• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

DÎROKA TEVGERA AZADIYA JIN-32

May 29, 2025
in Lêkolîn
A A
DÎROKA TEVGERA AZADIYA JIN-32
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Ji Rêxistina YAJK’ê Derbasbûna Qonaxa Partîbûnê

Bêrî vê em li ser Kongreya Şeşemîn û pêvajoya komployê sekinîn. Di Kongreya 6. de nêzîkatiyên derketine, mirov tenê bi zurûfên kongreyê ve, yan jî di wê kêliyê de hişmendiyên derketine ve girêdayî em nanirxînin. Tiştên derketine danehevên salan e. Bi taybetî êdî xebatên jin pêş dikevin, rêgeha rast ku Rêbertî daye, êdî jin qutbûna ji zilam jiyan dike. Bi giştî rêgeha ku Rêbertî daye Tevgerê, êdî jin bi xwe bûye xwedî îrade û li ser lingên xwe disekine, hêza xwe ya cewherî derdixe holê. Esas sedem hinek ji ber vê ye. Êdî jin wê wekî amûreke xurt a têkoşînê bi rêxistina xwe re têkoşîn bike. Danehevên hene hişt ku nêzîkbûneke bi vî awayî çêbibe.

Piştî Kongreya 6’an meha Nîsanê wan deran civîneke Merkeza PKK’ê heye. Ferhat li wir tiştekî îtiraf dike û dibêje, “di nav Konseyê de rola perçiqandina jinê, yek bi yek bi jinê re muhatab bûn min girtibû ser milê xwe. Haya hevalên dîtir jî jê hebû.” Ferhat vê rolê dilîze. Ya din jî, digot, “em dikarin we kom bikin”. Ev çi ye? Feraset “Em biperçiqînin, bînin hîzayê, bila ji xeta me dernekevin.” Ji ber ku êdî jin ji bin bandora zilam derdikeve. Êdî zilam wek berê tiştê ku bixwaze ferz bike, wê nikaribe bike. Ma berê her yek ji me, kîjan zilam fermandarê ku derê bû, hema mabû me wekî kadroyên xwe bihesibînin. Çima? Ji ber ku wan bi xwe şekil dida. Di wê demê de jin jî gelek tiştên xwe ji wana fêr bibûn. Lê niha jin ji wê rewşê derketiye. Jin bi rêxistin, bi îrade û bi hêza xwe ya cewherî hesiya. Zilam wekî berê nikare hakimiyetê li ser jinê çêbike. Ya rastî wana bi çiqas nîqaşan çêbûn. Di civîneke navendî de Ferhat vê îtiraf dike; “perçiqandina jinê wekî rolekê ji min re hatibû dayîn.” Paşê ez bawer im hevalê Cuma dema dîroka PKK’ê dide, dibêje, “Ya rastî me ferq kir ku Ferhat hişk diçe ser, lê ji ber birayê Rêbertî bû, pêvajoya komployê bû, di vê pêvajoya hesas de biçûba cem dijmin nebaş bû. Ji bedêla ku biçe cem dijmin, bila di nava me de be, lê çi bike jî jê re meydan vekirî ye.” Hevalê Cuma rexnedaneke bi vî awayî dike, lê çiqas rexnedanek kûr e, ev mijarek cuda ye. Tabî bi xwe re çi anî?

Kongreya Şeşemîn erkeke xwe ya wisa jî hebû. Ji ber ku Rêbertî êdî têkoşîna xeta azadiya jinê aniye astekê, ponijandiye, erkek wisa xistibû pêşiya jinê ku bibe partî. Êdî partîbûna jinê xistiye rojevê. Dema me bîrdoziya azadiya jinê ragihand, Rêbertî behsa rizgariya jinê kiribû. Em li ser vê sekinîbûn. Esas ew amadekariya partiyê bû. Partî çi ye? Amûrên vê têkoşînê xurt dikin. Niha tu wekî yekîneyekê werî û bikî cuda ye. Bala xwe bidinê; gav bi gav pêş ket. Di destpêkê de rêxistineke me di nava gel de heye. Paşê rêxistina gerîla çêdibe û artêşa wê di asta taxim, yekîne de tê birêxistinkirin û bi eyaletan ve girêdayî ye. Her çû bi YAJK’ê re bû rêxistin, êdî pêwîst bû tevgera jin bibe partî. Partîbûn êdî şoreşê bi xwe re hedef dike. Çima? Êdî xwedî bîrdozî ye, şoreşê dike hedefa xwe ya pêşî. Her wiha bi şoreşa jinê re şoreşa civakê wekî erkekê dide pêşiya xwe.

Piştî Kongreya PKK’ê ya Şeşemîn, Kongreya Jinê hat lidarxistin. Bi giştî em ê wê perspektîfa Rêbertî bixwînin: “Dema em rastiya YAJK’ê bi kûrahî digirin dest, em nêzîkatiya ji jiyan û şer re tevî hemû aliyên wê fêm bikin, hêza pêkanînê raber bikin. Di nav avahiya trajîk a dîroka Kurd de xalek pir balê dikêşe. Bi taybetî di meşa Rêbertî ya dawî de, vê hinek din xwe eşkere kiriye. Bi rabûna gel re jin bi qehremaniyek hîn zêde tevlî dibe. Herî dawî di çalakiyên qehremaniyê yên hevala Rojbîn, Berwar û Binefş de hat dîtin, dîsa di xwe fedakirina dayîkekê ya bi qehremanî de ev rastî eşkere bû. Eşkere bû ku, vê bi bûyera Rêbertî re têkiliya xwe çêkiriye. Divê ev baş bê fêmkirin. Pêşketina di azadiya YAJK’ê de ji aliyê zilam ve tam nehatiye fêmkirin. Cewherê kar ev e. Qutbûna ji zilam teqez çêbûye, wê hîn kûrtir bibe. Bi temamî redkirina zilamtiya heyî mijara axaftinê ye. Bi taybetî ev zilamtiya ku bi temamî êsîrê dijmin e û tu şanseke xwe ya serkeftinê tune ye, bi rastiya YAJK’ê re ji bo jina azad pêwîste bê redkirin. Ev di warê felsefîk, rêxistinî û siyasî de wisa ye. Di warê leşkerî de jî bi vê armancê re têkiliya wê çêbûye. Ji ber ku ev bi giştî di nav quwet de, bi taybetî di nav quwetê zilam de tam nehatiye fêmkirin, dibe wekî çavkaniya pirsgirêkan. Feqet ji ber pratîka ku min di vê meşa dawî de jiyan kirî, min hinek destanên Kurd ji hev derxistin û min pêwîstî dît ku ez bi kinahî bînim ziman. Di dîroka Kurdan de ev taybetmendiyek e. Di nav şer de jin, YAJK, evîn ev e. Zêde şansê serkeftinê çênabe. Çima? Ji ber ku pêvajoya tunekirinê ya dijmin dimeşîne, firsendê nade vê. Li hemberî vê, vaye encamên trajîk derdikevin holê. Tabî dijmin ev li ser hemû avahiya neteweyî ferz kiriye. Zilamê ku ji jinê hîn xirabtir anîne serê wî, yanî zilamê hatî xesandin û kirin rewşek pir çewt de, hewl dide jinê û civakê ji vî alî ve birêve bibe. Jixwe ev xefkek e. Pêşiya hemû mêrxasiyan girtin, tevahî xebitîna dil û mejî sekinandinê û bi vî awayî zilamê Kurd ê tune bûyî, qediyayî, kirinê bela serê jinê; bi vî awayî jin xistineke rewşekê ku neyê naskirin, azadiya welatê xwe, nasnameya xwe înkar bike. Ev ji encamek wisa re rê vedike. Feqet Rêbertî, çareserkirin û bihurandina vê, li şûna vê di şer de xwe bi serkeftinê ve girêdan, ji bo serkeftinê bûyîna xwedî îrade, bûyîna hêza rêxistin, perwerde û rêveberiyê îfade dike. Bûyera Rêbertî ev bû û careke din bi awayek balkêş derket holê. Feqet berî niha me ev bergeh bi riya dahûrandinan pêşkêşî hemû hêzên xwe kiribû. Encex derket holê ku, tam li ser vê nehatiye sekinîn. Dibêjin qey dahûrandinek giştî ye. Na. Ev rastiya me ya herî dîrokî ye, hem jî rastiya me ya bidestxistina azadiya herî nûjen e. Sedema ku ez vê nîşan didim, di vê destana neteweyî de evînek çiqas di asta dildariyê de be, divê mirov kesayetê jî ewqas bigihîne asta şerekî mezin ê bi dijmin re. Divê ev esas be. Her çendî ev şerekî berî dused salan bûyî mijara destanê be jî, felsefeya xwe û rastiya xwe ya xwezayî ev e. Hemû gerîla mecbûr in vê fêm bikin ku, ev saha şer e. Ev bûyer li saheyên Botanê, Garê, Cudî pêş ketiye. Niha rewşeke li paş wê mêrxasiyê, li paş wî ruhî dimîne, heye. Heta rastiyeke hatî înkarkirin heye. Ev, ji bo destana Mem û Zîn a van sêsed salên dawiyê jî derbasdar e. Li vir rastiyek heye. Heya dijmin neyê çareserkirin, jiyan nabe. Bala xwe bidinê; yên direvin têkiliyên xwe hene. Di bûyera jin û zilam de vana beşên herî ketî, herî fitne û fesad in. Vana encamên zîhniyeta ku dîroka me bin xistiye û rewşa îro afirandiye û encama elimandinên wê ne. Tabî dixwazin vê binkeftinê bînin serê me jî. Li gel vê, em hîn jî li hemberî vê di nava berxwedaneke girîng de ne. Ez vê gavê naxwazim zêde vekim. Dema bi dîrokê re têkiliyek wisa tê çêkirin, di roja me de jî xwestibûn bi rengê YAJK’ê, di kesayeta jina azad de vê berbiçav bikin. Hêmana zilam jî saxlem e, me ew xistine şeklê gerîlayên xwediyê terzê Egîd. Em dikarin ji vê re bibêjin, gerîlatiya Egîd. Cewherê vê jî, fikir û aqilê wî li ser dijmin e. Heta ew neyê têkbirin, neyê paşxistin jiyan nabe, lewre jin jî nabe. Min li vê derê vala vala mînaka Derwêşê Evdî ji we re neda. Yanî keçeke Kurd a berî dused, sêsed salan jî her çendî xwediyê evîneke pir mezin be jî, riya vê di şerkirina li dijî dijmin re derbas dibe, ku bi rastî gotin, îrade û hêzeke xweşikbûna destaneke mezin heye. Rexmê wê jî, evînê bi şer ve girêdayî digire dest. Dibêje, di şer de piştî şehadetê jî êdî jiyan namîne, jiyan encex bi şerê serê çiyan gengaz dibe. Ev jî felsefeyek e. Di aliyê YAJK’ê de rastî ev e. Wateya vana vekirî ye. Tabî ev ji bo me prensîb e. Aliyekî wê yê neyê fêmkirin jî nîn e. Heta ji bo vê, guhdarkirina stranekê jî têrê dike. Bi taybetî rewşa kesên reviyan ku hîna vê li ser me ferz dikin, pir ketî ye. Yekane şertê rûmetê ew e ku, mirov li vir di moralê de bilindiyeke mezin çêbike. Bi hêrseke pir mezin çûyîna ser dijmin e. Tabî îxaneta li evînê çêdibe. Ev jî îxaneta li welat, îxaneta li azadiyê ye. Ez careke din dibêjim, di vê mijarê de eger wê behsa girêdanekê were kirin, destpêkê divê çareserkirina rastiya dijminê ku welat xistiye rewşeke neyê jiyîn, esas bê girtin, divê çareserkirina îxanetê esas bê girtin û ger îleh wê têkiliyeke jin zilam bibe mijara axaftinê, divê têkiliya wê ya bi serkeftinê re esas bê girtin. Ev wisa dibe. Ev jî tenê bi yek-du çalakiyên şeklî nabe. Dema bibe xwediyê terz û tempoyeke bi serkeftina dawiyê ve kilît bûyî, çêdibe. Ev eşkere ye. Min pir caran ev xwest, lê mixabin hîna jî quwetê me, bi taybetî quwetê zilam ji fêmkirina vê ya tam dûr e. Lewma kesayetekî fermande yê tam, mêrxasiyek tam pêş nakeve. Feraseteke rast a artêşê pêş nakeve. Feraseteke rast a şer pêş nakeve. Rewşa niha di pêvajoya Kongreya 6. de derketî holê, ev e. Dîsa sala bihurî li biryargeha navendî û di pir biryargehên me yên din de rewşa derketî holê, jinê weke bar dibîne, ya rast xistina bin desthilata xwe ye. Halbûkî desthilateke ji azadiyê bêpar hatî hiştin, ji evînê bêpar hatî hiştin û ji serkeftina şer bêpar hatî hiştin; mirov bixin bin desthilatek wisa, ev rasterast mirov dibe îxanetê. Yek jî, pir paşgotinî (dedikodu), fitne û fesadiya wê tê kirin. Encama vê jî, ji îxanetê hîn xirabtir e. Niha rewşên wisa ji aliyê hinek hevalan ve bi israr tê ferzkirin. Qedemeya fermande ya navîn, heta merkez ji ber destpêkê xwe tehlîl nekiriye, bi awayek xeter nêzîk dibe. Bi taybetî pir erzan nêzîkî jinê dibe. Bêy ku wateya vê bizane, bêy ku dîroka wê bizane, nêzîk dibe. Vê bi dijwarî rexne dike. Ji bo her kesî, ji bo merkeza me jî, ez tînim bîra we ku pêwîste di vê yekê de israr nekin. Riya vê hatiye raberkirin. Dahûrandina vê hatiye kirin. Divê pêwîstiya wê bê pêkanîn. Nêzîkatiyeke ji derveyî vê, têkiliyeke ji derveyî vê, fikareke ji derveyî vê, rastiyeke evîn û dildariya ji derveyî vê çênabe. Ya pêwîste bê zanîn, ev e. Rêbertî vê dimeşîne, hem jî bi wate dimeşîne. Pêwîste mirov ji vê re rêzdar be, bi vê yekê ve girêdayî be. Ya herî xweşik jî ev e. Feqet ez dubare dikim, yekane pîvana vê ew e ku, şervaniyeke bin nakeve di bin her şert û mercekê de heta dawî bê mezinkirin û meşandin. Li şûna vê, jinê sûcdar bikin û bibêjin jin giraniyê çêdike, dibe pirsgirêk, em bixin tetbîqê, biqewitînin, vana nêzîkatiyên bêwate, metirsîdar û dijmin xurt dikine. Vana nêzîkatiyên ku xwe bi hedefa esasî ve kilît nakin û rojevê ji rê derdixine. Misoger firsend ji vê re nayê dayîn. Dibe ku kêmasiya YAJK’ê hebe. Lê belê li gorî vê, wekî di van çalakiyên qehremaniyê yên dawî de hat dîtin, di beşek zêde de esas pêşketineke li ser bingeha azadiyeke rast, welatparêziyek rast, evîneke rast heye. Pêwîste zilam vê baş bibîne. Pêwîste ji vê re rêzdar be. Eger ji destê zilam tê, lazime vê li ser bingeha binxistina dijmin weke ferdekê, weke hêzekê, weke çavkaniya hêzê bibîne. Mirov ji derveyî vê, wateyeke din dernaxe.”

Pêvajo jî pêvajoya komployê ye. Di wê pêvajoyê de nîqaşa partîbûnê çêbû, pêwîst an jî ne pêwîst bû, di encamê de çêdibe. Çima? Ji ber ku nêzîkatiyên şaş jî hene, ji derve jî pêvajoya komployê tê ferzkirin. Di vê pêvajoyê de partî çêkirin çiqas lazim e, pêwîste em zelal lê binêrin. Ev şêwazê Rêbertî ye. Mesela, li ser Rêbertî êrîşên pir hişk çêdibin, ji bo em jî bikevin pozîsyona parastinê. Rêbertî wisa nêz nabe. Carina tu qet hêvî nakî, tu dibêjî em tengav dibin, êrîş hene, lê Rêbertî rêvekirineke hemleyî dike. Ango di pêvajoya komployê de jî partîbûneke saxlem a jinê çêbibe, têkoşîna wê karibe xurtir bike, roleke xwe ya wisa heye. Lazime mirov wisa lê binêre. Yan jî wekî min got, ev mijareke nîqaşê ye. Di nav wan şert û mercan de mirov vê partîbûnê çêkiriba, yan jî çênekiriba tiştekî wisa mirov zelal li vê meselê mêze bike baş e. Perspektîfeke Rêbertî û hema ne wê rojê derketiye holê. Bi salan e têkoşîna wê tê dayîn. Destpêka jin tevlî vê hereketê bûye heta vê rojê têkoşîna wê tê dayîn. Êdî gihîştiye astekê ku asta wê ya rêxistinê, asta wê ya îradebûnê her çiqas di nav de pirsgirêk hene, ma ew vana çima nîqaş dikin? Xeta azadiyê zelal bûye û di şexsê hevalan de şênber bûye. Ev rewş di komployê de hîn ronîtir derket holê. Jin çawa xwedî li xeta Rêbertî derket, ev jî di şexsê hevala Zîlan de destpê dike û heta komployê, bi hevala Berwar wana re zelal bûye. Li beramberî wê tiştê şaşîtî jî çi ye? Em dem bi dem li ser sekinîne. Ew jî zelal e, rast û şaş çi ye zelaliyek heye. Tu li ser wê dikarî partiyê ava bike.

Akademiya Şehîd Zîlan

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

DÎROKA TEVGERA AZADIYA JIN-32
Lêkolîn

DÎROKA TEVGERA AZADIYA JIN-32

May 29, 2025

Read moreDetails
PRATÎKBÛYÎN BI AZADIYA RÊBER APO VE GIRÊDAYÎ YE
Nirxandin

PRATÎKBÛYÎN BI AZADIYA RÊBER APO VE GIRÊDAYÎ YE

May 27, 2025

Read moreDetails
MESELE EW E KU EM Ê MÎRATEYA PKK’Ê ÇAWA XURTTIR BIKIN
Nirxandin

MESELE EW E KU EM Ê MÎRATEYA PKK’Ê ÇAWA XURTTIR BIKIN

May 25, 2025

Read moreDetails
ÎRO PKK HEVRÊ FÛAT E, HEVRÊ FÛAT PKK YE
Şehîdên Azadiyê

ÎRO PKK HEVRÊ FÛAT E, HEVRÊ FÛAT PKK YE

May 25, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk