Dendika PKK’ê li Enqereyê hat danîn û ev jî bi awayekî tîpîk nîşana polîtîkayên mêtingeriya klasîk e. Li gelemperiya dinyayê di çarçoveya têkiliya mêtingeh-metrepol de gelek mînakên bi heman rengî pêk hatine. Min hewl da diyar bikim ku derketin û gavavêtina ji Enqereyê bi êş û jan bû. Eşkere ye ku ev yek ji pêvajoyên herî zor û zehmet bû. Dema ez behsa zor û zehmetiyê dikim, mebesta min hêza çor û qebe nîne, ji ber xweseriya faşîzma Tirkê Spî, ji ber atmosfera wî ya çanda derûnî ya bêhnê li mirovan diçikîne, zor û zehmet bû. Çiqasî ketina wir zehmet bû, derketina ji wir jî ewqasî zehmet bû. Ka bi kîjan ruh û çandê gav hatibûn avêtin, ev gelekî girîng bû. Faşîzma Tirkê Spî di warê qirkirina çandî de bi serketina xwe şa dibû û di nava vê rewşê de me gav diavêt, me di vê rewşê de tevgera neteweyî ya Kurd vejand û ev bûyer dişibiya sax derxistina miriyekî ji qebrê. Wekî din vê rewşê gotina “Canê nehatibe stendin hêvî jê nayê qutkirin” dianî bîra mirov. Nexweşê me ruh pê ve dihat û nîşaneyên vê yekê xuya dikirin. Lewma wezîfeya me ya bingehîn bû ku em nexweşê xwe bibin devereke din, bibin cihekî ku lê karibe bi sihet bi ser xwe ve bê. Rewşa me ya li Ûrfayê dişibiya nexweşiya Eyûp Pêxember jî û lewma terk-î diyar alternatîfa herî lezgîn a li pêşiya me bû. Ji bo xebata stratejîk me herêma herî germ a Rojhilata Navîn hilbijartibû û têkiliya vê jî bi armancê re li hev dikir. Gelek hêzên bi heman rengî derketibûn Ewrûpayê. Ji bo xebatên şoreşgeriyê Ewrûpayê ji zû ve rola navendbûnê ji dest da bû. Bav û diya modernîteya Tirk bû ku kiribû bela. Şoreşgerên li Tirkiyê xwestin bi lêdanê terbiye bikin, li Ewrûpayê bi dermankirina derûnî wê ew islah bikirana. Karîbûn li Ewrûpayê bixebitin, lê destûr tinebû ku Ewrûpayê bikin navenda stratejîk a xebatê.
Sala me ya pêşî bi dabînkirina pêdiviyên lojîstîk û bi ji nû ve birêkûpêkkirina komê derbas bû. Eger em serhatiya wê ji paşê re bihêlin, mirov dikare bibêje, rastbikaranîna zeman û mekanê nû gelekî girîng bû. PKK’ya salên 1970’î ya Kurdistan û Tirkiyê îdeolojîk bû. Îdeolojiya dewletdariya netewe ya sosyalîzma pêkhatî qebûl kiribû. Xisletên demokratîk weke potansiyel di navê de hebûn. Lê em ne xwediyê wê kapasîteyê bûn ku bi revîzyonîzma sosyalîzma pêkhatî re têbikoşiyana. Me li gorî xwe, bi tenê karîbû bi awayekî serketî li dijî îdeolojiyên milliyetgiriya paşverû û şovenîzma sosyal têbikoşin. Li zeman û mekanê nû yê Rojhilata Navîn hewcedarî bi vê tinebû û şertên wê jî tinebûn. Şertan li hundir PKK’ya şer a şoreşger, li derve jî hevgirtina bi rêxistinên din û dewletên sosyalîst ên reel re ferz dikir. PKK’ya îdeolojîk, tevî hêmanên xwe yên ne zelal ên îdeolojîk, ji bo jiyaneke azad têra xwe hêvî bi mirovan re çêdikirin. Lê bi awayekî îdeolojîk hêvîçêkirin ji bo jiyaneke azad ti carî têrê nedikir. Ji lewra PKK’ya şer qonaxeke bivênevê bû. Eger me şer li ber çavan negirtibûya me ti azadî bi dest nedixist, bihêlin jiyaneke azad, me nikarîbû em nasnameya xwe jî bi dest bixin. Li Enqereyê ya me xeyal dikir ne jiyana azad bû, ji wê gelekî dûr bû; ya me xeyal dikir, belkî der barê nasnameya xwe de me dixwest em navekî bi dest bixin. Ji bo vê bi xwe jî gelek rîsk û tehlûke hebûn. Di encamê de herçiqasî bi rîsk bûya jî me weke nav nasnameya Kurd bi dest xistibû. Gava dudiyê ya mezin ew bû ku diviyabû ya hatibû bidestxistin me dugêsinî nekiribûya. Lewma em ketin nava şerê azadiyê yê nasnameyê.
Li vir pirsa bingehîn a li pêşberî me dîsa têra xwe felsefîk e. Pirsa bingehîn a felsefîk têkiliya di navbera nasname û azadiyê de ye. Gelo bêyî azadiyê mirov dikare nasnameya xwe bijî? Gelo di çarçoveya ferdî de azadî bêyî nasnameya civakî pêkan e? Eger bersiveke erênî ji bo van herdu pirsên bingehîn neyê dayîn, hingê divê mirov têkiliya di navbera çalakî û azadiyê de manedar bike, bi gotineke din divê mirov têkiliya di navbera îrade û azadiyê de manedar bike. Şêwazê zordestî û mêtinkariya xwe disipêre nasnameya Kurd, mînak weke zordestî û mêtinkariya her çi dewleteke netewe ya Ewrûpayê nîne. Rêbazên qirkirina çandî yên li gorî demeke dirêj hatine eyarkirin û li tevahiya qadên civakî hatine belavkirin, li ser kar in. Heta ev rêbaz li ser kar bimînin, ne hebûn ne jî nasname mewzûbehs dibin. Azadî jî bi tenê ji bo hêmanên modernîteya dewleta netewe yên serdest e. Li wir jî pirraniya welatiyan xwediyê jiyaneke koletiyê ya modern in. Kurd jî weke hebûn û nasname parçe parçe têne qedandin û ji holê têne rakirin. Ji bo vê jî amûrên qirkirinê û asîmîlasyonê bi tevahî li ser kar in. Bi tenê zordestiya siyasî û mêtinkariya ekonomîk mewzûbehs nîne. Hebûna dîrokî-civakî ango nasname bi xwe di pêvajoya îmha û înkarê de ye. Ji lewra azadiyeke mîna ya Ewrûpayê bi têkoşîna siyasî û ekonomîk bê bidestxistin, mewzûbehs nîne. Li Ewrûpayê pêdivî bi şerê hebûnê jî tineye. Ji bilî kêm îstîsnayan, nasname di bin zordestiyê de bin jî di pêvajoya îmha û înkarê de nînin. Herçiqasî bê gotin, bêyî azadî jiyana bi nasname hêja nîne jî dîsa girîng e ku mirov xwedî nasname û hebûn be.
Di warê diyardeya Kurd de rewş cuda ye. Hebûn û nasnameya wî bi xwe tê înkarkirin û li ser parçeyên wî yên mayî jî pêvajoyeke dijwar a îmhakirinê tê meşandin. Di rewşeke bi vî rengî de hebûn û azadî dibin du têgînên ketine zikhev. Yek bêyî ya din pêk nayê. Eger tu azadiyê dixwazî divê tu bibî xwedî hebûn; eger tu hebûnê dixwazî divê tu di warê azadbûnê de bi ser bikevî. Tevî ku di pêvajoyên îmha û înkarê de pirr zêde amûrên îdeolojîk ango amûrên derûnî û çandî li ser kar in jî lê bi awayekî bingehîn îmha û înkar li ser bingehê hêza fizîkî ango bi darê zorê têne meşandin. Artêş, polês, kontrgerîlla, mîlîsên faşîst ên sivîl, cerdevan û mîlîsên ajan weke tevn û torekê li ser tevahiya çaviyên hebûnê çalak in. NATO û hêzên din ên hevgirtî li pişta wan in. Hêzên îmhakirina fizîkî yên bi kêmanî paşxaneke wan a dîrokî ya bi qasî sedsalî heye, timî hewl didin desthilatparêzên ji rêûresmê û hêzên hiyerarşîk bi kar bînin. Berî çalakiyeke li dijî van hêzên fizîkî an têkoşîneke li dijî wan, rastiya wan li ber çavan neyê girtin, ne hebûn û nasname ne jî azadî tê bidestxistin.
Di hevkartiya Kurd a dema nêz de hin gavavêtin piçûk ên di bin dawa bûrjûwayê de têne dîtin, milliyetgirên paşverû û şovenîstên civakî yên Tirk ên hevkartiya dewleta netewe ya serdest dikin, bêyî ku sîstema îmha û înkarê ya li ser hebûn û nasnameya Kurd li ber çavan bigirin, dîsa bêyî ku rêbaz û amûrên qirkirinê bibînin, bi awayekî kategorîk û giştî behsa têkoşîneke azadiyê dikin. Kesên behsa wan tê kirin herçiqasî durist bin jî bi sedema ku statuya qirkirinê ya objektîv paşguh dikin, ji hêzên îmha û înkarê yên bi zanebûn tevdigerin zêdetir bi roleke neyênî radibin. Bi gotinên qelp û demagojîk ên ti hikmê wan tineye, tînin ziman ku wê nasname û azadiyê bi dest bixin. Ji bo duaya ku nabe û pêk nayê, ji mirovan dixwazin jêre bibêjin amîn. Ji bo hebûneke li ber îmha û înkarê, mînak ji bo nexweşekî kansêrê aspirînê weke derman pêşniyar dikin û bi vê rêbazê dixwazin wî xweş bikin ango hewl didin nexweş bikujin. Tevî ku bi salan rêbazên behsa wan kirî ceribandin jî encam li pêş çavan e. Bi sextekariyeke mezin, mafê mirovan û azadiyên tinene mîna ku hene nîşan didin û hewl didin bidin bawerkirin ku bi têkoşîna îdeolojîk û siyasî mirov ê karibin bi nasname û azadiya xwe rabin. Ji bawerkirinê wêdetir, bi propagandayê hewl didin bîrewerî û îradeya gel kor bikin.
Eşkere ye ku li dijî rêbazên sîstema îmha û înkarê, bi awayekî cuda be jî têkoşîna bi rêbaz û amûrên bandora wan bişikîne ji bo bi hev re bidestxistina hebûn, nasname û azadiyê şert e. Tevî ku amûrên îdeolojîk û siyasî hewce dikin jî di şertên heyî de nikarin diyarker bin. Kengî amûrên îmha û înkarê bi rêbaz û amûrên şoreşgerî hatin bisînorkirin amûrên behsa wan tê kirin mirov kare qala wan bike û ev amûr dikarin bi roleke manedar rabin. Jixwe gelekî kêm be jî di derketina holê ya PKK’ê de ev rewşa çalak a rêxistinê li ser gel bandora xwe kir û gel palpiştiya wê kir. Ango rastiya em behsa wê dikin ew e, bi rê û amûrên rast têkoşîn li ber çavan hatibû girtin. Herçiqasî hinek nuqteyên ne zelal û şîlo hebûn jî stratejiya şerê rizgariya neteweyî ya antî-mêtingerî di destpêkê de bi rastiyên girîng radibû û lewma jî gel destek dayê. Dîsa li ser riya vê stratejiyê hinek çalakiyên bi sînor hatin lidarxistin û ji ber heman sedeman bi awayekî dûrî aqilan rastî eleqeyê hat û palpaştiya wan hat kirin. Dema em daketin qada Rojhilata Navîn der barê pirsgirêkên hebûn û azadiyê de guftûgoyên bi vî rengî dihatin kirin. Hinek bûyerên diqewimîn dihatin rexnekirin, û gera li stratejî û taktîkên nû û bêhtir rast hebû.
Rêber Apo
Beşek ji Parastina Pêncemîn (Parastina Kurdên Di Nava Pencê Qirkirina Çandî De Pirsgirêka Kurd Û Çaresêriya Neteweya Demokratîk)