• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

Em Newrozê Bikin Newroza Azadiya Rêber Apo

March 21, 2025
in Daxuyanî
A A
Newroz Navê Hesabpirsînê Ye
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Em Newroza 2025’an ku ji her demê bêhtir nêzî azadiya Rêbertî ye, li Rêber Apo, li jinên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin û her tim agirê Newrozê geş dikin, li gelê Kurd ê ku gelê Newrozê ye û li gelên herêmê pîroz dikin.

Em Mazlûman, Ronahiyan, Bêrîvanan, Zekiyeyan, Rahşanan û bi hezaran abîdeyên azadiyê yên agirê Newrozê vêxistin û xwe kirin Newroz, bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bibîr tînin.

Weke xelîfeyên Kawayê Hesinkar ku dawî li zilma Asûriyan anî û Rojhilata Navîn ji tarîtiyê rizgar kir û bi pêxistina agir re mizgîniya ronahiyê da, gelê me ku bi hezaran sal in bi hêza vê çandê li ber xwe didin, vê Newrozê jî weke cejna azadiya gelên Rojhilata Navîn pîroz dike. Silav li hemû jinan û gelê me ku di Newroza 2025’an de dirûşma ‘Rêbertiya Azad û Civaka Demokratîk’ derxistin lûtkeyê.

Gelê Kurd gelê Newrozê ye. Jinên Kurd jî afirînerên çanda Newrozê ne ku navê bihar, vejîn, nûbûn, civakîbûn û berxwedanê ye. Eger îro ev kevneşopî û berxwedan didome, eger li vê erdnîgariyê dawî li mîtolojî, çand û bîra me nehatiye, ev yek bi saya berxwedana jinên Kurd e. Ev berxwedan mîrateya Kawayê ku navendên zilmê hilweşand, hildigire. Gelek qehremanên mîna Asya û Rojgeran vê kevneşopiyê şopandin. Kurd bûne kirdeya jiyana demokratîk û azad a gelên li vê erdnîgariyê.

Newroz roja ku komeke ciwan a ji Kurdistanê li dijî qirkirin û mêtingeriyê al vekirine. Newroz roja ku Mazlûm Dogan li zindanên Amedê ku zilm û zordarî gihiştibû asta herî jor bi dirûşmeya ‘Berxwedan rê li ber serketinê vedike’ serketina rûmetê îlan kir.

Newroz navê raperîna gelê Kurd a li dijî komkujiyên salên 90’î ye. Newroza 2005’an salvegera dîrokî ya îlana konfederalîzma demokratîk û temînata jiyana demokratîk a azad e. Gelê Kurd her Newroz kiriye destpêk û mîladeke nû.

Ev Newroz wê bibe mîladeke nû. Gel û jinên me wê têkoşîna dema aştî û civaka demokratîk, ku bi banga Rêbertiya me re destpê kir, ji her demê xurtir bimeşînin. Gelê me wê ji bo azadiya Rêbertî li qadan bibe yek dil û bi rengekî herî bilind biqîre. Ev Newroz wê bibe Newroza Rêbertî.

Jinan bi eşqa azadiyê bersiv dan banga Rêbertiyê û bi wê hesretê çalakiyên ku di 8’ê Adarê de dabûn destpêkirin gihandine Newrozê û bi dirûşmeya ‘Azadiya Rêbertî azadiya jinê ye’ daxwazên xwe yên azadiyê bi rengekî herî xurt qîriyan. Têkoşîna jina azad wê azadiya Rêbertî bike navenda xwe û bidome. Jin wê li ser bingeha paradîgmaya Rêbertî ji bo jiyaneke demokratîk-azad têbikoşin û serî li ber zilmê netewînin. Eger hewl tê dayîn li ser banga aştî û civaka demokratîk komplo were ferzkirin, jin wê mîna her demê bi Newroz, serhildan û ruhê berxwedanê re bibin pêşengê têkoşînê.

Em careke din bi hêviya ku Newroz bibe Newroza azadiya Rêber Apo, Newroza hemû jin, ciwan, gelê xwe û hevrêyên xwe pîroz dikin.

Koordînasyona PAJK’ê

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

DÎROKA TEVGERA AZADIYA JIN-32
Lêkolîn

DÎROKA TEVGERA AZADIYA JIN-32

May 29, 2025

Read moreDetails
PRATÎKBÛYÎN BI AZADIYA RÊBER APO VE GIRÊDAYÎ YE
Nirxandin

PRATÎKBÛYÎN BI AZADIYA RÊBER APO VE GIRÊDAYÎ YE

May 27, 2025

Read moreDetails
MESELE EW E KU EM Ê MÎRATEYA PKK’Ê ÇAWA XURTTIR BIKIN
Nirxandin

MESELE EW E KU EM Ê MÎRATEYA PKK’Ê ÇAWA XURTTIR BIKIN

May 25, 2025

Read moreDetails
ÎRO PKK HEVRÊ FÛAT E, HEVRÊ FÛAT PKK YE
Şehîdên Azadiyê

ÎRO PKK HEVRÊ FÛAT E, HEVRÊ FÛAT PKK YE

May 25, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk