• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

Em Bi Hevre Meşa Azadiyê Bigihînin Serî

March 22, 2025
in Ji pênûsa Gerîla
A A
Em Bi Hevre Meşa Azadiyê Bigihînin Serî
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Rêber Apo em kirine xwediyê fikreke wiha ku em hemû rojên salê bikin rojê jinê. Em bi saya wî fikrî bûn xwedî hest, nêrîn û zanebûn. Bi vî awayî em xwedî li jiyanê derdikevin. Li her devera cîhanê her jineke ku li ber xwe dide, têkoşîn dike, her wiha jinên ku xwedî li azadiya xwe derdikevin û dibine xwediyê dirûşmeya Jin-Jiyan-Azadî, ev tê wê wateyê ku xwedî li xwebûna xwe derdikevin. Dema em vê dibînin ji bo me dibe çavkaniya hêz û moralê. Îro roj jina ku bi salane êşê ji hişmendiya zilamsalarî dibîne, bûye xwedî vîn û serî radike. Ev sekin ji bo me dibe hêz. Lewra em jî weke gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê li hemberî kirêtî û tarîtiya ku li jinê tê ferzkirin têkoşîn didin meşandin, em vê jî bi hêza fikrê Rêber Apo dikin.

Dema hemû jin bi yek reng û dengî bi hev re dadikevin qadan û daxwaza azadiya xwe bikin, bêguman wê ev yek misoger bibe. Heya vir bes e ji koletiya li ser jinê re, em naxwazin ti mirov, ti zindî rastî koletiyê were. Ji bo ev pêk were em îro li serê çiyayan di nava hemû şert û mercên zehmet de têkoşîn didin meşandin û gelekî bi kelecanin. Em bi kelecanin ku êdî jiyaneke ayidî me çêdibe, ji ber êdî em xwedî fikrekî rastin ku me ji hemû xeteriyan diparêze. Jinên ku ji bo xwebûna xwe têdikoşin, li himberî desthilatdariya heyî serî natewînin, tûndiya heyî qebûl nakin, em heya dawî li pişta wan jinanin. Li her devera cîhanê her jineke ku êş dikşîne em wê hîs dikin û fêm dikin. Lewra em hemû jinan dawetî qada têkoşînê dikin, da ku bigihijin azadiya xwe. Fikrê Rêberê Apo wê me bibe vê azadiyê. Rêber Apo meşa azadiyê destpê kir, em ê bi hev re vê meşê dewam bikin û bigihînin serî. Lewra ez jinan dawet dikim ku li dora Rêber Apo bibin çember.

Têkoşîna ku heval Sara (Sakîne Cansiz) daye meşandin, bûye bingeha têkoşîna me ya îro. Mîna heval Sara heval Delal, Leyla û Axîn Mûş gelek heval ji bo ku bingehê jiyaneke rihet ava bikin, bedelên pir giran dan, rojên jiyana xwe kirin diyarî û dane me. Dîsa di qadên civakî de, hevalên weke heval Nagîhan Akarsel, Heval Hevrîn Xelef û pir hevalên ku ji bo azadiya jin xebitîn û jiyana xwe kirin bedel çêbûn. Weke ku wan xwe ji bo me fedakir, emê jî li ser şopa wan bimeşin. Tovê ku heval Sara bi keda xwe ji bo me çandî, emê mezin bikin, bikin şitil û bi tevahiya jinên cîhanê re li dora wê şitlê bicivin.

Rêya xwe naskirinê Têkoşîna Azadiyê ye

Bi rêbazên şerê taybet jin tenê di nava malekê de hatiye hêlan, jin bûye amûrekî zarok anînê û girêdayî zilamekî hatiye hêlan. Bêyî ku jin xwe û fikrê xwe nas bike, bêyî ku îrade û cewherê xwe nas bike û tevbigere, tenê di çarçoveyeke teng de hatiye hêlan. Desthilatdariya pergalê û zilam vê rewşê li ser jinê ferz dike. Lewra rojane jin rastî qetlê, îşkence û zextê tên. Pergalê bi vî rengî tirsa xwe di dilê jin de çêkiriye, wê mehkûmî serî tewandinê, bê dengî û koletiyê kiriye. Îro Ji bo her jineke ku bixwazibe bi fikrekî rast xwe nas bike, bibe xwedî hêz, bawerî û cewherê xwe yê neolotîkê bidest bixe, da ku bigihje jiyaneke ku têde mafê wê were parastin zanista jin “Jineolojî” ji bo wan rêçeke. Bi Jineolojî re jin xwe zane dike, xwe perwerde dike. Tiştên ku ava dike, ked di ber dide berhemê wê dibîne. Lewra îro Jineolojî cîhanî bûye. Pêşeroja xwe temîn kirin navenda xwe zanista jine. Em weke gerîlayên jin jî, têkoşînên me yên di astên herî jor de hatin meşandin û berxwedaniya hatî raberkirin, li ser bingehê pîvanên bîrdoziya rizgariya jin hatine meşandin. Ev jî dibe berhema keda Rêber Apo. Rêber Apo hêla ku jin xwe nas bike, bi xwe û hêza xwe bawer be, herwiha di têkoşîna azadiyê de ji bo hemû jinên cîhanê pêşeng be. Tevgera jin heya ku gihêşte vê astê gelek hevalên me canê xwe kirin bedel. Îro jî bi hezaran dildarê vê riyê hene û şopdarên van hevalan hene. Rol û misyonê me jî dewam kirina rêka wana ye. Ji bo her jineke ciwan û dildarê azadiyê em dibêjin rêya xwe naskirinê têkoşîna azadiyê ye. Lewra lêgerîn û hewildanên jin pêwîste beriya her tiştî were, pêwîste bi zanebûn tevgerîn hebe, fêm kirina Rêber Apo û jina tekoşer, jina azadîxwaz kî ye, çiye divê nas bikin. Em carek din dibêjim “Bijî Têkoşîna Azadiya Jin, Jin-Jiyan-Azadî”.

Arayana Baran-Dîcle Serbilind

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

DÎROKA TEVGERA AZADIYA JIN-32
Lêkolîn

DÎROKA TEVGERA AZADIYA JIN-32

May 29, 2025

Read moreDetails
PRATÎKBÛYÎN BI AZADIYA RÊBER APO VE GIRÊDAYÎ YE
Nirxandin

PRATÎKBÛYÎN BI AZADIYA RÊBER APO VE GIRÊDAYÎ YE

May 27, 2025

Read moreDetails
MESELE EW E KU EM Ê MÎRATEYA PKK’Ê ÇAWA XURTTIR BIKIN
Nirxandin

MESELE EW E KU EM Ê MÎRATEYA PKK’Ê ÇAWA XURTTIR BIKIN

May 25, 2025

Read moreDetails
ÎRO PKK HEVRÊ FÛAT E, HEVRÊ FÛAT PKK YE
Şehîdên Azadiyê

ÎRO PKK HEVRÊ FÛAT E, HEVRÊ FÛAT PKK YE

May 25, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk