Li gora rastiya ku jiyana mirov heger bi xwe azad be dibe xwedî wate, wî demî li kuder be bila bibe heger bê azadî tê jiyîn li wir ji bo jinan hertim jiyan dibe girtîgeha reş û tarî. Jiyana Modernîteya Kapîtalîst ji bo jinan wek girtîgehekî tarî ye. Ev pergala ku em weke zîndana reş û tarî binav dikin; hêzên desthilatdar bi navê jiyana modernîteyê hertim hewil dide çavên civakê boyex bike û li pişt dîruşmeyên wek wekhevî, azadî, biratî xwe veşêre, hewil dide civakê bixapîne û vê yekê hêjan jî dike. Wek hertim di vî demî de jî jina jibo ruyê rast yê pergala desthilatdar eşkere bikin rolê xwe yê dîrokî lîstin. Ev rola dîrokî dikare di asta stratejîk de weke gavekî bihêz bê destgirtin. Yêkem care ku di vê pêvajoyê de jinê kariye di astekî rêxistinbuyî bêne cemhev û bi awayekî rêxistinî mafê çalakiyên demokratîk li hemberî pergalê wek bertek nîşan bidin. Van jinên berxwedêr hêz û potansiyela xwe ji mîrate û berhemên jin yên ji çaxa neolotîkê girtine.
Bi hezaran jinên ku li bajarê New Yorkê ya DYE’yê di febrîka kumaşan de dest bi greva bîrçîbunê kirin bi daxwazên wek sererast kirina şert û mercên xebatê, sererast kirina sietên kar û heqdestê wekhev anîbun ziman bi çalakiya xwe, di warê dîrokê de di mijara tekoşîna jinê ya berxwedanîya cevherî de xwedî wateyek girîng e. Ev şêweyê berxwedana jinan ya li dijî zihniyeta zayendîparêz ya pergala hegemon terzekî çalakiyên demokratîk de ye. Wan jina mafê çalakiyên demokratîk jibo mafên wekhevî û azadî li dijî pergala kapîtalîst bikar aniye. Rêber Apo dibêje; “Her bûyer û kêliyên ku diqewimin de dîtina ku di asta pêwîstiya pêkanîna şoreşê jî nîşan dide girînge.”
Pergala Hegemon; da ku bikare dijî mafê jinan yê bi awayek demokratîk bi berxwedaniya greva bîrçîbunê dihate meşandin bisekinîne, wê berxwedaniyê bişkîne û hêza rêxistinkirî û asta wê ya derfetê pêkanîna şoreşê jî nîşan dida nehêlin belavî cihên din jî bibe deriyên febrîqayê kilît kirin, li derdora fabrîkayê barîkat danîn û agir berdan awahiyê. 129 jinên berxwedêr yên li wê kargehê di çalakiya greva bîrçîbunê de bi agir berdanê qetil kirin. Bi vê yekê re xwestin çavê civakê bitirsîne û pêşî bigrin da ku berxwedaniyek mezintir beriya pêşbikeve bitepisînin. Ruxmê pergala hegemon xwest bi qirkirinan tekoşîna berxwedaniya jinan bitepisîne jî tekoşîna jina pêl bi pêl berbelav bu, berfirehtir bu û bi saya tekoşîna azadiya jinê buye meşaleyek geş û bi bandor ku heya roja me ya îro jî hatiye. Meşaleyê berxwedanê ku ji milê jin ve ji destpêka civaka neolotîk heya îro bi berdelên gelekî mezin pêxistiye di salên piştre jî bu mîrateyeke xurt di têkoşîna jinê de û bu kevneşopiyeke berxwedanê.
Di pêvajoyên piştre jî pêşketine de jinên ku di nav tevgerên sosyalîst de cîh girtibun da ku wê berxwedanê bikin malê dîrokê û tekoşîna jin daîmî bikin di pêşengtiya Clara Zetkîn de di Kombuna Jinan ya Enternasyonalîst de 8’ê Adarê weke Roja Jina Kedkar ya Cîhanê îlan kirin, mîrateya berxwedanê vegerandin mîrateyek çandî da ku bibe malê tevahî cîhanê û vegere mîrateyek ku di asta şoreşê de bê destgirtin.
Ev mîrateya piştre jî di dîrokê de bi awayek fermî çawa ku 8’ê Adara sala 1911’an de yekemcar hate pîroz kirin bu vesîle ku îro hemu jin di platformên hevpar de werin gel hev û tekoşîna xwe xurttir bimeşînin. Ji sala 1911 û vir ve çalakiyên ku jin bi boneya 8’ê Adarê lidardixistin her çiqas ji aliyê pergala desthilatdar ve bi tundî û zext hewildanê pêşî girtinê çêbubin jî her sala çuyî hêjmara jinên zanebuyî zêde buye û beşdarbuna jinan hatiye wê astê ku nikare pêşî bê girtin. Ev potansiyela jinan ku derketî holê xwe vegerandiye tekoşîna jin.
Rêber Apo sala 1998’an di nirxandinên xwe li ser avabuna civaka neolotîk û bîrdoziya rizgariya jin bal kişand ser ku ti hêzekî hegemon nikare hêza enerjiya herikbar ya jinê bide sekinandin û nîşan da ku vîna azad û hêza cevherî ya jin çawa derdikeve holê. Birdoziya me ya rizgariya jinê da ku jin bikare xwe li dijî rastiya koletiya jin bispêre hêza cevherî ya jin û xwe di têkiliyan de jî bike ozne, hewil dide bibe xwediyê sekna serbixwe, ji bo wê armanc dike ku xwe bike pîvanên jiyanê.
Tevgerên curbecur yên jin ku ji sala 1960’an û vir de pêşketîbun re herçiqas perspektîfek wan ya bîrdozî ya berfireh nînbe jî em dikarin bêjin ku hatina wan hemuyan di 8’ê Adarê de yêkbuna jin û talebên hevpar kirin di tekoşîna rizgariya jin de gavekî girîng e. Piştre jî bi boneya pîrozbahiyên 8’ê adarê li gora pêwistiyên jinan ew panel, semîner û xebatên dişibê wê ku dihatin kirin dibu zemînê zanebuna jin zêdebibe û lêgerînên azadiyê bihêztir bimeşin, cardin meş, mîtîng û xebatên dişibin wê jî ku dihatin lidarxistin jî dibu wesîle ku tekoşîn û berxwedana jin derkeve pêş. Hêzên mêtînger ên hegemon dema famkirin ku nikarin bi zext û êrîşan pêşî li têkoşîna jinê bigrin vêcar hewildan mîrateya dîroka bêhempa ya jin ji cewherê wê vala bikin, dema dîtin nikarin bi reya zor vêna serbixin sala 1970’an li DYE 8’ê Adar weke “Roja Jinên Cîhanî” fermî hatiye naskirin û pîroz kirin, vecar hewildaye bi rêbazên polîtîkayekî pir zirav vala derbixe. Piştî DYE vêcar li gelek welatên din jî 8’ê Adarê weke Roja Jinên Cîhanî hate îlan kirin û pîrozkirina wê li her derî destpêkirîbu.
Rêbertiya me dema 8’ê Adara sala 1998’an Bîrdoziya Rizgariya Jin îlan kir got “Nabe tinê roja 8’ê Adarê ya jina be, divê hemu roj yê jinê bin.” Bi baweriya ku yê PAJK, di pêşengtiya jin de tekoşîna azadiya jiyanê her pêşdetir bibe û bîrdoziya rizgariya jin avabike ez 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li hemu jinan pîroz dikim.
Asya Çîmen