Rêber Apo bi tekoşîna azadiyê re ji civaka Kurd û civakên bindest re bû hêvî, bû pêşeng û rêzan. Li gel vê rastiyê dijminên gelê Kurd û hemû gelên bindest, pergala mêrsalar ya bingeha netew-dewlet e û bingeha hemû zordarî, zilm, koletî û hovîtiya ne li pey komployekê ketibûn. Komplo ya 9’ê Cotmeha sala 1998’an ku bi mehan, heya bi salan li ser serê xwe êşandîbûn û hewildidan pêkbînin xistibûn meriyetê.
Rêber Apo ji destpêka şoreşa avakirî û pêşengtî jêre dikir ve hertim alternatîfa pergalê bû û ji ber wê jî bi awayek fizîkî kiribûn armanc, lê ti demî ne li bendê bûn ewqasî bertek, nerazîbûn û hêrsekî bêhempa ku cîhanê bilerizîne derkeve holê. Hêrsek bêhempa di kêlî, demjimêr, siet, roj û mehên komploya navdewletî pêkdihat de di bin dirûşma “Hûn nikarin Roja me Tarî Bikin” re dihate ser ziman.
Hêzên pergalê ku bi awayek hevpar, bi hemû zurufên xwe ketibûn dewrê û xwestibûn Rêber Apo bixin nav agirê hişmendî û pergala xwe bi saya bi dehan qehreman, cengawerên gelê me hate parastin û agirê dijmin hate vemirandin. Li derdorê Rêber Apo xelekekî ji agir hatibû pêçan, xelekekî ku nehiştîbû plan û hedefên wan di komployê de bigihêje encama dixwestin. Ev cengaverên şoreşger, ev welatparêz û dildarên pêşeng yêk bi yêk xwe feda dikirin û nedihiştin zerer bigihêje canê Rêber Apo.
Ji roja 09’î Cotmeha sala 1998 heya 24’î Qanûna heman salê zêdeyî 60 çalakiyên fedaî li zindanên, li bajarên Bakurê welêt û Tirkiyê, li Rusya, Qibris, Elmanya, Îtalya û Sûrî pêşketibûn. Bi giştî zêdeyî 100 çalakiyên “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” pêkhatibûn. Bi dehan çalakvan gihêştibûn şehadetê.
Bi boneya salvegera komploya navdewletî ya li ser Rêber Apo pêkanîn em dixwazin bi vê dosyayê Şehîdên “Hûn nikarin Roja Me Tarî Bikin” bibîr bînin.
Çirûskên çalakiyê ji zîndana Mêrdînê bilind bû
Çalakiya yekem tam roja 9’ê Cotmehê 1998’an li girtîgeha Mereşê ji aliyê Mehmet Halît Oral ve hate pêkanîn. Rojek beriya çalakiya xwe pêkbîne di civînekê de ya li gel hevalên xwe yên girtî re pêktînin de dibêje; “Êrîşeke giran li ser Rêbertiya me heye, divê tiştin werin kirin. Ez pir lê hûr dibim lê bi teqezî divê tiştin werin kirin lê çi?” Û M. Halît Oral heman şevê biryara xwe dide û çalakiya xwe pêktîne. Ev çirûskên destpêkê yên çalakiyên “Hûn nikarin Roja Me Tarî Bikin” dema di şexsê M. Halît Oral destpêdike vê dirûşmê diavêje; “Hûn nikarin Roja Me Tarî Bikin” û vê peyamê bi nivîskî li pey xwe dihêle; “Hêrsa min, kîn û tolhildana min pir mezin e. Lê di zindanê de vê nikarim ji dijmin derxînim. Bi vê çalakiya xwe careke dî dixwazim dilsoziya xwe ya li cenabe te carekedî nîşan bidim. Û bi vê çalakiya xwe dixwazim kîn, hêrs û nefreta xwe li bara dijmin nîşan bidim. Û dîsa dixwazim tolê hilînim. Ez negihêştim wê şerefê ku cenabe te bibînim. Lê her demê di dilê xwe de te hîs dikim. Bê guman ev çalakî wê neke ku dewleta Tirk gav paş de bavêje, lê ewê vê yekê baş bibînin ku ger hûn zirarek biçûk jî bibînin, wê gelê me tevahî dinê li serê wan hilweşîne. Ji ber ku ger îro cîhan behsa me dike, ev bi giştî encamên ked û hewildanên we ye.”
Çalakiyên “Hûn nikarin Roja Me Tarî Bikin” di gelek girtîgehên din de berdewam kir. Çalakiyan roja 18’ê Cotmeha 1998’an li zindana Bartinê ji aliyê Murat Kaya ve, roja 19’ê Cotmeha 1998’an de li zindana Amasya bi Mehmet Gul ve berdewam kir û her ku diçû pêtên agirê azadiyê geş û bilindtir dikir.
Selamet Menteş û Aynur Artan di şeva 23’ê Cotmeha 1998’an de li Girtîgeha Mîdyadê bi kolonyayê bedena xwe didin ber agir û vê peyamê li pey xwe dihêlin; “Parastina Rêber APO; bi rêya xwe derbaskirin û fêmkirinê re gengaz e. Parastina Rêbertî bi bûyîna yek deng, yek bedenê ve gengaz e. Parastina Rêber APO bi gihiştina alevên ku azad dibe gengaz e”.
Di nav çalakvanên “Kes Nikare Roja Me Tarî Bike” de destpêkê qadroyên PKK û PAJK’ê hebûn, lê piştre kal, pîr, ciwanên me yên welatparêz, yên dilê wan ji bo azadiyê lê dida, bi dildarî bi Rêber Apo ve girêdayî bûn re berdewam kir.
Ger tiliyek mirov bişewite jana dide can û hinavan tê zanîn, gelo tevahî bedena xwe di oxira doza azadiyê de dayîna ber agir çiqas jan dide, çiqas zor û zehmet e bê pêkanîn dema dihiziriya mirovahî zêdetîr li hemberî vê mezinahiyê matmayî dima. Mirovahî bi matmayîn û serûbinîbûna bi pirsa li xwe; “Çawa dibe insan canê xwe cayir cayir dikarin bişewitînin di oxira dozekê de?” dikir re serê herkesî mijûl dikir. Herkes dixwest fambikin ev vîn, ev bawerî, ev hêz ji kûderê tê ku ev cengawerên welatê me Kûrdan bi xwe, bi îrade, vîn û biryardariya xwe çalakiyên wiha hildibijêrin û ji bo pêkbînin jî çawa bi dildarî, bi eşq û ezîmekî bêhempa dikarin pêkbînin. Ji ber vê rastiyê xeleka ji agir li derdorê Rêber Apo vegeriya çemberekî ku Rêber Apo heya dawî parast û hişt têde planên dijminên komploger bişewite, bê bandor bêne hiştin. Pêtên agir her diçû reşahî û tarîtiya li ser gele me ferz dikirin bi şewqa roja pîroz û bi pêt û rohaniya agirê azadiyê bibû yêk û hêzekî muazzam derxistîbû holê.
“Rêber Apo sedema hebûna me, yêkitiya me ye”
Û çalakiyan berdewam kir. Roja 13’ê Mijdara sala 1998’an Şehîd Cemîl Ozalp ji bo parastina Rêber APO agir berda bedena xwe, Mîrza Çubukçu yê emrê wî ji 60 salî zêdetir bû jî bedena xwe ji bo rojiya mirinê dabû razandin.
Di 13’ê Kanûna 1998’an de Hatîce Falay ya 60 salî û yek ji dayikên aştiyê bû li Stenbolê bedena xwe da ber agir. Ji bo vê çalakiya xwe bike tinê çend kêliyan ji dîmenên di televîzyonê de dihate weşandin ku Rêber Apo hatiye dîl girtin bes bûbû jêre.
Meral Kaşoturacak di roja 20’ê Cotmeha 1998’an de li Girtîgeha Çanakkale, Cennet Guneş di 24’ê Cotmeha 1998’an de li girtîgeha Entebê, Aysel Ceylan di 24’ê Cotmeha 1998’an de li Girtîgeha Sakarya, Azîme Înan di 16’ê Mijdara 1998’an de li Girtîgeha Elihê, Remziye Zengîn di 16’ê Mijdara 1998’an de li girtîgeha Elihê, Gulîstan Taş di 16’ê Kanûna 1998’an de li girtîgeha Elihê, Zehra Rizgar di 27’ê Mijdara 1998’an de li Rojhilatê Kurdistanê bi dirûşmeya “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” bedena xwe dabûn ber agir.
Mehmet Aydin ku di 13’ê Mijdara 1998’an de li zindana Çanaqkale bedena xwe dabû ber agir vê peyamê nivîskî li pey xwe hiştîbû; “Ji 9’ê Cotmehê şûnde ez fikirîm ku deqeyek bê APO ji bo PKK’ê, ji bo me tê çi wateyê. Encamên ku ez gihiştimê pir hêwilnak in. Ji ber ku hêzên tarî vêya pir baş dizanin di navenda êrişên wan de hûn hene. Hûn yekîtiya me, sedemê hebûna me, binasiya hebûna me ne. Cewhera hemu êrişan ev e”.
Bulent Bayram di 22’ê Cotmeha 1998’an de li zindana Semsûrê bedena xwe dabû ber agir û vê peyamê li pey xwe bi nameyekê hiştîbû; “Li şûna hilbijartina mirinek hêsan, ez dizanim ku bi çalakiyek bi vî rengî ezê ji eniya zindanan darbeyek mezin li dijmin bixim. Girêdanbûn û baweriya min, berê min dide vê çalakiyê. Berxwedêrên 14’ê Tirmehê, rêheval Zîlan, Sema, Fîkrî û Halît Oral vêya emir dikin. Ez dixwazim bi çalakiya xwe nîşan bidim ku ez şopdarekî wan im û girêdanbûna xwe ya li hemberî wan qîr bikim. Ez ê jî bi gihiştina xeta Rêbertî û rastiya şehîdan, bersiva êrişên tûnekirinê yên dijmin bidim. Bi qasî ku bersiva min li hemberî dagirkeriyê ye, li hemberî îxanetê ye jî”.
Roja 17’ê Mijdara 1998’an li paytextê Rusya Moskova vêcar pêt û şewqa agirê “Kes Nikare Roja Me Tarî Bike” bi çalakiya Jêhat (Remzî Akkuş) û Tayhan (Ahmet Yildirim) bilind bû û deng veda. Wan rêhevalan li pêşiya parlamentoyê bedena xwe dabûn ber agir û dîmenên çalakiya wan li tevahî cîhanê belav bûbû. Şehîd Jêhat û Tayhan vê peyamê bi nameya xwe re li pey xwe hiştîbûn dabûn; “Em talîmata Rêberê xwe yê netewî Rêber APO ku ji bo gelê me gotibû ‘hesasiyeta xwe û hestiyariya xwe zindî bigrin, lê çalakiyên xwekûjî pêknêynin’, weke talîmatekî ku bingeha xwe ji taybetmeniya însanî ya herî diyar a Rêber digre qebûl dikin. Em diyar dikin ku bi hemu talîmatên wî re heya mirinê girêdayî ne û bi xwe sipartine efukirina Rêber APO, bi qîrkirina ‘jiyanek bê Rêbertî û bê welat heram e’ çalakiya xwe pêk tînin”.