Jiyan Lava
Ev 16 sal in di bin mercên herî giran a sîstema îşkenceya Îmraliyê de, têkoşîna bibîryar a Rêber APO ku hêza vîn û berxwedaniyeke mezin nîşan daye komploya navnetewî vala derxistiye. Hêzên komploger a navnetewî bi sîstema Îmraliyê re di şexsê Rêbertiya me de nasnameya Kurd, nasnameya Jina azad û bi hedefkirina nirxên însaniyetiyê re xwestiye encam bigire. Hêzên komploger ku Rêbertiya me dîl girtiye, di şexsê gelê Kurd de Rojhilata Navîn bi kişandina ortameke aloziyê xwestine têkevin pêşiya yekbûna hêzê demokratîk a gelan.
Li hemberî vê komploya mezin ev 16 sal in kêlî bi kêlî têkoşîn kirinê Rêber APO ku maskeya hêzên komploger daxistiye, ji civaka Kurd û ji civaka Rojhilata Navîn re pêşerojeke ronak pêşwazî kiriye. Lê belê hê jî dîlgirtina Rêbertiya me û li hemberî pêkhateyên herî giran mayîn dide nîşandan ku hê jî komplo xelas nebûye û bi rêbazên cuda hewl didin ku berdewam bikin. Lewra bi azadiya Rêbertiya me re feraseta komploger dê bi temamî bêencam bimîne. Di vê wateyê de weke Tevgera Azadiya Jin ji bo ku azadiya Rêbertiya xwe mîsoger bikin di bingeha dirûşima “Jin Ji Bo Rêbertî û Azadiya Xwe di Çalakiyê de nin” de me pêvajoya têkoşîneke nû daye destpêkirin.
Gelê Kurd Vê Pêvajoyê Bi Hamleyên Şoreşgerî Re Pêşwazî Dikin
Di sîstema îmraliyê de rehîn girtina Rêber APO îfadeya şênber ku destpêkirina şereke berfireh dibe. Lewra ev rewş rastiya pêşketin, pêvçûn, nakokiyên ku di dinyayê de, di Rojhilata Navîn de û di Kurdistanê de hatine jiyankirin zêdetir dide fêmkirin. Sîstema kapîtalîst-modernîst di şexsê Rêbertiya me de tasfiyeya sîstema modernîteya demokratîk hedef girtiye. Ji bo vê planên komplo a bi berfireh xistiye dewrê. Plan û projeyên sîstema kapîtalîst ku di Rojhilata Navîn de pêk aniye li hemberî berxwedaniya demokratîk a gelan bêencam maye. Hêzên ku herî amadekar ketine nav vê pêvajoyê hêzên ku di eksena Kurdên azadîxwaz û yekbûna hêzê demokratîk de pêk hatine de bûne. Gelê Kurd û jinên Kurd ku vê pêvajoyê bi hamleyên şoreşgerî pêşwazî kirine pêşengîtiya berxwedaneke mezin kirine. Di herî şênber de pêşketinên ku di Rojava de hatine jiyankirin serketina paradîgmaya azadîxwaza jin ya Rêbertiya me diyar kiriye.
Hêviya Jiyana Azad Ya Gelên Rojhilata Navîn
Şoreşa Rojava ku di pêşengîtiya xêza azadiya jin de dimeşe careke din îspat bûye ku bûye hêviya jiyana azad ya gelên Rojhilata Navîn. Di şexsê jin û gelên me yên ku di Rojava de li ber xwe didin perspektîfa jina azad û civaka azad, bi sîstema Xweseriya Demokratîk şênber bû û hêza alternatîfbûyînê xiste holê. Destkeftiyên vê şoreşê di encama ked û hewldanên Rêber APO ya bê dawî, têkoşînên mezin yên şehîdên me yên çeleng derketiye holê. Hêzên serdest tehamûlî vê nakin û ji bo ku destkeftiyên hatine bidestxistin vala derxîne hemû cure rêbazên êrîşkar dixin dewrê. Li hemberî van êrîşan gelên me bi bilindkirina têkoşîna xwe, biryara sîstema xwe ya Xweseriya Demokratîk pêş xistin û parastin di asta herî jor de nîşan didin. Ev pêşketinên ku di Rojava de têne jiyankirin êrîş û planên hêzên komploger bêserkeftin hiştiye.
Gelê Ku Xistine Qirkirina Jînosaytê
Hêzên komploger û hukumeta AKP’ê ku tehamûlî berxwedana mezin a dema ‘ Azadiya Xwe Pêkanîn û Hebûna Xwe Parastin’ re têvlîbûna Rêbertiya me ya pêvajoyê bi temamî asê kiriye. Bi armancê tasfiyekirina tevgera me êrîşan dikin, di bingeha bi girtinên KCK’iyan, komkujiya Roboskî re gelên me xistine bin qirkirina jînosaytê. Fêm kirin ku nekarin ji Rêbertiya me re paş de gav bidin avêtin, nekarin bê Serokatî jiyanê bi gel û tevgera me bidin qebûlkirin. Dewleta Tirk û hukumeta Tirk ku li hemberî pêvajoyê têk çû duçar maye ku bi Rêbertiya me re hevdîtin bike. Lê belê ji bo ku ev hevdîtin bizîvire muzakereyekî bi wate şûna gav avêtinê polîtîkayên xwe yê mijûlkirinê berdewam dike. Li hemberî van hemû nêzîkatiyan Rêbertiya me, ji bo ku pirsgirêk ji rêbazên şerê zêdetir, di bingeha çareseriya demokratîk û aşîtiyeke bi rûmet çareser bibe hewldanên xwe bi israr berdewam dike.
Di Jiyana Azad De Israr
Rêbertiya me di Newroza Amedê a 2013’an de manîfestoya ‘jiyana azad û rizgariya demokratîk’ ku deklere kiribû, bûye îlana li ser navê gelê Kurd û jinan di jiyana azad de israrkirin, kesinkirina nasnameya azad. Dîsa di Newroza 2014’an de Rêbertiya me ku vê helwesta xwe berdewam dike, di deklerasyona xwe a duyemîn de derfeta tesîskirina aşîtiya gelan xist holê ku ji her demî zêdetir derketiye holê. APO ku dibêje, ” jinan, li cem potansiyela xwe ya azadî û wekheviya mezin ku berhevkiribûn, bi nirxên etîk û estetîka nû ku li ser pêşketinên demokratîk civakî zêde kirine dê bibe taşiyiciya asil a vê aşîtiyê”, dide nîşandan ku ger aşîtiyeke rast bibe dê wê jî jin pêk bînin. Di civaka ku jin tê de ne azad be ne gengaze ku aşîtiyeke rast jî bibe. di civakekî de ger jin azad bibe, li wê derê şer pêş nakeve. Di jinê de pêşketina zanistiya azad di têkoşîna civakî de jî ewqas kûrbûyînek bidest dixe û bilind dibe.
Rêbertî Di Çareseriya Pirsgirêkê De Aktora Bingehîn E
Pêvajo weke yek alî bi hewldanê Rêbertî û bi gavên ku tevgera me avêtiye re hatiye astekî. Lê belê weke merhaleya duyemîn pêvajoyê zîvirandina bingeheke zagonî, di zîvirandina muzakereyê de xitimandineke cîdî heye. hêzên serdest yên navnetewî, Rêbertiya me ku weke vîna gelê Kurd û di çareserkirina pirsgeirêkê de aktora bingehîne ji nedîtî ve tê, hewl dide derveyî pêvajoyê bihêle. Ev hêzana bi kampanyayên reşkirinê re dixwazin ku pêvajoyê bibin lehê xwe. Dîsa hukumeta AKP’ê ji bo ewlekarî û parastina heyeta dewletê ku bi Rêbertiyê me re hevdîtin dikin bigirin guvenceyên zagonî anî. Lê belê, pêvajoyê bi nezîvirandina muzakereyê re, weke net nîşan da ku di bêçaresertiyê de israr dike. Ev helwestên wan jî ewlekariya canê Rêbertiya me dixe xeteriyê de. Ji ber vê sedemê em ji pêvajoyeke ku berpirsiyartî û duyarlilikeke zêdetirîn ji her demî zêdetir derbas dibin.
Bi Kenetbûyîna Derdora Rêbertiya Xwe Re Em Dê Azadiyê Pêk Bînin
Di eksena van hemû pêşketinan de têkoşîna xwe ji bo bigihîjin asteke bi hêztir û encamgir jî Tevgera Azadiya Jin bi şîara ‘ jin ji bo Rêbertî û azadiya xwe di çalakiyê de nin”starta hamleya berxwedan û têkoşînê me 2’yê Nîsanê de da. Di vê bingehê de ev hamleya me êrîşên li hemberî Rêbertiya me, tevger û gelên me pêk tên heta di tekoşînê de encam bigirin dê di bingeha bilindkirinê de pêş bikeve. Bi biryar û baweriyeke mezin têkoşîna xwe bilindkirin, di bingeha ‘hebûna xwe parastin, azadiya xwe pêkanîn’ de li derdora Rêbertiya xwe kenetlenmebûnê re em dê azadiya wî pêş bixin.
Hamle kesayet û civakbûyîna jina azad, di olçeka paradîgmayî de pêşxistinê re Rêbertiya me ku rêhevaltiya jinê esar digire, bilindkirina têkoşînê ji bo dawî anîna mercên esaretê, berxwedayîna bîrdozîk û sîyasî bi xwe ye. di vê wateyê de, hamleya me ya ‘jin ji bo Rêbertî û azadiya xwe di çalakiyê de nin” bi xebatên avakirinê re nav hev de derbasbûyîna avakirina têkoşîna civakî armanc dike. Dîsa kampanyaya ‘ji Rêbertî re azadî’ ku li Kurdistan û derveyî welat de hatiye destpêkirin re divê em hamleya xwe bilind bikin.
Di vê bingehê de bi vê hamleya ku bi armanca azadiya Rêbertiya xwe pêkanîn û komployê heta heta dawî têk bibin re sîstema îmraliyê hilweşandin, dîsa êrîşên li hemberî Rêbertî, tevger, gelê û jinan ku pêk tên vala derxin û heta encam bigirin divê em bi bilindkirina têkoşîna xwe berdewam bikin.
Îdîaya Hamleya Me: Di Sala 2014’an De Mutlaka Bi Rêbetî re Hevdîtin
Îdîa û biryarbûna hamleya me di sala 2014’an de bi Rêbetî re hevdîtin berfireha dike. Ji bo vê hedefa ku me xistiye pêşiya xwe gihandina serkeftinê divê bibe armanca me ya bingehîn. Hemû kesan ji bo tendûristî, ewlekarî azadiya Rêbertî pêkanîn xistina pêşiya xebatên xwe re, divê mercên esareta îmraliyê ji holê rakirin weke hedefa têkoşîna bingehîn diyar bikin. Di serî de êrîşên bîrdozîk ku li hemberî Rêbertî tê pêkanîn, ji bo her cure yonelimên ku têne kirin di hemê qadên têkoşînê de di kêlî de bi tarzeke aktîf û radîkal bersiv were dayîn. di hemû parçeyên Kurdistan û derveyî welat de ji bo azadiya Rêbertî di qada navnetewî de divê xebatên girîng werin meşandin. Bi taybetî di serî de Kurdistana Bakûr hemû parçeyan de û derveyî welat de hamle di bingeheke bibandor, çalak û serhildanî bi awayeke bê qut û radîkal bi rêxistinkirinê meşandin ji bo serkeftina têkoşîna me girîng e.