• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

Bi Biryardarî û Xeta Zîlanê Em ê Têkoşînê Geş Bikin

July 17, 2020
in Daxuyanî
A A
Jinan dinya ava kirin wê jin dinyayê biparêzin û azad bikin
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Di dîrokê de hin kêlîkên girîng hene ku kes bi civakê re dibe yek. Di 30’ê Hezîrana 1996’an de jî rêheval Zîlan (Zeynep Kinaci) dîroka gelekî li ber tunekirinê bi herfên zêrîn nivîsandiye. Ev nasname bûye sedem ku nasnameya jina azad a Kurd mayînde û kûr bibe. Rêheval Zîlan (Zeynep Kinaci) jî di Warê taktîk, xeta çalakiyê û îdeolojîk li Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan zêde kiriye.

Di sala 1996’an de li ser Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan êrîş zêde bûne. Di 6’ê Gulanê de li dijî Rêbertiya me sûîkast hatiye lidarxistin. Bi sedan mirov hatine destgîrkirin û êşkence li wan hatine kirin. Li ser gerîla jî êrîşên berfireh hebû. Rêheval Zîlan li bajarê Dêrsimê ku dewleta Tirk digot me Kurd qedandiye, li dijî dewleta Tirk çalakiyeke fedaî li dar xist. Li ser vê çalakiyê Rêbertiya me gotibû, “Zîlan Xwedawendeke ku divê em li pêş wê xwe xwar bikin. Derbarê jiyana azad çi hebe di çarçoveya xeta Zîlanbûnê de ye. Ev xet bi qasî ku îdeolojîk, felsefîk e, di heman demê de di warê hestan de jî temsîla herî jor e.” Di warê ku têkoşîna me ya azadiya jinan bûye partî, rêheval Zîlan bûye rêber.

Piştî şehadeta rêheval Zîlan bi 24 salan jinên Kurd li ser vê xetê perspektîfên xwe yên îdeolojîk û siyasî birêxistin kirine. Xeta Zîlanê di warê jiyana azad, têkiliyên jin û mêran a azad û xwenirxandin û xweavakirinê de bûye perspektîf. Ji çalakiya rêheval Zîlan heta niha jinan çalakî û xweparastina xwe li ser vê bingehî kirine. Rêheval Zîlan bi çalakiya xwe diyar kiriye ku jiyan bi wate û azadiyê heke were hûnandin wê demê ew ê watedar be. Rêheval Zîlan bûye manîfesyoya jiyanê. Rêheval Zîlan bûye karakterê bingehîn ê PKK û PAJK’ê, bûye helwesta mirov û jinên azad. Rêheval Zîlan dema nasnameya jina azad di nava xwe de ava kiriye, xwe di civakê de dîtiye û bûye partî. Di kesayetiyekê de karakter, helwest, awayê têkilîdanînê, biryardarî û xweveguheradina çalakiyê nîşanî gelên herêmê daye.

Konjektura cîhanê ya heyî jî rastiya qirkirinê dide ber Kurdan. Dewleta Tirk bi serkêşiya rejîma AKP-MHP’ê hîn bêhtir faşîst bûye. Ji bo Kurd li nava Tirkiyeyê û li derveyî Tirkiyeyê nebin xwedî destketî, dest bi êrişeke mezin kiriye. Van êrişên xwe jî hewl dide bi terorîzekirina PKK’ê bike. Dewleta Tirk bi tasfiyekirina PKK’ê dixwaze bi navê Kurd û Kurdistanê li Kurdistanê, Tirkiyeyê, Sûriyeyê, Iraqê, Îranê çi hebe tune bike, bi navê azadî û demokrasiyê li herêmê çi hebe tune bike. Ji ber vê yekê êrişê dibe ser zarok, jin, mêr, extiyar, xweza, zevî, bax û baxçeyên Kurdan.

Bi navê Partiya Azadiya Jin a Kurdistanê em ê di biryardarî û xeta hevrê Zîlan (Zeynep Kinaci) de têkoşîna xwe ya li dijî faşîzma Tirk mezin bikin. Manîfestoya jiyanê ya ku hevrê Zîlan danî ber me, ji bilî azadî, demokrasî û edaletê rêyeke din nîşanî me nade. Di sala 25’an a şehadeta wê de di şexsê hevrê Zîlan de em şehîdan hemûyan, bi rêz û minet bi bîr tînin û dibêjin ku bîranîna wan ronahiya têkoşîna me ye.

Koordînasyona PAJK’ê

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

Li Ser Rêwitiya Lingan
Ji pênûsa Gerîla

Li Ser Rêwitiya Lingan

May 8, 2025

Read moreDetails
Jİ NEWALA AZADİYÊ RE
Bîranînên Gerîla

Jİ NEWALA AZADİYÊ RE

May 6, 2025

Read moreDetails
KESÊ HERÎ BI BANDOR YÊ TIŞTEKÊ DIDE HER KESÎ YE
Perspektifên Rêber Apo

KESÊ HERÎ BI BANDOR YÊ TIŞTEKÊ DIDE HER KESÎ YE

May 5, 2025

Read moreDetails
RUHÊ BERXWEDÊR, SERKEFTINA TARZÊ FEDAYÎ YÊN APOYÎ BIXWE YE
Şehîdên Azadiyê

RUHÊ BERXWEDÊR, SERKEFTINA TARZÊ FEDAYÎ YÊN APOYÎ BIXWE YE

May 3, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk