Di nava van sê rojan de pêvajoyek germ dimeşe. Em dixwazin cih bidin çend xalên balkêş girêdayî pêvajoya têkoşîna azadiya fizîkî ya Rêber Apo, çalakî û pêşketinên dawî pêk hatî:
Îro ji her salan bi coştir, bi germtir û kelecantir e Newroz. Newroza herî nêzî azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye, Newroza herî zêde nêzî naskirina statû û hebûna gelê Kurd e. Ji bo wê ye ku li her alî coş û kelecana Newrozê bi germahiya dirûşma, stran, pankartan, bi tilîlî, bi coşekî bêhempa mezintir dibe. Agirê Newrozê ku cara destpêkê li Amara hate pêxistin îro jî bi dehan bajar, navend û nahiyan geş dibe. Bêgûman Rêber Apo, peyamên dayî û gavên dîrokî ku avêtî bi dilgermî û keyfxweşiyek bêhempa tê pêşwazî kirin. Li her cihê Newroz tê pîroz kirin peyamên Rêber Apo tê xwendin û bi dirûşmên, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan Nabe” digihêje erd û ezmanan. Şahî û pîrozbahiyên li çar aliyê cîhanê, li her deverê ku Kurd lê ne bi dirûşmeya “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Ji bo azadiyê civaka demokratik” berdewam dikin.
Li ser wê bingehê daxwuyaniya Komîteya Rêveber a PKK’ê ya ku xwest pîrozbahiyên Newrozê yên bi coş ên ku wê li her qadê bên lidarxistin, veguhere çalakiyên herî xurt ên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo demga xwe li vê rojê xist.
Li gel gavên dîrokî nêzîkatiyên aligirên şer gûr dikin
Wek dinya alem dizane hebûna PKK’ê li ser bingeha têkoşîn û berxwedaniya gelê Kurd li hemberî sîyaseta înkar û îmhayê ji aliyê Rêber Apo ve hate avakirin. Hebûna PKK’ê mafê herî meşrû yê xwe parastina rewa ya gelekê ku di bin êrîşên qirkirinê de dinaliya bû. Lê ruxmê vê rastiyê jî israra ku PKK’ê di lîsteya terorê ya dewletên pergala kapîtalîst de hiştin didome. Piştî peyam û bangawaziyên Rêber Apo pêşket Elmanya di serî de eşkere got ku ewê PKK’ê ji lîsteya terorê dernexin. Niha jî dîwana Edaletê ya Yekîtiya Ewropayê serlêdana PKK’ê ya ji bo derxistina ji ‘lîsteya rêxistina terorê’ ya Konseya Ewropayê red kir. Rastiya ku siyaseta qirkirin û tinehesibandina dewleta Tirk berdewam dike ji nedîtî ve tên û çawa bi çavkûrî piştgiriya xwe ji pêkanînên dermirovî re vedikin eşkere dikin. Hinek ji bo çek û cebilxaneyên xwe bifiroşin dewleta Tirk, xwe li gel xwîna ji canên miletekî bê sûç û gûneh têr dikin û dewlemendtir dikin, hinek ji bo menfaatên xwe yên siyasî ûhw. dikin. Rastiya têkoşîna beşên aştîxwaz û şerxwaz, hevalbend û piştgirên aliyan jî bi vê re eşkere têne dîtin. Bêgûman ev jî têkoşînek mezin dixwaze ku gel û dostên me Kurdan yê heya dawî pêde biçin û heya serxistinê berdewam bikin.
Li Îtalyayê ji bo Rêber Apo “Hembajariya Rûmetê”
Bêgûman bi saya têkoşîn û berxwedaniya Têkoşîna Azadiyê di pêşengtiya Rêber Apo de îro çar aliyê cîhanê gelê Kurd û têkoşîna ku dide dinase. Bi wê boneyê li her welatekê dostên gelê Kurd û têkoşîna azadiyê hene. Ew dost û hevalbendên doza azadiya gelê me bi naskirina Rêber Apo re hem berhemên Rêber Apo nivîsandî dixwînin hem piştgiriya xwe bi awayek çalak ji bo doza mafdar ya gelê me nîşan didin.
Welatek ku lê van rojan gavek balkêş hatiye avêtin Îtalya ye. Li bajarê Bologna ya Îtalyayê dûh biryar hat dayîn ku hembajariya rûmetê bidin Rêber Apo. Ev biryar tê payîn ku roja Duşemê ji aliyê meclisa şaredariyê ve bi dengdanê were qebûlkirin. Li ser navê Buroya Enformasyona Kurdistanê ya Îtalyayê (UIKI) têkildarî mijarê daxuyaniyek hatibû dayîn ku tê de spasiya Şaredariya Bologna û piraniya Meclisê hatibû kirin.
Heya niha li gelek welatan, ji gelek netewan bo piştgiriya doza mafdar ya gelê Kurd û têkoşîna Rêber Apo piştgiriyên dişibin vê gavê hatine avêtin ku her diçe mezintir dibe.
Lê tecrîd jî hêja berdewam dike
Ruxmê ku ev demeke heyeta Îmraliyê diçe Girava Îmraliyê û tê, ruxmê peyamên dîrokî hatine dayîn û dem bi dem ji rayedarên dewleta Tirk jî peyamên erênî diteyisin jî di aliyê şert û mercên Rêber Apo de ti gav nehatine avêtin. Tecrîda li ser Rêber Apo weke berê berdewam dike. Ji parêzerên Rêber Apo, Îbrahîm Bîlmez herî dawî ji Ajansa Mezopotamya re axivî û got wan ji bo hevdîtinên hefteyane serlêdanek din kirine, lê belê wan hê jî bersivek nestandiye. Serlêdanên hefteyane yê parêzeran ji aliyê rayedarên Tirkiyê ve tê red kirin û nahêlin biçin giravê hem Rêber Apo bibînin, hem girtiyên din yên li giravê.
Ne tinê parêzer, hefteyane ji malbata Rêber Apo û malbatên girtiyên din jî serlêdanên bi daxwaza hevdîtinê pêk tên. Dûh jî serlêdanek ji aliyê ferdên malbata Rêber Apo û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê tecrîdkirî pêk hat. Malbatan bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Lê weke her hefte, hêjan bersivek erênî ji bo serlêdana malbatan jî nehatiye dayîn. Tinê asteng kirina parêzer û malbatan bi xwe asta giran ya pêkanîna tecrîdê dide dest.
Mafê hevdîtina bi malbatan re yê Rêber Apo û 3 girtiyên din bi hinceta “cezayên disiplînê” tê astengkirin. Di navbera salên 2021-2024’ê de 8 caran li Rêber Apo û girtiyên din ji bo 3 mehan cezayê disiplînê dabûn û bi vê rêbazê hevdîtinên bi malbatan re hatibû astengkirin. Ev pêkanînên rayedarên dewletê bi heman şêwazî didome.
Çalakiyên Nobetê ya Mexmûrê bi komek nû didome
Di vê navberê de çalakiyên nobetê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo jî berdewam dikin. Dûh çalakiya li Wargeha Mexmûrê di roja xwe ya 606’an de ji aliyê koma 119’emîn hate dewir girtin.
Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, îro kete roja xwe ya 607’emîn û bi biryardariyek xurt berdewam dike. Di merasîma dewirgirtinê, li ser navê koma 118’an Ezîme Avyanî axiftinek kir û got; “Ji bo azadiya fizîkî ya Rêbertî ev du salin hemû cûrên çalakiyên me berdewamin. Em niha di meha Adarê de ne, ji niha ve em Newroza Rêbertî û hemû girtiyên zindanan pîroz dikin. Di van du salan de me berxwedanek pir mezin meşand û li ser vêya re jî hevdîtin bi Rêbertî re hat kirin, em vê pîroz dibînin û em piştgiriya gotinên Rêbertî dikin. Wek jin heta ku em Rêbertî bi fîzîkî di nav xwe de nebînin, emê van çalakiyên xwe berdewam bikin.”
Çalakî bi diruşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ dewrî koma nû hate kirin.
Çavkanî: ANF, MA