• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

DIVÊ EM RÊBERTÎ RAST FÊHM BIKIN Û BI CIH BÎNIN

May 16, 2025
in Nirxandin
A A
DIVÊ EM RÊBERTÎ RAST FÊHM BIKIN Û BI CIH BÎNIN
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Îdeolojiya PKK’ê ya ji dema destpêkê heya niha, em nikarin bêjin çima wiha bû. Ew di nava şert û mercên cîhanê de şêwe girt û karakterê xwe wiha qezenc kir. Ew ji ber xwezaya xwe wiha bû.

Em bifikirin mesela di wê demê de, dahûrandina dewletê, dîrok yanî plana li paş îdeolojiya me hîna nehatibû vê qonaxê. Di encama xebat, ked û hewldanên Rêbertî de rêyeke nû ya ji sîstema netewe dewletê ya cuda, hate vekirin. Rêyeke nû ya azadiyê hate vekirin. Divê mirov vê baş fêm bike û xwedî lê derkeve. Eger em rast û bi zanebûn Rêbertî fêm bikin, em ê bi berpirsyarî û bi kûrbûn tevlî pêvajoyê bibin.

PKK ji dema destpêkê ya avakirina xwe ve di nava nêrîneke cîhanê ya diyar de şêwe girt, ava bû û têkoşîn meşand. Weke hevalan jî anîn ziman, vê têkoşînê geşedanên destanî derxist holê. Tenê ji bo gelê Kurd na, ji bo gelên cîhanê rêyeke nû ya azadiyê, hêviyeke nû ya azadiyê ava kir. Me hemûyan ji vê heqîqetê par wergirt. Em pê serbilind bûn û serbilind dibin.

Gelo ev ê bi PKK’ê re dewam kiribûya? Piştî pêvajoya 2000’î ev yek hate nirxandin. Şert û merc û zemînê vê yekê hebû. Lê niha pêvajoya ku em di nav de ne, divê mirov tenê li ser dualîteya serketin û neserketinê nenirxîne. Li ser qonaxa cîhanê ya niha, hevsengiyên siyasî yên hatine guhertin, geşedanên zanistî, geşedanên zanist-teknîkî jî binirxîne. Rêbertî got, ‘ez bi kelecan im’. Ez jî bi vê kelecanê me. Ev pêvajo bi gelek pêlên hestan derbas bû. Pêvajoyek bû ku fikar, bêbawerî, bendewarî, di rapora me de jî hate behskirin şerê psikolojik û taybet pir zêde bû. Yanî bi wê wateyê re pêvajoyeke ku me bi hestên rasterast jiyan kir, nebû. Lê belê Rêbertî dibêje ez bi kelecan im û ez ji bo guhertinekê pêwîstiyê dibînim.

Li ser navê xwe jî û ji aliyê têkoşînê ve jî ez pêwîstiyê dibînim. Niha dema wê yekê ye, ku em vê rast fêm bikin û bixin pratîkê. Ez soza vê yekê dikarim bidim, ez ê ji hêza xwe hîn zêdetir Rêbertî rast fêm bikim û di pêvajoya pêş me de ez ê xwedî li hemû wezîfeyan derbikevim û tevlî bibim.

Endama Navenda Komitaya PKK Hêlîn Ümit

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

PKK’BÛYÎN WÊ JI BO ME TIMÎ SERBILINDÎ Û RÛMET BE
Nirxandin

PKK’BÛYÎN WÊ JI BO ME TIMÎ SERBILINDÎ Û RÛMET BE

May 16, 2025

Read moreDetails
DIVÊ EM RÊBERTÎ RAST FÊHM BIKIN Û BI CIH BÎNIN
Nirxandin

DIVÊ EM RÊBERTÎ RAST FÊHM BIKIN Û BI CIH BÎNIN

May 16, 2025

Read moreDetails
SIYASETA DEMOKRATÎK BÊYÎ XWEPARASTINÊ NABE
Nirxandin

SIYASETA DEMOKRATÎK BÊYÎ XWEPARASTINÊ NABE

May 15, 2025

Read moreDetails
PKK BI XWE HEBÛNEKE ZINDÎ YE
Nirxandin

PKK BI XWE HEBÛNEKE ZINDÎ YE

May 14, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk