Me dîrok heta sala 1998’an dabû, êdî em dixwazin bi giranî kongre û konferansan bidin ji bo feraset baştir bêne dîtin û çareserkirin. Hinek bûyerên xuyayî hene, em dixwazin hinekê li ser wana bisekinin. Ji ber ku yan di têkoşîna me de texrîbatên berçav kirine, yan jî bandorên xuyayî li pey xwe hiştine. Heta sala ‘98’an Bîrdoziya Azadiya Jinê û her wiha wekî bersivekê çalakiya hevala Sema, dîsa şehadetên ku hatibûn jiyîn, bi vana re saleke girîng bû. Komploya navnetewî ku hêdî hêdî Rêbertî hedef digre heye. Êdî em dikevin pêvajoyeke bi vî awayî. Di aliyekî de jî Rêbertî amadekariya Kongreya PKK’ê ya 6.’mîn dikir, ji ber ku pêşveçûna me erênî nabîne. Di wê salê de nirxandinên Rêbertî hene, dibêje, “Ez ê ji PKK’ê îstifa bikim, êdî ez we wek bar ranakim, ez êdî wek berê nêzî we nabim. Ez ê we wek barekê li ser pişta xwe nemeşînim. Ez ê we bidim aliyekî.” Wisa di van aliyan de zelaliyek çêdikir. Di asta têkoşînê de jî Rêbertî dixwaze her sal qevastinekê çêbike, lê bes Rêbertiya taktîkî rola xwe tam naleyîze. Erê pratîk heye, berxwedan heye, di encamê de guhertinên ku ji Kongreya PKK’ê ya 5. heta niha dixwaze pêş bixe, tam pêş nakeve. Xeta hevkarî û çetetiyê xwe ferz dikir. Cardin, dewlet jî ji vê tiştê re ne amade ye. Hem pirsgirêkên me yên navxweyî yên partiyê nahêlin em qevastinekê bikin, hem jî di eniya dewletê de ji bo guhertinê bi vî awayî zemîn nînbû.
Êdî hêzên navnetewî dixwazin mudaxele bikin. Ji bo bikaribin bi fiîlî mudaxale ya Rojhilata Navîn bikin, zemînê xwe yê mudaxelê fireh bikin êdî Kurd wekî aktorekê derketine holê. Ji bo mudaxaleya Rojhilata Navîn siyasetek tê kirin. Wekî hêzên demokratîk ên bikaribin tevgerê temsîl bikin Tevgera me ye û Rêbertî ye. Yanî heta Rêbertî hebe, Tevgera me hebe, ne gengaz e tu xwe bispêrî quwetên PDK û YNK’ê. Dixwazin bi beşê hevkar re mudaxaleya Rojhilata Navîn bikin. Lê di pêşiya wê de kî asteng e? Rêbertî asteng e. Ji bo wê Rêbertî dikin hedef. Ev ne meseleyeke Tirka ye ku Rêbertî kirin hedef, ne bi vî awayî ye. Biryareke navnetewî ye. Rêbertî heta niha jî dinirxîne û dibêje, “ev Şerê Cîhanê yê Sêyemîn di Rojhilata Navîn de bi mudaxela li ser min re destpê kir.” Mudaxela yekemîn bi Komploya Navnetewî re li ser Rêbertî pêkhat. Piştî wê sala 2001’ê mudaxelê Afganîstanê kirin. Sala 2003’yê mudaxelê Iraqê kirin, an jî bi Komploya Navnetewî, bi mudaxeleya li hemberî Rêbertî re destpê kir. Pêvajoyeke bi vî awayî ye, nameya hevala Sema bal kişandiye ser vê. Ya rastî rewşa zîndanê dibîne. Amadekariyên dijmin dibîne û dibêje çi dibe bila bibe êrîş li hemberî Rêbertî