Ji roja pêncşemê ve gelek kar û xebat, çalakî û bangawazî di derheqê rojeva pêngava “Ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de pêşketin. Em dixwazin li vir cih bidin çend ji wan xebatan;
Meşa Dirêj kete roja 13’an
Ev 13 rojin Meşa Dirêj li Fransa pêk tê. Çalakvanên Meşa dûh li paytexta Fransa li Qada Gare de l’Est meşekî bi heybet lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan ên li navenda Parîsê û derdora Parîsê eleqeyekî mezin nîşanî meşê dan. Di dema meşê de dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin û berxwedana Rojava û Tişrînê hate silavkirin. Meş li Qada Colonel Fabien bi dawî bû. Meşa Dirêj îro jî yê berdewam bike.
Di vê navberê de çalakiyek balkêş ji aliyê çalakvanên Meşa Dirêj roja înê li Qada Bastille ya Parîsê pêkhatibû. Li wir çalakvanan bi 26 hucreyên sembolîk pergala tecrîd, êşkence û qirkirinê ya 26 salan a Îmraliyê teşhîr kirin û peyama “Werin em bi hev re dîwarên Îmraliyê hilweşînin û Rêber Apo azad bikin” dan.
Meşa Dirêj roja 21’ê Çileyê di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de dest pê kiribû. Bi çalakiyekê çalakvanan roja înê pergala tecrîd, êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê teşhîr kir.
Çalakî li Qada Bastilleyê ku vê qadê di dîroka Fransayê de şahidiya gelek bêhiqûqî, êşkence û qirkirinan kiriye û li heman qadê zindana Bastilleyê hatiye xirabkirin û a niha jî weke Qada Azadiyê ya Bastilleyê tê pênasekirin de pêk hat. Çalakvanan bi hucreyên yekkesî şert û mercên rehîngirtina Rêber Apo ya 26 salan nîşan da. Gelek jin, ciwan, parêzer, siyasetmedar û karkerên înşeatê beşdarî çalakiyê bûn.
Her wiha nivîsên bi Fransî yên têkildarî pergala tecrîd, êşkence û qirkirinê û bêhiqûqiyên li Îmraliyê bi hucreyên sembolîk ve hatin daliqandin. Çalakvanan di nava hucreyên sembolîk de gotin ku “Heya Rêber Apo azad nebe, em jî azad nabin” û bang li gel kir ku tevlî têkoşînê bibin û peyama “Werin em bi hev re dîwarên Îmraliyê hilweşînin û Rêber Apo azad bikin” dan.
Çalakvanan piştre bi berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hucreyên sembolîk hilweşandin û qala giringiya azadiya Rêber Apo kirin û banga xwedî li pêngava “Ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” derkevin li herkesî kir.
Meşvanên Meşa Dirêj roja pêncşemê jî heta ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ku her sê şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di 9’ê Çileya 2013’an lê hatibûn şehîdkirin, meşiyan û li wir qurnefîl danîn. Piştî bîranîna bo şehîdên Parîsê girse ji pêşiya buroyê heta Dêrê Spî jî meşiyan. Di meşê de belavokên Fransî yên derbarê armanca çalakiyê de hatibûn amadekirin, hatin belavkirin. Piştre jî çalakvan serdana gorên Dr. Qasimlo, Mûstafa Nazîf Aktaş, Ahmet Kaya û Yilmaz Guney jî kir.
Meşa dirêj îro jî yê berdewam bike û heya 15’ê Sibatê bidome. Herî dawî li Strasbourge çalakiyek girseyî yê were lidarxistin. Lê bêgûman ne tinê li Fransa, li çar aliyê ewropa û cîhanê jî 15’ê Sibatê yê li bajarên cuda bi çalakiyên cuda were şermezar kirin.
Ji KCDK-E û TJK-E’yê bang
Roja înê ji aliyê KCDK-E û TJK-E’yê ve bi wesîleya Komploya 15’ê Sibatê bang li gelan hate kirin ku li Strasbourgê bicivin û beşdarbûnek bi heybet ji çalakiyên şermezer kirina salvegera komployê re nîşan bidin.
Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zumrut û Berdevka TJK-E’yê Ayten Kaplan têkildarî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê de civîna çapemeniyê lidarxistin. Zubeyde Zumrut di civînê de axivî û wiha got:
“Me sala 26’an a Komloya Navneteweyî li pey xwe hişt, lê mixabin 26 sal in li Greva Îmraliyê tecrîd dewam dike. Grava Îmraliyê pergala tecrîdê ye. Têkoşîn û berxwedana ku Rêber Apo 26 sal in li Îmraliyê didomîne, li derve ji aliyê milyonana kesan ve ku dilsoziya xwe ji bo wî diyar dikin, tê dewamkirin. Bi milyonan kes ji bo azadiya Rêber Apo li ber xwe didin. Îro dema ku em sala 26’an pêşwazî dikin, li aliyekî tecrîda Îmraliyê dewam dike, li aliyê din jî tevî ku ji bo Rêber Apo “Mafê Hêviyê” çêbûye jî faşîzma AKP-MHP’ê têkildarî vê tu gav navêje, ev yek nîşan dide ku hiqûq çawa tê pêkanîn… Em komploya 15’ê Sibatê di çarçoveya vê pêngavê de pêşwazî dikin. Îdiaya me mezin e. Ji aliyê beşdarbûnê ve peyama ku wê li Strasbourgê bê dayîn xwedî girîngiyeke krîtîk e. Wê ev peyam wê tenê devkî nebe, wê bibe peyama herî mezin ku bi sed hezaran kes li Strasbourgê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo biqîrin. 15’ê Sibata vê salê xwedî girîngiyekî dîrokî ye. Divê hemû gelê me ji 7 heta 70’ê salî biherikin Strasbourgê.“
Hevserokê KCDK-E’ê Engîn Sever û berdevka TJK-E’yê Ayten Kaplan jî axivîn. Ayten Kaplan wiha got; “Meşa me ya Strasbourgê hem ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo û hem jî ji bo dawikirina polîtîkayên qirkirinê bibe peyamek xurt. Em ê li wir bên ba hev û bibêjin ku vîna me Rêber Apo ye. Di serî de jin, hemû gel û dostên xwe vedixwînin çalakiya 15’ê Sibatê ya ku wê li Strasbourgê bê lidarxistin û banga xwedîderketina vîna xwe li her kesî dikin.“
Malbatan jî ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Tecrîda giran li ser Rêber Apo berdewam dike. Ji bilî heyeta Îmrali heya niha destûra hevdîtinek din bi Rêber Apo re nehatiye dayîn. Ev demek e parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê serlêdan dikirin û bêbersiv dihatin hiştin. Roja înê jî malbat û wasiyê Rêber Apo bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dabûn.
Serlêdan ji aliyê Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ve pêkhat. Her wiha xwişka Omer Hayrî Konar Emîn Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî bi daxwaza hevdîtinê serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgeha Îmraliyê dan. Heya niha bersivek erênî ji bo serlêdana malbatan jî nehatiye dayîn.
Serdana girtiyên jin ji aliyê heyeta Îmraliyê ve
Roja înê endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan serdana girtiyên jin kir. Hate hînbûn ku ji Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan serdana girtiyên jin ên li Girtîgeha Sîncanê kir. Li wir hevseroka KCD’ê Leyla Guven dîl girtî ye. Pervîn Buldan di derheqê perspektîfên çareseriyê yên Rêber Apo, nîqaş û rûdanên dawî de jî agahdar kir. Piştî hevdîtin bidawî bû DEM Partiyê li ser serdanê van agahiyan da;
“Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan li Girtîgeha Girtî ya Sîncanê serdana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û siyasetmedarên din ên jin ên girtî kir. Di hevdîtinê de Bûldan li ser serdana dawî ya li Îmraliyê bi Birêz Abdullah Ocalan re hate kirin agahî da. Di hevdîtinê de pêvajo hate nirxandin û pêşniyarên siyasetmedarên jin ên girtî hate wergirtin. Leyla Guven anî ziman ku hemû siyasetmedarên jin ên li Sîncanê girtî ne li pişt perspektîfa çareseriyê ya Birêz Ocalan e û wê xwedî li îradeya çareseriyê derkevin. Guven her wiha silavên siyasetmedarên jin ragihand.”
Parêzer Raziye Ozturk bi PA û CPT’yê re hevdîtin pêk anî
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk li Ewropa bi hevdîtinên bi sazî û dezgehan re pêktîne û bal dikşîne ser tecrîda li ser Rêber Apo. Raziye Ozturk roja pêncşemê bi CPT jî di nav de bi parlamenterên Parlamentoya Ewropayê, burokratên payebilind û hin komên cuda yên konseyê re hevdîtin pêk anîbû û xwestibû têkildarî tecrîda Îmraliyê pêngav werin avêtin.
Parêzer Ozturk têkildarî cezayên dîsîplînê yên di sala 2024’an de û niha jî berdewam dikin yên li Rêber Apo hatine birîn, qedexeya dîtina parêzeran, bihiqûqiyên tecrîdê û binpêkirinên mafan ên li Îmraliyê carekî din CPT agahdar kir û xwest gavên pêwîst were avêtin.
Nûnerê Konseya Ewropayê yê DEM Partiyê Fayik Yagizay jî beşdarî hevdîtinê bû û têkildarî binpêkirinên li Îmraliyê û desteserkirina mafan agahî dan. Dosyaya têkildarî binpêkirinên mafan ên Îmraliyê yên salekê jî ji rayedarên CPT’yê re hate teslîmkirin.
Di hevdîtinê de bal hate kişandin ku Tirkiye xalên CPT ragihandiye bi cih nayne û xwest bêdengiya heyî bê şikênandin. Giringiya pêngaveke cidî ya CPT’yê ya li hemberî van yekan jî hate destnîşankirin û bi dosyaya têkildarî tecrîd û bêhiqûqiyên Îmraliyê ji CPT’yê hate xwestin ku erka xwe bi cîh bîne.