• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

Ji Çapemenî Û Raya Giştî Re

May 12, 2022
in Daxuyanî
A A
Ji Çapemenî Û Raya Giştî Re
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Em pir xemgîn in bi jidestdana milîtana pêşeng a bijartî ya têkoşîna me ya azadiya jinan, şoreşgera mezin, şervana heqîqetê, sembola felsefeya ’Pariyek nan û xirqeyek‘ ê jina serhildêr a Dersimê Aysel Dogan a hevrêya xwe. Hevrêya me Aysel Dogan di her kêlî û qada tevgera me de, bi pêşengî cih girtiye. Milîtaneke pêşeng a nebêzar a têkoşîna azadiyê ya jinan û gelê Kurdistanê bû. Em li ber hevrêya xwe Aysel Doganê bejna xwe ditewînin, xeyalên wê yên azadiyê deyn in li me, di şexsê wê de em ê di rêya hemû şehîdên xwe de bênavber bimeşin û armancên wê bi serkeftinê tacîdar bikin. Em soz didin ku em ê bidin ser şopa têkoşîna wê ya heqîqetê ya ji bo jina azad, Kurdistana azad û cihana azad. Di serî de malbata me ya Dogan, em dibêjin sere hemû jin û gelê me sax be.

Aysel jineke berxwedêr û serhildêr a Dersimê bû serî li ber zilmê dananî. Bawerî û girêdana wê bi nirxên azadiyê xurt bû. Ji xeynî jiyana azad tu xeyaleke xwe nîn bû. Her dem ji bo jiyana azad têkoşiya. Her kêliya jiyana xwe bi têkoşînê jiya. Mînaka wê yekê bû ku mirov çawa dibe şoreşker, jin di têkoşîna me ya azadiyê de divê çawa bijî, çawa li ber xwe bide û çawa bibe şoreşker.

Li Kurdistanê û derveyê welêt bi salan di gelek waran de xebitî. Ji bo azadiya jinan bêyî hesabekî şexsî tev li xebatê bû. Gelek ked da, nirxên mezin afirandin û ji bo bilindbûn û biserketina Têkoşîna me ya Azadiya Jinan hemû berpirsyarî bi serkeftin bi cih anîn. Hevrêya me Aysel, li dijî pergala zayendperest, qirker û pederşahiyê û dijmin pêşengiya berxwedana radîkal kir. Bawermenda felsefeya ’Jiyana min şer bû’ ya hevrê Sakîne Cansiz bû. Bê şer û têkoşîn kêliyek jî derbas nekir.

Hevrêya me Aysel Dogan, bi biryardariya mîlîtana şoreşker a li ser esasê pêdiviyên pêvajoyên dîrokî meşiya. Gava ji bo aştiyê hewceyê dana bedel dikir texsîr nedikir û gava têkoşîna li dijî dijmin jî tu texsîr nedikir. Di her şert û mercî de jiyîn û jiyandina li gor şoreş û pêdiviyên şoreşê ji xwe re kir bingeha hebûnê.

Hevrêya me Aysel Dogan a hêrs bû li dilgirtina Rêbertiyê ya bi komployeke navneteweyî di sala 1999‘an de, di pêvajoyeke wiha krîtîk de bi biryardarî ji bo hêviya aştiyê deng li banga Rêbertiyê kir û di koma duduyan a aştiyê de cih girt. Li dijî faşîzma KT’yê ya tu hevî neda ji bo aştiyê, di şertên zindanê de jî helwesta xwe ya şoreşkeriya radîkal jî nîşan da. Hevrê Aysel Dogan dizanî ku şer û aştî bê bedel nabin, şerkirina bi daîmî ji xwe re kir egera jiyanê. Li dijî komkujiya fizîkî, çandî ya li ser gelê Kurd û texrîpkirina  erdnîgariya Kurdistanê xweş li ber xwe da. Bû pêşengeke têkoşîna bi perspektîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê cewherê baweriya Elewîtiyê ya hewil tê dayîn ku ji nasnameya Kurd bihê veqetandin û entegreye pergalê bihê kirin, parast. Jiyana xwe ya bi şoreşkerî li ser van nirxan bi rêxistin kir û her kêliya jiyana xwe di ber azadiya jinên Kurdistanê, gelê xwe û axa xwe de da, bi ked, hişmendî, bû xwedî sekneke afirîneriya nirxên mezin êN têkoşînê.

Hevrêya me Aysel Dogan, wek mîratgir û nûnereke kevneşopiya berxwedanê ya Besê, Zarîfe û Sakîneyan bû sembolek ji sembolên Tevgera me ya Azadiyê ya Jinan û dîroka me ya azadiyê û wê her tim bihê bibîranîn û nehê jibîrkirin. Wê berê me jî tim li rastiya me ya Rêbertiyê ya hevrêya me Aysel heta dawiya jiyana xwe çavê xwe jê neniqand be. Em cardin di şexsê hevrêya xwe Aysel Dogan de soz azadkirina bi fizîkî û afirandin Kurdistan û pêşerojeke azad didin hemû şehîdên Tevgera Azadiyê ya Jinan û şoreşê.

Em banga xwedîderketina bi xurtî, pêşwazîkirin û hembêzkirina bi girseyî li hemû gelê Kurdistanê û jinên Kurd dikin.

Koordinasyona PAJK’ê

 

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

Li Ser Rêwitiya Lingan
Ji pênûsa Gerîla

Li Ser Rêwitiya Lingan

May 8, 2025

Read moreDetails
Jİ NEWALA AZADİYÊ RE
Bîranînên Gerîla

Jİ NEWALA AZADİYÊ RE

May 6, 2025

Read moreDetails
KESÊ HERÎ BI BANDOR YÊ TIŞTEKÊ DIDE HER KESÎ YE
Perspektifên Rêber Apo

KESÊ HERÎ BI BANDOR YÊ TIŞTEKÊ DIDE HER KESÎ YE

May 5, 2025

Read moreDetails
RUHÊ BERXWEDÊR, SERKEFTINA TARZÊ FEDAYÎ YÊN APOYÎ BIXWE YE
Şehîdên Azadiyê

RUHÊ BERXWEDÊR, SERKEFTINA TARZÊ FEDAYÎ YÊN APOYÎ BIXWE YE

May 3, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk