• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

Bê Navber Têdikoşiya

August 6, 2023
in Şehîdên Azadiyê
A A
Bê Navber Têdikoşiya
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Nasnav: Zozan Kobanê
Nav û Paşnav: Zozan Abuk
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 1983/Kobanê
Navê Dayikê: Hanım
Navê Bav: Akil
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 2002/Lûbnan
Dîrok û Cihê Şehadetê: 24’ê Tîrmeha 2012’an li Şemzînan

Ji Bo Bîranîna Rêhevala Zozan Kobanê (Zozan Abuk)

Min bi hevala Melsa ya keçmama hevala Zozan re xebat dabû meşandin. Keyfa min pir ji hevala Melsa re hatibû. Dema hevala Melsa şehîd ket min êşek mezin jiyan kir. Min hevala Zozan li Xakûrkê di sala 2011’an de dîtibû. Ruxmê ku heya wê demê min hevala Zozan nedîtibû jî, gelek ji min germ hat û weke ku em bi salane hev nas dikin me diyalog kir. Min pirsa hevala Melsa ji wê kir. Wê jî got hevala Melsa keçmama min e. Min jî jê ra got, navê min hevala Melsa li min kiriye. Ji ber girêdayîna min a bi hevala Melsa re min xwest ez hevala Zozan binasim. Mîna ku ez nêzîkî hevala Melsa dibûm, ez bi heman awayî nêzîkî hevala Zozan jî bûm. Aliyên wê yên dişibin hevala Melsa hebûn.

Em di pêngava Şemzînan de bûn. Em tevlî çalakiyekê bûn. Piştî çalakiyê em bi hev re vegeriyan. Me bi awayeke kelecan hestên çalakiyê jiyan dikir. Piştî min nirxandinên wê guhdar kir, keyfa min zêdetir ji hevala Zozan re hat. Wê pir ji têkoşînê hez dikir û bê navber têdikoşiya. Ji ber van sedeman bi heman    dilgermiyê nêzîkî tavayî qadan dibû. Awayê tevlîbûnê ji xwe re esas digirt, her dahurandinên Rêbertî yên di derbarê jinê re dixwand û guhdar dikir. Wê her tim bi tevayî rêhevalên xwe re nîqaş dikir û ji tevayî rêhevalên xwe hez dikir û bidilgermiya xwe ve nêzîkî wan dibû. Ew di bîrdoziya Rêbertiyê de kûr bûbû. Wê ji bo vê yekê dixwend û lêkolîn dikir. Wê, demê xwe vala derbas ne dikir û her kêliya jiyana xwe bi armanca perwerdê dinirxand. Dem ji bo wê di nirxa zêr de bû.

Ez bi hêsanî dikarim bibêjim ku ew di nava pêşengên Pêngava Şerê Gelê Şoreşgerî ya 2012’an de bû. Heta bêgotin ew gihayî bû, wêrekbûyîna wê bi zanistiyekê ve hatibû strandin, fedakariya wê gihîştibû asta sînor nenaskirinê. Ji aliyê rêxistinê ve çi erk danîbûna pêşiya wê, wê bi hemû hebûna xwe ve dixwast bide pêkanîn. Pêvajoyên dawî yên hevala Zozan bi van hewldanên mezin ve derbas dibû. Hevala Zozan bi taybetî hevalên nû tevlî bûne, hevalên ezmûnên wan ên jiyan û gerîlatiyê kêm bûn, bi wan hevalan re bi xweser têkildar dibû, ji bo ku zoriyên xwe bidin derbaskirin, bi war re dibû alîkar. Hevalên ku di bin fermandariya wê de bûn, ji dil bi wê ve hatibûn girêdan, ez bixwe jî bûme şahîdê vê yekê.

Ew, dibû şahidê van dildariyan. Her çendî li pişt wî qutbûyîn û bêrîkirin hebin jî…

Û rêhevalên li kêleka wî li hev dimeyzandin keniyan û wan tev ber bi rêya bêdawîbûn, azadî, hêvî û evînê ve dest bi rêwîtiya xwe ve kirin. Bê ku bisekinin, soz dan hev û dest bi meşa xwe kirin…

Em soz didin ku em ê armancên rêhevala Zozan bidin berdewamkirin. Em weke rêhevalên wî, em ê taybetmendiyên wî yên binirx û pîroz bidin jiyankirin.

Hevrêyên Wê Yên Têkoşînê

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

Li Ser Rêwitiya Lingan
Ji pênûsa Gerîla

Li Ser Rêwitiya Lingan

May 8, 2025

Read moreDetails
Jİ NEWALA AZADİYÊ RE
Bîranînên Gerîla

Jİ NEWALA AZADİYÊ RE

May 6, 2025

Read moreDetails
KESÊ HERÎ BI BANDOR YÊ TIŞTEKÊ DIDE HER KESÎ YE
Perspektifên Rêber Apo

KESÊ HERÎ BI BANDOR YÊ TIŞTEKÊ DIDE HER KESÎ YE

May 5, 2025

Read moreDetails
RUHÊ BERXWEDÊR, SERKEFTINA TARZÊ FEDAYÎ YÊN APOYÎ BIXWE YE
Şehîdên Azadiyê

RUHÊ BERXWEDÊR, SERKEFTINA TARZÊ FEDAYÎ YÊN APOYÎ BIXWE YE

May 3, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk