Hefteya qehremaniyê û operasyonên dijmin
Îro roja ku gelê Kurd qehremanê xwe yê mezin winda kiriye, roja dawiya hefteya qehremaniyê ye. Di dîroka gelê me de îro ji bo bîranîna şehîdên kurdistanê yên pêşeng mazlûm û mahsûm di yekîneya şehîd jiyan de, moraleke mezin hate çêkirin. Dibe bi rêya moralekê yan jî bi axaftinekê mirov nikare qehremantî û mezinbûna mirovên şehîd û berxwedana wan heq kiriye, îfade bike. Lê belê ez her demî dikarim di rêya ku wan ji me re vekirî de bimeşim, wesiyeta wan a ji bo me û barê wan ê mezin rakim. Gelê Kurd dîroka xwe ya winda kirî, bi agirê bedena xwe bi cîhanê da nas kirin. Di sala 1982’an de di bedena mazlûm de agirê jînê pêket. Ev agir êdî ti carî natemire. Wê her demî gur bibe, bibe jiyan. Wê ti carî şehîdên Kurdistanê neyên ji bîr kirin.
Niha jî di xeta sineht de operasyon derketiye. Li aliyê Çelê, Serê Sêvê, Girê Êrîş û li ser girê Xeregol destpê kiriye. Wekî din li milê Zagrosê li aliyê şîvareza jî derketiye. Her wiha di hinek cihê din de jî, ev operasyon berfireh dibe. Dijmin sê rojan li ser sînor ma. Di van hersê rojan de her cûreyê teknîka pêşketî bikar anî. Di seat 4’ê şevê de Hevalên li serê Xeregolê jî çalakiyek li dar xistin. Grûbek heval sizmeyê ser gir kirin, grûbek din jî bi çeka BKC û B7 di mesafeyek nêzîk de li çeperên dijmin dan. Gelek windahiyên dijmin çêbûn, lê belê windahiyên xwe nedan. Ji ber ku cihê çalakiyê nexweş bû, hevalan nekarî çekan rakin. Dijmin xwest di roja sêyemîn de pêşde were, lê hevalan cardin kemîn li pêşiya wan danîn û li wan dan. Di roja çaran de dijmin gelek windahî dan û bêyî ku encam bigre, paşde kişiya…
11 Mijdar 1996
Şehadeta heval Azad
Êdî em nêzî dawiya sala 96’an dibin. Niha jî hêdî hêdî berf dibare û hewa pir sare. Min dî ku rengê rûyê hemî hevalan hatiye guhertin. Gûman di hundurê min de ava bû, hema min dixwest kêliyek beriya ya dinê fêm bikim ka çibûye!… pişt re min ew xebera nexweş bihîst. hevalan agahiya şehadeta heval Azad dan min. Heval Azad ji ber qezayekê şevê din şehîd ketiye.
Belê hevalê Azad, ez nikarim şahadeteke bi vî rengî ji te re bipejrînim. Ji ber ku bi salane dijmin nekarî tiştekî li te bike, lê tu bi kêmasiya xwe şehîd ketî. Gava bi vê rastiyê difikirim, di hundurê xwe de pir diqeherim û nikarim vê rewşê hezim bikim.
Belê heval Azad; nikarim bawer bikim ku tu bi vî rengî şehîd ketî. Ji ber ku te şehadeteke bi vî rengî ji xwe re qebûl nedikir. Gelek daxwaz û armancên te yên mezin hebûn. Weke rêhevala te, ezê hewl bidim van armanc û daxwazên te yên nîvco mayî di tekoşîna xwe de temam bikim. Her wiha dixwazim bizanî ku ezê timî di riya te û ya tevahî şehîdên me yên şoreşê de heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê bimeşim. Encex em wek rêhevalên we, bikaribin bi vî awayî tola we rakin.
Xwesteka we encex bi vî rengî bikaribim pêk bînim û jê re bibim bersiv. Hevalê Azad, dibe ku te fîzîkî ji cîhana me koç kir, lê dixwazim bizanî ku ti her di nava rih û mejiyê me de jiyan dikî…
Hevalê Azad bi eslê xwe ji Botanê, ji gundekî girêdayî Şirnexê ye.
Mijdar 1996
Ji Pênûsa fermandar Ş. Çîcek Kiçi
Dê Berdewam Bike