• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

Çalakiya Zap’ê Û Sala Nû

January 13, 2022
in Nirxandin
A A
Çalakiya Zap’ê Û Sala Nû
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Saleke nû ya tekoşînê destpêkir. Di destpêka salê de mizgîniya gerîllayên Zap’ê moralek mezin dide me. Di encamên çalakiyên ku li Zap’ê pêş ketin, dijmin ne çar ma, ji hin girên ku, li qadê dagirkiribû vekişe. Jibo pêşwazîkirina sala nû, ev çalakî bawerdikim ku wê bibe wêneya serkeftina sala 2022’an.

Dîmenên çalakiya ku li Zap’ê hatibû kirin, hatin parvekirin. Di van dîmenan de rastiya artêşa dagirker li pêş çavan xwiya dibe. Li hember gerîllayên azadiyê, nikarin şer bikin û li hember surprîza gerîllayan bi tenê ji tirsan diqîrin.Her hal ne li bendêbûn ku dest û milê xwe bihêjînin werin welatê me dagir, gelê me qir bikin û gerîlla li wan temaşebikin.

Dibe ku di nav hemî netewan de, kesên bê keramet û xwefiroş hebin. Lê zarokên qehreman yê gelê Kurd jî hene û ew dijminan bi gul an hesîrên sor na, bi gule û agirê sor pêşwazî û bi rêdikin. Lûgatek berxwedanê û berxwedanvana jî heye. Ew jibo dagirkerên Kurdistanê tirsa mirinê, jibo welatê me mizgîniya azadiyê ye.

Kesên ku çavên wan girtî, mêjiyê wan kirêkirî, dil û hinavê wan reş vî zimanî nizanin, lê dar û ber, çiya û zozan, çem û rûbar, ajal û nebat, hemî welat bi vî zimanî şad, bi vî zimanî serfirazin.

Di dîmenên berî çalakiyê, di kêliya çalakiyê û piştî çalakiyê de, mirov coş û baweriya gerîllayên azadiyê dibîne. Gerîllayên bi dil germiyek mezin hevalên xwe jibo çalakiyê bi rêdikin û gerîllayên bi dil nizmiyek mezin hestê xwe yê jibo çalakiyê tînin ziman û bere xwê didin cîhê çalakiyê, hestên herî xas yê heskirina welat, însan û azadiyê, hêrsa herî tazî ya li hember dijminên gel dide xwiyakirin. Di şewqa çavên van gerîllayan de, wateya ku bi sedan sale ji gelê me hatiye dizîn xwiya dike û ew dixwazin vê bikin diyarî jibo welatê me û gelê me.

Ev wateya ku ji dest netewa me hatiye girtin, carek din bi dest xistin, bi tekoşînê, bi rêbazê gerilla dibe. Wekî ku di dîmenên vê çalakiyê de jî xwiya dibe, gerîlla di çûyina xwê ya ser dijminde, bi hêrsa mezin tola salan hildide û wateya windayî, jibo gelê me bi dest dixe. Her guleyek ku di dagirkeran de diteqe, dibe xwe şûştina ji dijmin, li xwe veger û gavek ber bi wateya windayî, ber bi azadiyê ve. Piştî vê çalakiya serkeftî, gerîllayên azadiyê amûrên ku ji dijmin bi dest xwe xistine didin xwiyakirin û hestên xwe tînin ziman. Di van dîmenên piştî çalakiyê de kêfxweşiya gerîllayan û zêde bûna şewqa çavên wan, gerdûna mirov ronî dike.

Di nav derfetên kêm û zehmetiyên tekoşînê de, gerîlla bi girêdana armancên xwe û baweriya xwe, rûyê gelê me spî, sere me bilind dike. Di nav vî agirê ku li ser welatê me tê barandin, di nav vê hovîtiya dijmin de, dîmenen çalakiya tolhildanê, ger ku wek tasek av dil û hinavê mirov hênik dike, di çalakiyên wiha de cîh girtin û ji dagirkeriyê hesab pirsîn gelo wê çiqas bi heybetbe, divê ciwanên Kurdistanê vê bi fikirin.

Hunre Dorşîn
Hesekê

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

PERSPEKTÎFA KU RÊBER APO Jİ KONGREYA 12’EMÎN A PKK’Ê RE
Perspektifên Rêber Apo

PERSPEKTÎFA KU RÊBER APO Jİ KONGREYA 12’EMÎN A PKK’Ê RE

June 4, 2025

Read moreDetails
 NEWAYA ZÎN
Şehîdên Azadiyê

 NEWAYA ZÎN

June 3, 2025

Read moreDetails
Yek Ji Armanca Girîng A Şer Jî Pêkanîna Evînê Ye
Perspektifên Rêber Apo

Yek Ji Armanca Girîng A Şer Jî Pêkanîna Evînê Ye

June 2, 2025

Read moreDetails
DÎROKA TEVGERA AZADIYA JIN-32
Lêkolîn

DÎROKA TEVGERA AZADIYA JIN-32

May 29, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk