Çîroka Tevlîbunek Bo Tekoşîna Azadiyê-Beşa 3

0Shares

Heval Cûdî bi sandaleta min heşt saetan meşiya
Piştî em qasî sê saetan meşiyan ew hevalê ku şimika rêhevala min xistibû lingên xwe diriyabun. Em hemû ji nişka ve di cihê xwe de sekinîn û me difikirî ku emê vêcarê çi bikin. Em dîsa sekinin û me bo çareseriya pirsgirêkê hinek nîqaş kir. Lê me kir nekir çareseriyek peyda nebibû.

Ji nişka ve Heval Cûdî bi dengê bilind got; “Ez bawerim ew etek yê di vê meşê de feyde bigihîne me.” Em hemû lê keniyan û me got qey henekan dike. Ji ber ku bi rastî em tengaviyek cidî de bun, pêxaz jî meş nedibû. Wê çi bibe jî me mereq kirîbu. Em hêjan bi henekî nêzdibun û me hewil dida texmîn bikin ku etek yê feydeyek çawa ji me re bîne me dît ku heval Cûdî ew etekê min yê ku xistîbû çente derxist derve û hemû qet bi qet dirand. Ew şimika diryayî danî binê lingên hevalê û ew etek hemû li wê şimikê gerand, pêça. Piştre bi rukenî got; “Ev jî modela dawî ya pêlavên Kurdistana dagir kiriye”. Ev henekek trajîk, bi dilêşî bû lê cardin me hemuyan dabu kenandin. Me reya xwe berdewam kir. Bi vê modela pêlavê em 6 saetî din jî meşiyan û me rêwitiya xwe ya azadiyê dewam kir.

Dema me navberek da heval Cûdî got; “Hevalno, edî ken, henek û axaftin ji vir û pêve nayê kirin. Ji ber ku em gelek nêzî sînor bûne. Divê em gelek bê deng bin da ku leşkerên dagirker bi me nehesin.” Cardin rîtma dilê min li ser bihîstina peyva sînor re bileztir bibû. Gelo ew kîjan sînor bu? Gelo ewê min çiqas ji welatê min dûr xistiba? Her çendî min van pirsan ji hevalên rêzan kirîbe jî digotin; “Piştî me sînor derbas kir emê ji tere bêjin ku ew kîjan sînore”.

Her gava min davêt, min di dilê xwe de daxwaz dikir ku ez ji Kurdistan’ê dûr nekevim. Ji Kurdistan’ê dûr ketin ji bo min tişta herî zehmet bû. Ji ber bav û dayika min, min bi welatparêziyek xurt mezin kirîbûn. Bavê min di her kêliya ku lêgerînên me yê çuyîna bajarê Tirkan çêdibûn de, ji mere digot; “Lawo, welatê me bindest be jî, welatê me ye. Em li welatê xwe dibin zilmê de jî bin dîsa em bê minetin. Li welatê xelkê me wek terorîst û Kurdên bi dûvik dibînin. Û ya herî xirab jî em li welatê xelkê ji eslê xwe, ji cewherê xwe têne derxistin. Ji bo em tune nebin di bin her şert û mercî de divê em bikaribin xwe welatê xwe de bigrin.” Rastî dayika min jî hertim ji bo beşdariya nav refên azadiyê ji mere wiha digot; “Ev rêk, rêka çûn û nehatinê ye. Yan neçin û yan jî rojekê hûn çûn bê serfirazî û serkeftinê li me venegerin.” Min  di vê kêliya dîrokî de nedizanî ku ya dayika min yan ya bavê min yê hatiba jiyan kirin, lê piştî salan min baştir dît ku terbiya welatparêziyê ya dayîk û bavê min dabu me pir bihêz bûye.

Leşkeran me ferq kir û wek baranê gule barandin

Di tarîtiya wê şeva ku bo me her kêliya xwe wateyên pîroz bun em bêdeng meşiyan. Her ku diçû em bêhtir nêzî sînor dibûn. Heval Cûdî herî li pêşde dimeşiya, ez li pişt wî bûm û rêhevala min jî li pişt min ve dihat. Hevalê rêzan yê din jî li dawiyê dimeşiya. Ji nişka ve bi şiklekî gelek bê deng û bi îşaretan heval Cûdî, cîhê ku leşkerên dakirker lê sekinîbûn û nobet digirtin nîşanî me kir. Ya ezdayê dilovan û ya STAR, ew tinê bi qasî 100 an 150 metre ji me dûrbûn. Li derdora qulûbeyên wan ampûlê elektirîkê pêxistî bûn û derdorê wan gelek ronahî bibû. Ji ber vê diviyabû di mesafeyeke wiha de me têlên sînor derbas kirîba û ew leşker bi me ne hisiyaban. Di wê kêliyê de cara yekem bû di jiyana xwe de min ji kurahiya dilê xwe ve hîs kir ku ez ji dewleta dagirker ya Tirk bihêztirim. Ji ber mesafe ewqas nêzbû pir eşkere min jî dît ku ew leşkerên dewleta Tirkin. Emê ji wî sînorî derbasî welatekî din yê cîran bûban. Lê ew jî kîjan welat bû hîn min jî fam nekirîbû. Di mereqekî zêde de min her ji xwere digot; “sebir bike, kêm maye”. Me têlan derbas kir lê tam wê kêliyê eteka rêhevala min eliqî û astengî derxist. Di wê kêliya ku em hewil didin rêhevala xwe ji wan têlan rizgar bikin de ew leşkerên dagirker bi tevgera me hesiyan û me dan ber guleyan. Mîna baranê gule li ser me de barandin. Lê hema çawa me têl derbas kirin, bi hemû hêza xwe ve me bazda. Cihê ku me têde bazda, newaleke teng, tarî, bi daristan û latan bû. Bi qasî 10 an jî 15 deqeyan, em di wê newalê de dibin gulebaranê de beziyan. Hinek dengê guleyan hem kêm bû hem jî dûrketin. Ji bo leşker şopa me winda bikin û li dû me nekevin em wek 2 heval ji hev cuda bûn û me xwe di bin latan de veşart. Piştî bi qasî nîv saetan dengê guleyan bi temamî sekinî û em ji cîhê xwe derketin, cardin dest bi meşa xwe kir.

Hêdî hêdî dinya ronî dibû, ji xwe dema em ji sînor gelek dûr ketin û hilkişiyan cihekî bilind tam ronahî hatîbu. Her çendî hîn roj ne hilatîbe jî her der bi çavê roj dihate dîtin. Tişta herî despêkê li çavê min ket ew bu ku her der bax û bexçe bûn. Ev der kuder bû? Cihek mîna bihûştê bû. Heta roj derket li wê dera bilind, bi qasî 20-30 deqeyan em rûniştin û me bêhna xwe veda. Her dû hevalên rêzan ji mere gotin; “Êdî xeterî nema. Em dikarin bi roj bigihêjin cihê xwe. Ji xwe em nîv demjimêrî din bimeşin emê bigihêjin nav baxên gundiyan. Emê bi traktora gundiyekî xwe bigihînin gund.”

Lingên Heval Cûdî di nav xwînê de mabû

Weke hevalên rêzan gotin me dîsa dest bi meşê kir ku nîv demjimêr mabu ku reya me bi dawî dibû. Dema em hêdî hêdî ji xwere dimeşiyan ji nişka ve çavê min li lingê heval Cûdî ket. Lingên heval Cûdî di nav xwînê de mabûn. Lingên wî hemû bibûn birîn. Min fikirî ku qey di wê gulebarana leşkeran de birîndar buye. Lewma bi carekê ve qudûmê min şikest û min got; “Heval ka bisekinin”. Hevala got; “Çibû?” Min got; “Ka li lingê heval Cûdî binêrin! Heval birîndar bûye!”

Heval Cûdî pir rihet disekinî û got; “Na, netirsin ez birîndar nebûme. Lingên min ji ber sandaleta te ya teng birîn bûye, ew jî normale.” Min wî demî nû wate da ku çima heval Cûdî ewqas ji milîsan re xeber dikir. Ez jî fikirîm ku çima milîs ewqas bê tedbîr nêzbû û ji bo me pêlavên guncav negirtîbû? Yan dikarî ji mere jî bigota ku dema em ji mal derkevin bila bi pêlavên guncav derbikevin. Di kêliyên ez van tiştan difikirîm de agir bi dilê min ket û ji bo rewşa heval ketinê bi ruhê rêhevaltiyê gelek êşiyam. Min wê rêhevaltiyê gelek caran weke çîrok, destan an jî ji bîranînên hevalan bihîstîbû, dema min bi xwe van hestan jiyan kir min dît ku ew ruhê rêhevaltiyê ne çîrok, ne destan û ne jî bîranîn bûn, heqîqet bi xwe bû.

Di nava van her 2 rojan de, çawa ku min gava yêkem ya azadiyê avêt heya wê kêliyê jî çi astengî derketibin bila derketibin, ev ruhê rêvaltiyê hemû astengî derbas kiribûn û xwe gihandibûn armanç û hedefa xwe. Demekî heqîqeta “BERXWEDAN JİYANE” jî ev bû. Demekî rûxmê hemû astengiyan heger bi vînekî mezin bo serkeftinê berxwe bidî tê bigêjî hedef û armancê. Bi kurtasî heger tu berxwe bidî yê serkeftin û azadî misoger bibe û navê vê azadî û serkeftinê mîsoger kirinê jî PKK bixwe bû. Ji ber ev ruhê rêhevaltiyê hema ji xwe ve carekê de derneketîbu, di pêşengtiya RÊBER APO û PKK‘ê de di encama tekoşînek bê hempa hatibû pêşxistin. Ez jî ji wê şêva derbasbuyî û şûnde beşdarî nava wî ruhê rêhevaltiya heqîqetê bibûm.

Min ruhê rêhevaltiyê bi wan hevalan re naskir

Di nav wan fikir û hêstan de ez dimeşiyam. Min qet nema karî bikenim yan jî bipeyivim. Ji ber lingê vî hevalî di encama bê tedbîr tevgerandina min wiha birîn bibû. Heger min reyên em derbas bibin baş hesap kirîba, di hemu aliyan de li ser fikirîbama û min pêlavek guncav xistiba lingên xwe wiha li vî hevalî jî nedihat. Ez gelekî ji xwe aciz bibûm. Bi rastî jî li ser berxwedaniya vî hevalî ya li hemberî zor û zehmetiya sandaleta min ya bilind jêre derdixist ez bibûm deyindarê heval Cûdî. Tişta ku heval Cûdî da ber çavên xwe îradeyekî mezin dixwest ku ji xwe wê îradeyê nişan dabu. Paşî min pirs kir ka jimara pêlavên heval çende. Jimara pêlava lingê heval Cûdî li xwe dike 40 bû û jimara sandaleta min jî 37 bû. Ji pêşî ve hemû tiliyên heval li derve mabûn û ji pişt ve jî paniya linge heval hemû binê sandaletê derbas kirîbû. Bi vî şiklî bê gore, heşt demjimêran bê navber meşiyabû, beyî dengek derbixe. Cardin ji ber ku min sandaleta xwe dirûtibû gelek qewîm jî bibû, çiqas li ser meşiyabe jî ne firehtir bibû ne jî diriyabûn. Ji destpêkê heya dawî êşek mezin dabu heval Cûdî û bi rastî jî ev fedakariyek gelekî mezin nîşan dabû. Lewma ev fedekariya heval Cûdî kirî ji bo min jî bu bingehê ruhê rêhevaltiyê. Ev yêk bandorek wiha li min kir ku minê ew kêlî û fedekarî ti demî jibîr nekirîba, piştre jî di her meşek gerîlatiyê de ku min zehmetî kişandiba yê hatiba ber çavên min û minê jê hêzêk bêhempa ji wê fedekariyê, minê ruhekî bê hempa jê girtiba.

Em dawiyê gihêştin nav bexçê gundiyan û mîna hevalan got em ketin traktoreke gundiyan û me xwe gihand gund. Êdî demjimêr 08:30’ê sibehê bû. Em gelekî westiyabûn. Me yekser taştê ya wê herêma Kurdistanê xwar û qasî 4 demjimêran nivistin. Em piştre rabûn, me xwe paqiş kir û cilên xwe guhart. Em derbasî ba her dû hevalên rêzan bûn. Li gel wan hevalek jin ku temenê wê yê nava şoreşê dirêj bû jî amadebû. Me silav da hevdû. Bi mere nîqaş kir û got; “Hûnê îşev ji vê qadê derbasî qadek din bibin.”

Dema bû şev me xatirê xwe ji wê hevala jin û her dû hevalên rêzan xwest û em ketin rê. Êdî hevala rêka dipêşiya mede ji mere digotin. Hevalên me dibirin ji mere gotin; “Hîna sînoreke din heye ku hûnê derbas bikin. Rêka we gelek dûre lê êdî hûnê zêde nemeşin. Bi giranî hûnê bi tirambêlan biçin. Hûnê heta çiyayên Qendîl’ê jî bigihêjin.” Ya herî xweş û dilê min aram dikir ew bu ku em li Kurdistan’ê bûn. Li kêleka vê ya herî ez pê serbilind bûm ku her çendî dagirkeran Kurdistan kiribin 4 perçe û 4 sînor lê danîbin jî min dizanî ku ji niha û şûnde de ezê wan sînoran hem di dil û mejiyê xwe de û hem jî di rastiya erdnigarî de hilweşînim û ti demî nas nekim.

Li ser 20 sal derbas buye

Îro 20 sal li ser wan kêliyan re derbasbuye. Di van 20 salên derbasbuyî de, di demên cûda cûda de bê peseport û ferzên huqûqa dewleteke dagirker, min sînorê her çar aliyên Kurdistanê jî derbas kiriye. Her ew kêliya ku min ev sînor nasnedikir de min hemwext wê derbas jî dikir û min ev hêst jiyan dikir. Mîna ku Qazî Mihammed dibêje; “Tenê ez vê dizanim, eger laşe min bikin sed perçe, min bidin ber top û guleyan û min bibin sêdarê jî KURDİSTAN HER YEK WELATE Û NABE Bİ ÇAR!”

Di vê rêwîtiya min ya ku heta ez gihêştim çiyayên Qendîlê de gelek kêliyên bi kelecan û macerayên mezin hatibun jiyîn. Li pey wê sal qulipîn, dem û dewran guherîn. Her çendî gelek cara min pirs û meraqa her dû hevalên rêzan kiribe jî bi salan min ji wan tu agahî negirt.

Piştî 16 salan min agahî ji heval Cûdî girt ku girtîgehê de ye

Lê piştî 16 salan, carekê di sohbeta nav hevalan de min vê bîranîna xwe ya ku hevalek xort sendaleteke bilind li xwe kiriye û heşt demjimêran bi vê sendaletê ve meşiyaye anî ser ziman. Hevalekê gelek mereq kir ku ew hevalê xort kiye  ji min navê wî pirsî. Min jî jêre navê wî, herêma jê û ew cihê ku ew rêwîtî pêkhatî yêk bi yêk got. Wê hevalê yekser heval Cûdî naskir û di derbarê rewşa wî de jî xwedî agahî bû.

Heval Cûdî li pişt wî sinorî hatibû girtin û radestî dewleta dagirker ya Tirk hatibû kirin. Niha heval Cûdî di zindanên Tirkan de ye. Wê hevalê got; “Tu dikarî li ser bernameya radyo ya “Tîrêjên Rojê” nameyekê jêre bişînî û heger nameya te guhdarî bike yê ji bo te bersiv bişîne.” Min gelek xwest ez ji bo heval Cûdî nameyek bişînim. Lê belê piştî 16 salan, tenê bi nameyekê ewê çawa min nas kiriba gelo? Piştî çend rojan ez fikirîm, min çareseriyek peyda kir û xwe di nameya xwe de xwe weke “Xwediyê sandaleta bilind” daba nasîn.

Min eynî bi vî şeklî xwe da nasîn. Dema heval Cûdî wê nameyê guhdar dike ew û hevalên li ba wî jî gelek bi vê bîranînê dikenin. Paşê bi eynî rêbazî min jî bersiva nameya xwe guhdar kir. Heval Cûdî di nameyê de digot; “Te gotiye înşelah te min ji bîr nekirî be. Ez xwediya sendaleta bilindim. Ma xortek di jiyana xwe de çend cara sendaleta bilind li xwe dike ku ji bîr bike? Eynê mîna te, ew kêlî weke vê gavê li bîra mine.” Bi vî şiklî me agahî ji hevdû girtîbû. Her çendî em tenê heşt demjimêran bi hevre meşiyabin û bi salan em ji hev dûr mabin jî ew rêhevaltiya ku di wan kêliyan de hatibû avakirin heta dawiya jiyana me yê her bi mere jiyan kiriba.

Gavên min yên yekem di reya azadiyê de bi vî awayî bû. Gotinek heye ku dibêje; “Hinek tişt nayên gotin, tenê dikare were jiyan kirin.” Hema hema hemû kêliyên şoreşa azadiya Kurdistan xwedî rastiyên wiha ne. Ji ber çendî mirov bêje, binivîse, bike çîrok, helbest an film jî tu rastî nikare weke tê xwestin heqîqeta RÊBER APO û PKK’ê îfade bike. Encax mirov bi jiyan kirin û dayîna jiyan kirinê dikare bigihêje rastiya vê heqîqetê. Bi ruhê jiyan kirina vê heqîqetê dibêjim, hêvîdarim gelek bi wate û keyfxweşî lê barkirinê hûn vê bîranînê bixwînin û biecibînin.

Asmîn Zelal
Dawî bû

Attachment