Estetîk bingehê xwe bi yunaniya kevin ji peyva aisthesis digre, di heman wateya xweşikbûn a kurdî de ye. Peyvên xwe, xweş, xweşik û xwişk jî hem weke nîvîsîn û hem jî di wateyê de pir nêzîkî hev in. Esas bi têkîliya kok û wateya peyvê jî bi hev re heqîqeta pergaleke beriya hezaran salan hatiye hûnandin, radixe ber çavan.
Weke peyvên koka jiyana destpêka mirovahiyê, tevî hemû astengan jî zîndî mane. Em dizanin civakbûna destpêkê li derdora jina pîroz hatiye komkirin. Jiyana komê jî bi bandora jin û têkîliyên li derdora jinê hatiye rêxistinkirin. Di nava vê civakê de hemû weke xwe ne, ti hewldaneke wan kirina tişteke din tine ye. Lewma ya weke xwe, xweş û xweşik e. Heta li gelek cihan xwişk weke xwe yan jî xweya min, tê bilêvkirin. Têkîliya herî nêzîkî ya xwe yê xwişk e. Xwişk jî weke min bi xwe, ew jî xwe ye. Lewma xwişk jî pir nêzîkî wateya xweşik, weke peyv jî hatiye bilêvkirin. Ya xwe û xwişk be, hem xweş û hem jî xweşik e. Di çanda me ya civaka Kurd de bandora xwişk û xwişka dayikê, bi qasî dayikê hîn jî diyarker e. Her çiqesî xwişka dayikê di kurmancî de veguherîbe xal-tîkê jî kûrahiya hezkirina ji bo wê nedaye wendakirin. Ji xwe xal jî weke birayê-dayik (a ji xwe dide), divê mirovan bide fikrandin.
Qet bawer nakim ku hewqesî nêzîkî hev bûyîna peyv û wateya peyvan, tenê rasthatinek be. Erê, beşekin ji pergal û zanista jiyanê. Em ji vê dizanin ku bingeha hûnera xwişkbûnê bi jina -ya xwe ye hatiye avakirin. Raste zilaman bi fêhl û zordariyê xwe kirine xwediyê jinan, me ji xwebûnê dûrxistine û ji ber vê jî me ji xwişkbûnê gelek tişt wenda kiriye. Lê tevî bindestî û tevahî êşan jî bi qasî serê derziyê jiyaneke xweş û xweşik mabe, hîn jî li derdora jinê ye.
Ji xwe xweşikbûn beriya her tiştî divê têkîldarî şêwazê jiyanê be. Divê jiyan bi xwe xweş û xweşik be. Ger jiyan bi hest û ramanên azad be, xweş e. Di qafeseke zêrîn an jî xwezayek weke bihûştê de jî be, ger mirov azad nebe, ji mirov re weke jehr û dojehê. Ger mirov di nava çoleke hişk û ziwa de be jî ger mirov azad be, dikare her tiştî biguhere. Lewma ji bo jiyaneke xweş divê weke kes jî tu azad bî, ku bikaribî xweşik bijî. Yên mijara xweşikbûnê li gorî pîvanên civaka exlaqî û polîtîk binirxîne, cardin mirov e. Her wiha ji bo vê jî hest û ramanên azad pêwîst dike. Xweşî û xweşikbûn li gorî pîvanan tê nirxandin. Xweşikbûn bêpîvaniyeke her tiştî li xwe bihewîne nîne. Berovajî vê pir bi pîvan û bi zanebûneke xwezayî tevgerîn ji mirov re xweşik tê. Ji ber vê di derbarê fêmkirina xweşikbûnê de jî divê asteke her yekek ji me jî hebe.
Her wiha xweşikbûn ne tenê qadeke têkîldarî bedena mirov e. Ev jî pêwîst e, lê heta kesayeta mirov, hest û ramanên mirov, bi giştî hebûna mirov azad nebe tenê çav û birûyên me xweşik bin, ma wê çi sûd û wateya xwe hebe? Ji xwe herî zêde jî pergala modernîteya kapîtalîst li ser vê rêbazê dilîze. Xweşikbûne daxistiye asteke pêşkêşkirina ciwaniya bedena jin û zilaman. Îro di bin navê estetîk de ji moda, heta qalibên bedenî, ji estetîka cerahî heta şêwazê axaftinê ti beşeke mirov a pê neyê lîstin nemaye. Ji aliyê pergala desthilatiyê ev pir bi zanebûn têne pêşkêşkirin. Raste destpêkê bi jinê lîstine, lê zilam jî ji vê bêpar nemane. Zilam jî baldariyeke pir zêde ji bo vê nîşan didin. Weke ji yek febrîqeyê derkevin tevahî jin û her wiha tevahî zilamên li nav çerxên pergala desthilatdar, êdî her yek dişibin hev û weke kopyayên hev têne çêkirin. Ew kesên vê rewşê asayî dibînîn, gelo qet meraq dikin çiqesî zanebûn û cewherê wan mirovan heye yan na? Ji xwe mirovek ji cewherê xwe seqet nebe, manewiyeta xwe bîrîndar nebe û xwe kêm nebîne, hewl nade xwe bi awayek wiha temam bike yan jî xwe bişîbîne hinekên din.
Li beranberî lîstikên xirakirina xweşikbûnên rastî, Rêbertî di Bîrdoziya Rizgariya Jinê de ciheke girîng dide xweşikbûnê û di vê derbarê de ji bo me jinan wiha dibêje: “Li gor min têkîliya jiyana bi jinê re bi estetîk, xweşikbûnê ve jî heye. Ev jî hêmana pêncemîn e. Asta kirêtiya jiyanê ya vê gavê têkîliya xwe bi çewisandin û dagirkeriyê ve balkêş e. Divê jina ku dixwaze bijî, huner, çand û estetîkê ji nedîtî ve neyê. Em ji fîzîka wê bigrin, ji xweşikbûna hizir, em ji xîtaba wê bigrin, heta ronahiya giyanî divê bi nêrîneke estetîk û rêgezê ve girêdayî be.”
Me kokên xwe berda nava axên dayik û me erd kirin war û welat. Me welat bi kedê hîn xweştir xemiland. Weke xwedevanda me ji xwe da û me her da, me bêhtir zanî û anî ji bo mirovahî. Çiqes me zanî, hewqes jî me karî. Em wiha bûn xwedî bîreke tevî bi deh hezaran salan jî wenda nebûyî.
Di bin rûyê hişk û sar ê desthilatdariya zilam û dewletê, çirûska rizgariyê ji me re xweşik hat û em anî bîra me. Li ser kokên xwe yên hişk nebûyî, li dijî koletiyê me karî biherikin nava refên têkoşîna azadiyê. Weke kokên hişk nebûyî hertim heviyeke şînbûnê me di nava xwe de dihewand. Em li benda dem û cihê zayîneke xwe ya din bûn. Bi ked û hezkirina Rêber Ocelan em şîn bûn. Me xwe rêxistin kir û em bûn têkoşer. Ji bo jiyanê me şer kir, têkoşîn kir. Ew jina êdî lanet lê dibarî, careke din bi navê pîrozî tê bangkirin. Îro jî hêviyek jiyanê hebe ji jinê tê payîn. Weke xwedevandên dayik li warên pîroz bi hewara jiyanê ve hatin. Bi keda desten jinê tama jiyanê xweş dibe. Bi têkoşînê jin û jiyan bi hev re xweşik dibin. Lewma îro denge “JIN-JIYAN-AZADΔ bi hev re bilind dibe.
Jiyan Aras