Rojger Zagros
Li Başûrê Kurdistanê bi têkoşîna bi salan a gel, pir deskeftî hatine afirandin, lê belê gelek nirxên Kurdan jî hîna nehatine bidestxistin, em dikarin bêjin ku rewşa wan mualeq (daliqandî/nediyar) maye. Hîna jî rêvebirina herêma Başûrê Kurdistanê ji %45 bi ser hukûmeta navendî (Iraq) ve ye. Bi taybet Kerkûk, Xaneqîn, Mendelî, Sadiye, Celewle, Şengal û Başiqa hîna jî wek Herêma Federal ya Kurdistanê nehatine naskirin. Li ser van deran nakokî heye. Di heman demê de li Başûrê Kurdistanê pirsgirêka ‘resmiyetê’ heye. Hin destkeftî hene ku hîna jî di destûra bingehîn de nehatine naskirin.
Li ser van mijaran jî di navbera hukûmeta herêma Kurdistanê û Hukûmeta Navendî de nakokî hene. Hukûmeta Herêmî di parlemena Hukûmeta Navendî de wek nunerê Kurdan rola xwe nalîze. Hîna jî di destûra bingehîn de hêzên pêşmerge wek hêzeke parastina rewa, spaha fermî nayêne nasîn. Wek pasewanê (zêrewan/bekçî) sînor têne danasîn. Heta niha ji bo ku madeya 140’an pratîk bibe, hewldan tine ne. Di vê valatiyê de, serokwezîrê Iraqê Nûrî El Malikî jî bo ku gelê Kurd zêdetir tengav bike, ketiye tevgerê. Bi taybet li cihên wek Sadiye û Celewle, hewldana wan a koçberkirina Kurdan heye. Kurdên wir koçber dikin. Di heman demê de nakokiya Kurd û Ereb û mezheban sor dikin. Armanca wan ew e ku li cihên nakokî lê heye, dagirkeriya xwe pêk bînin. Bêguman pêşxistina operasyona Dîcle, di bingeh de lewazkirina hêzên Kurd dike armanc. Bi taybet jî dixwazin li cihên wek Xaneqîn, Diyala û Kerkûkê hakimiyeta xwe bidin çêkirin. Wek tê zanîn di Kerkûkê de hêzên pêşmerge hakimtir in, lê belê dixwazin bandora Kurdan li ser Kerkûkê bişkênin. Dixwazin di aliyê rêvebirin û asayişê de kontrola xwe avabikin. Hin milê vê pirsgirêkê bi mijarên destûra bingehîn ve girêdayî ye, hin milê wê jî nakokiya Kurd û Ereban e. Lê belê di bingeh de eniya Sunî û Şîe heye. Bi taybet avakirina vê nakokiyê tenê girêdayî Îran û Iraqê nîne. Di Rojhilata Navîn de niha du enî çêbûne. Eniya Sunî; Tirkiye, Qetar, Sûdî ye, hukûmeta herêmî PDK û Yekgirtûyanî Îslamî. Eniya Şîe; Îran, Hukûmeta Navendî ya Iraqê, Behreyn, hukûmeta Sûriyê, YNK û Goran. Çîn û Rûsya jî piştgirî dide eniya Şîeyan.
Ancax di bingeha her du eniyê de armanca di Rojhilata Navin de serwerbûnê heye. Bêguman mijara ku pêwîste bi berfirehî bê nirxandin û rexnekirin parçebûna hêzên Kurd ên başûrî di navbera van hêzan de ye. Pêwîst dike ku Kurd li ser van eniyan parçe nebin. Ji ber ku her du enî jî ne nasname Kurd ne jî mafê Kurdan nas nakin. Planê giştî dewletan jî li ser parçekirina Kurdistanê û destxistina dewlemendiya Kurdistanê ye.
Ji ber ku her du hêzên mezin di Başûr de wek PDK û YNK ketine nav eniyên dijber, ev jî dihêle ku nakokî kurtir bibe. Vê enîbûna mezhebî jî nakokiya di navbera Hukûmeta Herêmî û ya Navendî zêdetir kiriye. Heke Kurdên Başûr bi vê parçebûnê tev bigerin -ku Hukûmeta Navendî jî li ser esasê netewperestiya Erep tevdigere, ango bi ti şêwazê vîna gelê Kurd nasnake- em ê deskeftiyên di Başûr de wenda bikin. Li Başûrê Kurdistanê pêwîstiya yekgirtineke netewî heye. 21 sal e ku vîneke yekgirtî nehatiye nîşandan. Tevgerên Başûr xwe dispêrin hêzên derve û wisa dixwazin xwe bikin îrade. Hukûmeta Navendî jî ji vê valatiyê sûd werdigre. Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) pêşengtiya yekîtiyê kir û bi gelek rêxistinan di Başûrê Kurdistanê de civîn çêkir. Li Kerkûk û Silêmaniyê nêzî 16 partî kom bûn û çalekî kirin, ji bo ku li beramberî vê rewşê helwesta xwe nîşan bidin. Ev baş bû, lê kêm dimîne. Divê li cihê ku nakokî li ser hene, helwesta Kurdan yek be. Çiqas helwesta Kurdan ji bo yekîtiyê xurt be, ewqas di her çar parçeyên Kurdistanê de jî wê destkeftî bidest bikeve. Em nikarin tenê bi Başûr re xwe bi sînor bihêlin. Bêguman wê têkoşîn û destkeftiya li Başûrê welat bandora xwe li ser Bakur û Rojava jî çêbike. Lê heke em yekîtiya xwe ava nekin, têkevin nav nakokiyên mezhebî û bibin lîstoka hêzên derve, em ê ewqas jî zirar bidin Kurdên di parçeyên din ên welat.
Niha di Başur de xeteriyeke wisa jî heye, heke nakokiyên heyî çareser nebe, ew destkeftiyên di Başûr de hatine afirandin jî wê ji dest biçin. Çareseriya vê jî bi tevgerîn bi vîn û daxwaziya gel, pêşxistina yekîtiya netewî û dev ji berjewendiyên takekesî berdan dibe. Encex bi vî rengî, em dikarin di her çar parçeyên Kurdistanê de şoreşa azadiyê pêk bînin.
Wek gelê Kurd, me gelek zehmetî kêşaye, me têkoşîneke bêhempa jî da û em didin jî. Ruxmî ku ewqas pêşketin hene, hîna jî hêzên serdest tehemûla nasnameya Kurd nakin. Ji ber vê jî divê em têkoşîna xwe bilindtir bikin. Yekîtî û yekbûna xwe esas bigrin. Ji ber ku jin pêşengtiya têkoşîna Kurdan dike, misogeriya demokrasiyê zêdetir e. Serketin û azadî ji her demê zêdetir nêzî Kurdan e, lê belê bi şertê ku birastî Kurd yekîtiyeke xurt ava bikin û li beramberî lîstokên derve û hundir bi baldar û hişyar tev bigerin.