• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

Divê Hemu Roj Bi Jina Azad Re Were Jiyankirin

March 7, 2021
in Perspektifên Rêber Apo
A A
Divê Hemu Roj Bi Jina Azad Re Were Jiyankirin
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Beriya her tiştî ez dixwazim vê diyar bikim, tenê roja 8’ê Adarê wek roja jinên cîhanê dîtin ez rast nabînim. Merca ku tu carî dev jê nayê berdan ewe ku divê hemû roj bi jin re, bi jina azad re were jiyan kirin. Lê belê rastiya 8’ê Adar’ê jî bi rengek vekirî diyar dike ku jin di jiyanê de nîne. Tenê bi wesîleya rojek wisa de bîranîna wê wek nirx dîtin, milê koletî yê kûr dide diyarkirin. Ev qad ji bo min qadeke xebatê ya ku her diçe ez tê lêhûrbûnan didim çêkirine. Ez vê qadê ji şer cûdatir nabînim. Çawa ku di tevahî şoreşan de û di şoreşên roja me ya îro de mijara jinê mijarek herî serekeye, di şoreşa Kurdistanê de jî mijara sereke ji bo serkeftinê tehlîlkirina jiyana li derdora jinê ye. Ev mijar bi rengek sereke di pirsgirêkên şer yên herî pêşketî de bigre heya avakirina aşitî û tevahî pêşketinên li ser bingehê azadiyê bigre xwedî rolek bingehîne.

Salên 2000’rî bi înada serdemên şaristaniyê yên reş ên ku tinebûnek kûr bi jinê da jiyankirin, wê bibin salên azadiya jinê. Di esas de ez vê şaristaniyê wek serdema reş û seqem dibînim. Lê belê, di despêka salên 2000’an de biharbûna jinê despêkiriye. Azadiya jinê ya wek berfîna ku zivistana reş û qeşayê kun dike û serî li hember sermaya hişk ya pergala zilamê deshilat yê ku di tevahî dîroka şaristaniyê de xwe spartiye derew û zorbaziyê, bi rengek geş ji nûve ava dibe. Li kêleka vê serîhildanê, biharbûn û gulvedana jinê li hember berf û zivistana hişk gulvedana tevgera azadiya jinê bi xwe re pêk tîne. Ez vê astê girîng dibînim. min bi dil û mejiyê xwe ve têkîlî bi jin re avakir. Nasnameya min eve, şêwe û rêbazê min eve, meyzandina min ya ji jinê re ev e.

Divê tu carî neyê ji bîrkirin ku bi jin re jiyana bi rûmet û bi wate bilindbûyîn û zanistiyek mezin dixwaze. Yên ku îdîaya wan ya eşqê heye, divê di her kêliyê de bînin bîra xwe ku rêya pêkanîna vê di zanistî û bilind bûyînê re derbas dibe. Ger xwesteka jiyankirina vê heye, di serî de divê ev bi jin re ji nûve hêzek zanistiya hevbeş ava bibe, bi xuliqandina hestên xweşikbûn û bilindbûnê re û divê bi parvekirinê re bi serbixin. Pêwîste em bighêjin heqîqeta avakirina vê rastiyê. Di vê mijarê de pêwîste, tekane û gerdûn, yanî bi şênbera jin û zilam di nav hev de bi rezber jiyan bikin. Dîsa divê hevdû wek milk nebînin û xwe ji ayîdê hevdû bûyînê dûrbixin. Li şûna namûsa kevneşop, divê xweşikbûyîn û balkêşbûna kesayetên hêja û mezin domdar bihêlin. Şoreşek jin ya bi temamî avabûyî, ger bi xwe re guhertin di jiyan û hişmendiya zilam de ava neke wê demê rizgarkirina jiyanê ne mumkine were avakirin. Ji ber ku jin ya ku bi xwe jiyane, bê ku were rizgarkirin, jiyan bi xwe wê hertim wek xeyalekî were jiyan kirin. Ger ku lihevhatina zilam bi jiyanê re û ya jiyanê bi jinê re neyê avakirin, kêfxweşî jî wê bibe wek xeyalek vala.

Îhtîmalek mezin zewaca we bê rizaya we pêk hat. Piştre hun dayîkin. Êşên we hene. Lê belê eşq bi dayîk û jinên xwedî taybetmeniyên kevneşop re nayê jiyan kirin. Eşqa bi vê rengê jiyanê dikuje. Gelekî ku jina wî ne azad be, şansê wî yê azadbûyînê nîne.

Divê hun azad bibin. Ramyarî bi eşq, bi heskirina gel tê kirin.

Em tevgera azadiya jin jiyan dikin. Sakine mînake. Hun mînakin. Jiyana Sakîne mînake. Azadiya jin tekoşîna Sakîne ye. Ezê pirsa komkujiya Sakîne bikim, ezê rastiya wê derxim holê.

Jinên mezin yên qehreman hene. Pîrozbûna jiyanê girînge. Divê dev ji koletiyê were berdan. Peyama min ya 8’ê Adar’ê bi vî awayî ye. Gelekî ku jina wî ne azad be, ew bi xwe jî azad nabe. Rewşa jin ya bi tevahî azadbûyî xwedawendîtiye. Ez qehremanên jin yên Şehîd bi bîrtînim…

8’ê Adara 2013

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

Li Ser Rêwitiya Lingan
Ji pênûsa Gerîla

Li Ser Rêwitiya Lingan

May 8, 2025

Read moreDetails
Jİ NEWALA AZADİYÊ RE
Bîranînên Gerîla

Jİ NEWALA AZADİYÊ RE

May 6, 2025

Read moreDetails
KESÊ HERÎ BI BANDOR YÊ TIŞTEKÊ DIDE HER KESÎ YE
Perspektifên Rêber Apo

KESÊ HERÎ BI BANDOR YÊ TIŞTEKÊ DIDE HER KESÎ YE

May 5, 2025

Read moreDetails
RUHÊ BERXWEDÊR, SERKEFTINA TARZÊ FEDAYÎ YÊN APOYÎ BIXWE YE
Şehîdên Azadiyê

RUHÊ BERXWEDÊR, SERKEFTINA TARZÊ FEDAYÎ YÊN APOYÎ BIXWE YE

May 3, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk