Arjîn Garzan
Jin jiyane, fêm kirina jin jî di heman demê de fêm kirina jiyanê ye. Ji ber ku fêmkirin jiyan e û jiyan jî ji bo fêmkirinê ye, ji bona ku em jiyanê fêm bikin, divê ku em afrînera jiyanê fêm bikin. Lê li cihekî ku hewildanên fêmkirinê nebin ango lewaz bin, bêguman li wir jiyan yan wateya xwe wenda dike yan jî seranser dimîne, her ku diçe jî mirovahî ji riyan gihîştina sira jiyanê dûr û bêhay dimîne.
Misogere ku li kuderê zulm û desthiladarî hebe li wir serhildan û berxwedn jî heye. Jin jî di roja me ya îro de li hember pêlên tunekirina wê, hewildanên serkeftina heqîqet û jiyanê dide. Ev berxwedan jî weke çiruskeke ku qet natefe ye. Ew jî nebûya dê îro Nefertîtiyan, Senayan, Zenobyeyan, Leylayan û Rozayan dîroka jin ronî nekirina. Jina Kurd jî bi pareke mezin tevlî vê serhildanê bûye. Jina Kurd îro li ser mîrasa Zerîfeyan, Leyleyan, Sarayan û Arînan ku evîn û şer bi keziyên xwe re hûnandin, ala berxwedan li ser çiyayan diçikînin û bilind dikin. Ev berxwedana ku ji lehengekê derbasî ya din dikin, bê ku tu caran sêwî û bê xwedî bimîne. Bi kurtasî li hember tunebûnê her dem hewildanên parastina hebûnê heye, ev jî sedema hemû şerên ku li dunyayê diqewimine, hele ku jin be, jin jî jina Kurd be!
Konferansa Jineolojî(zanista jin û jiyanê) jî gava binavkirina vê serhildanêye. Geşkirin, bi hezkirin û hîn bêhtir bi nirxkirina wê çirûska dîrokî ye. Weke tê gotin tiştek ku tunebe zanista wê jî nabe, ji ber ku zanist fêmkirin, naskirin û binavkirina wê tiştî ye. Jineolojî jî weke zanista jin ji hebûna jin ya ku di nav pençên desthiladariya zilam de li ber xwe dida, destpêkir. Lêkolîn kir, nas kir û binav kir. Ji bona ku êdî wê berhemê jî bike malê hemû jinan û civakê, konferansa xwe ya yekemîn di çiyayên azad de, bi tevlîbûna zêdetirî sed kesî ku ji jinên Kurd, Arjantînî û Turk pêk dihat, lidarxist. Ev jî bi taybet piştî ku di 2008 Rêbertî di pirtûka xwe ya (Sosyolojiya Azadiyê) de rewşa jin bi taybet girt dest û li ser wê esasê pêşniyara xwe ya derketineke bi vî awayî kir. Her kesî bi baldarî, hêvî û îdîayeke mezin guhdar dikir, tiştê herî zêde ez dam fikirandin ew bû ku herkesî digot ku ‘‘em hîs dikin ku xwedevand li dora me kom bûne û me destek dikin.’’ Bi taybet ku ev konferans nêzî cihê Îştarê hat li darxistin. Tevî ku meha gulanê meheke wehaye ku bi berxwedana şehîdan xemiliye, bi taybet berxwedana jinên weke (şehîd hozan Mizgîn, Leyla Qasim, rêheval Gulan, Özgecan û Ferînaz Xusrewanî). Dilê hemûyan di bedenên cûda de bûn, lê ji bo yek dozê, yek jînê, yek hêvî û daxwaziyê lê dida. Çawa dema ku gul demek dirêj bêav dimîne, zuhabûyîn li ser pelên wê kêliyekê riya xwe dibîn û jînê tê de diçilmisîne. Lê dema avê dibîne jî ewqas geş dibe ku, ew bi xwe ber bi avê de dimeşe. Beşdarvan jî hemû bi vê awayî bûn. Ji ber wê jî ez dibêjim dîtin, guhdarkirin, fêmkirin û hîskirina jin dema azadiya xwe nîqaş dike, şanseke gelek mezin û binirx e. Ez pir kêfxweş im ku ez bûm xwediyê vê şansê.
Di wir de dîroka jin hate dest girtin, lê ji wê zedetir girîngî ji gavên çareserî û rizgariyê re hate dayîn. Weke ku Rêbertî dibêje: (dîroka koletiya jin hatiye nivîsandin, lê dîroka wê ya azadiyê li benda nivîsandinê ye) jina Kurd jî îro di berxwedana rojava de, bi xwîna xwe vê dîrokê dineqişîne. Her weha hate gotin ku ji bo pêşerojeke bi rûmet divê em paşeroja xwe jibîrnekin û roja xwe jî binirxînin. Ew jî xwebûn divê. Xwebûn jî, xwedî derketina jin ya hebûn û nasnemeya xwe ye. Heya ku jin nebe ya xwe dê nekaribe civakê bi rengê xwe bixemilîne, dê nekaribe temsîla hebûna xwedevandan bike û dê nekaribe xwedî li mîrasa wan derkeve. Ji ber Rêbertî dibêje heya jin azad nebe civak azad nabe. Tê wateya ku her gavek ji bo azadiya jin tê avêtin divê bibe malê tevahî civakê. Jineolojî jî îro weke zanisteke civakî ku di asta akademîk de tê guftûgokirin û meşandin, ne tenê ji bo jin, lê belê ji bo hemû kes û tiştên ku di şexsê jinê de hatine kolê kirin. Li ser wan esasan hemû qadên ku ji milê sîstema kapîtalîst ya ku xwe li ser zihniyeta zilamsalarî dide avakirin, hatiye girtin, standin, heta hatiye dizîn û hebûna jin tê de ne normal, heram, guneh û neqanûnî kirine. Ruxmî ku li ser destê wê hatiye avakirin, Tevî riyên çareseriyê, hatin nîqaş kirin, yek ji wan jî etîk û estetîk bû. Çawa ku îro civak di şexsê jinê de hatiye dijestetîkirin, divê îro bi jinê re bigihîje wateya rast ya etîk û estetîkê. Divê jin pîvanên koletiyê ya di bin navê xweşikbûn û estetîkê de ku ji milê zihniyeta sîstema zilamsalarî ji bo jin hatiye diyar kirin, bişkîne. Û yek tîpa jin ku qaşo tê hilbijartin hilweşîne. Tevî ku pêwîstî bi analîzkirina tiştê bi navê exlaq li ser civakê tê ferz kirin, pir girîng hate dîtin. Gelo ev pîvanên eqlaqî yên heyî civakê ber bi ku ve dibe? Bêguman ber bi bêexlaqtiya herî mezin ve civakê dixişikîne. Di heman demê de rewşa jin di qada aboriyê de jî hate nirxandin. Û pirojeyên gelek mezin hatin pilankirin. Her weha berteka xwe ya li hember nêzîkatiyên qada tendirustyê ji bo jinê, bi taybet ji bo bedena jin û hinek têgehên ku pê tê bi navkirin. Herî girîng jî qada Ekolojiyê bû, ji ber ku jin ji destpêkê de di hembêza xwezayê de bû, xweza îbadet kir, da îbadetkirin. Pîroz dît, zindî kir û weha da naskirin. Bê ku em jibîrbikin ku şoreşa çandinî li ser destê jin hatiye destpêkirin. Divê ew bi xwe jî îro xwezayê ji îhmalkirin, xerabkirin û şewitandinê xelas bike. Di heman demê de pêwîste jin îro civaka ku bi bandora hişbirên sîstema kapîtalîst ji ser hişê xwe çûye, ji nû de şiyar bike. Naveroka jiyana wan dagirtin û bi wate kirin hemû berpisyariyên ku dikevin ser milê jin in. Ji ber ku ev qad hemû di şexsê jin de hatine rewşekê ku ji cewehera xwe xerîb bûye, her weha tenê jin wê karibe ji nû de her tiştî vegerîne ser koka xwe.
Ev hemû li milekî û zanista îro heyî li milekî din e. Zanista ku îro jin ji cihgirtina nav xwe de mehrûm û bêpar hiştiye. Mînaka herî mezin jî gotinên zanistan yên weke ( jin zilamê kême ku nehatiye temamkirine, divê ji zikê wê zarok û ji pişta wê dar neyê kêm kirin) yan jî bi nêrîneke objeyek cinsî lê meyzekirin, xapînok û zû tê xapandin, makîneya zarokan û hebûneke xweşik û bê denge. Hate gotin ku îro bi zanista jin Jineolojî re wê ev nêrîn û tesbîtên ne di cih de bên şikandin û vala derxistin. Nîqaşên gelek germ hatin meşandin, bi qasî wan jî biryarên gelek girîng hatin girtin. Ji berku yê ku xwe ne de nasîn dê ji milê kesên din ve bê nasîn, em jî weke jin divê em bi riya zanisteke sosyal ku îro di şexsê Jineolojiyê de pêk tê, xwe binasin û bidin nasîn. Ji bona ku em bikarin valatiya di ruhê civakê de ku sîstema kapîtalîst dixwaze îro bi riyên cuda dagire, bi zanista ku me bigihîne rastî û heqîqeta her tiştî, di serî de jî rastiya jin. Nîqaş her weha berdewam kir. Bêguman ez çiqas wesfa wê atmosferê bikim ez dê nekaribim mafê wê bidimê, lê weke tê gotin xwendina wê jî nîv dîtine. Di dawiyê de jî her kes bi duruşmeya (bi Jineolojî re dê jin û jiyan azad bibin) konferans hate bi dawîkirin. Ji ber ku Jineolojî zanisteke gerdûnî û herikbare, ji bo têgihiştina wateya jiyanê fêmkirina jin ya mayînde pêwîste.