ye, divê mirov hişyar nêz bibe. Hişyariyekê dike, di aliyekî din de îşareta hebûna jiyana Rêbertî dixistin nîqaşê. Ev nîqaş li hundir bandor dike, lê di esas de dijmin pir zêde dida pêş ku Rêbertî çawa jiyan dike, tiştê ku Rêbertî pê hemle bike, amûrên xwe yên têkoşînê û bi taybetî xebatên jin. Bala xwe bidinê; Rêbertî di nirxandinên xwe yên ‘98’an de dibêje, “kî çi bêje bila bêje, ez yê van jina me.” Her mînak dida. Çima? Ji ber êrîş zêde dibûn. Rêbertî çawa jiyan dike bi jinan re, çi dixwaze bike? Ya rastî di wir de ji bo komployê jî Rêbertî wisa nirxand û got; “Erê ez im hedef, lê belê esas xebatên min hedef in, ji nav xebatên min jî ya yekemîn xebata jin e.” Jixwe ew tê kirin. Dîsa li Tirkiyê yên ku stratejiyê diyar dikin hene. Kesên wekî nivîskar an jî bi îstixbaratê re dixebitin hinek agahiyan didin. Di wê demê de ew Şûkrû Elekdağ hebû, nivîseke wiha pir balkêş bû, Rêbertî dixwend û digot ev zilam çi dixwaze? Wî bal dikişand ser Şamê. Digot, “Wê Apo ji Sûrî derkeve yan na?” Rêbertî digot xuya ye amadekariyek heye, dixwazin me ji Sûrî derxin. Zilam pir zelal nivîsandibû. Vî zilamî wisa jî digot. Şemo wê demê reviya bû, îfadeyên Şemo hebûn. Şemo di îfadeyên xwe de ji dijmin re wisa dibêje: “Hûn biçin ku derê hûn ê eyaletekê tesfiye bikin. Heta ew Rêbertî hebe, wê her kadro amade bike, wê dagire. Hûn gerîla jî îmha bikin, hûn qada civakî jî tesfiye bikin, wê dîsa Rêbertî amade bike û şûna wê dagire. Ji bo wê jî ne pêkane hûn PKK’ê bi vî awayî tesfiye bikin. Eger hûn dixwazin PKK’ê tesfiye bikin, divê hûn Rêbertî tesfiye bikin.” Şemo agahiyên wisa dabûn dijmin. Jixwe dijmin li ser îfadeyên Şemo jî disekine. Ew kesê xayîntî kirî dibêje “yek keleha ku li ber xwe dide Rêbertî e, ji bo vê divê APO ji holê rabe”. Li ser rewşa Rojhilata Navîn jî digot, “Eger hûn bixwazin di Rojhilata Navîn de pergalekê ava bikin, divê hûn astengiya APO ji holê rakin.” Bi vî awayî yekser Rêbertî hedef nîşan dide û agahiyên bi vî awayî dide dijmin.
Rêbertî, di 1’ê Îlona 1998’an de agirbest ragihand. Ya rastî wexta agirbest ragihand, îşaretên komployê hebûn. Rêbertî digot, “Wê rewş zelal bibe. Yan vana di nav lîstokek pir mezin de ne, yan wekî bi vî rengî xwestin gav bi me bidin avêtin. Ya rastî dixwazin bi vî rengî me tesfiye bikin, wê helwestên dewletê hîn zelal bibin. Yan jî ger derfeteke pir biçûk hebe jî, mirov ji bo çareseriyê divê rê di qadên cuda yên wekî siyasî, demokratîk û hwd. de pêş bixe.” Jixwe em ê wê jî binirxînin. Rêbertî wisa agirbestê digire dest. Ruxmê wê jî Rêbertî navber nade xebatên xwe, lê nerihetî hebû.
Ez vê bêjim; me jî ew pêvajo hinekî ji nêz ve şopand. Rêbertî hinek şevan xew nedikir. Rejîma Sûrî agahî şandibû ku, Rêbertî pir tevnegere. Rêbertî demekê wisa qet derneket. Rêbertî tiştekî pir balkêş got. Carek du caran nobedar raza bû, Rêbertî wî di xew de dîtibû û qet wî şiyar nekiribû. Paşê got: “Hûn çiqas rihet radizin!” Em wisa rihet heta şefeqê razabûn. Rêbertî her şiyar dibû û digot, “hûn qet di ferqa cidiyeta pêvajoyê de nîn in, xeterî li ser me heye.” Carekê jî hat û got: “Min xewnek dîtiye, hûn ê xewna min şîrove bikin, hûn çi ji xewna min fêm dikin? Di xewnê de ewrek tarî hebû. Li mala ku Rêbertî lê dimîne, baxçê xwe mezin bû, lê belê baxçe hîn mezintir bû, li dawiya bexçe cihekî wekî kulûbeyê hebû. Ew kulûbe pir balkêş bû, wisa dibiriqî, wekî yek ji min re bêje ‘were wir’. Ez diçûm, lê belê min digot hûn çima nayên bi min re, kes bi min re nedihat. Paşê ez çûm wî xaniyî. Ez dema çûm xanî, hêdî hêdî derî li ser min dihat girtin. Lingekî min tenê mabû, dawiyê lingê min ê din jî bi xwe re xist hundir. Dawiyê derî li ser min hat girtin. Şîrove bikin, hûn çi ji vê xewna min fêm dikin?” Wê demê îşaretên komployê jî hene, hinek vexwendinên ku Rêbertî derkeve derve hebûn. Rêbertî ew xewn jî nîqaş dikir û digot, “Em çawa bikin? Me saha Sûriyê zêde şixuland. Ji ber we me ewqas şixuland. Her tim me xebatên perwerdê dikir, we li welat cihek jî ji me re amade nekir. Diviyabû me ewqas neşixulanda. Pêwîst bû me cih biguherta, lê me nikarîbû biguherin, lewazî çêbû. Ez mecbûr im xebata perwerdê bimeşînim. Ji bo wê me zêde şixuland.” Wê demê ji Yûnanîstanê hinek vexwendin ji bo Rêbertî hebûn. Rêbertî digot, “Ecêb ew kulûbên Ewrûpa bûn, me dikişîne xwe? Pergala Modernîteya Kapîtalîst me dikişîne. Ez tenê bûm, min bang dikir, kes nedihat.” Kêliyekê paşê digot, “min pir gazî dikir, kes nehat li gel min.” Balkêş e, pêderxistinên Rêbertî pir cuda ne. Di pêvajoya salên ‘80’yî de çend caran di xewna xwe de dibîne. Hinek hevalên kevin ku wê demê mane, ew dibêjin Rêbertî gotiye, “Min çend caran vê xewnê dîtiye.“ Wê demê jî darbeya 12’ê Îlonê heye. Rêbertî di xewna xwe de dibîne û dibêje, “Leşker hene û kum di serê wana de ne, hinek generalên Tirkan jî di nav de ne, li pey min in, lê ez dibezim, dixwazim xwe bigihînim cihekê.” Xuya ye pêhesînên Rêbertî ên pêşerojê ne. Rast e, hîs hinekê jî bi tecrûbeyan ve girêdayî ne ku di ferqa xeteriyê de ye.
Di 9’ê Cotmehê de Komploya Navnetewî destpê kir. Rêbertî xala “em biçin ku derê” pir nîqaş dikir. Hevalan jî li welat amadekarî dikirin. Rêbertî di nava nîqaşan de digot, “Em biçin wê welat hedef bikin û ji bo min pir êrîş bikin. Dibe ku gerîla jî tesfiye bibe. Çi bibe bila bibe, divê gerîla daîmî be, tesfiye nebe. Em wê bigirin saxlemiyê.” Ji bo wê jî digot, “Çi dibe bila bibe divê em Kongreya PKK’ê ya Şeşemîn çêkin. Em rêveberiyê jî nû bikin û hereketê bixin saxlemiyê.” Sûriye jî hat nîqaşkirin. 5’ê Îlonê Atîlla Ateş fermandarê artêşa Tirk ê giştî bû, li Hatayê daxuyanî da û got, “Ger Abdulah Ocalan ji Sûrî dernekeve, em ê li hemberî Sûrî şer ragihînin.” Wê demê fuze jî anîbûn. Rêbertî got, “Êdî ev zurûfên dawiyê ne, Sûriyê heta niha dostanî bi me re kir, bila ji rûyê me neçin.” Tabî her tişt ne mesela dostaniyê ye. Paşê Rêbertî xwest bi malbata Beşar re dostaniyê pêş bixe, lê her tişt ne wisa bû, ne weke dixwuya bû.
Akademiya Şehîd Zîlan