HER GOTINA RÊBERTÎ TALÎMAT E
Ev cara yekem e, ez tevlî kongreya PKK’ê dibim. Di şexsê heval Fuat û Riza de me dît ku berdêl dayîna PKK’ê çiqas giran e. Di nava PKK’ê de her hevalek bi rengê xwe heye. Cudabûna hevalên PKK’ê di rengê xwe yê şehadetê derketiye holê. Her tim ji bo me bûne pêşeng, me jî soza xwe li beramberî wan nû kiriye. Car din ez bejna xwe li ber şehîdên xeta Apogeriyê, ditewînim. Weke hevalan gotî, her gotina Serokatî ji bo me perspektîf û talimat e. Serok rûpelek ku tenê ji bo silav bide me, nivîsandibû. Yanî hezkirin, bêrîkirin û wate dayîna jin… Erkê herî mezin jî ev da pêşiya me, divê ji bo mijara rexne û rexnedayînê hevalên pêşengiyê bikin. Dema min şîroveyên Rêbertî yên li ser Gilgamêş û Enkîdu bihîstî, min got bajarbûyîn di mirovan de koletiyê dijwar dike. Eger em yekîtiyeke xurt çêbikin, bê guman em dikarin êrîşên jiderve têk bibin. Ez xwe amade dibînim ku paşerojê de çi erk û berpirsyarî hebe, ez ê bê fikar tevbigerim. Ji hemû hevalan re serketinê dixwazim.
Ji delegeyên Kongreya 12’emîn a PKK’ê Rotînda Amed
TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA KURDISTANÊ ISPAT KIR KU NIKARE BÊ QEDANDIN
Paradîgmaya Rêber Apo, weke tê xwestin me fêm nekir, em têde zêde kûr nebûn. Lê li kêleka vê yekê, tevî vê yekê jî di van 26 salên dawî de gelek pêşketin jî di têkoşîna me de derket holê. Ji milê leşkerî, siyasî, dîplomatîk, civakî û paradîgmaya îdeolojîk ve wisa pêşketineke girseyî derket holê. Lê belê li kêleka vê yekê me dikarî pêşketinên hîn mezintir jî afirandiban. Têkoşîna azadiya Kurdistanê wê bi ti rengî neyê tepisandin û tune nabe. Di vê pêvajoya 26 salan de hêza xwe ya têkneçûnê îspat kir. Komploya navneteweyî pêş ket, tasfiyegeriya di hundirê rêxistinê de pêş ket, di qada şer de bi hemû pêşketinên NATO’yê bi ser gerîla de hatin, xwestin yek bi yek gerîla tune bikin. Lê belê hat nîşandan ku ev rêxistin tune nabe. Her çendî ku me jî dijmin tam têk nebiribe, heval Cemal ji vê yekê re got, ‘pat’. Yanî tevî hemû êrîşan, weke tevgera PKK’ê em li ser piyan e. Hemû cîhan vê yekê dibîne. Hêzên navneteweyî jî vê dibînin. Dewleta Tirk jî vê dibîne. Yanî yê ku li dijî me ev siyaseta înkar û îmhayê sedsale ferz dike, ev îradeya derketî holê dîtiye.
Ji delegeyên Kongreya 12’emîn a PKK’ê Zilar Stêrk