Nasnav: Dîlan Erzirom
Nav Û Paşnav: Nadîre Kal
Dîrok Û Cihê Jidayikbûnê: 1968-Çewlîg/Gundê Şîrmen
Dîrok Û Cihê Tevlîbûnê: 1992-Amed
Dîrok Û Cihê Şehadetê: 19.04.1997-Erzirom
Rêber Apo: Belê, hevala me ya Dîlan hem di xebatên me yên qadê de hem di xebatên me yên dewreyê de qederekê cihê xwe stend. Heta di du dewreyên xebatên me yên perwerdeyê de û bi taybetî jî di xebata jin-artêş ku me pêş xistiye de jî, cihê xwe stend. Heman tişt dê bên gotin, em ji bo ku li her qadê erk bidin jinê jî xwe bi şûnde nadin. Dikare di nav artêşê de jî erk bê dayin, di nav Partiyê de jî. Me xwest em heya asta dawiyê bi azadiyê jiyanê bi pêş bixin, qeneata min jî ew e ku qederekê jî stendine. Ez dibêjim dê zanibe ku şensa xwe pir baş bi kar bîne. Di vê mijarê de wê bi hesasiyeteke mezin tevbigere ku xwe jî û me jî nexapîne, dê bizane bi misogerî rêzdar be, dê bizane ku ev jî tenê bi qasî serketinê tîne ji bo wê kêliyê gengaz e. Em jê piştrast in ku bi temamî li ser vê bingehê xwe amade kiriye. Belê, bawer im tê ya mayî temam bikî Dîlan, tu çi dibêjî?
Dîlan (Nadire Kal): Rast e Serokê min. Ez di sala 1968’an de li Çewlîg/Gexî ji dayik bûme. Dibistana seretayî û navîn min li wê herêmê xwendiye. Paşê bi armanca domandina perwerdeyê çûm Stenbolê. Di wê pêvajoyê de yanî di sala 1986’an de min Partî nas kir. Wê demê sempatîzanî hebû. Tevlîbûna fermî sala 1992’yan pêk hat. Li eyaletên Erzirom û Amedê xebatên min pêş ketin. Piştî tevlî Partiyê bûm jî, li cihên cûda, li herêmên cûda min berpirsiyarî girt. Hem li eyalete Amedê û hem jî li eyaleta Erzeromê hem di nav xebata artêşê de û hem jî di nav xebata cebheyê de jî mam. Herî dawî di dawiya sala 1994’an de tevlî Kongreya V. bûm û hatim vê qadê. Dema hatim vê qadê bi awayekî herî balkêş min dît ku di serî de têkoşîna çînî bi awayekî herî bê rehm li vê derê tê meşandin. Dîsa nêzîkbûna min a qadê, ji ber nebesiya têkoşîna çînî qederekê şaşitî dihewand. Li beramberî pirsgirêkan ji bûyîna hêzê yan jî, li pêşberî wan timî ji bertek nîşandanê, bêçareserî manê, jê re pêşengî kirinê zêdetir, min hinekê hewl da bi xwe re şer bikim. Min pratîka xwe ya şer a li welêt di dewreyê de da ber lêpirsîna wijdanî û derbas kir. Ji ber wê min psîkolojiyeke çewisandî ya mezin hîs kir. Lê paşê, ji dahûrandinên Rêbertiyê pêş xistin e, dîsa encamên min ji perwerdeya giştî derxistiye, bûna xwediyê hizireke bi îrade û azad, min pir baş fêm kir û têgihîştim, di serî de bi şerekî pir mezin ê ku kes li pêşberê xwe bimeşîne dikare pêk bê.
Dîsa, li vê qadê bûyerên pir balkêş bi pêş ketin. Ji ber van bûyeran ez hem hejiyam, min fêm kir ku ji bo mirov bibe milîtaneke/î şareza û bi azwerî, bi rastî jî xwediyê pîvan, hewce dike xebatake rojane, bi pîvan, xwediyê rêgez, timî quralên rêxistinê bingeh digire bê domandin, xebateke bi rêxistinî û di asta ku xwe bi pêş dixe de, hemû hevalên li derûdora xwe pêş dixe, yanî vê xebata rêxistinî belavî giştî bike, min ev pir baş fêm kir. Aliyê di pratîkê de herî zehmetî dida min ev bû, dema min li beramberê şaşiyan têkoşîn dimeşand bi awayekî pir çors wêna dikir û ji ber vê yekê ez bi xwe diketim rewşeke zehmet, di pratîka li welet de min pir êşa vê kişand. Ji ber vê yekê yek ji nuxteyên li ser ponijîme, min ji xwe re esas girtiye, xebata bi rêxistinî, ji bo bûn mirova/ê rêxistinê rêxistin bingeh girtin e; min di nav rêxistinê de têkoşîneke bi vî awayî, xebateke bi vî awayî girte dîqetê û hewildanên ji bo vê pêwîst, derxist zanebûnê.
Min dît ku rastiya Rêbertiyê, jiyana Wî, nêzîkbûna Wî ya mirovan bi rastî jî xebateke bi rêxistinî, xebateke xwediyê rêgez e, bi hilberînên di nav şoreşê de di demeke dirêj de afirandine bi xwe bi hesesbûneke mezin mijûl dibe, van nirxan çawa diparêze, çawa li wan xwedî derdikeve û min ev pir baş derxistin zanebûnê. Dikarim bi cewherî van bêjim.
Rêber Apo: Niha, Dîlan, ji bo te di maneya gotinê de zêde pêwîstî bi tehlîlan tin e. Dorhêla tu jê hatiyî hem ji aliyê neteweyî ve û hem jî ji aliyê çînî ve bêbandor e. Ji terza pir biçûkbûnê zêdetir, terza mezinbûnê pêwîst e. Bawer im we bi temamî girîngiya vê fêm kiriye. Xebatên Partî û şer jî, dîsa tije bi şaşitî bû. Te ev jî li vê derê dît û em pê bawer in te di asta ferasetê de çareser kiriye. Ya hê zêdetir pêwîst bû, esasên milîtaniya rast bû. Baweriya min ew e, te li vê derê ji jiyanê, ji diyalogên zêde yên li gel me ev fêm kir. Hema bêje te her tişt dît, bi taybetî me hişyariyek jî kir. Dîsa ez tiştên din ên fermandariyê û dida aliyên şer jî zêde dubare nakim. Her tiştê hatiye gotin ji bo te jî derbasdar e.
Dîlan (Nadire Kal): Ez ê esas bigirim, Serokê min.
Rêber Apo: Tê dahûrandinan ji bo xwe esas bigirî. Bi taybetî dahûrandinên li ser jinê, terza wê ya Rêbertiyê, dîsa li ser uslûb û terzê pîvanên xwe nîşan didin, ji terza meşê heya bi livûtevgerên mîmîkan me nîşan da ku pêwîst e tu hêza xîtabê qezenc bikî. Ji bo te jî bi rastî jî ev pêvajo, pêvajoyeke baş a serketin û pratîkê ye. Di vê mijarê de ji bo te hem baş axivîn û hem jî di cih de kirin gengaz bûye. Em dikarin ji vê bi şûnde ji te re bêjin ku erk çendî bi cîh hatine. Em ê rexne, gilî û gazincên te qebûl nekin. Yanî ev tiştên te stendine dê te mehkumê serketinê bikin. Divê fêm bikî ku ji bilî vê jî, zêde heqekî te tine ye. Di pratîka ji vê bi şûnde, ji bo xwe naskirinê û ji bo serketinê dê Partî û Rêbertî esas were girtin. Soza te li ser vê bingehê ye, ma tê fêmkirin?
Dîlan (Nadire Kal): Ez ê esas bigirim Serokê min. Ez ê hemû hêza xwe li ser vê xalê kom bikim. Ji bo min dê serketin bibe hedef.
Rêber Apo: Tu mehkumê vê yî. Divê vê fêm bikî. Ev jî fermanê dide ku tu hinekê giranî bidî ser xwe. Baweriya xwe bi xwe bîne, giraniyê bide ser xwe û bimeşîne. Weke din ne zehmetî tên derbaskirin û ne jî mirov dikare xwe bimeşîne. Bi ser de jî jineke, ji aliyê dîrokî jî yanî eger bixwaze xwe bispêre hêza zilam û bijî ew jin kole ye. Li gel jina ku PKK’ê dixwaze bi pêş bixe, zêde eleqaya wê tine ye. Ji ber wê yekê çiqas zehmet be jî, tê bi awayekî azad çarenûsa xwe diyar bikî. Bêguman çawa ku Partî hêzê dide her kesî, dide te jî. Ji vê ne zêdebûna te heye û ne jî kêmbûn. Lê di bingeh de hewl bide ku tu bidî. Ma te fêm kir?
Dîlan (Nadire Kal): Hate fêmkirin Serokê min.
Rêber Apo: Soz li ser vê bingehê ye.
Dîlan (Nadire Kal): Pratîka min dê bibe bersiva vê, Serokê min.
Rêber Apo: Weke din dixwazî çi bêjî?
Dîlan (Nadire Kal): Bi taybetî hêza ku min ji vê qadê stendiye, tiştê ez fêr bûme, li qada pratîkî, di destpêkê de ji bo pêşketina hevalên min û pêşketina rêxistinê bi kar bînim, ez ê xwe pir mezin tevlî bikim. Ez ê bi hemû hêza xwe hewl bidim vê bi ser bixim. Min bi awayekî pir baş fêm kir ku ez mehkûmî vê me jî.
Rêber Apo: Te terza Rêbertiyê jî fêm kir, ma ne wisa ye?
Dîlan (Nadire Kal): Min fêm kir Serokê min.
Rêber Apo: Te bingehên hêza meşandinê jî fêm kir, ma ne wisa ye?
Dîlan (Nadire Kal): Ez dikarim bêjim min fêm kir Serokê min.
Rêber Apo: Ma hewce dike em hêj zêde bînin ser ziman?
Dîlan (Nadire Kal): Na, Serokê min.
Rêber Apo: Pir hate ziman, tê hema bêje hemûyan esas bigirî.
Dîlan (Nadire Kal): Belê Serokê min. Mijarên herî zêde li ser ponijî me.
Rêber Apo: Rêbertiya bi ser dikeve çawa ye, ma te dît?
Dîlan (Nadire Kal): Belê Serokê min.
Rêber Apo: Ma te dît hem di pêvajoya dîrokî de û hem jî rojane xwe çawa dimeşîne?
Dîlan (Nadire Kal): Min dît Serokê min.
Rêber Apo: Wê dême tê bibî pêkhênereke wê ya bêeman. Li ser vî esasî tu dîsa soza Rêbertiyê didî.
Dîlan (Nadire Kal): Rast e Serokê min. Vê gavê li vê qadê ez li ser pêvajoya pêş, peymana pratîkeke serketî girêdidim. Li pêşberê Rêbertiyê heya bi hucreya xwe ya dawiyê giraniya vê sozê hîs dikim. Ji ber vê yekê li pêşberê Rêbertiyê bi her tiştê xwe soz didim ku ber bi serketinê bimeşim.
Rêber Apo: Ji vê bi şûnde bi taybetî di birina bi tendirustî ya şervanên jin ên azad de tevî hevalên din tu jî erkdar î, ji bîr neke. Li pêşberî pirsgirekên wan ên têkoşîna azadiyê, heta li berambê pirsgirêkên wan ên şerê azad û jiyana azad jî berpirsiyar î. Em bigirin ji nêzîkbûnên hegemonîk ên zilam, di xebatên weke li hemû qadên bi hêza jinê ya ku li hezaran derbas dibe şer dan kirinê, weke din jî ji bo derbaskirina neyîniyên hestewarî û lewaziya jinê jî tê bibî bersiv. Tê bi hesasiyeteke mezin nêzîk bibî da ku hêza bi hezaran jin, di vê çarçoveyê de perwerde bikî, ber bi feraseta rast kaş bikî. Pirsgirêka jinê dê ji bûn demogojî derkeve, bibe cebheyeke herî dest jê nabe, bi pêş dixe. Êdî îradeya wê heye, zimanê wê heye, çeka wê heye, tê vê rast bi kar bînî. Beyî ku biherimînî, bixî bin xizmeta hêzên cûda, beyî ku pêşkeş bikî, temam?
Dîlan (Nadire Kal): Her gava diavêjim wê bi awayekî bi hevsengî û xwediyê pîvan bibe destpêka meşê.
Rêber Apo: Em ji bo artêşbûna jinê, armanc û terza meşê wisa diyar dikin. Ev ji bo min girîng e. Ne weke zilamekî, ne weke kesayetiyeke monoton, erkên artêşbûna jina azad û jina azad hene. Tê li ser vê mijarê hem mêjiyê xwe biêşînî û hem jî erka xwe pêk bînî.
Dîlan (Nadire Kal): Ez ê esas bigirim, Serokê min.
Rêber Apo: Tebî, em li vê derê li ser vî esasî erkdar dikin. Eger hûn nekin em ê we giran rexne bikin. Ji ber ku tiştên hatine dayin ji bo biserxistinê ne kêm in. Hem ji aliyê naverokê ve û hem jî ji aliyê erk û rayeyê ve. Ma hate fêmkirin?
Dîlan (Nadire Kal): Ez ê hemû hêza xwe bidimê, Serokê min.
Rêber Apo: Temam, di vê mijarê de tiştên bi giştî hatine gotin weke bûyî derbasdar in, yên ji bo te hatine gotin jî ev e. Ez ne di wê rewşê de me bizanim ka tu di dema borî de çi bûye, te çi kiriye. Jixwe weke ku ji bo her kesî/ê hatiye kirin ji bo te jî hatiye kirin. Dîsa, weke ku ji bo her kesî erk hatiye diyarkirin ji bo te jî hatiye diyarkirin. Weke din tê di fermandariyê de bi rolek pêşeng rabî. Ji tendirustiya hemû hevalan, bi taybet ji ya pêkhateya jin bi qasî tendirustî, moraleke mezin, di meşa serketî de bi qasî para xwe berpirsiyar î. Erkdarkirineke baş e. Bi taybetî meşeke pir bi îdîa ya fermandariyê ye. Şensê, pir baş bi kar bîne. Bila ti asteng vê şensê ji te nestîne. Tu bi xwe firsendê nede vê. Ji bo serketinê jî derfetên pir biçûk her kêliyê baş binirxîne, bi vê kêfxweş be, bi vê bi coş be, bi vê fêm bike ku te heqê jiyanê qezenc kiriye û ev ê te li pêşberê hevalên te, gelê te bike xwediyê hurmet. Bi wan re yekane rêya jiyana bi hev re ava kirinê ev e. Ma tê fêmkirin?
Dîlan (Nadire Kal): Hate fêmkirin Serokê min.
Rêber Apo: Tu dibêjî peymana me temam e?
Dîlan (Nadire Kal): Temam e Serokê min.
ÇAVKANÎ: Diyalogên Bi Şehîdan Re.
Ev dîyaloga Rêber Apo bi Şehîd Dîlan re roja 23’yî Cotmeha Sala 1995’an pêk hatiye.