• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

EM DÎROKEKE NÛ DINIVÎSÎNIN

May 13, 2025
in Nirxandin
A A
EM DÎROKEKE NÛ DINIVÎSÎNIN
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Beriya her tiştî ez Rêber Apo bi hezkirin, hurmetek û hesreteke mezin silav dikim. Hevalên Fûat û Riza bi hezkirin, hurmet û minet bi bîr tînim. Hemû şehîdên şoreşê di şexsê herdu hevalan de bi hurmet û minet bi bîr tînim. Her wiha salvegera darvekirina Denîzan e, Denîzan jî bi hurmet û minet bi bîr tînim.

Bi rastî jî ev kongreyeke gelekî girîng e. Piştî 52 salan lidarxistina kongreyeke bi vî rengî ji her alî ve, hem ji aliyê hestewarî bêguman bandorê li mirovan dike, lê belê em vê kongreyê ji ber çi dikin, çima em hatin vê astê, dema ku mirov bi kûrahî vê fêhm bike, weke ku Rêbertî jî got, ev yek bi rastî jî bidawîbûnek nîne, destpêkeke nû ye. Pêvajoyeke guhertin, veguhertin û jinûve avabûnê ye. Dema ku mirov bi kûrahî li dîrokê dinihêrin, li dîroka xwe ya têkoşînê û dema hewl dide perspektîfên Rêbertî yên li ser vê pêvajoyê bi kûrahî fêhm bike, mirov bi hêsanî dikarin vê encamê werbigirin. Lewma em dikarin xwe ji wê atmosfera hestewarî rizgar bikin. Ji aliyê xwe ve min ev yek jiya, dixwazim vê yekê bibêjim. Bêguman perspektîfên Rêbertî gelekî balkêş in, Rêbertî rapora polîtîk pêşkêşî her kongreyê kir. Di gelek kongreyên em tevlîbûn de ew raporên polîtîk hatin xwendin, li ser wê perspektîfê nîqaşên kongreyê hatin kirin û bi encam bûn. Di encama têkoşîneke bêhempa de ku tecrîd hate şikandin, bi tevlîbûna Rêbertî re em kongreyeke bi vî rengî pêk tînin. Me rapora polîtîk a Rêbertî weke şensekî mezin xwend. Bêguman afirandina vî zemînî di encama têkoşîneke mezin de pêk hat. Yanî destpêkirina vê kongreyê li ser rapora polîtîk a Rêbertî, encama têkoşîneke gelekî mezin bû. Û navenda vê têkoşînê teqez Îmrali bû. Li Îmraliyê 26 sal in têkoşîneke bêhempa heye. Weke tevger jî ji sala 1999’an û pê ve, bêguman beriya wê jî heye, lê dixwazim bi taybetî piştî komployê binirxînim, weke tevger em li dora xeta Rêbertî têkoşînekê bimeşînin. Em li ber xwe didin, berxwedêrî û baweriya xwe ji wir werdigirin. Eger parêznameyên ji 5 pirtûkan ên Rêbertî nebûna, ji kongreya 7’an û pê ve bi rê û rêbazekê eger tevlî pêvajoyê nebûya, tevlîbûn û destwerdana wî nebûya bi rastî jî 26 salan me yê karîbûya têkoşîneke ewqasî mezin bimeşanda, karîbûna li ser piyan biman, bi têkoşîneke bi heybet karîbûna xwe bigihanda vê serdemê? Dema ku li bersiva vê pirsê digerim, bi dîtina min bêyî Rêbertî temenê me ewqasî dirêj nebûya. Rêbertî bi tevgerê re pêngav da avêtin. Rêbertî her ku xwe afirand, xwe jinûve ava kir vejîn bi tevgerê da kirin, tevger nû kir, ji nû ve ava kir, guhert. Kir ku biguhere, mezin kir, xurt kir. Niha weke endameke rêveberiya vê tevgerê, eger weke rêveberiya vê tevgerê ya pratîkî xwe neguherîne, neafirîne, azad neke, wê çawa karibe di vê tevgerê de guhertinê bike? Di nava gel, sempartîzan û girseyê de wê çawa mezinbûnê biafirîne? Wê çawa guherîn û veguherînê pêk bîne? Nikare biafirîne. Rêbaza Rêbertî di vê mijarê de gelekî balkêş e. Rêbertî dibêje min kurteberiya 10 salan ava kir, di nava 10 salan de min 10 hezar carî xwe afirand. Bi vê afirandinê ez vê guhertinê dikim. Wêrekiyê ji vê guherînê re dikim. Û rapora niha ya polîtîk li ser wê veguherînê dike. Dema ku dibêje, ez dest ji têkoşîna çekdarî berdidim jî xwe dispêre wê guherînê. Ev gelekî girîng in. Em careke din pêvajoyeke guherîn û veguherînê nîqaş dikin.

Hevala Sozdar jî nirxandineke girîng kir. Di hemû raporên polîtîk ên Rêbertî de, bi taybetî di rapora polîtîk a niha de bi wî rengî ye. Derdora 21 rûpelî ye, hema bibêje nîvê wê li ser dîrokê ye. Dîrok jî li ser pirsgirêka jin û mêr, li dora jinê nirxandineke dîrokî heye. Guherîna mejî li ser wê dide rûniştandin, guherîna çandî li ser wê dide rûniştandin. Guherîn û veguherîna civakî li ser wê dide rûniştandin. Feraseta demokratîk, komunal sosyalîst li ser wê dide rûniştandin. Ev yek bi tena serê xwe nîqaşeke hîn berfireh ferz dike. Em dîrokeke nû dinivîsînin. Dîrok wê li ser lingê xwe bê rûniştandin. Em ê bibin pêşengên vê. Dîroka azadiyê ya gelan wê bê nivîsandin. Rêbertî hemû rastiyan radixe pêş çavan û dîroka azadiyê ya gelan hemûyan bi hemû rastiyê li ser lingên wê dide rûniştandin. PKK bêguman rola xwe lîst. PKK’ê mohra xwe li dîrokê xist. Nirxên gelekî mezin afirand, wate afirand. Ne tenê ji bo gelê Kurd, ne tenê ji bo jinan ji bo tevahiya mirovahiyê û gelan nirxên gelekî mezin, wateyên gelekî mezin afirand û ev yek bû malê dîrokê. Lewma mîrateyeke gelekî mezin li pey xwe hişt. Em ê pêvajoya nû jî li ser vê mîrateya mezin ava bikin. Bi hêza jê wergirtî, bi baweriya jê wergirtî, bi wê bawerî û biryardariyê em ê vê pêvajoyê bi pêş ve bibin. Em ê bibin milîtan û pêşengên vê pêvajoya nû. Ev yek rûmeteke mezin e. Kelecaneke mezin dide mirovan. Ez jî bi kurtasî van dibêjim û hemû hevalan silav dikim.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

ENCAM STANDIN BI JIYANEKE SOSYALÎST PÊKAN E
Nirxandin

ENCAM STANDIN BI JIYANEKE SOSYALÎST PÊKAN E

May 13, 2025

Read moreDetails
EM DÎROKEKE NÛ DINIVÎSÎNIN
Nirxandin

EM DÎROKEKE NÛ DINIVÎSÎNIN

May 13, 2025

Read moreDetails
ENCAMA DANEZANÊ YA KONGREYA 12’EMÎN A PKK’Ê
Daxuyanî

ENCAMA DANEZANÊ YA KONGREYA 12’EMÎN A PKK’Ê

May 12, 2025

Read moreDetails
JI HEMÛ ZAROKAN RE    
Rêber Apo

JI HEMÛ ZAROKAN RE    

May 11, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk