, firsendekî mezin e. Dixwest felsefeya azadiyê di kesayeta xwe de jî pêkbîne. Dixwest bandorên lîberalîzmê, yên emperyalîst di kesayeta xwe de ji holê rabike û xwe wek kesayetekî nû ava bike. Ji bo wê pir zelal dît ku pêwîste tevlî refên gerîla bibe, tevlî PKK’ê bibe û têkoşîna ji bo xeyal û armancên xwe pêkbîne bide. Heval Ronahî çavkaniya hêz û moralê ye. Emê xeyal û armancên heval Ronahî serbixin. Şewq û ronahiya ji bîraninên heval Ronahî û şehîdên şoreşê pêşiya me û gelên bindest ronî dike bingeh û sedema xurtkirin û mezinkirina tekoşîna azadiya gelan e.
Elefterya Ronahî
Rêhevala wê ya Tekoşînê