• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

Armanca Me Ya Sereke Dabînkirina Azadiya Fizîkî Ya Rêber Apo Ye

March 1, 2025
in Ji pênûsa Gerîla
A A
Armanca Me Ya Sereke Dabînkirina Azadiya Fizîkî Ya Rêber Apo Ye
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Ez di serî de vê komploya di şexsê Rêber Apo de li ser tevahî gelan pêk hatî şermezar dikim. Armanca komploya li dijî Serokatî pêk hatî tunekirina tevgera me û gelê Kurd bû. Lê ji roja ku Rêber Apo dîl ketiye zindana Îmraliyê  heta niha têkoşîn ji her demê behtir xurttir bûye û her diçe xurttir dibe. Komplogeran hêvî dikir ku dema wan Serokatî xistin nava çar diwaran dê bikarin tevgera me tasfiye bikin û gelê Kurd jî tine bikin. Lê bi sekna Serokatî hêviya komplogeran şikest û hêviya gelên cîhanê zêdetir bû. Bêguman li hember vê komploya rûreş sekna tevgera me û gelê me jî yek ji diyardeyên herî bingehîn bû. Lewma li her qada ku bi navê Rêber Apo radibin, li hember komplogeran helwesta xwe raber dikin û li dijî wan radibin. Ji ber vê yekê jî dibe ku Serokatî di nava çar divaran de be lê bi rih, fikir her tim di nava gelan de dijî.

Çawa ku Rêber Apo bi fikrên xwe ji bo tevahî gelan re bûye feyza têkoşîn û azadiyê, gel jî îro li hember komployê bi feyza ku ji Rêber Apo digirin têkoşîneke bêeman didin. Em weke zarokên vî gelê ji sekin û biryardariya gelê xwe hêzekî gelekî mezin digrin.

Li hember komployê ne tenê em û gelê Kurd, tevahî gelên cîhanê radibin ser lingan û têkoşîn dikin. Pêngavan didin destpêkirin, meşan pêk tînin, grevên birçîbûnê didomînin û bi çalakiyên cur be cur helwesta xwe ya beramberî komployê didin nîşandan. Bêgûman çavkaniya vê yekê ji hêza Rêber Apo ye, ji sekna Rêber Apo ye. Serokatî bi sekna xwe hemû dewlet xistine nava tengasiyeke mezin. Her ku dikevin nava tengasiyê mecbûr dibin biçin ber lingê Serokatî.

Dabînkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo armanca sereke ya me Gerîlayên Azadiya Kurdistan û tevahiya gelan e. Lewra ji ber vê jî gelek ked, bedel tê dayîn. Çawa ku Rêber Apo di zindana Îmraliyê de berxwedaniyeke bêhempa raber dike, em jî weke şervanên azadiyê û gel jî bi vê biryardariyê tevdigerin û heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger nebe wê sekin ji tu kesekê re tune be. Wê têkoşîn ji herdemî zêdetir xurt bibe û bigihêje serkeftinê.

Heta ku Rêber Apo ji zindana Îmraliyê dernekeve û azadiya wî ya fîzîkî pêk neyê, em ê ti caran ji têkoşîna xwe tawîz nedin.  Heta dawiyê emê têkoşîneke pir mezin bimeşînin da ku Rêber Apo wek fîzîkî jî di nava me de be. Dibe ku di van deman de bi Serokatî re hevdîtin çêdibin, lê ev nayê wê wateyê ku Serokatî ne di bin tecrîdê de ye û tecrîd rabûye. Ji bo vê jî heta ku ev rewş bidome em ê jî ti caran dev ji têkoşîna xwe bernedin. Heta ku ev dijminê dagirker bi ser me de were û êrîşên hovanê bidomîne, wê têkoşîna me jî ewqas bi dijwarî bimeşe. Nîşaneya têkoşîna me di biryardariya di sekna gelê me de, di têkoşîna hevalên me de û fedaiyîtiya Asya û Rojgeran de ji xwe şênber e.

Besta Sîdar

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

DÎROKA TEVGERA AZADIYA JIN-32
Lêkolîn

DÎROKA TEVGERA AZADIYA JIN-32

May 29, 2025

Read moreDetails
PRATÎKBÛYÎN BI AZADIYA RÊBER APO VE GIRÊDAYÎ YE
Nirxandin

PRATÎKBÛYÎN BI AZADIYA RÊBER APO VE GIRÊDAYÎ YE

May 27, 2025

Read moreDetails
MESELE EW E KU EM Ê MÎRATEYA PKK’Ê ÇAWA XURTTIR BIKIN
Nirxandin

MESELE EW E KU EM Ê MÎRATEYA PKK’Ê ÇAWA XURTTIR BIKIN

May 25, 2025

Read moreDetails
ÎRO PKK HEVRÊ FÛAT E, HEVRÊ FÛAT PKK YE
Şehîdên Azadiyê

ÎRO PKK HEVRÊ FÛAT E, HEVRÊ FÛAT PKK YE

May 25, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk