Dûh ji bo gelê me û gelên Tirkiyê rojekî dîrokî bû ku her roja diçe bandora xwe mezin û zêdetir dike. Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêkên li Tirkiyê, Kurdistan û Rojhilata Navîn gavekî gelek stratejîk avêt û banga xwe fesih kirina PKK’ê û çekdanînê kir. Li ser vê banga ku bi armanca avakirina hevgirtin û aşitiya bi kok ya di navbera gelê Kurd, gelê Tirk û hemû kêmnetewên li herêmê dihewîne bûye rojeva herî mezin ya cîhanê. Li çar aliyê cîhanê ev gava mezin û bi nirx ya Rêber Apo avêtî û bangawaziyên gav avêtina dewleta Tirk li ser zimana ye. Rojname, radyo, tv û gelek amûr bi dehan zimanan behsa vê pêşketinê dike û hemû jî bal dikşînin ser ku Rêber Apo gavekî gelek mezin û stratejîk avêtiye lê vêcar dem hatiye dewleta Tirk jî gavên pêwîst bavêje. Em dixwazin li vir hinek cîh bidin wan bang û bendewariyên derketine pêş.
Sekreterê Giştî yê NY’ê Guterres: Ji bo çareseriyê bû çirûskek hêviyê
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Guterres banga Rêber Apo weke “Ev çirûskek hêviyê ye ku dikare ji pevçûnên demek dirêje didome re çarerseriyê bîne” nirxand. Li gorî nûçeya servîsa Fransî ya Tora Televîzyonê ya Kurevî ya Çînê (CGTN), Antonio Guterres banga Rêber Apo wiha nirxandiye: “Em vê geşedana girîng bi kêfxweşî pêşwazî dikin. Ev çirûskek hêviyê ye ku dikare ji pevçûnên demek dirêje didome re çareseriyê bîne.”
Qesra Spî: Banga Ocalan gaveke girîng e
Qesra Spî têkildarî banga dîrokî ya Rêber Apo daxuyaniyek da. Berdevkê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Spî Brian Hughes banga Rêber Apo weke “Ji bo kêmkirina pevçûnan gaveke girîng” nirxand.
Hughes got: “Ev geşedaneke girîng e û em hêvîdar in ku wê di mijara hevalbendên me yê li dijî DAÎŞ’ê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji arambûna mutefîkê me yê Tirk re bibe alîkar. Em di wê baweriyê de ne ku ev yek wê aştiyê bîne herêmê.”
Îngilîstanê bang li hemû aliyan kir ku ‘bikevin nava pêvajoya avaker’
Berdevkê Ofîsa Pêşketin û Civakên Neteweyî yê Wezareta Karên Derve yê Îngilîstanê got: “Em hemû aliyan teşwîq dikin ku bikevin nav pêvajoyek aştiyane û avaker ku ewlehî, aramî û rêzgirtina serweriya hiqûqê misoger dike.” Berdevkê Ofîsê diyar kir ku ew banga Rêber Apo bi kêfxweşî pêşwazî dikin û got: “Em pêşkeftina ber bi aştî û ewlehiyê ya ji bo gelê Tirkiyeyê yê ku hevalbendek nêzîk a NATO’yê ye bi kêfxweşî pêşwazî dikin. Em hemû aliyan teşwîq dikin ku bikevin nav pêvajoyek aştiyane û avaker ku ewlehî, aramî û rêzgirtina serweriya hiqûqê misoger dike. Îngilîstan piştgiriyê bide hewldanên kêmkirina pevçûnan û pêşvebirina aramiyê li Tirkiye û herêmê.”
Elmanya: Em ê bi hemû hêza xwe piştgiriyê bidin pêvajoyê
Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê diyar kir ku banga Rêber Apo firsendeke dîrokî ye û got: “Em amade ne ku bi hemû hêza xwe piştgiriyê bidin pêvajoyê.” Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ew piştgiriyê didin banga Rêber Apo û got: “Em banga Abdullah Ocalan a ji bo PKK’ê û komên girêdayî wê dest ji çekan berdin û PKK’ê fesh bike, bi kêfxweşî pêşwazî dikin. Ev ji bo bidawîkirina tundûtûjî û tolhildanê ya ku bi dehan sal in didome û rê li ber windakirina bi deh hezaran kesan vekir, firsendeke dîrokî ye. Ji bo bidawîkirina tundûtûjiyê ev gava yekem a girîng e, lê pêwîste gavên zêdetir li ser rêya çareseriya domdar ji bo gelên Tirkiyeyê bên avêtin. Di van gavan de, divê berî her tiştî rêzgirtin û misogerkirina mafên çandî û demokratîk ên Kurdên Tirkiyeyê hebe. Meclîsa Tirkiyeyê di avakirina vê pêvajoya siyasî û pêkanîna çareseriyên lihevkirinê de roleke sereke dilîze. Em wek hikûmeta Elmanyayê amade ne ku bi hemû hêza xwe piştgiriyê bidin pêvajoyê.”
Hevserokê partiya Elmanya ya Die Linke Jan van Aken diyar kir ku Rêber Apo deriyê pêvajoya aştiyê vekir û got: “Divê hikûmeta Elman ji bo piştgiriya aştiyê her tiştî bike. Di nav van de rakirina qedexeya li ser PKK’ê jî heye.” Aken li ser hesabê xwe yê X’ê bang li dewleta Tirk û dewleta Elman kir û got; “Abdullah Ocalan deriyê pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê vekir. Divê hikûmeta Elmanyayê ji bo piştgiriya aştiyê her tiştî bike. Di nav van de rakirina qedexeya li ser PKK’ê jî heye. Û divê Ocalan azad bibe.”
Massimo D’Alema: Mafên Kurdan nas bikin
Serokwezîrê berê yê Îtalyayê Massimo D’Alema banga dîrokî ya Rêber Apo erênî û bi wêrekî pênase kir û got divê dewleta Tirk li pêşberî vê bangê gavên şênber biavêje. D’Alema ji Ajansa Nûçeyan a Îtalyayê (ANSA) re axivî û anî ziman ku banga dîrokî ya Rêber Apo gaveke erênî û bi wêrek e û wiha pêde çû; “Ev pêşketineke erênî ye, peyameke bi wêrekî ye û hêvîdarim hikumeta Tirk û aliyê Erdogan wê ji bo bidawîkirina vî şerê giran û demdirêj weke rêyeke şênber binirxîne. Aliyê din dest ji têkoşîna çekdarî berdide, lewma divê mafên Kurdan bêne naskirin.”
Ji welatê Baskê piştgiriya ji bo banga Rêber Apo
Di roja îro de doza mafdar ya gelê Kurd û bandora têkoşîna azadiyê li çar aliyê cîhanê deng vedaye û weke tê zanîn derdorek pir mezin ya enternasyonal, dost û demokratên cîhanî jî qezenç kiriye. Yêk ji wan welatan Bask e. Ji welatê Baskê sendîkaya LAB’ê û siyasetmedarên wê gotin, “Weke welatê Baskê em careke din dilsoziya xwe ya bi gelê Kurd û mafên wan ên azadî û aştiyê re piştrast dikin.”
Li Parlamenta Herêma Xweser a Baskê Serokê Koma Euskal Herria Bildu (EH Bildu) û Senatorê Spanyayê Gorka Elejabarrieta Diaz li ser hesabê xwe yê X’ê dîmenek weşand û gotin, “Em banga dîrokî ya Ocalan bi kêfxweşî pêşwazî dikin ku ji bo dawî li şerê li Kurdistanê bê anîn û firsendeke nû bê afirandin, hatiye kirin. Weke welatê Baskê em careke din piştrast dikin ku dilsozê gelê Kurd û mafên wan ên azadî û aştiyê ne. Bijî Kurdistan.”
Sekreterê Giştî yê EH Bildu û endamê berê yê ETA’yê Arnaldo Ortegi jî bi van gotinan piştgiriya xwe anî ser ziman û got; “Ji Abdullah Ocalan bangeke dîrokî û wêrek. Gotinên wî gaveke girîng avêtiye û divê tavilê bê berdan.”
Sendîkaya Karkeran a Baskê LAB’ê jî bi daxuyaniyeke bi sernavê ‘Piştgiriya ji çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd re’ ragihand ku ew piştgiriyê didin daxuyaniyê û wiha pêde çu; “Sendîkaya Karker a Baskê banga lîderê Kurd Abdullah Ocalan bi hêvî pêşwazî dike ku 26 sal in li girtîgeha Îmraliyê ya Tirkiyeyê girtî ye. LAB di wê baweriyê de ye ku ji bo ev daxuyanî rêyeke mayinde ya aştiyê biafirîne, dikare deriyê senaryoyeke nû veke. Em di wê baweriyê de ne ku bi rêya diyalogê çareseriyeke demokratîk ji pirsgirêka Kurd re dikare bê afirandin. Lewma em piştgiriyê didin hemû aktorên siyasî, civakî û sendîkayî ku ji bo pêşkêşkirina vê pêşniyarê hewl dan.”
Çapemeniya Fransa û Swîsre: Abdullah Ocalan bangeke dîrokî kir!
Çapemeniya Fransa û Swîsreyê jî eleqeyeke mezin nîşanî vê bangê da. Gelek saziyên çapemeniya Swîsre û Fransayê jî banga Rêber Apo ya “Civaka Demokratîk û Aştiyê” di manşetên xwe de weşandin, destnîşan kirin ku bang xwedî girîngiyeke dîrokî ye û bal kişandin ser bêdengiya rayedarên Tirk. Di nûçeyan de Banga Rêber Apo ya ji bo ‘PKK çek berde’ derket pêş û diyar kirin ku hîna Tirkiyeyê têkildarî vê yekê daxuyaniyeke fermî nedaye.
Yek ji rojnameyên navdar a Fransayê Le Monde, banga dîrokî ragihand û destnîşan kir ku Rêber Apo ji sala 1999’an ve dîl tê girtin û diyar kir ku wî berpirsyariya banga dîrokî jî girtiye ser xwe. Di dewama nûçeyê de hat ragihandin ku Serokkomarê Tirkiyê têkildarî vê yekê helwesteke zelal raber nekiriye û bal kişand ser bêdengiya Erdogan û diyar kir ku zextên li ser gelê Kurd û nûnerên hilbijartî hêjan berdewam dikin.
Kanala Tv ya France 24 banga dîrokî bi sernava “Lîderê Kurd Ocalan ji bo fesihkirina PKK’ê bangeke dîrokî kir” ragihand. Di nûçeyê de hate diyarkirin ku Erdogan û rayedarên payebilind hîna têkildarî banga Rêber Apo ti daxuyanî nedane û destnîşan kir ku di serî de Kurd gelek kes piştgiriyeke mezin didin vê bangê. Di nûçeyê de hate bilêvkirin ku Rêber Apo 27 sal in di bin şert û mercên tecrîda giran de tê ragirtin û hate diyarkirin ku ev bang ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo hemû herêmê xwedî bandoreke mezin e.
Radio France Internationale jî diyar kir ku banga Rêber Apo tenê destpêkek e.
Televîzyona Dewletê ya Swîsre (RTS) jî di banga dîrokî de bal kişand ser hûrgûliyan û destnîşan kir ku Rêber Apo ji sala 1999’an ve di hucreya yek kesî de di bin şert û mercên tecrîdê de tê ragirtin û hat diyarkirin ku tevî esareta 27 salan û şert û mercên tecrîda giran, Rêber Apo ji aliyê gelê Kurd ve weke lîder tê dîtin û hat balkişandin ku banga dîrokî li bajarên Kurdistanê bi coşeke mezin hatiye pêşwazîkirin.
Di hemû nûçeyan de bal li ser hewldanên ku berê Rêber Apo ji bo çareseriyê kirine hate kişandin.
Çavkanî; ANF