• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

Çîroka Me Çîroka Vejîna Miletekê Ye 

May 23, 2025
in Perspektifên Rêber Apo
A A
Çîroka Me Çîroka Vejîna Miletekê Ye 
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Çîroka jiyana xwe pêş dixim. Ji ber dixwaze li wir tiştekê vebêje. Rewşên ku li ser we tevan serwer û şêwazên jiyanê hene. Ev çîroka jiyanê şerê binpêkirina kesayetek bê bawerî, nezan, bêrêxistin, bê îdîa û asta têkçûyî ye. Lewazî, bê îdîbûn, rebentiyên cur be cur û bêhêziya we tevan di vê çîrokê de hatine derbaskirin. Elbet ev Rêbertiya miletekî ye. Lewazî û bêhêziya miletekî hatine derbaskirin. Min ev bi hostatiyek mezin pêk anî, mezinbûna vê çîrokê jî di vir de ye. Qetiyen ev ne çîroka kesekî ye, di jiyanê de pêkhatina çîroka vejîna miletekî ye. Di vê çîrokê de hostatî, sebir, ziravî û zehmetiyek pir mezin heye. Sedema vê ku bikevim nava girse jî evqas hêza min a rêxistinkirinê heye, ji ber hêza min a jiyanê ye. Bi qasî we nagerim, zêde kesekî jî nabînim, bes dîsa jî hêzek min pir mezin a bandor dike heye. Ev misoger çavkaniya xwe ji şêwaza jiyanê digire. Ji bo gel dijîm, her tim dihizirim û her tim jî gavên pir aqilmend davêjim. Pir bi berpirsiyar, pir bi îdîa, pir rikdar, pir baldar, çil çarî dipîvim û wisa dikim. Encam, her roja ku derbas dibe gavek din pêşveçûne. Ger hûn jî xwe wisa amade bikin, misoger hûn ê vî karî bi serkeftinek bilind ve bimeşînin. Jixwe ji bilî vê rêyek din nîne.

Feraseta min a kar, karek gundîtiya hêsan û hemaltiyê derbas dike. Min di çîrokê de ev ji we re vegotibûn. Min di karên gundiyan de pir baş kar dikir, pir baş cotkarî dikir, lê min got bi vê rizgarî pêk naye. Min di pir xebatên cuda de jî kar kir. Di karê zanistî de jî kar kir, baş fêrî wê jî dibûm, lê bi wê jî rizgarî çênedibû. Herî dawî heta gihiştim Rêbertiya Gel min kar kir. Niha Rêbertiya Gel kirin min têr dike. Ji ber ku di vir de rizgariyek topyekûn heye. Bes feraseta we ya kar heta niha bi takekesî çêbûye. Dema mirov we beramberî Rêbertiya Gel digire, ji ber ku serweriya we pêş neketiye, hêza we dest nade û we xwe tam ji takekesî rizgar nekiriye, hûn dihelikin. Sedema tengasiyên we ya herî bingehîn di vir de ye. Şêwaza Rêbertiya Gel ku ez ferz dikim û ferdperestiya ku li ser bingeha karên hêsan teşe girtiye ku hûn li ser hev ferz dikin napejirîne. Yek neçare ya din tine bike. Ferdperestî dixwaze her nirxê bilind dibe tine bike û bi bêwatekirinê ve vale derbixe. Lê nirxên Rêbertiyê, mirovê herî ketî radike ser piyan, bilind dike û dixwaze her tiştê ku winda bûye bidest bixe. Jixwe mezinbûna Rêbertiyê jî ji vir derdikeve holê.

Pêwîste hûn di vê mijarê de rastiya Rêbertiyê lêbikolin. Rastiya partiyê, rastiya Rêbertiyê ye. PKK’yîbûn, Rêbertîbûne. Pêwîste hûn ji nav pêwendiyên mirovên ji rêzê derbikevin xwe bigihînin ên bilind dibe, asta civakî û netewî ya berfireh, heta asta mirovahî ya ku wê jî derbas dike. Pênaseya PKK’yîbûnê ya herî rast ev e. Ev hîn di şênberiyê de çawa ye? Hûn ê ji hemû şêweyên ferdperest û tengaviyan rizgar bibin. Mînak; niha ti ferdperestî min têr nake. Berê min çixareyek dikişand, niha dev ji wê jî berdaye. Min berê ji xew, rehetî, bi kurtasî ji fêrbûnên xwe hez dikir; niha jî ev li ser min barin. Tişta min kêfxweş dike, pêşveçûna bilind ya azadiyê ye û meşa bilind ya Serkeftinê ye. Ji bilî vê her tişt ji bo min bê wate ye. Îfadeyeke din ya mezinbûnê nabe. Dema we jî ev di ruh de pêk anî û bi pratîka xwe re xurt kir tê wateya hûn dibin PKK’yî. Mînak, bi fêrbûnek takekesî zêde yeqînkirin û bandora helwestên keyfî yên takekesî li ser we zêde ne, tenezilê van kirin û devji van fêrbûnên bê wate neberdan, misoger li pêş partîbûna we astenge.

Ez tecrûbeyên xwe ji we re vedibêjim; ev tecrûbe van bi min dide vegotin. Bêyî azadiyeke hevbeş çêbibe, weke kes jiyanê pir bê wate dibînim. Jixwe heta niha vê ez neçarî hewildana mezin kirim. Ji ber ku li gorî min heta mirov azad nebe her yek rezîleke û divê mirov hemûyan ji vê rewşa wan rizgar bike. Derdikevim kolanan li nav mirovan digerim, rewşa gelekan ji min re mîna moriyan tê. Dibêjim heta nîvê van mirovan bên selihandin pêwîste di perwerdê re bên derbazkirin. Ji ber li gorî min hemû di nava dijûnan de ne û weke îxanet li wan hatiye kirin. Li hember jiyana wan hêrs dibim. Ji bo malek erzan xilas bikin temenê xwe diqedinîn, helak bûne. Vê jî ji bo malbatê xilas bikin, nanek kesî yan jî çorbeyekê xilas bikin di nava jiyanê de çil teqle tavêjin dikin. Hûn ê bêjin; “Ma cuda çawa dibe?” Encama ferdperestî gihiştiyê ev e. Li wir siyaset û mezinbûn nîne. Di bin navê rizgarkirina kes û malbatê de xwe tine dike. Ji bo wî malbat namûse, jinek an jî mêrek her tişte, zarokek hêsan pir girînge.

Milyonan zarok hene, em bêjin ka carekê li rewşa wan jî binêre qet nanêre. Em bêjin hemû zarok weke zarokê te ne, heta yên xweşiktir jî hene, vê qet na fikirê jî. Çavên xwe tarî kiriye, her tim dibêje; “Ez, ez, ez” û heta dimirê jî ev wisa ye. Di nava me de kêm-zêde jiyana her kesî wisa ye. Ji ber vê hûn weke gel pir ketî û weke kes jî pir xeniqîne.

Dema di temenê we de bûm, min jî ev jiyan dikir. Ancex min di wan deman de hema xwe parçe dikir. Tevî ku bi tenê bûm, kes rêşandarê min nebû, dihizirîm çawa pêş bikevim û di cihê xwe de nedisekinîm. Ji bo min digotin weke çelenge. Hêjî di bîra min de ye, wan deman di cihê xwe de nedisekinîm û hêjî wisa me. Tiştek bê sekinandin nîne, ji ber ku jiyan li ber çavan ji destê me hatiye girtin. Wisa kirine te îxanet li welatê xwe kiriye, weke civak hatî tinekirin. Ger wijdana te ya mezin, îsyana te nebe û çareya van pirsgirêkan nebînî tu ne ti tiştî. Lewra nikarim li hember van mirovan rêzdar bim û her tim hêrs dibim. Min berê qet nedixwest li kêleka wan jî rûnim, ji wan reviyam, li hember wan bertek raber kir û her ku dihizirim min dijberiya van pêş xist.

Pêwîste hûn van di çîroka me ya berxwedaniyê de bibînin. Em ji îsyana zaroktiya xwe bigirin heta roja îro pêwîste hûn qonaxa herî girîng a têkoşîna me meşandî fêm bikin. Min weke we îsyan nekir. Hûn jî pir giriyan, zêde bertek raber kir, lê nikarim bêjim ev bi we re weke xelekên zincîrekê li ser bingeha azadiyê pêş ketiye. Paşê jî we xwe belav kir û her ku mezin bûn ketin nav rewşek xirabtir. Rewşa min ne wisa ye; min her ku hemû hêrs, bertek û sîyanên xwe weke xelekên zîncîrekê veguherand rêbertiya gel, rastiya PKK’ê ya îro û yekbûna wê di rêbertiya gel de pêk tînim. Mixabin hevalên me yên herî bi ezmûn jî fêm nakin ji bo rêbertiyek gel a wisa pêş bixim min çawa jiyan kiriye, ji bo vê hewldanek bêhempa raber kiriye, pir hizirîme û hema şerek fikir a pir mezin daye. Divê hûn vê bizanin. Dema ji hêla fikir ve dikevim nav tengaviyek zêde, çend caran kêm mabû dîn bibim. Hêj li dibistana amadeyî, heta ya li navîn dema min dixwest mijarên felsefe û ol fêm bikim dîn dibûm. Dema tevlî siyaseta pratîkî bûm, her roj bi mirinê re rûbirû dimam û cardin gav tavêt. Ger min weke we çavên xwe ji xeteriyê re girtiba, min dikariya îro wisa saxlem bêm heta vir. Me PKK weke em ji pira siratê re derbas bibin, bi mirinê re rûbirû hatin ava kir. Mixabin gelek milîtanên me qet naxwaze vê jî fêm bike û xwe nagihîne hêza rêzdariyê raber bike. Di vê rewşê de hûn nikarin bibin PKK’yiyek karbidest. Ji ber ku çîrok û rastiya vê wisa ye. Dewletan ev rastî lêkolîn kirine, bes tevî yên me milîtanin qet nêzî lêkolînkirinê nabin. Ev bi yek gotinî hewldana minafiqtî, oportînîstî, çewtkirin û ji rê derxistinê ye. Di encamê de vaye rebentî û bêçaretiya we derdikeve holê ku, ev rewşek qet nehêjayî milîtanî ye.

Ecêb dimînim hûn çima hinek tiştan di wextê de hîn nabin. Hêrs dibim ku, çima milîtanek me ev fêr nekirine. Tiştên me kirîn li holê ne. Em nabêjin ti aliya vê ya neyê fêmkirin nîne û zêde zehmetiye wê jî nîne. Lê dikare partîbûn di rastiya kesayetek wisa de jî bê lêkolînkirin. Pêvajoyên têkoşîna me lêkolîn bikin.

Rêber Apo
Çavkanî: PIRSGIRÊKÊN PARTÎBÛN Û PEYWIRÊN ME

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

Çîroka Me Çîroka Vejîna Miletekê Ye 
Perspektifên Rêber Apo

Çîroka Me Çîroka Vejîna Miletekê Ye 

May 23, 2025

Read moreDetails
Di Kongreya 12’êmîn Ya PKK De Nirxandinê Hevalan
Nirxandin

Di Kongreya 12’êmîn Ya PKK De Nirxandinê Hevalan

May 22, 2025

Read moreDetails
HEVAL FUAT BI RÊBERTÎ RE BÛ HEVRÊYÊ RAST
Şehîdên Azadiyê

HEVAL FUAT BI RÊBERTÎ RE BÛ HEVRÊYÊ RAST

May 21, 2025

Read moreDetails
DI BIN ZEXTA QIRKIRINÊ DE JIN BÊ PARASTIN NABE
Nirxandin

DI BIN ZEXTA QIRKIRINÊ DE JIN BÊ PARASTIN NABE

May 20, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk