• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

Keça Apo Yî

July 6, 2022
in Ji pênûsa Gerîla
A A
Keça Apo Yî
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Gelek caran dema mirov dixwaze binivîsîne û li deriyên hestên xwe dide, gotin weke pêşbirkekê dikevin nav hev du hewil dide xwe bigihîjîne serkeftinê. Pir caran li xwe dipirsim gelo wê ev gotin û peyv têrê bike ku tu bikaribî mafê nivîsandinê li ser mirovên dilsoz bidî… Ango wê germahiya dile wan bike? Pirsan ji xwe dipirsim ku pirsên li bersivan digere, bi rastî jî ezê mafê wan bidim an na ev jî sedemekê ku ji hişên min dernakeve. Lê neçar dimînim ku carekî din vedigerim peyvên xwe yek bi yek hilbijerim. Tê gotin hevalên ku asta raman û zanista wan bilind be, cihên wan jî bi qasê bilindbûna wan di dilên mirovan de mezin dibe. Digerim û dipirsim hevala xwe a keça APO’yî gelo bi çi awayî pênase bikim. Heval Azê Melazgirt pir taybetmendiyê wê hene ku  hêjayî nivîsandîye.

Belê hevala min Azê, dema tu dikenî çavê te dikene, ruyê te dikene. Her tişt bi te re dikeniya. Xweza bi bedewiya te şad dibe. Germahiya dilê te şewq dida jiyana gerîla. Hestên ji nava dilê te bi tîrêjên rojê ra xwe di xwemiland. Dilnizimiya te pîvanekê milîtaniyê ye dinava danistaninên  hevaltiya bedew de heval Azê hêviyên serkeftinê bi barana biharê û germahiya tava berbangê diçan nava nîştîman. Heval Azê keça kurda serhildêr,keça Serhedê, keça ku  bi fikir û ramanên APO’yî xwe jîn dike. Bi qasî çiyayê Agirî ye asî û serhildêr mezin dibî her roj, bi hestên xweşik û ramanên azad jîyan di nava xwe de hembêz dikir.Rêhevala APO’yî di nava civata sohbet û nîqaşan da rêgez û pîvanên şoreşgeran bi sekna xwe da dida diyarkirin.  Heval Azê weke mamosteyekê jiyana gerîla dixwend weke şagirtekê fêr dibû. Hêza fêmkirin û dana femkirinê dihişt ku dinava tevahiya hest û ramanên hevalan da melewantiya herî xurt bike.

Heval Azê di dibistana APOyî de meşiya ber Botan, Gabar û Mêrdînê weke fermandarekî jîr têdikoşîya. Hêjay gotinê ye perwerdehiya wê fêmkirin, şertê bingehîn bu. Bî zimanekî zelal û sade gotinên wê di nav ruhê mirovan dirûnişt. Pir bi baldarî û şiyar ramanên Rêbertî bi mirov dida fêmkirin. Ew bû  ew keça asî ku rojek tawîz nedida kêmasiyan. Di rexne kirinê de hişk û di jiyanê de nerm bû ku mirov bikişîne xeta rast a jiyan azad. Hertim di jiyanê de digot weke Rêber Apo dibêje “Şoreşa mezin, şoreşa wate dayînê ye”. Mirov bi helwestên xwe ya APOyî mirov qazanc dikir. Qet ji bîra min naçe taybetmendiyên te ya xweş helbet her mirovek bi qasî zanebûna xwe tiştên wî yên xweş derdikeve pêş, ne ku kêmahiyên wan nîne lê belê dema zanebûn, fêmkirin û raman rast bin neyîniyên wan nabin asteng li hember bilind bûna wan, ji bona wê dibêjim keça Kurd a bi awayekî sekeftî heya kêliya ku şehid bû.

Ger ez vegerim deriyên hestên xwe ku her kêlî hestiyar dibe. Dema heval Azê tê bîra min pir xemgîn dibim. Bi hêrs dibim û qebûl nakim şehîdbûna wê. Şehadetan ti cara nayîn ji bîrkirin. Lê hinek caran di kesayeta hinek hevalan de mirov qebûl nake. Ji ber dema mirov li mezin bûn û heybeta wan dinêre ne mumkîne ku ew rojek li ber çavên te winda bibe. Her weke ku min nekarî şehadeta heval Sara û heval Rûstem qabûl bikim. Yên din jî heval Azê û heval Delal bû ku ez her li bendê bûm ku şehîd neketibin. Her bi vê awayî  xewn û weyal vejîn dibin di nav jiyanê min de. Kato, Marînos û Faraşîn dibin şahîdê bîranînên min, tu û hevalan. Li ser cîhazê ez li bendê bûm ku dengê te bibîhîsim. Veqetîna te pir zor û zehmet bû. çavên min her li rê digerîya.

Niha jî Kato Marînos her tim bêriya dengê te dike. Roja dawî ku em ji hev veqetiyan, berîya tu dest bi rêwîtiya xwe ya Bestayê bikî , çavên te bi hesir tijî û ez digiriyam te ji min re digot “ dilê te mezin nebûye hîn jî weke ya zarokan e”. Erê rêhevala min Azê ma ne zû bû şehadeta te, ma tu jî li bendê  bû ku em bî Rêbertî re bicivin, gûl û nergîza ber hev bikin ku bidin wî û bibêjin “ em bi te re azad dibin”. Şehadeta we jî wek tevahî şahadetan bê wext bû şoreşgera kurd. Bê wext çûyinê wê jibona me pir bi êşin lê emê wek şopdarê wê bin soza serkeftin û pêkanîna xweyalên wê bidin.  Heval Delal, Azê û hevalên ku li 11 Mijdara 2017’an li Besta şehîd ketin, em bi hevaltiya we bextewer û serbilindin. Hûn nirxên giranbûhane.

Arin Delal

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

 VÊ DEMÊ DE WÊ Lİ SER XETA ŞEHÎDAN TÊKOŞÎN BÊ MEŞANDİN 
Nirxandin

 VÊ DEMÊ DE WÊ Lİ SER XETA ŞEHÎDAN TÊKOŞÎN BÊ MEŞANDİN 

July 5, 2025

Read moreDetails
DİVÊ YEKÎTİYÊN KOMUNAL ÊN JİNAN HEBİN
Nirxandin

DİVÊ YEKÎTİYÊN KOMUNAL ÊN JİNAN HEBİN

July 2, 2025

Read moreDetails
Jİ BO XWEDAWENDA ZAGROSAN YA SERDEMA NU
Ji pênûsa Gerîla

Jİ BO XWEDAWENDA ZAGROSAN YA SERDEMA NU

June 30, 2025

Read moreDetails
JI JINÊN BERXWEDÊR, GELÊ ME YÊ WELATPARÊZ Û RAYA GIŞTÎ YA DEMOKRATÎK
Daxuyanî

JI JINÊN BERXWEDÊR, GELÊ ME YÊ WELATPARÊZ Û RAYA GIŞTÎ YA DEMOKRATÎK

June 29, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk