Bila Zimanê Perwerdê Bi Zimanê Zikmakî Be

0Shares

Derbarê jinan hewldanên, xebatên min hebûn, lê min temam nekir. Bila jin zarokan perwerde bikin. Bila xwendin û nivîsandinê, zimanê xwe, Kurdî hîn bibin. Bila her yek 20, 30 zarok perwerde bikin. Ne pêwîste îleh zarokên wan bi xwe bin, hemû zarok zarokên me ne. Va ye sosyalîzm, va ye demokrasî.

Dikarin Projeya Jina Azad bi pêş bixin. Ji bo vê min navê welat kêm dît. Ez difikirim ku divê Weqfa Jina Azad ya Dinyayê bê sazkirin. Vejîna 4 hezar salane, wê li hemû dinyayê pêk bê. (Bi ken) Her çawa be tê bîra min. Dibe ku li Romayê navendek hebe. Ji ber ku mafê pênabertiyê dan min. Ji aliyê hiqûqî ve jî wê hîn erênî bibe. Ji bo xwezaya jinê ya winda bûye ji nû ve were keşifkirin, ji bo xweza û civakê danîna çarçoveyeke nêrînê wan ji nêz ve eleqedar dike, li dijî mêr û nêzikatiya civakî ya bi serweriya mêr, helwesta azad ya jinê pêşxistin, rast fêmkirin, bi demê re ber bi rêxistinbûnê ve birin. Jin, li dijî desthilatdariya mêr ya nêzikahiya hem civakî û hem xwezayê divê helwesta wekhev û azad bike hedef.

Ev proje lêkolîneke cidî dixwaze. Encamên bi vê lêkolînê bi dest xistin wê berbiçav bikin. Ji bo bîranîna jinên şehîd, yên xwe şewitandin û dayikan, tevkariya min ya li gor xwe dixwazim bidim eve. Ez nabêjim bila her kes bikevê, lê ji bo hinekan pir pêwîst e. Ji bo weqfê derfetên madî, li Rojhilata Navîn, Ewrûpa û Tirkiyeyê dibe malên partiyê hebin. Hin mal hebûn. Bi qasî pêwîstiyên xwe ev mal dikarin bi weqfê ve bêne girêdan. Pêşniyara mine. Ji niha ve ji bo vê dibe ku hin navend hebin. Li Ewrûpayê, Rojhilata Navîn û li welat jî hene. Li Amedê pêwîste cihekî bibînin. Ji aliyê îdeolojîk, moral, fizîkî ve divê jin di ber çav re were derbaskirin û bê parastin. Mal ji bo vê pêwîstin. Wê derfeta madî bibînin. Ji şer û pevçûnan pir zirar dîtin. Armanc, bicîhanîna parastina vana ye.

Perwerde bingehe. Pêwîste xwe û zarokan perwerde bikin. Perwerdê, dikarin bi zimanê zikmakî bikin. Desthilatdariya mêr ya çar hezar salan heye. Ez nabêjim ji bo vê “Bibin rahibe”, lê divê şêwazê jiyaneke ji wê jî dibuhure hebe. Ew jina ji însafa mêr re bê hiştin mehkûmî windakirinê ye. Ji bo vê jî derfetên madî pêwîstin. Mêr û civaka bi serweriya mêr wekî din nikarin ji hev de bixînin. Dema nikaribin ji hev de bixînin têkçûn jî di rê de ye. Ji têkçûnê rizgar nebin jî nikarin azad bibin. Wê ji serî, ji destpêkê ve winda bikin. Jixwe partiya xwe ava kirine, bi demê re dikarin bi pêş bikevin, navneteweyî bibin.

Bila zimanê perwerdeyê bi zimanê zikmakî be

Jin, keçik, dayik û zarokên li erdê mane hene, pêwîste li vana xwedî derkevin. Bi zimanê zikmakî divê ev werin perwerdekirin. Ev, erkeke, peywîreke li pêşiya hemû erkane. Ji bo aştiyê erkeke girîng e. Em derfetên sînordarkirî didin. Bila baş bêne bikaranîn. Ji dayika min bigire, heta ji bo yên xwe şewitandine ji hemûyan, yên di nav têkoşînê de şehîd ketine û bi taybetî ji bo dayikan e. Ez ji bo tevan wiha bi giştî bersiv didim. Ji bo bersiveke watedar ya bi hevaltî ku ez bikaribim bidim, ez vê projeyê pêşniyar dikim.

Projeyeke baş pêwîst e, bi girîngî pêwîstî pê heye. Femînîst an jî ne tevgera komeleyî ya teng. Di çarçoveyeke xweşik de vêya pêşkêş bikin. Di sala du hezarî de diyariya dawî ku ez bidim jinan eve. Ger wiha bibe wê ji bo pêşerojê hêvî bide.

Ew helbesta Manî di televizyonê de hat xwendin? Wî 1700 sal berê kirinên me kiriye. Ji Mêrdînê derketiye, di eyara Îsa de ye. Pir dişibe pêvajoya îro. Ew helbest pir baş dida. Dema roj hiltê û diçe ava wisa baş dide ku jê feyde bigirin. Hûn heta dîrokê nizanibin hûn nikarin xwe pênase bikin, nas bikin. Her ku ez wê dîrokê dixwînim, ev dinya li ber çavê min pênc pere nake.

Li Sûrî bajarekî bi navê Palmîra heye. Mîna harîkaya heftemîn ya dinyayê ye. Teqez biçin bibînin. Ez çend caran çûm. Dîrok û îro ji hev qut nîn in, lê dîrok hatiye jibîrkirin. Qet nebe hin gotinên tên gotin bila bi kûrahî fêm bikin. Wateya wê heta bibêjî kûr e, ji bo jinê pir girîng e. Ez, ji bo êş neyên kişandin, ji navê rabin, jiyaneke watedar pêk were dixebitim. Di axaftinên xwe de, di panelên xwe de ez çawa bim min wisa bidin nasandin. Hûn min çiqas didin nasandin, şertên min yên fizîkî jî, tevgerên min jî bibêjin, vebêjin. Hê jî ji ber ku her kes min weke çavkaniya hêzê dibîne ez zehmetî dikşînim. Ji ber şert û mercan ez têra xwe nikarim hêzê bidim. Hê jî nikarin hêza rast bigirin. (Ji dahurandina 18’ê Mijdara 1999’an pêkhatiye hatiye girtin)

Bila xwedavend Înanna, Îştar wana bi kurahî bixwînin

Name û raporên ku jinan hê berê ji min re nivîsandibûn hebûn. Ez kasetan, diyalogên min kirine, dîsa diyalogên min li vê derê kirine diyarî wan dikim. Bila weke dibistana azadiyê bi kar bînin. Divê destê mêrê qirêj û destê jina  qirêj lê nekeve. Wê temsîla xeta dîroka bi deh hezar salî bikin. Hin zarokên min gelek ji wan hez dikir, zarokên bêkes hebûn. Dîsa zarokên li Tirkiyeyê û Îranê xwe şewitandibûn hebûn. Weke komên bi 40, 50 kesan, bêyî ku weke keçik, kurik ji hev veqetînin bila van zarokan bigirin perwerde bikin. Dibistan, divê ji bo aştî û jiyana nû bibe cihê perwerdeyê, ji bo dayikan bibe cihê perwerdeyê. Weke dibistanekê; dibistaneke zimanê Kurdî, dîroka Kurd hîn dike.

Projeya jiyana azad li vê derê jiyanî bikin. Ez ê nebêjim perestgeha jinê. Çawa ku li kerxane û mala taybet jinê mehf kirin; divê jin li wê navendê bi çanda bi heybet ya xwedawendê were vejînkirin û bigihînin asta Xwedawendên jin. Di jiyanê de bibin xwedî hêz û li ser axên xwe bila li ser piyên xwe bisekinin. Bila xwe tenê hîs nekin. Di dîrokê de Xwedawendên Înanna, Îştar wana bila bi kûrahî bixwînin. (Ji dahurandina 9’ê Gulana 2001’an pêkhatiye hatiye girtin)

Rêber Apo

Attachment