Evîn Nejdet
Ey rêhevala delal û rûgeş, min bihîst te jî boxçika xwe girt û hewesa çûnê kiriye. Kuve diçî, ey delala çiya û baniyên welatê cigersotî! Kuve diçî? Hîna zehf zû ye, dema wê nehatiye. Hîna te ji bo me gelek stran, çîrok û serpêhatî di tûrikê xwe de veşartiye, heya tu hemûyan bi me re parve nekî, kuve diçî! Ka bimîne hîna zû ye, wextê çûnê nîne. Te dema xatir ji me xwest û tu ketî ser rêya rojavayê welat, te soz da ku dema vegerê tu bi ala serkeftinê werî û ji me re her çi te dîtibe û bihîstibe, her çi ji te re gotibin û te kiribe, lib bi lib bi ta û derzî ve bikî û ji me re bêjî. Me xwe amadekiribû ji bo guhdarkirina çîrokên te yên demdirêj. Tu kuve çûyî? Ev lez û ecele ji bo çi!
Erê! rêhevala delal, tu jî rast dibêjî, ya watedar ew e ku mirov bizanibe di dem û cihê pêwîst de bimîne, ya hewce dike pêk bîne û di dem de jî bizanibe canê xwe feda bike. Watedariya jiyana me jî di vê rastiyê de veşartiye. Em mirovên demê ne. Dema hewce, dema pêwîst em bi tevger dibin. Çi jiyan, çi şehadet her du jî heke hewce kirin, heke ji bo vê axê azadiyê bîne dibin xwedî wate. Ji ber hindê jixwe te berê xwe da parçeyê rojavayê Kurdistanê. Şensê pir hevalan çênebû ku dema Rêber APO li wir bû, biçin dergeha azadiyê, lê piştî ku bihara gelan bişkuvî, vêcarê jî tîrêjên Rêber APO ji rojavayê welat re şoreş afirand û vê yekê jî kêmekê hesret û bêrîkirina me hênik kir. Tu jî çûyî ku temam bikî wan xwestekên bi salan.
Lê ez çi bikim, mirov dema parçeyek ji canê xwe dide, êşa wê giran dibe. Niha ez li hemû wan xeyal û bîranînên me yên wan rojan yek bi yek vedigerim. Te bi rûgeşiyeke bêpayan ji koma me re behsa dîroka kevnar a axên jê bi dayîk bûyî dikir. Behsa eşîreya Ertoşî ku çawa li axên bi berket ên Wan û Colemêrg û qismek Selmasê yek ji konfederasyona herî xurt û navdar birêxistinkirine. Te, bi dengekî tejî heyecan û şadî ji me re naveroka jiyana wan deman vedigot. Mirov digot qey te ew bi çavên xwe dîtine, tu ji nav derketiyî û ji bo ku wan bigihînî îro hatî. Çawa li kêleka mêrg û li quntarên çiya xwe bicih kirine, kiras û fîstanên çawa lixwe kirine, penîr û nivîşk çawa çêkirine, kîjan heywan xwedî kirine, bi kîjan eşîreyan re li hev nekirine û hwd.
Te wiha domand gotina xwe; “Jixwe tişta herî balkêş û muhîm rewşa jinên eşîreya Ertoşî bû. Jinên vê konfederasyona mezin li hespan siwar dibûn, li deşt û baniyan didan bezandin, heybeta wan cuda bû. kofiyên rengareng didan serê xwe. Singa wan li pêş, serê wan bilind dimeşiyan. Ku diaxivîn ji dengê wan xwebawerî û têgihîştin dibarî. Jin di malê de serwer û kehbabû bûn û karaktera wan a qahîm û berxwedêr, asî û zîrek cihê wan ji yê zilam bilindtir kiribû. Qedr û qîmeta ji jinê re dihate girtin ji ya zilam zêdetir bû. Di nav zehf tayife, an jî gundan de jinên temen mezin rêveber û aqilmendên gund dihatin hesab.”
Te, dema qala jinên Ertoşî dikir, ji çavên te xurûr û kêfxweşî dibiriqî. Di encam de tu jî neviya wan bûyî û te tovê wan di xwe de dihewand, te ew di hundirê xwe de hîs dikir. Şahidiya te di derbarê xelkê wê demê tabloyeke pir zelal di mêjiyê me de jî avakir. Heçku li ber ekrana televîzyonê me li wan mêze dikir. Me dengê wan seh dikir, bêhna enber û miska jinên wir dihate pozê me.
Welhasil, ku gerûgeşta te ya li nav kon û zomên eşîrê bidawî hat, te axênek kêşa û ber bi îroew rewşa kambax a ku dijmin li ser gelê wir dide meşandin ve hatî. Îro ji wan eşîre, tayife û bavikan ji navekê zêdetir tiştek nemaye. Axa û begên Kurd ewçend paşketin, zilm û nezanî li ser Kurdan ferz kirin, ew çend bi rêya ol û baweriyan hest û ramanên gel tewizandin ku tevna civakê ji hev ket. Bi destpêkirina bandora kapîtalîzm û modernîteyê, bi taybet jî piştî ku gund hatin şewitandin û gel ber bi metrepolên pergalê ve herikî, ji jiyana wan deman ku bi hevkarî, hezkirin, rêz û parvekirinê ve dagirtî bû, zêde bandorek nemaye.
Te axîniya vê kêşa û bi baweriyeke mezin got ku,“Bila ev şerê giran li ser axa me bidawî be, teqez ez ê biçim wir û li tenişta gola Wanê saziyên perwerdeya zarokan vekim, heta ji saziyê bêtir, dê jîngehan ava bikin.Her tiştek me dê xwezayî be û wiha ez nahêlim ew çanda kevnar wenda bibe.” Paşê bi henekî te wiha berdewam kir“Ha, carna ez ê destûr bidim hûn jî bên û em ê pêkve biçin ber perava golê, em ê melevanî bikin, keledoşeke xweş çêbikin û wiha tola xwe ji hemû planên li ser van axan hilînin. Bi dengê stran û klamên wan dayîkan, em ê govenda azadiyê bigrin.”
Dê delalê, ka tu kuve diçî, ev hemû kar û xebat li pêşiya te bû, tu kuve diçî?
Hevala min a dilderya, te pala xwe da sengereke tejî toz û ax, ku bêhna barût û xwînê ji her derê dihat, te li dijminê neyar guleyên tolstendinê reşand û xeyalên xwe jî teslîmê hemû rêhevalên xwe kir. Oxir be delala Ertoşî, bila xwestekên te bibin soza me û rûyê te yê geş pêşiya me ronî bike, Oxir be!