Civaka xwezayî li ser bingehên nirxên jin ê afirêner hatiye avakirin. Ev nirx û afirandin avakirina jiyanê bixwe ye. Lê bi derketin û destavêtina heşmendiya zilam ya van nirxan, pergala civakî dest dayê guhartin. Bi destê rahîbên Sûmera civaka desthiyaldariya zilam ya hatiye avakirin bi tecawuza jiyana jinê xwe weke çanda şaristaniyê da avakirin, weke çanda jiyanê xwe bi rêya nifşên nû derbasî pêşerojê kir. Ev çand heta niha didome. Di roja îrode hemû nêzîkatiyên jixwe wêdetir dîtin, xerabî, biyanîkirin, pûçkirin, desthilatî bingehê xwe ji vê çanda tecawuzê digire.
TECAWUZ; Di roja îro de weke têgih di wata êrîşa zayendî tê bi dest girtin. Lê belê ne tenê di asta zayendî de, di hemû çavkaniyên jiyanê de ev çand hatiye rûnişkandin. Hemû astên jiyanê tên tecawuz kirin. Birdoziya zaneyndparêz bi van şîroveyên xwe, ser mijara jiyanî digire, dinixumîne. Di holê de rastiyeke tecawuza hemû aliyên jiyanê heye. Tenê bi asta zayendî nayê bi dest girtin. Di nava civakê de bi avakirina pêwendiyên çînî xelekên çanda tecawuzê zêde dibe. Xerabûn di asta heşmendiya zilam de tê jiyîn li ser hemû çavkaniyên jiyanê bandora xwe dike. Ev bûye xerabûna bingehê civakê û divê li hember vê xerabûnê rastiya pêwendiyên mirovahî derkeve holê. Di roja îro de ji bo em bikaribin behsa wekhevî, edalet, azadiyê bikin divê di serî de civak di asta çanda tecawuzê de were ronahî kirin, asta têkoşîna li hember çanda tecawuzê were pêşxistin.
Çanda tecawuzê tenê di aliyê zayendî de were îfadekirin ê ji danasîna pirsgirêkên civakî dûrbe. Weke têgih dikare di wata gasba civakî de were îfadekirin. Jiber çanda tecawuzê hemû rastiyên civakî gasb dike. Her wiha ev tê wata gasba ziman, netew, jin, zarok, ciwan, çand, ol, baweriya. Lewra dibe gasba hemû hêjayên madî û manewî yên civakî. Ev heşmendiya zilam cara yekem çalakiya xwe ya tecawuzê li ser jinê pêk aniye û bi vê re girêdayî dest daniye ser hemû dewlemendiyên civakî. Çanda tecawuzê weke dij-şoreşa civakî di şexsê jinê de hatiye pêşxistin û li hember hemû nirxên civakî hatiye bikaranîn. Jiber vê weke çanda pergala nêr ya li hember civakê tê bikaranîn em dinirxînin.
Çanda tecawuzê di hemû aliyan de li ser civakê bandoreke mezin daye çêkirin. Têkoşîna li hember vê heşmendiya tecawuzê pêşbikeve bi xwere pêwîstiya qutbûna bêdawî dixwaze. Di vê derbarê de zanebûneke giştî dixwaze. Jiber ev pirsgirêkên bingehîne. Ne tenê aliyeke jiyane, an jî tenê aliyê jinve eleqedarin. Jibo guhartinên dicihde têkoşîneke mezin, zanebûneke giştî, rêxistinbûnên giştî dixwaze. Bi hevkariya hemû jina ev çanda tecawuzê dikare were derbas kirin. Têkoşîna li hember çanda tecawuzê were pêşxistin di encamde şoreşeke çandî jî ê bide avakirin.
Weke tê zanîn berî niha di Kurdîstanê de bi dirûşma “em jinin, ne namûsa ti kesîne. Namûsa me azadiya me ye” kampanyayek hat meşandin. Weke gava duyem jî bi dirûşma “em asta têkoşînê bilind bikin, çanda tecawuzê derbas bikin” kampanya hê didome. Bi encamên ku berî niha derketin holê û asta têkoşîna ku derketiye holê ev kampanya ê were meşandin.
Divê rastiya heqîqeta civakê were eşkere kirin. Lê ji bo vê di serî de pêwistiya xebatê zanebûnê tên. Sîstema nêr pêşiya vê zanebûnê girtiye. Bi hezar û yek dek û dolaban pêşiya digire, bi heşmendiya xwe ya qirêj tola lewaziya xwe ji jinê radike.
Divê derbarê de Ez dixwazim civaka Başûr hindek şîrove bikim. Jiber di nava vê civakê de gelek bûyerên nediyar û nêzîkatiyên ji bo jinê dibin sedemên bûyerên gelek giran. Di çanda jiyana başûr de nêzîkatiyên ji jinêre zêdetir weke dewletên derveye. Di berçavde dixwazin weke civakên rojavî bin. Zêdetir xwe nêzî îngîlîza dibînin û weke wan dixwazin bijîn.
Di van salên dawîde bi taybet bi ketina Emerîqa ya başûrde, gel û rêxistinên heyî xwe weke wan birêxistin kirin. Di navbera van salan de hindek saziyên jin hatn damezrandin. Nêzîkatiyên ji jinê re hindekî nerm bûne. Lê ev tenê hin guhertinên li ber çav û hin veguhartinên li gor rastiya dewletîne. Ne guhartinên ku em armanc dikin bixwe ne. Di van saziyên jin ku hatin avakirinê de hindek vekirin hene. Ji bo jinên vir dibin bingehekî ku bikaribin derveyî malên xwe û jiyana heyî jî binirxînin. Ev li gor pakêtên ji dervede her wiha ji rêxistin û saziyên derveyî Kurdîstanê li gor rastiyên dewletên rojavayî ku bi armanca destavêtina jinên vir werin bikaranîn hatine avakirin. Ev li gor rastiya kurdên başûr dibe pêşketinekê. Lê ji bo rastiya jinên başûr û kevneşopiya hakim li ser wan ku her roj dibin gelek zilm û zoriyê de tên tinekirin nabe bersiveke erênî. Nabe çareseriya pirsigirêka civakî û pirsgirêka jina.
Lêgera jina di mentîqa Soran de zêde heye. Hindek derfetên xwendinê jêre hatiye vekirin. Hin dibistan hatine avakirin û di malbata de xwendina jina li gor berê zêdetire. Jixwe ev çanda xwendinê ji berê de di nava herêma Soran de heye. Lêkolîn û lêgerînên jina hene. Lê dext u zoriya civakî li ser jinê rêya lêgerên jinê teng dike. Di her alîde zilm û zora li ser jinê hatiye astekê ku nikaribin rakin. Bi taybet telaq dana jinê zêdetire.
Di herêmê de cardin taybetmendiyeke jinê ku ji rastiya xwe zêdetir dûr ketiye heye. Sîstema heyî, ya eşîri ye. Me berî niha jî ravekiribû ku heşmendiya zilam li ser heşmendiya jinê bandoreke mezin kiriye. Jin gelek taybetmendiyên desthilatiya zilam weke pêwendiyên xwe dibîne û wan pêk tne. Lê ev ji ber neçarî, nezanbûn û kêmderfetiya jinê tên. Li hember orf û adetên eşîrî lêgerên jinê pir pir cûda derdikevin holê. Jin di pir deveran de xwe difiroşin. Fihûş zêdetir pêşketiye. Ji aliyê malbatê ve ji xwe hemû jin tên firotin. Tê zanîn zewaca ne bidil di herêmê de zêdeye, ji ber vê gelek jinên xwe kuştine, dardakirine, şewitandine hene. Lê bi navê zewacê jinên ku tên zewicandin cûda, bi taybet jinên ji aliyê bav-bira û zilamê xwe ve tên firotin di vê herêmê de pir pêşketiye. Bi taybet di nava kesên xwendevanande, mamosteyande fihûş pir pêşketiye. Dikarim bibêjim eve hemû hêrsa li hember sîstema jiyana çanda Eşîriye. Lê belê alternatîfa li hemberî wê hatiye avakirin an jî ya ku dixwazin li hemberî wê alternatîfa ku derxin holê ji çanda eşîrî kambaxtire. Her çiqas pir bûyer û tengaviyên civakî li gor vê sîstema eşîrî hebin jî li gor herêmê din di herêma Soran de, di van salên dawiyê de bi taybet keda derbaskirina vê derketiye holê. Herî kêm ji bo lêhûrîn û derbaskirina vê çandê mesafeyek hatiye girtin.
Di herêmê dinde bi taybet di herêma Behdînan de çanda eşîrî bi hemû kevneşopiyên xwe, xwe didomîne. Hem ji dervere girtiye, hem jî di nava xwe de vê girtîbûnê di her alîde diparêze. Di herêma Behdînan de jin û zilam bi hevdûre ji aliyê kevneşopiyên eşîrî tên pelçiqandin. Lê bi taybet rewşa jinên di herêma Behdînan de gîhaştiye astekê ku êdî nayê debirandin. Heta niha di her çûyîna me ya vê herêmê de, em dibin şahidên gelek bûyerên ku li ser jinê hatine pêk anîn. Bi taybet jinên ku bûne qûrbanê kevneşopiyên civakê bi zêdetirîn di vê herêmê de derketine holê. Ev bûyer û kirinên dijmirovahî heta roja îro didomin. Di herêmê de hizba KDP hakime. Eşîra Zebayiran di vir de bi navû denge û heta niha hukmê wê derbas dibe. Hemû bûyer û kuştinên qirêj dibin hakimiyeta vê heşmendiyê de didomin. KDP ji dervede xwe zêde pêşketî dide xuyakirin, lê belê di hindirde aliyên wê ku pir pûç bûne û hîn van pûçbûnê xwe diparêzin zêdene.
Di nava eşîra Zebariyan de nabe ku keçik ji eşîretê bidin eşîreke din. Hejmara xwendina jina di herêmê de pir kêm e. Jin û keçên dixwînin jî, jibo amadekirina pêşeroja xwe ne xwedî fikir û planekê ne. Mînak em bi hindek keçikên eşîrê re diaxifîn. Me pirsgirêkên zewac û jinê dipirsîn. Cardin li ser heskirinên jin û zilam di nava civakê de me dipirsîn. Hemû keçikan bi gengazî ev digotin “li vê derê di nava jin û zilam de heskirin û pêwendiyên jin û zilam nîne. Hemû pêwendî ji aliyê rêgezên eşîrê ve û ji aliyê dê-bav de tên eşkere kirin. Derveyî van rêgezan nabe ku pêwendiyên din pêşbikevin. Hê di biçûkanî de zewacên keçikan tên amadekirin nabe ku derveyî vê ti pêwendiyeke din bibe. Ger bibe jî dawî bi gengazî bi kuştinê encam digre”. Hemû daxwazî û xwestekên jinê tên fetisandin. Jiyaneke ku berî zayîne jêre hatiye amadekirin neçare bi wê jiyanê rabe. Derveyî wê jiyanê, sînoreke jiyana din nîne. Ev rêgeza jiyana jin ya bingehîne. Temen û xwendin çi dibe bila bibe, keça kê dibe bila bibe encama dawiya jinê zewaca ku jêre hatiye eşkerekirinê ye. Li gor civaka soran ya Behdînan di aliyê xwendina jinê de pir girtiye. Îcaza xwendina jinê divir de em dikarin bibêjin weke ku tineye. Keçikên dixwînin jî cardin ji aliyê dê û bavên xwe, malbata xwe jibo jintiya dema pêş tên amadekirin. Dê û bavên wan çawa hatine mezinkirin ew jî wusan tên perwerdekirin. Jiber van diyardeyan xwendina keçikan di nava civakê de zêde guhartinekê nade çêkirin. Hemû armanc weke keçeke kurd ya dibin bandora pêwendiyên eşîrî de çawa were mezinkirin tên amadekirin. Ger nelirêbûneke jina derkeve holê ji aliyê endamên eşîrê ve tê tawanbarkirin. Ev rêgezeke nete. Di van cezakirinên jina de hukûmeta herêmê bi xwe dibe alîkar ji bo ku bûyer neyên ragihandina raya giştî û di nava civakê de kes pê nehese di serî de hukûmeta herêmê berpirsiyare. Divê di serî de li herêmê li ser vê mijarê were sekinandin. .
Cardin di sala 2009 an de bûyerek qewimî. Di herêma Behdînan de bi qasî întîharên jin întîharên zilaman jî di qewimîn. Di demek kinde sê zilaman xwe întîhar kir. Ev li ser civakê bandoreke mezin dida çêkirin. Tê zanîn di nava civakê de bi giranî întîharên jin hertim di rojevê de ne. Lê ji ber pirsgirêkên aborî, û malbatî zilam jî xwe întîhar dikirin. Ev bûyer nirxandineke Rêbertî di anî biramin. Di got; “bi qasî jinê, zilam jî hatiye kole kirin”. Bi rastî ev qanûnên eşîrî, malbatî civakî ku li ser civakê heta niha hêza xwe diparêzin hemû aliyên civakê xistine bin tengaviyên herî mezin. Desthilatdarî hemû beşên civakî bê cûdabûn di bin xizmeta xwe de bikartîne. Jin çiqas kolê zilam û civakê be, zilam jî ewqas tê kolêkirin û tê bikaranîn. Zilamê di nava civaka herêma Behdînan de encama xwe kuştina jinê parvedike. Hew dikare xwe li ber jiyana bindestî ragire. Ev jî ji xwe mînakên berbiçav yên sîstema heyî ne. Cardin vê encamê jî bi xwere derdixe holê. Sîstem xwezî binavê dewletê be, xwezî bi navê demokrasiyê be, xwezî jî bi navê mirovahiyê be ger pêdiviyên civakê pêk neyne nikare jiyana însana bixe bin ewlehiyê. Heşmendiya desthilatdariya zilam, civak û zayenda zilaman bixwe jî weke zayenda jinê dixe bin bandora xwe û dide xebitandin. Di întîhara wan zilaman de cardin ti kes li ser nesekinî û lêpirsînek nehat pêşxistin. Eksî vê yekê weke berdewamiya çanda tecawuzê sîstema heyî ev yek di nava xwe de da veşartin, weke bûyereke kazayî da ravekirin.
Li ser van bûyeran me hindek lêkolîn kir. Di nîqaşan de behsa gundê şeladizê hat kirin. Birastî jî mûyê laşê me ricifîn. Em matmayî man. Jinek bi temenê biçûk didin şivanê gund. Jinê ew zilam qet neditiye. Zilam jî ji aliyê derûnî de hin pirsgirêkan jiyan dike. Bi zora birê xwe keçik neçar dimîne bi wî zilamî re bi zewice. Piştî sê zarokên jinikê çêdibin û pirsgirêkên xizanî zêde dibin derûniya zilam pir xerab dibe. Her roj gefa kuştinê li jinikê dixwe. Bi lêdanê jinê pir diêşîne. Rojekê zilam hemû zarokê xwe ji mal derdixe û dibêje karê me heye. Zarok şika hin tiştan dibin lê derdikevin. Keça jinikê ya mezin hindek bîr dibe û di kuna derîde li hindir temaşe dike. Ew zilam dest û lingê jinikê bi kablo girêdide. Bi dareke mezin û dirêj ve girêdide. Weke çawa pez tê heşandin jinikê wusan amade dike. Bi ser tevahiya laşê wê de gazê direşîne û agir berdide bedena wê. Dema aliyeke jinê dişewite duqulibîne aliyê din.Bi banga dayika xwe û şewatê keçik behitî dimîne. Ji tirsan di cihê xwe de dicemide. Heta demek derbas dibe bangî der û dor dike. Lê heta alikariya dayika wê tê kirin jinik nîv mirî dibe. Kesên der û dor tên wê vedikin heta çend rojan dijî lê piştre dimire. Jinik berî bimire dixwest hin tiştan bibêje, lê ji ber tirsa zilam li ber mirinê jî cardin nikare bibêje. Mirovên jinikê nahêlin ku keçik ji kesîre bibêje ku wî zilamî dayika wan kuştiye. Dixwazin ser bûyerê veşêrin. Lê keçik piştre nikare xwe bigre dere bavê xwe dide girtin. Ev bûyer demek dirêj di nava civakê de weke sikandal dihat nîqaş kirin. Demek dirêj di rojevê de cih girt.
Lê cardin bûyerên zewacê, lêdan û dextê her didomin. Jiber di cihde li ser nayê sekinandin encam ji van bûyeran nayê derxistin, lêpirsîn nayê kirin eksî vê ser van bûyeran tên girtin.
Ev tenê mînakek e. Em dikarin di lêkolînên xwe ê pêşerojê de cardin van mînakan zêde bikin û ji bo rûyê reş yê pergalê, bûyerên ku tên veşartin lê bi heşmendiya çanda tecawuzê ve girêdayî çawa tên jiyankirin derkevin holê em ê bi weşînin. Tenê bi weşandina van bûyeran jixwe çanda tecawuzê nayê derbas kirin. Bi hin gotin û nirxandinan jî ev çand ji bingehde nayê derbas kirin û têkbirin. Bi têkoşîneke pir tûnd, rêxistinkîrî, zanekirî encax civak zane bibe û ev çand were derbas kirin. Li ser esasê têkoşîna azadiya jinê me komîsyonên kampanyayê dane avakirin. Armanca me di serî de zanekirina jina ye. Ew gîhandina têgîhandineke raste. Ê di vê derbarê de hewildanên me bidomin.
Laleşîn Malik