• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

Ev Pêvajo Wê Herî Zêde Bibe Ronesansa Êzidiyan

March 18, 2025
in Perspektifên Rêber Apo, Rêber Apo
A A
Ev Pêvajo Wê Herî Zêde Bibe Ronesansa Êzidiyan
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Rêber Apo peyamek ji gelê Êzidî re şand. Di peyamê tê gotin, “Banga Aştî û Civaka Demokratîk bersiva li 73 fermanan e. Pêvajoya ku me dan destpêkirin wê herî zêde hebûn û azdaiya gelê me yê Êzidî pêk bîne.”

NAMEYA RÊBER APO YA JI BO ÊZIDIYAN BI VÎ RENGÎ YE:

Dîroka gelê me yê Êzidî dîrokeke wisa ye; bûye şahidê komkujî, mişextî, zilm û êşên mezin. Ango di van qonax û îmtîhanan re derbas bûye. Êzidîtî yek ji bawerîyên herî kevn û civakên herî kevnar ê Mezopotamyayê ye. Ji bo parastina çand, nasname û hebûna xwe berdêlên mezin dan. Trajedî û fermanên li serê wan hatin rakirin, ne tenê di wijdanê gelê me de, di wijdanê hevpar ê mirovahiyê de jî kûr cih girtiye.

Di tevahiya dîrokê de bi êrîşan re rû bi rû man, lê tevî hertiştî jî bi berxwedanê hebûna xwe domandin. Di sedsala dawîn de komkujiyên ku di encama êrişên xwedî zêhniyeta dewletên qewmî de pêk hatin di asta jenosîdê de bûn. Komkujiya 2014’an ya Şengalê, dewama wê zêhniyetê bû ku armanca wê jiholêrakirin û kokqelandina Êzidiyan bû.

Lê vê carê gelê me yê Êzidî bi lez xwe gihand têkoşîna azadîyê, xwe bi rêxistin kir û dest bi berxwedanê kir. Bi vî awayî, bi berxwedaneke dîrokî bersiva tevkujiyan da. Beşdarbûna jinan a vê berxwedanê pir bi wate ye. Ew ketine wê pêvajoyê ku siberoja xwe bi destê xwe ava bikin.

Siberoja gelê me yê Êzidî wê bi hêz û vîna wan a li ser bingehê civaka demokratîk ya ku xwe dispêre îradeya demokratîk şekil bigire û bi gewde bibe. Divê rêxistinbûneke civakî ya wisa pêk bînin ku pê bikaribin baweriya xwe bi rengekî azad bijîn. Di vê merhaleyê de ku me xeyal dikir û em gihîştinê, avakirina pergaleke demokratîk ji bo parastina hebûna dîrokî û domdariya wê gelek girîng e. Li ser esasê perspektîfa Civaka Demokratîk, siberojeke wekhev û azad a gelan dikare bê avakirin. Divê Êzidî di têkoşîna demokratîkbûnê û avakirina civaka demokratîk de ku xwe dispêre jiyaneke azad û wekhev, bibin hêza aktîf û çalak.

Ti nêzîkatiya ku azadiya gelê me yê Êzidî nas neke û tune bihesibîne nemeşrû û rewa ye.

Divê gelê me yê Êzidî li her dera lê ye bi xwerêxistinkirinê siberoja xwe bixe bin ewlehiyê û ewlehiya xwe misoger bike.

Têkoşîna ji bo jiyaneke azad, wekhev û demokratîk berpirsiyariya tevahî gelên me ne. Bi vê wesîleyê, ez têkoşîna gelê me yê Êzidî silav dikim.

Ez dixwazim bibêjim; ez di her şert û mercî de têkoşîna wan destek dikim. Azadiya Êzidîyan û azadiya gelên Rojhilata Navîn bi hev ve girêdayî ye. Di vê çarçoveyê de, Banga Aştî û Civaka Demokratîk bersiva li dijî 73 fermanên Êzidîyan e. Pêvajoya ku me daye destpêkirin herî zêde wê hebûn û azadiya Êzidiyan pêk bîne. Ev bang Ronesans e û herî zêde jî wê ji bo gelê me yê Êzidî Ronesans be. Ev pêvajo wê bi hest û têkoşîna hevpar bi ser bikeve. Ez dubare silavên xwe yên bêdawî dişînim.

Abdullah Ocalan

ÇAVKANÎ: ANF

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

Jİ BO XWEDAWENDA ZAGROSAN YA SERDEMA NU
Ji pênûsa Gerîla

Jİ BO XWEDAWENDA ZAGROSAN YA SERDEMA NU

June 30, 2025

Read moreDetails
JI JINÊN BERXWEDÊR, GELÊ ME YÊ WELATPARÊZ Û RAYA GIŞTÎ YA DEMOKRATÎK
Daxuyanî

JI JINÊN BERXWEDÊR, GELÊ ME YÊ WELATPARÊZ Û RAYA GIŞTÎ YA DEMOKRATÎK

June 29, 2025

Read moreDetails
EM DİKARİN NEHÊLİN KU PÊVAJO Lİ BER DESTÊ DESTHİLATDARİYÊ BİBE AMÛREK
Nirxandin

EM DİKARİN NEHÊLİN KU PÊVAJO Lİ BER DESTÊ DESTHİLATDARİYÊ BİBE AMÛREK

June 25, 2025

Read moreDetails
MEZİNAHÎ, Bİ DERSDERXİSTİNA Jİ EZMÛNAN RE GENGAZE
Genel

MEZİNAHÎ, Bİ DERSDERXİSTİNA Jİ EZMÛNAN RE GENGAZE

June 24, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk