Evîn Nejdet
Ku destavêtin tê gotin çi tê bîra we? Resma herî destpêkê di hizrê we de zindî dibe çiye? An jî dengê ku li ber guhê we dikeve kîjan e? Heke ez bixwe van pirsan bibersivînim tabloyeke wiha li ber min heye; jinek, rûyê wê di nav tirs û wehşeteke kûr de bêçare ye. Di heman çarçikê (kare) de zilam bi rûyeke hovane û tejî kîn diranê xwe li ser hev dişidîne û êrîş dike. Deng têkel in, dengê qêrîn û nalîna jinê, dengê kêfxweşiya zilam, ew dikene. Ken piranî di rewşên xweş û bi dîtina tiştên baş û çê di mirov de diqewime, lê belê di zilamê tecawizkar de ken îfadeya qirêjiyê ye, ango ne haletekî xwezayî ye. Ne tenê bi rêya deng û reng mirov dikare bi vê tabloyê bihese, bêhn jî dikare were alîkariyê û hîna bêtir di temamkirina dîmenê de bibe xwedî rol. Bêhna rondikên şor ên jinê ku erdê şil dikin, bêhna nefesa gemar a zilam ku xirabiya di hundirê wî de têkelî atmosferê dike. Ev her du bêhn têkel in.
Di tarîtiya kolaneke tenha de, jin bi cilên nîv-vekirî (!) derbas dibe, zilamê serxweş an jî gumrah di kemîna vê nêçîrê de ye. Wê digire, bi zorê bi awayeke fîzîkî û zayendî tecawizê wê dike. Jin diqêre, lê dengê wê nayê bihîstin. Kes bi hewara wê ve nayê. Belku jî zilam devê wê şid girtiye, nikare alîkarî bixwaze. Bi îhtîmalek din jî ditirse qîj bike, îhtîmal heye di vê rewşê de zilam wê bikuje. Ditirse hin kes bi wê bihesin û vê rûreşiyê bibînin. Ev îhtîmal zêdetir e. Ji ber ku piraniya jinên ku tecawiz li wan bûye bêdeng mane, ji kesê/ê re negotine. Hin sedemên vê jî hene. Bi taybet jinên ku ji hêla xizm, nas û kesên nêzîk ve hatine tecawizkirin, ji ber pir sedeman nikarin serpêhatiya xwe parve bikin. Bûyerên ensestê jî di nav vê de ye. Wek din jinên ku li cihekî girtî û muhafezekar dijîn jî bêdengiyê tercîh dikin. Herî zêde jî dema tecawizkar hevser an jî hezkirî be, jin hema bêje qet naqêrin, ji kesê re nabêjin.
Di vê rewşê de tenê ew jina ku ji hêla kesê biyanî ve tecawiz bûye, vê bûyerê dibe dozgeriyê û gilî dike. Herçend carna derdikeve pêşiya me ku ev jî hatiye peçaftin. Bixwe jî li welatên qaşo demokratîk de. Wek mînak li Ingilîstanê zilamekî tecawizê bêtirî hezar jinan kiriye û van kesan di nav hestên wek şerm, suçadardîtina xwe, êş û tirsê şikayet nekirine. Elbet ev nayê wê wateyê mexdûran ji êrîşa hovane bandor nebûne, ev rastiyeke din derdixîne pêşberî me. Jin çima naxwaze an jî nikare vê rewşê parve bike. Sedema vê jî dikare wiha rêz bibe; ji ber civak bi çaveke din li wê mêze bike. Malbat û kesên nas dê wê qebûl nekin. Her tim li ser wê guman hebin. Her wiha qanûn û dadwerî ewlehiya ku mafê wê biparêze nade. Qanûn û zagonên heyî ji bo pêşiya bûyerên wiha bigrin lewaz in. Di kêleka vê dozger û dadwer jinê wek tehrîkar ango sersebeba bûyerê nîşan didin. Ji ber di piraniya dozên bi vî awayî de cilûberg û halûhereketên jinê wek hinceta ku zilma tehrîk bibe û tecawizê jinê bike, destnîşan bûne. Ango ew saziya ku wek dergeha edalet û xwespartinê tê pêşkêşkirin, di bingeh de aliyekê digire, bi rewadîtina tecawizê piştgiriya zilam dike. Jixwe destavêtinên ku li sazî û dezgehên dewletê ji hêla memûrên dewletê pêk tên wek mînak li îşekencexane, qereqol, dibistan û qûrsên Qûranê bi armancên taybet pêk tên û ji hêla dewletê ve têne parastin.
Di bûyera tecawiza ku tabloya wê hate resimandin de kirde zilam e, bireser yanî ya ku rastê tecawizê hatiye jin e. Lê belê kengî behsê bûyereke wiha derveyî exlaqê civakê were kirin, di zihnê mirov de herdayîm qurban an jî bireser zêdetir xuya dike. Belku ev jî hîseke însanî û normal be ku mirov hewl dide fêm bike ka ew kes çi jiyaye, çi pê hatiye û çi dike. Ev hîsa parvekirin û hevderdiyê ye. Lê belê ji bo pêşî li bûyerên bi vî awayî bê girtin, beriya her tiştî pêwîst dike em berê xwe bizivirînin li ser kesê kirde. Ew kesê ku ji pîvanên me yên exlaqî derketiye û xiyanet pê kiriye. Em ê gerûgeşta lêkolîna xwe li ser vê xalê hûrûkûr bikin.
Heke em fîlmekê ku tê de jinek bi tecawizê re rûbirû tê, nîşanî zilamê tecawizkar bidin, bi îhtîmalek pir mezin ew kes dê jê bandor bibe û hêrsa xwe li dijî tecawizêbide diyarkirin. Ji ber li gor daneyên lêkolînkirina bûyerên destavêtinê ji sedî 99 zilamên ku destavêtine jinekê, vê kirinê wek tecawiz nabînin. Tecawizê li derveyî xwe ayîdê hin kesên din dibînin. Çawa ku kujer, diz, fêrbaz ji nav civaka me derdikevin, tecawizkar jî ne biyanî ne. Ruxmî ku tecawiz ji hêla wîjdanê mirov ve nayê pejirandin, lê çima dubare dibe? Li pêşberî vê pirsê hewcehî heye em kêmekê cudatir li ser diyardeya tecawizê biponijin. Zilam, civak û bi giştî em destavêtinê çawa şîrove dikin? Ji ber heya ku tecawiz tenê di sînorê zayendî û heta tenê destavêtina zayendî ya zilamekî biyanî li ser jinekê were dîtin, dê pêşiya wê neyê girtin. Lê ku jêrpirskirin ji zihniyeta ku destavêtinê wek çand pêş dixîne destpê bike, em ê bibînin ku tecawiz ne tenê karesatekî mûnferîd e ku tenê bi serê hin jinên ku di kolanên tenha û tarî de dimeşin, tê, ew hema bêje bîstûçar seatan bi me re ye.
Tecawiz gotineke Erebî ye û ‘derbaskirina sînor’ îfade dike. Di zimanê Kurdî de em bi giştî biwêja ‘destavêtin’ bikar tînin. Wek ji hêla lefzî ve jî xuya dike; bêdestûr, bi zorê, an jî bi xapandinê dest danîna ser her tiştekê dikeve çarçoveya destavêtinê.Rêbertiya me ji vê re ‘çanda destavêtinê’ dibêje. Heke tiştek gelemperî bibe, xwe di nav tevna civakê de pêçabe, xwedî paşeoj be û dubare bibe, bibe teşe û şêweya jiyanê ew êdî bûye kevneşopî û çand. Çanda destavêtinê li ser çi şîn hatiye û evqas gewdeya xwe stûr û qalind kiriye? Divê bingeh û zemîneke wê ya pir berfireh hebe ku ruxmî dijîtiya exlaqê civakê îfade dike, kariye evqas ji kûr ve xwe bide jiyandin. Dîrok di vê barê de çi dibêje? Bi yeqîn, em ê nikaribin tam tesbît bikin ku yekem car kengî, kî û çawa destêvtin çêbûye. Dema Qabîl xwest dest biavêje hevsera Habîl û bi vê hincetê birayê xwe kuşt. An jî dema ku Xwedawenda Nîpûrê Nînlîl ji hêla Xwedayê ba û axê Enlîl ve hate tecawizkirin. Yekemîn sîleya kujer ku Mardûk li Tiyamatê xist, an jî Enkî dest danî ser 104 Meyên Înana. An jî Gilgamêş Enkîdu ji qebîleya wî dûr xist. Dibe jî dema ku bi hev re li dijî Hûmbaba şerkirin, ev tovê kirêt di hundirê mirov de çandin. Ji bo xwe di dadgeha wîjdanê xwe û civakê de paqij bidin nîşandayîn jî jê re qilif û maskeyên cuda çêkirin. Mîmar û kaşifê vê guneha mezin kî be bila bibe, ji bo me ji nav zêdetir, ya girîng ewe ku sîstema nû pêşket ku zilam birêvebirina wê kir, tecawizê pergala beriya xwe kir. Di mînakên ku hatin dayîn de jî herdayîm zilamê serdest di nav êrîş û destavêtinê de ye.
Di encam de ew sîstema ku ji hêla zihniyeta vî zilamî hate damezirandin ji bilî destavêtin tiştekî din hilneberand. Vê pergala zilamsalar, desthilatdar, dewletger û zayendperest tecawizê raman, bîr, bawerî, îdeolojî û felsefeya mirovahiyê kir. Tecawizê ax, av, dar, meden û xwezayê kir. Tecawizê vîn, maf û biryara mirovahiyê kir. Tecawizê ruh, beden û hestan kir. Di bin navê xenîmeta şer, bi durûşmeya ku cihê dagirkirî ayîdê şerkerên serkeftî ne, tecawizê can, mal û hebûna însan kir. Niha jî tecawiz kêlî bi kêlî me dişopîne. Bi me re ye û em jê nedûr in. Pirî caran hewce nabîne xwe veşêre jî. Lê divê em wê binasin û bi hebûna wê bihesin, hingî em ê bikaribin tecawizkarê di hundirê xwe de jî deşîfre bikin, dest biavêjin qirika wî, bikin derê. Ji bo vê jî pêwîstî heye em bizanibin her çalekî, fikir û ramana ku maf, vîn û nirxên kesê/a pêşber binpê bike, heta eger ew bixwe jî ne di ferqê de be, lê tişta ku em dikin tecawiz e. Ji ber jê bêhna desthilatdarî û serdestiyê tê. Li cihekê ku desthilatdarî hebe, teqez bêhna tecawizê jî tê. Desthilat bindestan dixwaze, ji bo wan avabike dest datîne ser nirxên wan ên madî û menewî. Vîna wan dişkîne û vê jî xwezayî rave dike.
Ji bo têgihîştina hîna baştir, mirov dikare çavdêriyekê li ser şeran bike. Di her şerekê de teqez alî mafên sereke yên însanî binpê dikin. Jixwe ger aliyek biser bikeve, yên binkeftî ji hemû mafê xwe mehrûm dibin. Di van şeran de destdirêjiyên zayendî jî digihîje lûtkeyê. Bi vê re jî bêtir dixwazin serketina xwe nîşan bidin, vîn û rûmeta aliyê din tine bihesibînin, darbe lê bidin, ji bo ku nikaribe careke din rabe û dijîtiyê bike, hem beden, hem can dagir dikin. Di şerê gemar ku li ser Kurdistanê zêdetirî sed sale diajo, ji bilî talan, sirgûn, qirkirin û tecawiza nirxên civakê, bi awayeke dijwar li ser jin, keç û zarokan jî tecawizên zayendî pêk anîne. Hîna jî ji bo ku vîna berxwedanê ya gelê Kurd bişkênin, tecawizên komî li zarokan dikin. Ku piştî demekê ev bikevin rojevê jî, dezgeha qaşo dad û edaletê digihîje hewara tecawizkaran, wan bi xweşbînî efû dike.Mirov bi rehetî dikare rojane şopa tecawizê li ser civaka Kurd bibîne. Zihniyeta netew-dewletê kêlî bi kêlî dest diavêje çand, ziman, nasname, rûmet û hebûna gelê Kurd. Ev li her çar parçeyên Kurdistanê eşkere derdikeve pêşiya me. Ji bo mînak beriya niha li bajarokekî Rojhilatê Kurdistanê, rejîma faşîst a Îranê ji bo piçûkxistina hin tewanbaran cilên jinan li wan kirin û li nav kolanên bajêr gerandin. Ev hem heqaret li jina Kurd, hem jî çanda Kurdan e. Di şerên li Sûriyê de bêhejmar bûyerên destavêtinên zayendî ji hêla hêzên Rejîmê û yên Mûxalîfan pêk tên. Hîna axeke zêde ya Kurdan li jêr desthilatdariya hukûmeta Iraqê de ye. hîna jî ew jin û keçên ku bi destê hêza Sedam ve li Misir û welatên Ereban hatibûn firotin, bi tevahî ji wan agahî nehatiye girtin. Li Bakurê Kurdistanêji hêla cerdevan, leşker û memûrên dewletê ve xebata ajankirin, pêşxistina fuhûş û bikaranîna madeyên hişbir li ser ciwan û zarokên Kurdan ji leza xwe tiştek wenda nekiriye. Polîtîkayên înkar û îmhayê bi tevahî bidawî nebûyê û hîna jî zarokên Kurdan neçarin sirûda ‘Andimiz’ ku tê de pesna tirkbûnê tê dayîn, bixwînin. Bi van mînakan jî em baştir tê digihîjin ku tenê jin, zarok an jî kurên ciwan bi tecawizê re rûbirû nayên. Tecawiz bixwe ne tenê fîzîkî û zayendî ye, ji wê berfirehtir di nav cewherê desthilatdariyê de xwe veşartiye, li ser bindest, karger, jin, zarok, ciwan û hemû beşên civakê yên ku ji desthilatdariyê dûr in, rojane pêk tê. Di vê wateyê de di serî de hewce dike naveroka vê diyardeyê bi awayeke ramyarî zelal bibe, bi kûranî çawaniya wê xuya bike, wiha li dijî destavêtinê dikare têkoşînek ku encamgir bibe derkeve pêş.
Di serî de jî em ê tecawizkarê di xwe de ji holê rakin. Li beramberî wê zihniyeta desthilatdar herdayîm di nav têkoşînê de bin. Civakê di warê exlaqî de hîna xurt bikin, li dijî her awayê destavêtinê şiyar bikin, rêxistinbûna xwe bi şêweya ku bikaribe bersivê bide li dijî vê, saz bikin. Ya herî girîng jî tecawizkaran bi ti awayî nabexşin, wan li pêşberî civakê teşhîr bikin, biqewitinin ji nav xwe. Awayê herî şênber ê tecawizê ango tecawiza zayendî çi ya di malê de pêk hatibe, çi ya li derve deşîfre û teşhîr bikin. Bi taybet jî di vê mijarê de jinan agahdar bikin û hêza ku bikaribin li dijî tecawizê liberxwe bidin û xwe biparêzin derxin holê.
Tecawiz mîkroba di nav jiyanê, kujerê rûmet û wîjdanê însan e. Lewma lazim dike ciheke herî piçûk jî jê re neyê hiştin ku hebûna xwe pê bide domandin. Di vê mijarê de gelê Kurd û bi taybet jinên Kurd hem êşa tecawizê baş dizanin, hem jî xwedî hêz û rêxistineke mezin in ku dawî li vê pençeşêra civakî bînin. Dema destavêtin tê gotin, êdî em ê ew jina neçar û belengaz nebînin, em ê rûyê gemar ê zilamê desthilatdar bibînin û dê hêrs û biryardariya me ya li dijî çanda destavêtinê sed qat bêtir bibe.