• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

Azadî Bê Bedel Nabe

August 3, 2022
in Şehîdên Azadiyê
A A
Azadî Bê Bedel Nabe
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Bêrîvan Qelender bi nasnavê Xemgîn Nûcan di sala 1989’an li navçeya Mabataya Efrînê ji dayik bûye. Bêrîvan li gel ku di temenek biçûk de hatibû zewicandin û zarokek wê heye, bi dest pê kirina şoreşa Rojava re di sala 2011’an de tevlî nava hêzên YPJ’ê dibe. Her çiqas Meryem Mihemed bi nasnav Silava wek yekemîn şervana YPJ’ê jiyana xwe ji dest daye hatibe raghandin jî, Bêrîvan di 27’ê Gulana 2013’an de ligel du hevalên xwe li gundê Basilê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê di encamê pevçûna li gel komên çekdar de jiyana xwe ji dest dide. Ji ber cenazeyê Bêrîvanê û herdu hevalên li gel di destê komê çekdar de mabûn, ne hatibû eşkere kirin û Silava wek yekemîn şervana YPJ’ê a jiyana xwe jidest dayi hat ragihandin. Di navbera Bêrîvan û Silava de tenê rojek hebû. Bêrîvan di 27’ê Gulanê de jiyana xwe ji dest da, Silava jî di 28’ê Gulana 2013’an de jiyana xwe ji dest dide.

Bêrîvan ji zaroktiya xwe ve xwedî seknek bi rêgez bû. Di zaroktiya xwe de jî cûda bû. Wek her zarokekê nebû. Hezkirin û rêza wê ji herkesê re bal dikişand. Dema ku mirov dayika Bêrîvan gûhdar dikir pîşmanî û eşa ku tevahî jin dikşînin nezvê nasdike. Dayika Bêrîvan dema qala pişmaniya dikir hesirên çava wek çemê ji dilan diherikê xwuya dikir. Dayika Bêrîvan zehmetiyên ku Bêrîvan kişandî û rûxmê wê eşê jî hêza wê ya tekoşînê dianî ziman ev yek jî şanêyên laşê mirovan radikir serhildanê.  Dayik bi hevokên zimanê  dilê xwe penasê dikir jana keça xwe,Min keça xwe Bêrîvan bi xwarziyê xwe re di temenê 14 salî de zewicand, ev yek şaştiyeke mezin bû. Xaltîka wê gelek zilm û zorî li ser dida meşandin. Ev yek jî bû sedem ku piştî du salan ew û hevjînê xwe hev berdin. Wê demê Bêrîvan vegeriya malê. Dema Bêrîvan vegeriya malê, em bi şaştiya xwe ya ku me di derheqê wê de kiribû hesiyan. Xwişka wê ya mezin Şeristan di salên 90’de beşdarî refên PKK’ê bibû. Bêrîvan jî herdem dixwest ji bo doza gelê xwe li ser şopa xwişka xwe û hemû têkoşerên azadiyê bimeşe û rêya wan bidomîne. Bêrîvan bi tevlîbûna xwe ya ji YPJ’ê re karî xewna xwe ya bi salan pêk bîne.”

“Bêrîvan jineke her dem ji bo parastina welatê xwe xwedî nêrîn bû, bi vîn û hezkirina ji welat re bi berxwedanî tevlî pekrewanên şoreşa Rojava bû. Bêrîvan her dem soza xwe ya têkoşînê nû dikir û her car ji ya din bi îsrartir bû. Di berxwedaniya Şêx Meqsûd li dijî êrîşên komên çekdar tevlî nav pakrewanan bû.

Bêrîvan ji bo parastina welatê xwe her tişt kir berdêl. Lê mixabin bi destê wan kesên ku qaşo xwe wekî kurd hesab dikin, jiyana xwe ji dest da. Wê dîrok wan kesên xayîn lanet bike. Wê hêzên parastina gel ew ê tolê hildin.Bêrîvan di sekn û têkoşîna xwe de balkêş bû. Tevlî gelek qadên şer bû û bi hevalên xwe re serkeftinên ne ji rêzê pêk anîn.

Bêrîvan kurê xwe wek xwe bi tekoşer,serhildêr û evîndarê welat mezin kirî jî jibona dayika xwe dibeje, “Ez gelekî xemgîn bûm dema ku dayîka min jiyana xwe ji dest da. Lê ez dizanim ji bo min û zarokên Rojavayê Kurdistanê biparêze, wê xwe feda kir. Ji bo wê yekê ez ti caran çeka dayîka xwe li erdê nahêlim. Dema ez mezin bibim ez ê li hemberî dijmin bi çeka dayîka xwe şer bikin.”

Bêrîvan bi heskirina jiyanê, dijî û Bêrîvan jinek bi hêz û bêtirs bû. Her dem alîkariya hevalên xwe dikir. Bêrîvan di jiyana xwe de gelek zehmetî û êş kişandiye, lê tevî wê jî li hember kevneşopiyên heyî serî netewand.

Hevalên wê yên tekoşînê

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

Li Ser Rêwitiya Lingan
Ji pênûsa Gerîla

Li Ser Rêwitiya Lingan

May 8, 2025

Read moreDetails
Jİ NEWALA AZADİYÊ RE
Bîranînên Gerîla

Jİ NEWALA AZADİYÊ RE

May 6, 2025

Read moreDetails
KESÊ HERÎ BI BANDOR YÊ TIŞTEKÊ DIDE HER KESÎ YE
Perspektifên Rêber Apo

KESÊ HERÎ BI BANDOR YÊ TIŞTEKÊ DIDE HER KESÎ YE

May 5, 2025

Read moreDetails
RUHÊ BERXWEDÊR, SERKEFTINA TARZÊ FEDAYÎ YÊN APOYÎ BIXWE YE
Şehîdên Azadiyê

RUHÊ BERXWEDÊR, SERKEFTINA TARZÊ FEDAYÎ YÊN APOYÎ BIXWE YE

May 3, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk