Hun çîrokan zêdetir hez dikin, ji ber ku teorîkbûn hindekî jîrbûnê dixwaze. Rexmî şêwazê dayîna me ya perwerdeya teorîk bîrdozî û siyasî derkete holê ku seranser tê mayîn. Ji ber wê jî bi şêwazê çîrok û roman vegotin bû neçariyek. Ji ber vê sedemê çîroka bi navê Rastiya Rêbertiyê bi zimanê roman ravekirin bû mijara gotinê. Gelo kesayetê ku tê lêpirsînkirin hate kîjan asta jiyanê? Yê ku hindekî xwedî hizir û hestan hebin dikarin me ronî bikin.
Gelo qehremanê romanê di vê tengasiyê de dixwaze ji bo çi çareseriyê peyda bike? Gelo em ji vê re bibêjin macera yan xeyalperestî? Gelo dînek bû yan jî neçarbû? Gelo gelekî bi sînor be jî xwest çareseriyekê bi dest bixe?
Bêguman pêwîste ev pêvajoya deh salan bi hemû aliyên xwe ve di çîrokê de yan jî di romanê de were vegotin. Lê belê em werin beriya wê. Gelo qehremanê romanê bi şensekî ve yan jî bi bêşensiyekê ve rûbirû ma? Yan jî gelo hewildaneke gelekî bi plan û bi zanebûn destpê kir?
Ger em hîn kûrtir bikin qehremanê romanê bi taybetî di vê pêvajoyê de, di nêzîkbûna bûyera hest de, hindek taybetmendiya derdixe pêş. Ger mirov balê bikişîne, heta wê rojê xwe gelekî diçewisîne. Heta refa dawiyê ya zanîngehê jî wiha tê. Li gel ku ji temenê gelekî zû pê ve di cewher de ji pêwendiya jinê re, negirtîbe jî civaka feodal ya giran û feraseta namûsê ya ku li ser rastiya Kurd serdeste, bi taybetî jî muhafazakariyeke gelekî tund dihêle ku wî gelekî bikişîne hundirê xwe û kesayet xwe gelekî biçewisîne. Heta pêwendiya xwe vediguherîne ol û bûyîna şagirtekî baş. Bi vî rengî dixwaze vê xeteriyê ji xwe dûr bixe. Bi taybet dema ber bi bîst saliyê ve tê.
Li hemberî tengasiya gelekî mezin, ku bikeve nav de ew bîra kor ya mezin ango li hemberî bûyera zewicandinê hindekî ne pêwendîdare û zêde nezîkî wê nabe. Bi vî rengî tengezariyê hindekî derbas dike. Lê belê weke kesekî ku kûrbûna hestan dijî, hîn li gundê xwe ye, dixwaze bi pêwendî keçikên gund binirxîne. Heta dibîne ku keçik ji ber pêwîstiya rêpîvanên gelekî tund tên dîlgirtin. Helwesta xwe ya li hemberî vê jî kêm zêde datîne holê. Piştre bi derbasbûna jiyana bajaran ve pêwendiya keçikên bajaran, bi taybetî yên mamosteyên jin qezenc dike û vê baş dinirxîne. Lê belê bi qasî ku nikare bi jinan re biaxive jî ji xwe bêbawer e. Heta zanîngehê jî wiha didome.
Di nêvenga zanîngehê de rexmî ku li hemberî faşîzma 12’yî Adarê ji ber berxwedana ciwanên şagirt re bi qasî ku bikaribe rêbertiyê jê re bike, ji xwe bawer e, li hemberî nirxên civaka bûrjûva bi taybet li hemberî têkîliyên jinê, hetanî dawiyê di nava nêzîkbûneke muhafazakar de ye. Di vê mijarê de li ser xwe, li ser vîna xwe serdest e. Di vê pêvajoyê de tê xwestin malbata Kurdistan’ê were afirandin. Di nava koma şoreşger de jî dikeve nava helwestekî weke pergala malbatê. Gelo dema ku dikeve nava malbata wiha, bişens e yan jî bêşens bû, zanebû yan jî biplan bû? Yan jî ji ber xwe ve çêbû? Em vê yekê lêpirsîn dikin. Pêwîste jî mirov lêpirsînê pêşdetir bixe.
Gelo ma pêwîstbû ku ev kes xwe wiha biparêze? Gelo ma di cih de bû ku hestên xwe wiha biçewisîne? Gelo heqê pirsgirêka hestan dida? Dahûrandina van tiştan gelekî girîng e. Di rastiya Kurd de bi taybetî jî di bûyera afirandina hestan de wendakirineke mezin tê jiyîn. Di vê xalê de li pey hev ev tespît pêş xistin ne zehmet e. Di têkîliyên jin û zilam de kevneşopî serdest e. Her kesek dikeve bin serdestiya vê. Qehremanê me yê romanê hindekî biguman û bi metirsî lê temaşe dike. Bi hêsanî weke pez stûyê xwe naxe bin kêrê. Ev piştre ji aliyê rizgarkirina hestan de girîngiyeke mezin rave dike. Lê belê ew nirxên civaka bûrjûva ku bilind dibe, bi destên nokerên, di Kurdistan’ê de ev tişt gihandina raveyeke gelekî xwedî hêz dihêle ku ev kesayet zêdetir xwe bigre hundirê xwe. Ew xwe di nava neçariyeke mezin de dibîne. Ev çewisandina hestan dihêle ku ew bigihê komeke şoreşger. Di vir de bandor hetanî dawiyê pêşçav e.
Mêrxasî bi navê welat, gel û azadiya jinê tê kirin
Di wê demê de bi giştî tiştê di zilam de yan jî di jinê de dihate jiyîn ev bû: Di bûyera Kurd de yan li gor kevneşopên tund lêyîstina xwe bixwebûnê weke çarenûsê yan jî bi taybetî ji bo civaka bûrjûva (heta di nêvenga gund de ji bo bûrjuvaziya biçûk) ew maceraperestiyeke ku çavkaniya xwe ji çavên xwe nûvekirinê digre, dibe ku rewşa ji rêderxistinê bihata jiyîn. Kontrolnekirina hestan dibe ku rê li ber rewşeke xeter vebike. Ez bawerim qehremanê me yê romanê di vê mijarê de hindekî bitevdîr e.
Tişta ku di vir de girîng e, dema ku şoreşgerên me yên ciwan dikeve pêvajoya gihiştinê xwe nîşandaneke hestan ya bi welatparêziyê ve girêdayî pêk tîne. Vî mafî di xwe de dibîne. Berî her tiştî ji xwe bawer dike. Ji ber ku koma şoreşger hatibû damezrandin û ev rastî bi navê Kurdistan’ê pêşketineke hetanî dawî girîng bû û ji bo her tiştekî dê rewatî bida. Bûyerek an jî rastiyeke ku derfetê dide vê dixwaze bi vîna xwe ve biafirîne û ji tiştekî natirse. Dibêje, “êdî hest ji bo min xeter nabin, berovajî dibe ku hêzê bide çalakiya mezin”, dixwaze hemû taybetmendiyên hember fêm bike, lê belê dibêje rexmî her tiştî dibe ku çêbibe. Heta dibe ku dişibe şêwazê yê ku hindekî bi îdîa ye, hindekî jî dixwaze bi qehremanî bimeşe mijara gotinê ye.
Qehremanê romanê bi navê welat û gel heta bi navê azadiya jinê xwe ji bo mêrxasiyê amade dike. Wê demê dibêje, “kê derdikeve hemberî min bila derbikeve, dibe gelekî binakok be, dibe gelekî bi aheng be dîsa jî ezê derbikevime serî.” Heta di vê mijarê de hindekî jî çavtarî ye, ji ketina nava helwestekê ku aliyê wê yê hest zêdetir e jî natirse. Lê belê di vir de bingehê polîtîk gelekî girîng e. Ji bo hest diwêre, lê belê zemînê ku pêlê dike, misoger polîtîk e.
Ger hun dixwazin teqez ji vê encamê derbixin, divê hun bi pirsên weke di bingehê ku tiştên me ji aliyê hestan de kiriye, tê de polîtîka heye yan jî nîne? Gelo zemînê polîtîk gelekî cidiye û gelekî girêdayî ye? Xwe lêpirsîn bikin, qehremanê me di vê mijarê de ji xwe bawere. Dibêje, “ez bimirim jî dest ji vê zemînê bernadim.” Ji ber wê jî hember dixwaze bi ku ve bibe bila bibe ew li ser pîvanên xwe serdest e. Dîve hest çavan kor neke, ji zemîn qut neke. Bi temamî xizmeta wê bike.
Pêwîste em vê hestê lêkolîn bikin, ji bo rastiya gelê Rojhilata Navîn jî ev gelekî girîng e. Qehremanê me yê romanê her diçe dixwaze kûr bibe û hesta azadiya pîroz bidest bixe.
Mirov dikare lêpirsîn bike, ka şoreşa Îslamî çi qasî evîn bi pêş xistiye. Rastiya evînê ya Hz. Mihemed çi qase? Heta pêwîste mirov Hz. Îsa jî lêpirsîn bike. Gelo rastiya evînê ya di Îsa de, rastiya Meryem, rastiya Ezîze, rastiya Rahîbe çî ye? Ev mijar di dîrokê de gelekî bibandor bûne. Di rastiya Îslamê de Ehl-î Beyt kevneşopa Hz. Fatma xwedî girîngiyeke mezinin. Ew kevneşop hetanî roja me jî bandora xwe didomînin. Yekî ji Rojhilata Navîn ku ji vê bandor nebûye heta di dinyayê de jî nîne. Kevneşopa evînê ya di bûyera Kurd de xwedî kûrbûneke dîrokî ya belkî ji hezaran salan, hîn wêdetir e. Em dixwazin ew destana dawî ya ku ketiye devê herkesî bînin ziman û di vegotinê de hêsaniyê pêk bînin.
Em dixwazin wateyê bidin rewşa malbata Kurd di roja me de ya biêş û hilweşiyaye, xiyaneta wê ya welat û mirovahiyê ew asta wê ya ku dijberî azadiyê û hemû diyardeyên jiyanê ye, ya ku gelekî kirêt dike, neçar dike ger gengaz be em dixwazin ji vê re riya rizgariyê peyda bikin. Em dixwazin bi feraseta namûsê ya ku hatiye berovajîkirin, pê pênaseyekî û naverokekî bidin qezenckirin. Em dixwazin ji bo ku jiyan xweşik bi pêş bikeve piştgiriyê bidin. Gelo di vê wateyê de qehremanê me yê romanê dikare ji bo van hemû tiştan bibe bersiv? Gelo gavên ku diavêje di cihê xwe de ne? Lêkolîneke mezin ji bo van pêwîst e. Ji ber ku dixwaze piştî ketineke mezin bi destpêkirina jiyanê ve bilindbûnê bi dest bixe. Vê gavê di nava serûbinbûna mezin ya welat de tê xwestin ev yek were pêkanîn. Ev vediguhere şerekî mezin. Tê xwestin ku riya jiyanê were peydakirin. Nedîtin û nebihîstina wê tê wateya rewşekê ji kor û kerekî hîn xirabtir jiyînê. Gelo di vê wateyê de silav dayîna jiyanê, rêzgirtina jiyanê, ma bi namûsê tê kirin? Gelo ma qehremanê me di vê mijarê de rastî rexmî hemû zehmetiyan fêm kiriye? Em vê lêpirsîn dikin. Bila kesek vê ji rêzê nebîne û teqez fêm bike. Ji ber ku di vê çîrokê de çîroka her kesekî veşartî ye…
Rêber apo
Çavkanî; Şoreşa Civakî û Jiyana Nû
Ê Berdewam bike