Di beşa yekem de jî me hinek mijarên di derheqê çalakî û şehîdên “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” anî bîra xwe û çalakvanan bibîrxist. Em li cihên mabûn berdewam dikin;
Ji şoreşgerên Tirkiye Serpîl Polat jî berteka xwe ya li hemberî komployê bi tevlîbûna çalakiyan nîşan dide. Serpîl Polat a nûnerê rûmetê ya Yekîtiya Propagandaya Çekdarî ya Marksîst-Lenînîst bû di 17’ê Sibata 1999’an de li girtîgeha Sakarya laşê xwe da ber agir û peyamek wiha li pey xwe hişt; “Ez êrişên emperyalîzm, olîgarşiyê ku di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de bi taybetî li hemberî gelê Kurd, bi giştî li hemberî gelan tê meşandin şermezar dikim. Bi diyarkirina ku wê Rêber Abdullah Ocalan neyê dadgehkirin, xwe amade dikim ku bi mezinahiya agirê bedena xwe hêrsa xwe ya mezin li ser dijmin vedireşim. Ez dibêjim ku ev ne qûtbûnek e, berovajî hevdîtinek e”.
Hukmiye Seyhan, di Kanûna 1999’an de bedena xwe da ber agir û nameyek xwe bi vê peyamê li pey xwe hişt; “Bi salan e we êş û azarên mezin jiyan kir. Hûn bi dagirkeriyek dijwar re rû bi rû man. Êşên bê welatî, tûnebûn, koçberiyê we jiyan kir. Li Kurdistan a dergûşa mirovahiyê we singa xwe ji zehmetiyên herî bê eman ê dîrokê re vekir. Û bi komploya ku li hemberî Rêber APO yê hûn cara destpêkê dibin xwediyê Rêberek wisa hat pêkanîn, hat xwestin ku hûn bê Rêber bimînin. Derdorên emperyalîst û paşverû yên bi komploya navnetewî Rêbertiya me, Rêber APO ku li dijî jiyana kevin a koletiya Kurdan derket û rê nîşan da, teslîmî Tirkiye kirin; rûxmê ku di dîrokê de cara ewilî rêya me ronî bû, xwestin di şexsê Rêber APO de pêşeroja me tarî bikin. Ew Roja me ye”.
Li Başûrê welat Hûnermend Sîrwan Raûf 17’ê Sibata 1999’an piştî bihîstina esîr girtina Rêber Apo bedena xwe da ber agir û şehîd ket. Beriya bigihêje şehadetê li nexweşxaneyê di derheqê çalakiya xwe de wiha dibêje: “Li ser rûyê erdê ez xwe weke kesê herî bi bextewer dibînim û ji bo Rêber Apo û gelê xwe weke karek herî biçûk dibînim. Tenduristiya min jî baş e û baş jî dibe.”
Nesrîn Teke ya sala 1981’an li Amed’ê hatibû dinê di dîroka 9’ê Tirmeha 2000’an de ji dayîka xwe re dibêje; „Tuyê piştre wateya çalakiya min fêm bikî“ û çalakiya xwe pêk tîne.
Nûçegihanê 21 salî yê Ozgur Halkê Mahmût Yener ku li Zanîngeha Dîcle dixwend destpêka sala 2000’î çalakiya fedaî pêkanî.
Esen Aslan a xebatkarê kovara Ozgur Halk bû di 3’ê Tebaxa 2000’an de li dijî komploya navnetewî ya li hemberî Rêber APO bedena xwe da ber agir û çalakiya xwe ya „Hûn nikarin Roja Me Tarî Bikin“ pêk anî.
Bi salan çalakî berdewam kirin
Weke tê zanîn çalakiyên “Hûn nikarin Roja Me Tarî Bikin” herî zêde di navbera sala 1998-99 de pêkhatin lê van çalakiyan piştre jî berdewam kir. Çend çalakiyên din ku pêk hatine ger em bibîr bixin;
Serdar Ari li Girtîgeha Tîpa F ya li Buca ya girêdayî Îzmîrê di 25’ê Cotmeha sala 2005‘an çalakiya xwe pêk anî û peyamek wiha li pey xwe hişt; „Bi tecrîda tunekirinê ya ku li ser we tê meşandin ve tê xwestin ku gelê me, gelan ji nû de were kolekirin. Ewqas nirxên ku we ava kiriye tê xwestin di carekê de were tûnekirin. Lê ne gengaz e ku em vê yekê qebûl bikin û bedela wê çi dibe bila be emê qebûl nekin. Nêzî 21 hefteyan e em ji we agahî nagrin. Ev me dixe nav fikaran û bi hêrs dike. Em dizanin ku azadiya gelê Kurd tenê û tenê di azadiya Rêber APO re derbas dibe. Ji ber vê jî weke ku di demên derbasbûyî de, îro jî erkên ku dikeve ser milê xwe pêk tîne”.
Aynur Yaşli di 30’ê Adara 2006’an de ji bo protestokirina 14 gerîlayên ku li Muş’ê hat qetilkirin, li dijî terora dewletê ku li hemberî serhildanên Amed, Elih û Mêrdînê pêkdihat bedena xwe da ber agir û çalakiya xwe ya fedaî pêkanî.
Veysî Kaya ku bi xwe ji gelê Ereb bû di 28’ê Sibata sala 2006’an de ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêber APO bedena xwe da ber agir.
Elefterya Fortulakî ku jinek Yewnanî ye û dosteke Kurdan bû, di dîroka 24’ê Adara 2006’an de li paytexta welatê xwe Atîna agir berda bedena xwe. Elefteriya nameyek li pey xwe hişt ku têde ev peyam cîh digirt; “Silav li hemû şehîdên Kurdistanê û Rojhilata Navîn. Ez vê salê Newrozê pîroz dikim, lê hinek dereng. Weke Zekiye Alkan, Sema Yuce, Ronahî, Bêrîvan, Rahşan Demîrel û gelek kesên din ên çalakiyên mezin pêk anîn. Biryardariya wan, gelê Kurd û Kurdistanê bilind kir. Dîroka Kurdan bilind kir. Li hemberî we û kesên ku ji Kurdistanê re têkoşîn dikin rêza min heye. Kesek nikare Roja me tarî bike! Azadiya Rêber APO û gelê Kurd, azadiya tevahî gelên cîhanê ye! Bijî biratiya gelan!”
Li qadên Parastina Medya, li çiyayên azadiyê jî çalakiyên fedaî pêkhatin. Yêk ji wan çalakiya ya Rêheval Viyan Soran (Leyla Walî Hesen) bu ku di 1’ê Sibata 2006’an de pêk hat. Rêheval Vîyan ku endama Meclîsa HPG û YJA-Star’ê bû li pey xwe name hiştibû û di nameyekê de vê peyamê dabû; “Dibe ku hûn bi gotina ‘te çima çalakiyek wisa pêk anî’ min rexne bikin, an jî dibe ku Rêber APO çalakiyek bi vê rengê qebûl neke… Di her şeva 15’ê Sibatê de, dilê rêheval Mazlum Dogan, Zekiye Alkan, Bêrîvan, Ronahî, Rehşan, Sema, Fîkrî Baygeldî, Serdar û bi hezaran şehîdan bi min re lê dide. Diruşmeya wan a ‘Bijî Serok APO’ her tim di dilê min de lê dide. Dibe ku hûn çalakiya min rexne bikin û qebûl nekin. Lê em ji we fêrbûn ku, bêyî bedel were dayîn azadî nayê bidesxistin”.
Çalakiyên “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” di 18’ê Tirmeha 2011’an de bi Evrîm Demîr a 18 salî û di 15’ê Sibata 2018’an de jî li Konak a Îzmîrê Nazelîn Korkut ji bo bersivdayîna komploya navnetewî bedena xwe dabûn ber agir berdewam kir.
Rêber Apo banga dawî li çalakiyên xwe şewitandinê bînin kir
Di salvegera komployê de çalakiyên xwe şewitandinê berdewam dikirin. Roja 15 Sibata 2010’an de Ebû Muslum Dogan ê 18 salî yê ji Meletî ku xwendekarê Lîseya Fenê ya Semsûrê bû nameyek li pey xwe hişt û çalakiya fedaî pêk anî. Piştî vê çalakiyê Rêber Apo vê peyamê dabû; ”Li ser hevalê ciwan ê ji Meletî ku xwe şewitandî, li ser Ebû Muslum Dogan dixwazim tiştekî bibêjim. Berê min rexne li Kurdbûna Meletî anîbû, rexneyên tund. Lê di şexsê vî hevalê ciwan û Zeynep Kinacî de dixwazim nirxandineke nû bikim. Ev rûmeta Kurdatiya Meletî ne. Ez bixwe jî li ber van hevalan xwe kêm û berpirs hîs dikim. Berê min li dengê Zeynep Kinacî jî guhdarî kiribû. Bi min, ji bo van hevalan li Meletî divê bîrdariyeke were danîn. Kurdên Meletî divê vê kesayatiya berz a van hevalan, bîranîna van hevalan bide jiyîn.”
Wekî em dibînin çirûskên ji agirê bedena Şehîd M. Halît Oral bilind dibû her ku çû geştir dibû, pencereyên girtîgehan derbas kirîbû, belavî bajarên Kûrdistanê û metropolên Tirkiyê bûbû û ji wir berbelavî çar aliyê cîhanê bûbû. Tinê ji 9’ê Cotmeha 1998 heya 24’î Qanûna hema salê di serî de li zindanan, li Kurdistan, Tirkiye, Rusya, Kibris, Elmanya, Îtalya û heyanî Sûrî jî têde li her cihê ku Kurd lê jiyan dikir zêdeyî 60 çalakiyên fedayî yên “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” pêkhatin.
Lê belê Rêber Apo ji destpêka tekoşîna azadiyê pêşxistî heya roja îro dijî çalakiyên bi wî awayî disekinî û hertim peyama ku her welatparêz, her qadro û pêşeng divê bi jiyana xwe, bi kar û xebatên xwe serkeftinê biafrîne û wiha heyf ji dijmin rabike dida. Ji xwe Rêber Apo li ser berdewam kirina çalakiyên xwe şewitandinê roja 19’ê Mijdara 1998’an vê peyamê dabû: ”Van rojên dawî çalakiyên xwe şewitandinê didomin, herî dawî li girtîgehan heşt, li Rûsyayê du (ku yek ji van şehîd bû), li Elmanya yek û îro jî li Romayê hevalekî me yê pir hêja bedena xwe da ber agir. Nexasim li ser vê çalakiya li Romayê ku pir dilgermî em lê têne pêşwazîkirin dixwazim bang li gelê me bikin, ez dixwazim bi teqezî û demildest dawî li wan çalakiyan were anîn ku bi rengê xweşewitandinê dawî li jiyana xwe tînin. Ez dilsoziya bi me û vê lehengiyê bi hemû hebûna xwe silav dikim. Lê ez bi rengê talîmatê diyar dikim, kesên ku dilsozê me ne, ji niha û pê de divê bi teqezî van çalakiyên wiha nekin, demildest dawî li van çalakiyan bînin. Ez ji her alî ve başim, biryardariya me coşiyê dide min û em mizgînî didin ku azadî nêzîk e. Bi vê bingehê, bi baweriya van çalakiyên ku me xemgîn dikin ku pê dawî li jiyana xwe tînin êdî dubare nebin we hemûyan ji dil û bi hezkirin silav dikim.”
Li kêliyên wiha xeternak û hesas de bêgûman çalakiyên xwebexş yên “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” rolekî dîrokî leyîstibû. Wan paqrewanan bedenê xwe vegerandibûn topek ji agir di oxira parastina Rêberê xwe, Welatê xwe, Nirxên xwe de. Her çalakvanek tişta ku gelek zor bû pêkanîbû, vîn, îrade û biryardariya ku ne hêsane bê kirin nîşan dabûn û bi çalakiyên xwe yên canê xwe didan ber agir û xwe feda dikirin re demga xwe li dîroka Tekoşîna Azadiyê û rojeva cîhanê xistîbûn. Şehadeta wan qehremanan rênîşana vîn, dilsozî û girêdana bi Rêber APO û doza azadiyê temsîl dikir ku îro wek erk û berpirsiyarî şopandina doza wan deynê ser milê her yekî me ye û li benda pêkanînê ye.