Berjîn Têkoşer
Afrîkaya Başûr, ji salên 1948’an û heya 1990’an ji aliyê rejîma Apartheid a ku xwe dispêre nîjadperestiyê dihat birêvebirin. Li Afrîkaya Başûr rêveberî di destê mirovên spî de bû ku li gorî nifûsa Afrîkaya Başûr ji sedî 15 (%15) bûn. Lê, yek ji gelên herî qedîm ê xwecih û mirovên reş re tu mafên siyasî û medenî nîn bûn. Ew rejîm, piştî Kongreya Neteweyî ya Afrîka (ANC) ku bi Serokatiya Nelson Mandela hat avakirin; sala 1990’an de bi dawî bû.
Bi dawîanîna rêveberiyeke ji derveyî serdemê û ji bo avakirina welatekî ku mafê wekhev ê hemû neteweyan pêk bîne, pêwîstî bi qanûneke bingehîn hebû. Ji bo nivîsandina qanûneke bingehîn, di navbera salên 1990-1997’an de piştgiriyeke mezin a gel çêbû û nêzî 2 milyon kes bi pêşniyarên xwe tevlî wê pêvajoyê bûn.
Pêvajo, ji sala 1983’yan ve dest pê dike. Rejîma Apartheid qanûn û biryaran derdixe û 3 parlamentoyan dide avakirin. Yek ji bo mirovên spî, yek ji bo mirovên xwecih û yek jî ji bo kesên din. Lê belê mirovên reş ku beşa giştî pêk dianîn ji derveyî vê pêvajoyê hatin hiştin. Di navbera salên 1983-95’an de xwepêşandanên mezin ên protestoyî pêk hatin. Ji bo azadiya Nelson Mandela di salên 1989-90’î de, li ser dewletê zexteke mezin tê çêkirin. Hukûmetê di 10’ê sibata 1990’an de Mandela serbest berda. Piştî wê ANC (Kongreya Neteweyî ya Afrîka) ji bo lihevhatinek pêk bê û dijminatiya di navbera mirovan de bi dawî bibe bang dike.
Li Afrîkaya Başûr di salên 1960’an de baskê leşkerî tê birêxistinkirin. Sedema vê yekê jî encam negirtina têkoşîna ji sala 1912’an heya sala 1960’î tê destnîşankirin û tê diyarkirin ku ew di mijara têkoşîna azadiyê de ciddî nehatine girtin. Têkoşîna Çekdarî ya Başûrê Afrîkayê, ji ber ku tu alternatîf, rê û rêbazên têkoşînê ji wan re nayê hiştin tê destpêkirin. Mînak: kuştin, çewisandin û qetlîamên ku li ser gel tên meşandin. Her wiha di wê pêvajoyê de girtina 20 hezar mirovan û bi her cureyî mafê şexsî yê demokratîk ku tê qedexekirin, wek encama wê tê destnîşankirin. Di qada civakî bi awayekî giştî rê li pêşiya têkoşîna demokratîk tê girtin. Dema ku têkoşîna gelê Afrîkaya Başûr a bi rêyên demokratîk tê astengkirin û encam nagire; ANC, biryara têkoşîna leşkerî ya li dijî dewleta Afrîkaya Başûr digire û di sala 1961’ê de rêxistina leşkerî ya bi navê (Umkhonto We Sizwe) yanî “Rima Neteweyî” tê avakirin.
Li Afrîkaya Başûr pêvajoya aştî û muzakereyan di sala 1980’an de hat destpêkirin. Di wê pêvajoyê de hîn Mandela girtî bû. Hevdîtinên rayedarên dewleta Apartheid ên bi Mandela re li girtîgehê tên destpêkirin. Bi demê re ew hevdîtin vediguherin muzakereyan û ew pêvajo heya azadiya Mandela ya sala 1990’î didome. Helbet ew pêvajoya, diyalog û muzakereyan car caran hatine sekinandin; an jî rawestandin. Ji ber ku di pêvajoyeke wisa de helbet hin derdor û kesan xwestine pêvajoyê berevajî bikin. Mînak di nav dewletê de kesên ku xwestin ji pêvajoyê feyde bigirin çêbûn û dest ji polîtîkayên şerxwaz ên li dijî ANC bernedan. Mînak: Wek şertê destpêkê danîna çekan ji bo ANC’ê pêşniyarek ne di cih de bû. Ji ber ku ne ANC û ne jî gel ji bo vê yekê amade bûn û çek wek garantiya hebûna xwe didîtin. Ji bo ku Mandela biryarek bi wî rengî bide; pêwîstiya wî bi piştgiriyek mezin a gel hebû. Her wiha di pêvajoya muzakereyan de parastina gel jî girîng bû û lewma parastina cewherî ya gel hat birêxistinkirin.
Di pêvajoya aştî û muzakereyan de gavên sereke ku li Başûrê Afrîkayê hatin avêtin çi bûn? Û ew pêvajo çawa hat destpêkirin? Em wan bi vî awayî dikarin rêz bikin: Beriya her tiştî dewleta Afrîkayê bi endamên ANC re ku li derveyî welat diman hevdîtin çêkirin û piştî demeke kurt li girtîgehê bi Mandela re hevdîtin hatin destpêkirin. Ji bo ku kesên li derveyî welat vegerin û bikarin tevlî pêvajoyê bibin; şertê berdana endamên ANC hat pêşniyarkirin. Bi vî awayî kesên girtî beş bi beş hatin berdan û bi taybet hin kesên girîng ku bikarin tevlî pêvajoyê bibin destpêkê hatin berdan. Di sala 1982’yan de kampanyaya “Mandela serbest berdin” hat destpêkirin. Rejîma Kêmnetewe ya Nîjadperest a spiyan fêm kir ku ji bo çareseriyeke mayînde divê Mandela muxatap bê girtin û li ser vê esasê bi hin rayedarên xwe re hevdîtin dan destpêkirin. Di sala 1986’an de serokê dewletê P.W. Botha li girtîgehê bi Mandela re hevdîtinek çêkir û bi biryarnameyek taybet di 11’ê sibata 1990’î de Mandela bê şert û merc hat berdan. Di vir de tişta herî girîng û berbiçav pêvajoya diyalog û muzakereyan bi awayekî ciddî piştî berdana Mandela tê destpêkirin û dawî li şerê çekdarî tê. Di sala 1996’an de komîsyona lêkolîn û heqîqetê tê avakirin û her du alî tên guhdarkirin.
Ji bo çareseriyeke mayînde, bawerî û gavên bi cesaret pêwîst in
Pirsgirêka Îrlandayê, di sala 1167’an de bi dagirkirina axa Îrlandayê ji aliyê Îngilîstanê, hatiye destpêkirin. Bûyerên şîddetê jî di wê pêvajoyê de heya sala 2007’an berdewam kirine. Polîtîkayên cihêkariyê yên Îngilîstanê ku li hemberî Îrlandayê pêk dianî; bi demê re bû sedema serhildanên gel. Îngilîstan, bi polîtîkayên destdanîna li ser axa wan, mafê mamostetiyê ji wan girt, bi kesên ji mezhebên din re zewaca wan qedexe kir, di heman demê de gel, ji giravê dûr xist û asîmîle dikir. Bi vî awayî dixwest wan biçewisîne. Lê belê gelê Îrlandayê ji sala 1970’î û pê ve, ji bo xwebirêvebirineke xweser, cihekî berfireh di nav siyaseta Îngilîstanê de girt. Partiya Sinn Feîn, ku tê wateya “Em bi xwe” di sala 1905’an de hat damezirandin; dema ji bo têkoşîna Komara Îrlandayek Xweser hat destpêkirin, li hemberî wan Protestan ku bi çek bûn û li ser prensîpên wan ên “parçenekirina welat” biryara şer dan. Dema rewş bi vî rengî bû, Artêşa Komara Îrlandayê ( ÎRA) ku li Paskalyayê di sala 1916’an de hatibû damezirandin dest bi şer kir. Ew rewş heya sala 2005’an dewam kir.
Şerê serxwebûnê yê Îrlandayê ku di wê dîrokê de hat destpêkirin; di sala 1921’ê de bi parçekirina giravê, avakirina Komara Başûrê Îrlandayê û bi hiştina 6 eyaletên li Bakurê Îrlandayê ya ji rêveberiya Îngilîstanê re mirov dikare bêje di tevahiya sedsala 20’emîn de şer dewam kir. Ji sala 1969’an û şûn ve hukûmeta Îngilîz hewl dida ku pirsgirêkê bi rêya siyasî çareser bike; lê belê hemû hewldan, ji ber nêzîkatiyên derdorên muhafezekar -ku qaşo naxwazin bi terorîstan re li ser maseyê rûnin- bê encam man. Ew rewş heya salên 1980’î tê û di mijara aştiyê de tu gavên ku hêviyê bidin avakirin, nehatin avêtin. Her hukûmeta ku nû dihat ser desthilatdariyê, bi gotina, “Ez bi terorîstan re rûnanim” û şertê destpêkê danîna çekan derdixistin pêş. Şertê sereke yê hevdîtinan ji bo wan teqez danîna çekan bû.
Lê belê ev rastî pir eşkere ye ku ji bo çek bên danîn, hewcedarî bi hin gavên din ku bên avêtin hene.
Çekdanîn di tu muzakereyan de nebûye şertê yekem
Her weke ku dewleta Tirk jî bi israr ji Tevgera Azadiya Kurdistan vê dixwaze, lê em baş dizanin ku dema çek were dayîn dewlet çi bîne serê gelê Kurd. Hewcedarî bi garantîkirina jiyana gel û pêvajoyê heye. Ji bo vê jî wek pêngaveke erênî û baweriyê pêwîst e, ji aliyê dewletê ve, hin gavên ku mirov pê bawer bike û wêrek bên avêtin. Çek tenê, di pêvajoyekê de ku di navbera her du hêzan de atmosfereke baweriyê bê avakirin; dikare bê danîn. Mînak, weke gaveke destpêk û berbiçav; di sala 1983’yan de bi damezirandina Konseya Îngilîz-Îrlandayê pêvajo tê destpêkirin. Di salên piştî wê re, di 1985’an de peymana di navbera Îngilîz-Îrlandayê, ji bo parastina berjewendiyên her du aliyan konferanseke navhukûmetî û di sala 1993’yan de danezanek hevbeş tê amadekirin. Ji bo vê peymanê di sala 1995’an de çarçoveyeke nû tê pejirandin. Lê, ji bo danîna çekan gava sereke Peymana Belfast ku di 10’ê nîsana 1998’an de tê îmzekirin, tê pejirandin. Bi vê peymanê re Parlamentoya Stormont a Bakurê Îrlandayê ku di sala 1972’yan de hatibû girtin, hat vekirin û biryara berdana girtiyan tê dayîn. ÎRA jî di 28’ê tîrmeha sala 2005’an de çek danî.
Dema ku em li rewşa heyî dinihêrin tê dîtin ku piştî baweriya di navbera aliyan de pêk tê û şûn de, pêvajo bi Peymana Belfast bi pêş ve diçe û bi efûyek giştî baweriya di navbera aliyan de hîn xurttir dibe. Bi vî awayî pêşiya siyasetê tê vekirin. Lê belê dema ku em rewşa li Kurdistanê dinihêrin tê dîtin ku bi hezaran siyasetmedarên Kurd di girtîgehan de tên ragirtin, Rêberê Gelê Kurd di bin êşkenceyeke giran de tê ragirtin û nahêlin ku Birêz Ocalan bi nêrînên xwe tevlî pêvajoyê bibe. Bi operasyonên siyasî û leşkerî bi ser gel û Tevgera Azadiya Kurdistan de diçin û di pêvajoyek bi vî rengî de jî dixwazin PKK çekan deyne. Gelo, di rewşeke wisa de ku gelê Kurd bi qirkirineke fizîkî û çandî re rû bi rû ye mirov dikare behsa danîna çekan bike? Bêguman ne gengaz e. Dema ku em li mînakên li cîhanê dinihêrin û dinirxînin, em pir aşkere dibînin ku pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê, ev e ku naxwaze PKK’ê û Rêberê wê wek muxatapên bingehîn ên çareserkirina pirsgirêka Kurd bibîne. Lê, di encam de çareseriyeke mayînde tenê bi hevdîtinên aliyên şer re dikare pêk bê. Di pêvajoya nîqaş û diyalogên çareseriya pisgirêka Kurd de polîtîkayên dewletê yên, “Em bi PKK’ê re rûnanin, PKK cuda pisgirêka Kurd cuda ye” û bi nêzîkatiyên weke, “Heya PKK çekan nedeyne em ê gavan neavêjin”, hîn didomin. Lê belê dema em pêvajoya çekdanînê, ango çareseriya pisgirêka Bask, ETA û dîsa pêvajoya muzekereyan ên li Başûrê Afrîkayê dinihêrin; em vê yekê pir eşkere dibînin ku muzakere tenê bi aliyên şer re dikare pêk bê û encam bigire. Pisgirêka Kurd jî tenê bi muxatapê vê Birêz Abdullah Ocalan û PKK’ê re dikare pêk Were. Hiştina PKK’ê û Rêberê Wê ji derveyî vê pirsgirêkê; tê wateya fêmnekirina pirsgirêka Kurd. Ji ber ku PKK encama vê pirsgirêkê ye. Ji bo ku em pêvajoya heyî hîn baştir binirxînin û şîrove bikin, hewcedarî bi fêmkirina şert û mercên ku PKK di nav de derket û rewşa gelê Kurd a beriya damezirandina PKK’ê heye.
Tirkiyeya wê demê û rewşa Kurdan
Di nav rastiya dewletê de têgehek wek Kurd, nîn bû û nedihat pejirandin. Di pêvajoya beriya derketina tevgera PKK’ê de, jixwe polîtîkayên înkar û îmhayê dihatin birêvebirin. Bi taybetî mirov dikare bi giranî pêvajoya di navbera salên 1925-1940’an ku herî zêde li Kurdistanê polîtîkayên înkar û îmhayê ku xwe dispart mêtînkariyê, dihat birêvebirin. Dewletê di 1930’an de bi şikandina berxwedana Agiriyê, digot, “Pirsgirêka Kurd xelas bûye”. Bêguman rastiya gelekî ku dihat jiyan, hebû. Eger şibandin di cih de be, Kurd xistibûn gorekê û bi betonê ser hatibû girtin. Mînak di sala 1925’an de bi Plana Islahata Şarkê, axaftina bi Kurdî qedexe ye û yên derweyî zimanê Tirkî biaxifîbana dihatin cezakirin. Dîsa di salên 1925’an de Serokê Meclîsê Abdulhalik Renda raporekê amade dike û têde tê xwestin ku polîtîkayeke taybet a asîmîlasyonê bê birêvebirin. Sal 1940 e, rapora CHP a Kurd; “Li Tirkiyeyê yek ji pirsgirêkên girîng pirsgirêka Kurd e, ji bo vê teqez hewce dike ku em Kurdan asîmîle bikin û wan bikin Tirk” weke me di nav mînakan de jî anî ziman, gelê Kurd her tim bi mêtînkariya dewletê re rû bi rû hatiye û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd jî asimîlasyon, înkar, girtin û tunekirin weke rêbaz hatiye pêşxistin. Helbet di wan pêvajoyan de ne tenê hebûna Kurd tê înkar kirin, her wiha ziman û çanda Kurd jî tê qedexekirin. Kurd ji cewherê xwe tê dûrxistin û çewisandin. Gelê Kurd bi pergalek desthilatdar ku dixwest rastiya Kurd û hebûna Kurd ji dîrokê rake re rû bi rû bû.
PKK û têkoşîna Kurd
Derketina bizava Apoyî, dihat wateya Kurdên nû ku bi beton diqelişandin, ji bo jiyaneke nû û vejînê serî hildidan. Fikr û ramanê Apoyî di nav civakê û bi taybetî jî di nav ciwanan de dengvedanek mezin çêkir. Ew yek jî pir eşkere dida diyarkirin ku gel ji bo xwedîderketina li azadiya xwe; dîsa ji bo azadiya nasname û çanda xwe amade ye ku têkoşînê bide meşandin. Bêguman polîtîkayên dewletê yên înkar û îmhayê bi awayekî herî dijwar dihatin birêvebirin. Di wan salan de behsa hebûna Kurd, liv û tevgerek ji bo mafê Kurd, dihat wateya mirinê. Di wan salan de tişta ku dihat ferzkirin ne jiyanek wekhev, dibe ku mirin bû. Di pêvajoya 1970’an de Tirkiye rojên pir dijwar û bi bahoz dijiya. Jixwe di 12’ê Adara 1971’an de tevgereke darbeyê hebû. Armanca wê darbeyê, hedefgirtina ciwanên şoreşger bû ku li Tirkiyeyê dengê wan bilind dibû. Mirov dikare bêje zayîna tevgera Apoyî û kadroyên destpêkê yên PKK’ ê di nav pêvajoyek wisa de çêbûn.
Di dawiya Adara 1973’yan de û destpêka nîsana 1973’yan de PKK bi awayekî fermî wek kom, gihişt sazûmaniyekê. Heya 1975’an li Enqereyê pêvajoya amadekariyên îdeolojîk bû. Di dawiya 1975’an û bi destpêka 1976’an re tecrûbeyên ku li Enqereyê hatibûn bidestxistin; ji bo êdî werin pêkanîn û xebatek pratîk a li Kurdistanê pêvajoyek nû hat destpêkirin. Bêguman di wê pêvajoyê de yên herî baş pirsgirêka Kurd vedigotin, tevgerên ciwanên şoreşger ên li Tirkiyeyê bûn. Mahîr Çayan beriya ku bê girtin, di civînekê de bal dikişîne ser pirsgirêka Kurd; Îbrahîm Kaypakkaya jî di broşura ku nivîsandibû de, bal dikişîne ser pirsgirêkê. Her wiha Denîz Gezmîş û hevalên xwe di bin sêdarê de behsa rastiya Kurd dikin û bi taybetî balê dikişînin ser biratiya gelên Kurd û Tirk.
Di şert û mercên wê demê de ku Kurd û hebûna wê bi tu awayî nedihat pejirandin û polîtîkayên dewletê yên înkar û îmhayê rê nedida pirsgirêk bi awayekî demokratîk bê çareserkirin. Hewce ye em baş fêm bikin ku li Kurdistanê mêtînkariyeke navneteweyî dihat meşandin. Welat û rastiya gelekê ku ji aliyê pergala gerdûnî ya kapîtalist hatiye parçekirin, di bin mêtînkariyê de ye; înkar û îmha li ser tê meşandin. Ji ber vê çendê têkoşîna li Kurdistanê ji destpêkê heya roja îro, têkoşîneke li dijî pergalê ye. Têkoşîna 40 salan a Tevgera Azadiya Kurdistan PKK’ê, ji gelekî ku ber bi tunebûn, înkar û îmhayê bû gelekî serhildêr ku ji bo azadiya xwe wê heya dawî têkoşîn bike, ava kir. PKK, tevgereke wisa bû ku ne gengaz bû Kurd dest jê berdin û têkoşîna ku bi şikandina hemû zincîrên tirsê hatibû destpêkirin; ji bo gelê Kurd tenê rêya rizgariya ji zilmê bû. Têkoşîna PKK’ê ji bo gelên din jî bi bû ronahiyek ji hêviyê.
Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1993’yan û vir ve; gelek caran agirbestên yekalî îlan kiriye û bal kişandiye ser çareseriyek mayînde; di heman demê de ji bo jiyaneke bi hev re ya gelan ya di bin banê Komara Demokratîk a Tirkiyeyê de. Lê belê tevî hewldanên Birêz Ocalan û Tevgera Azadiya Kurdistan, hukûmeta Tirkiyeyê her tim bi polîtîkayên mijûlkirinê û înkarê bersiv daye daxwazin gelê Kurd û di şerê taybet de israr kiriye.
‘Em dixwazin bi agirbesta yekalî şansekî bidin Tirkiye yê’
Pêvajoya agirbesta yekalî ya di sala 1993’yan de bi navberkariya Celal Talabanî û hin derdorên din ku hatibû destpêkirin Rêberê Gelê Kurd jî bi deklerasyonekê ew agirbest ji raya giştî re ragihand. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser agirbesta yekalî radiweste û dide diyarkirin ku yek ji pirsgirêka bingehîn, pirsgirêka gelên Kurd û Tirk e. Ocalan dide diyarkirin ku çareserkirina vê pirsgirêkê deynê stûyê wan e û wê pirsgirêka gelên Kurd û Tirk, qedera hemû gelên li Rojhilata Navîn tayîn bike û wiha dibêje: “Em naxwazin pirsgirêka Kurd bi rêya şîddetê çareser bikin. Lê belê li Tirkiyeyê hîn jî polîtîkayeke înkarê ku xwe dispêre hin sedemên dîrokî ku hukûmeta heyî jî derbas dike, didomin. Polîtîkayên Kemalîst ne tenê di pirsgirêka neteweyî de, her wiha di pirsgirêka demokrasiyê de jî gihiştiye rewşeke ku ji nav dernakeve. Ew yek jî ne tenê zerarê dide gelê Kurd, dide gelê Tirk jî. Ji bo vê hewcedarî bi çareseriyeke bi kok heye.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo danîna çekan; dide diyarkirin ku pêwîstî bi agirbesteke dualî û berfireh heye û ji bo vê jî beriya her tiştî divê destûra bingehîn ji nû ve bê destgirtin. Di deklerasyona ku ji aliyê Birêz Ocalan ve di sala 1993’yan de hat weşandin; îşaret bi rê û rêbazên siyasî yên ku rê li pêşiya pêvajoyê veke û dawî li pevçûnan bîne, dike. Di deklerasyonê de çend pirsên girîng tên kirin: “Gelo dewleta Tirk, dixwaze xwîna ku diherike bide sekinandin, an na? Dixwaze, temînata hin mafên zagonî bide gelê Kurd an na? Rêya demokratîk vedike, an na?” Mixabin dema ku em li pêvajoyên berê û paşê jî dinihêrin; dewleta Tirk berde ji bo pêvajoyek aştiyane amade be; di înkar û îmhayê de wek her carê bi israr tevgeriya ye. Birêz Ocalan dide diyarkirin ku eger bersiveke diyar ji wan pirsan re bê dayîn; ew ê bikarin heya dawiyê agirbestê bi rê ve bibin. Wek me di mînakên Bask û Başûrê Afrîkayê de jî dît; heya ku Rêber û tevgerên wan muxatapên pirsgirêkê nehatin dîtin û pêvajoya diyalogan yekser bi wan re dest pê nekir, çareseriyek mayînde pêk nehat.
‘Pirsgirêka me bi sînoran re nîn e, em dixwazin di nav Tirkiyeke hevgirtî de bijîn’
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ku şansekî bide aştiyê, careke din agirbesteke yekalî di sala 1998’an de îlan kir. Her çiqasî PKK’ê di pêşengiya Ocalan de û li ser daxwazên hin derdoran, xwestibe şansekî bide aştiyê jî; ew pêvajo ji aliyê dewletê ve nehat bihêzkirin. Bênavber operasyonên leşkerî domandin; li ser gel êrîşên xwe kêm nekirin û rê nedidan pêvajo pêşve biçe. Lê, PKK û tevgera wê bi hêvî bûn û dihat xwestin ku derdorên ku dixwazin pêvajoyek aştiyane pêşve biçe jî hevgirtî û jidil nêz bibin. Rêberê Gelê Kurd pir eşkere û vekirî da diyarkirin ku ti pisgirêkên wan bi hevgirtina Tirkiyeyê re nîn e. Ocalan got: “Bila ji dil nêz bibin û ji bo pêvajoyek wiha bidin diyarkirin ka çiqas amade ne. Wê demê wê bibînin ku em ji bo Tirkiyeyê ne hêzeke cudakar, berevajî em dikarin di demokratîkkirin û hevgirtina Tirkiyeyê de roleke sereke bigirin ser xwe.”
Birêz Ocalan li ser mijarê balê dikşîne ser wan xalan: “Bi polîtîkayên îmha û înkarê û operasyonan dewlet nikare encam bigire û ew şer eger wisa biçe wê pêncî sal û sed salên din jî bidome. Em dibêjin, ‘Bila êdî bes mirov bimirin’ lê eger bi hemû hêza xwe bi ser me de bên, em jî neçar in ku xwe biparêzin. Lê, em dibêjin êdî bila kes nemire. Ez dîsa jî tînim ziman pirsgirêkên me bi sînoran re nîn e. Ji bo me ya girîng sînorên mafê mirovan, demokrasî û çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên siyasî ye.” Lê tevî ku Rêberê Gelê Kurd pir aşkere û vekirî tîne ziman ku pirsgirêkên wan bi sînor û parçekirina welat re nîn e jî; dewlet di vê yekê de îsrar dike. Her weke ku hukûmeta niha AKP bi zimanekî nîjadperest, hewl dide bi wan gotinan gel û raya giştî bixapîne.
‘Şerên sedsalê li aştiya xwe digerin’
Tevgera azadîxwaz a gelê Kurd PKK’ê di pêvajoyek pir hessas û zehmet de, careke din ji bo aştiyê xwest derfetekê bide avakirin. Di pêvajoya 1999’an de Rêbertiya tevgerê bi Komploya Navneteweyî dîl hatibû girtin; êrîşên dewletê yên tunekirinê bênavber berdewam dikirin. Di demeke wiha de Birêz Ocalan bi gotina, ‘Şerên sedsalê li aştiya xwe digerin’ di 2’yê tebaxa 1999’an de ji tevgerê xwest ku rewşa agirbestê berdewam bike û hêzên gerîlla ji nav sînorên Bakurê Kurdistan xwe vekişînin Başûrê Kurdistan. Hevdîtinên rayedarên dewletê yên bi Birêz Ocalan re berdewam dikirin; Ocalan bi hin daxwazên maqul û di cih de pêvajo da destpêkirin. Hêzên gerîlla li ser daxwaza Ocalan û ji bo pêvajo hîn baştir bi rê ve biçe derketin derveyî sînorên Tirkiye yê. Dewleta Tirk, wek her carê ev yek ji bo xwe firsend dît û bi ser gerîllayan de çû. Hêzên gerîlla bi metanet û sebir nêzî rewşê dibûn; ji bo ku rê nedin ti pevçûnan û tenê bi parastina cewherî hewldan ku xwe biparêzin. Lê mixabin ew rewş bû sedem ku bi sedan gerîlla jiyana xwe ji dest bidin. Dewleta Tirk wê carê jî niyeta Birêz Ocalan wek lewaziyê bi nav kir û bi polîtîkayên xwe yên şerê taybet dida diyarkirin ku PKK ber bi xelasbûnê diçe. Ji bo vê jî careke din êrîşî gerîllayan kir; li her deverê Kurdistanê operasyonên leşkerî dan destpêkirin. Ji bo nîyeta baş gava destpêkê ji çiya û Ewrûpayê du komên aştiyê hatin şandin.
Rêberê Gelê Kurd dide diyarkirin ku di vir de hewce ye ku mirov bi xeyalî nêz nebe, pêkanîna aştiya şerekî pir bi êş e, ne hêsan e, bi qasî hostayek baş giranî û ew qasî jî bi sebir pir girîng e, hewce ye em vê her tim li ber çavan bigirin.”
Polîtîkayên înkar û îmhayê hîn didomin
Tevgera azadiyê li ser daxwaza Birêz Ocalan di tebaxa 2005’ an de agirbestek demkurt û di 1’ê gulana 2006’ an de jî agirbestek bêdem îlan kir. Lê belê tevî vê jî dewletê bi êrîşên leşkerî bersiv da wan agirbestan û darbeyek cîddî li baweriya ku hatibû avakirin xist. Tevî hemû hewldanên Ocalan û Tevgera Azadiya Kurdistan, di sala 2007’an de Rêberê Gelê Kurd hat jehrkirin; dewleta Tirk û hukûmeta AKP’ê polîtîkayên 84 salan ên înkar û îmhayê domandin û di nenaskirina pirsgirêka Kurd de bi israr tevgeriyan. Tevgera PKK’ê ne tenê agirbest, her wiha gelek caran jî rewşa bêçalaktiyê îlan kiriye û israra xwe ya di aştiyeke mayînde de daye raberkirin.
Hukûmeta AKP’ê ku ji bo berjewendî û desthilatdariya xwe saxlem bike, her carê bi gotinên xapînok û ji rastiyê dûr, di nav gelê Kurd û Tirk de hêvî daye avakirin. Lê mixabin di her pêvajoyê de weke ku behsa aştiyê nekiribe, dîsa Kurdan înkar dike û dibêje, “Pirsgirêkek wek pirsgirêka Kurd nîn e.” Kurdan dîsa dijmin îlan dike û bi artêş û polîsên xwe yên taybet ne tenê gerîlla, tevahiya gelê Kurd dixe hedefa êrîşên xwe. Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan vê carê zimandirêjiyê dike, talîmatan dide polîsên xwe û dibêje, “Jin be jî zarok be jî, ya tê xwestin bikin.” Serokwezîrê Tirkiyeyê vê carê ne bi dizî, pir aşkere kuştina Kurdan erê dike.
Yê wenda kir ne gelê Kurd, hukûmeta AKP’ê bû
Di 19’ê cotmeha 2009’an de li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, careke din 2 komên aştiyê hatin şandin. Komek ji çiya û komek jî ji Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem (Mexmûr) ji bo çareseriyeke demokratîk pêk bê berê xwe dan Tirkiyeyê. Hatina komên aştiyê li ber deriyê sînor Habûrê ji aliyê bi sed hezaran gelê Kurd bi coş û heyecan hat pêşwazîkirin û li Kurdistan û Tirkiyeyê careke din tovên aştiyê hatin çandin. Lê mixabin dewletê ew kêfxweşî, ji bo Kurdan pir dît û bi daxuyaniyên serokwezîr, piştre rayedarên şoven û nîjadperest ên MHP’ê û CHP’ê, pêvajo sabote bû. Hukûmet ket bin bandora nêzîkatiyên şoven û nîjadperest, Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan jî bi tehdîtên, ‘Ez ê bizivirim serî” palpiştiya wan derdorên nîjadperest kir. Piştî wan gotinan, komên aştiyê hedef hatin nîşandan û her gotinek wan a ji bo azadî, aştî û demokrasiyê sûc hat hesibandin. Di encama wan nêzîkatiyên şoven de, hin endamên komên aştiyê hatin girtin. Endamên komên din ku di der heqê wan de bi dehan doz hatibûn vekirin; dema ku dîtin hukûmet pêşiya xebatên aştiyê digire û xwedî li pêvajoya aştiyane dernakeve; careke din vegeriyan.
Wek her carê hukûmeta Tirkiyeyê, da diyarkirin ku ne gel; lê belê ew naxwaze û ji bo pêvajoyek aştiyane ne amade ye. Hukûmeta AKP’ê weke ku ti tişt neqewimî be, bi yek carê her tişt ji bîr kir û bi zimanekî nîjadperest gelê Kurd û tevgera wê hedef girt. Di bin navê doza KCK’ê de bi hezaran siyasetmedar, kesên hilbijartî û şaredar girtin. Her wiha di çarçoveya şerê taybet de jin û ciwanên Kurd kirin hedef û bi dehan zarokên Kurd jî girtin. Bi taybet hevdîtinên bi Birêz Ocalan re asteng kirin; operasyonên leşkerî li her deverê Kurdistanê bênavber domandin. Gelê Kurd bi berxwedanek bêhempa bersiv da wan êrîşan û ji her demê zêdetir xwedî li vîna xwe derket. Yê wenda kir ne gelê Kurd, hukûmeta AKP’ ê bû.