• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

Azadiya Rêber Apo Garantiya Rêveçûna Pêvajoyê Ye

March 6, 2025
in Nirxandin
A A
Azadiya Rêber Apo Garantiya Rêveçûna Pêvajoyê Ye
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Ji nirxandinên Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Çîgdem Dogû û endama Meclîsa PAJK’ê Têkoşîn Ozan di bernameyeke taybet a Medya Haber TV de kirîn;

Çîgdem Dogû; Banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo di asta manîfestoyê de ye. Manîfestoyeke welê ye ku wê bandorê li dîroka Kurdan, dîroka Tirkiyeyê, dîroka Rojhilata Navîn, dîroka gelan bike û mohra xwe li hezar salên bê bixe. Hin xusûs û tespîtên di banga Rêber Apo de derbas dibin hene ku wezîfa dikeve ser milê her yekî me wana bi xurtî fêhmkirin û piştî hatin fêhmkirin bi cih anîn e.

Piştî demeke dirêj ji aliyê fîzîkî ve me Rêber Apo ji wêneyekî dît. Kêm be jî me hesreta xwe bi vî wêneyî derbas kir. Hem dixwazin Rêber Apo silav dikim, hem jî vê banga wî ya dîrokî silav dikim.

Banga hate kirin berhema dîroka têkoşînê ya 50 salî ye, ezmûnên gelek mezin hatine bidestxistin ku dikare perspektîfên Rêber Apo veguherîne analîz û sîstemeke hîn xurtir. Banga Rêber Apo xwedî wateyek ji hezaran rûpelî ye. Manîfestoyek e ku divê her derdor, gelên li Tirkiyeyê; ji gelê Kurd heta bi Laz, Tirkmen, Çerkez, Ermen, Rûm, Ereb, ji gelên Rojhilata Navîn heta bi her cihêrengî, gelekî cuda, ol û mezhebeke cuda û derdorên cuda divê fêhm bikin. Em vê yekê bi vî rengî dinirxînin. Weke Tevgera Jinê ya Kurd em vê yekê weke wezîfeyekê dibînin ku Rêber Apo daniye pêşiya me. Bêyî bibe cihê nîqaşê em dikarin vê çawa bixin meriyetê, çawa bi ser bixînin; ev yek rojeva bingehîn a tevgera jinê ye.

Şert e ku Rêber Apo di nava şert û mercên hîn azad de karibe polîtîkayê bike, bixebite, têkiliyê dîne, xwedî rewşeke tendurist û ewle be, azad be ku ev yek garantiya rêveçûna pêvajoyê ye.

Li ser vê bingehê pêngava ku ji bo azadiya Rêber Apo tê meşandin divê bê pêşvebirin, dewamkirin. Li ser bingeha serxistina vê pêngavê, divê kar bê kirin. Divê em hêza xwe bi temamî seferber bikin û tevlîbûna li projeya civaka demokratîk, hewildana ji bo serxistina perspektîfa civaka demokratîk û aştiyê wê bibe nêzîkatiya bingehîn a vê pêvajoyê.

Em bang li gelê Kurd, gelên Tirkiyeyî, gelên Rojhilata Navîn, hêzên şoreşger-demokratîk, çep-sosyalîst, femînîst, anarşîst, ekolojîstan, dostan û enternasyonalîstan dikin ku li ser bingeha serxistinê û pêkanîna azadiya Rêber Apo bi xurtî tevlî pêvajoyê bibin.

Têkoşîn Ozan; Em bi berdêlên giran gihîştine vê astê. Kedeke gelekî mezin hate dayin ku têkoşîn bigihêje vê astê. Herî zêde me berdêl dan. Weke tevger, di binê sîwana vê tevgerê de ku Rêbertî pêşengiyê jê re dike, kedeke mezin hate dayin. Gelek şehîdên me çêbûn. Dixwazim careke din diyar bikim ku em ê dilsozê bîranîna şehîdên xwe bin, di pêvajoya nû ya têkoşînê de em ê karekî hêjayî bîranîna wan bikin.

Bi rastî her gotineke peyama Rêber Apo weke manîfestoyekê ye. Di peyamê de bi şênberî tê destnîşankirin ku dema bê divê çi bê kirin. Hate ragihandin ku çima pêvajo gihîştiye vê astê, çima bangeke bi vî rengî hatiye kirin. Dema ku gotin bi gotin bê lêkolîn, mirov dikare şopên ast û pêşketina polîtîk û îdeolojîk a dîroka me ya têkoşînê tê de bê dîtin. Ev yek guhertineke taktîkî nîne; ev yek guhertina paradîgmayê ye. Ji bo guhertina paradîgmayî ya jiyana nû, yek ji gavên şênber e. Rêbertî dema ku Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk afirand ji xwe nav lê kiribû. Di parêznameyên xwe de diyar kiribû ku divê têkoşîn bi rêbazên demokratîk, bi amûrên têkoşîna demokratîk bê meşandin. Siyaset, rêbaza têkiliyê, pêşvebirina çandê ya vê yekê jî bi aliyên xwe yên dîrokî di analîzên xwe de diyar kiribû. Şaşitiyên ku li ber radibûn jî ji aliyê dîrokî û rojane ve bi berfirehî analîz kiribû.

Ev gava ku weke banga ‘aştî û civaka demokratîk’ tê pênasekirin, ne tenê bangeke ‘demeke siyasî’ ye. Di heman demê de sekna polîtîk, rêbaza têkiliyên civakî, şêweyê jiyanê ya sedsala 21’ê ye, manîfestoya şêweyekî jiyana civakî ye ku jin wê pêşengiyê jê re bikin.

Bêgûman rola jinan gelekî girîng e. Demokrasî tiştekî welê ye ku yên serketî dikarin pêk bînin. Jin damezrînerên civakê ne, lewma zimanekî xwe yê vehewandinê heye. Ev yek dilnizmî yan jî lawazî nîne, îfadeyeke cuda ya hêzê ye.

Çavkanî; ANF

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

DÎROKA TEVGERA AZADIYA JIN-32
Lêkolîn

DÎROKA TEVGERA AZADIYA JIN-32

May 29, 2025

Read moreDetails
PRATÎKBÛYÎN BI AZADIYA RÊBER APO VE GIRÊDAYÎ YE
Nirxandin

PRATÎKBÛYÎN BI AZADIYA RÊBER APO VE GIRÊDAYÎ YE

May 27, 2025

Read moreDetails
MESELE EW E KU EM Ê MÎRATEYA PKK’Ê ÇAWA XURTTIR BIKIN
Nirxandin

MESELE EW E KU EM Ê MÎRATEYA PKK’Ê ÇAWA XURTTIR BIKIN

May 25, 2025

Read moreDetails
ÎRO PKK HEVRÊ FÛAT E, HEVRÊ FÛAT PKK YE
Şehîdên Azadiyê

ÎRO PKK HEVRÊ FÛAT E, HEVRÊ FÛAT PKK YE

May 25, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk