Bi awayekî gelemperî dîplomasî di qada navneteweyî de yek ji riyên sereke a danûnstendinê ye. Ji dîroka qebîle û eşîran heta niha bi riya qasidan navbeynkarî hatiye kirin. Di wan deman de kesên rûspî an jî yên gotina wan di nava civakê de li erdê nayê xistin bi rola navbeynkariyê radibin û bi vî awayî pirsgirêkên civakê çareser dikin. Civaka ku xwedî bermahiyên exlaqî û polîtîk a civaka xwezayî ye bêyî serî li dezgehên desthilatdaran bidin, bi vî awayî hem pirsgirêkên xwe hal dikirin û hem jî pêywendiya di navbera qebîle û eşîran de zindî dihêlan. Di wan deman de jin û mêran bi hev re qasidî dikirin. Bi taybetî jî jina zana a ku di nava civakê de xwedî gotin bû bi mijara navbeynkarî û tifaqa di navbera êl û eşîran de bi roleke bandor û taybet radibû. Civak bi vî awayî hem xwe bi rêve dibir, hem xwe muhtacî hêzên desthilatdar nedikir û hem jî ji bo berjewendiyên giştî yên civakê polîtîka dikir. Ev xisletên ku ji dema civaka xwezayî ve ji bo berjewendiyên civakê dihat pêşxistin, hişt ku ev kevneşopiya nirxên civakî heta roja me ya îro bê. Bi pêşketina bazara piçûk a di navbera gel de ev pêwendî hîn zêdetir ber bi pêş çûn. Bi derketina desthilatdarî, împaratorî, dewlet û serdema fînansê re, weke gelek têgînan pergala kapîtalîst û dewleta netewe vê taybetmendiya civaka xwezayî jî dizî, naveroka wê ji bo berjewendiyên xwe pûç kir. Pergalê kir ku civak xwe xerîbî dîplomasiyê bibîne û weke ku tenê karê komeke serdestan de bibîne. Bi taybetî jî di dema împaratoriyan de peyva dîplomasî hîn bêtir hat bikaranîn û ji bo naybeynkariya di navbera aliyan de qasid dihatin diyarkirin. Êdî qasid ne ji bo berjewendiyên civakê lê ji bo berjewendiyên efendiyên xwe navbeynkarî dikirin. Bi demê re pergala patrîarka ku roja me ya îro de dewleta netewe ye, naveroka dîplomasiyê bi temamî pûç kir û xist bin xizmeta xwe. Di roja me ya îro de ji bo dîplomasiyê gelek pênase tên kirin, lê weke pênaseya giştî “amûrê aştiyê” û “şerê bêçek …” hwd… e. Lê ji amûrekî aştiyê wêdetir, dîplomasî di navbera dewletên netewe de bûye amûrekî manîpûlasyonê. Rêber Apo ji bo vê rewşê dibêje; “eger meyla kara zêde bi şer ve girêdayî be, hêzên dîplomatîk hemû bên cem hev jî nikarin pêşî şerê kar tê de heye bigrin. Lewma êdî dîplomasî ne amûrekî aştiyê lê bûye amûrekî amadekirina şer…”
Weke bermahiyeke civaka xwezayî a exlaqî û polîtîk, gelê Kurd ji dîrokê heta roja me ya îro pirsgirêkên xwe yên civakî bi riya rûspî, qasid û kesên xwedî otorîteya xwezayî hal dike. Kurdên ku ne xerîbî vê rêûresmê de ji dema şerê cîhanê yê 1 û 2emîn ve ji dîplomasiya navneteweyî mehrûm man an jî mehrûm hatin hiştin. Helbet gelek sedemên vê yekê hene lê dibe ku yek ji wan sedeman ew be ku ev kirasê dîplomasiya dewletên netewe li Kurdan nehatibe. Xûlase, ji ber nebûna lobiyeke xurt di dema şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn de Kurd bûn yek ji qurbanên sereke yên lîstokên dîplomatîk. Peymanên weke Sykes-Pîcot û Lozanê bi serê Kurdan de hatin. Bêguman li dijî van dekûdolabên “dîplomatîk” û peymanên qirkirinê pêşiyên Kurdan hem li Bakur, hem li Başûr, hem jî li Rojhilat û Rojava serî hildan. Lê mixabin ji ber nebûna pêywendî û tifaqeke di navbera aliyên Kurd de, ev serhildanên qalkirî jî hatin tepisandin. Di sedsala 21’an de tevgera azadiyê a Kurdistanê PKK’ê bi pêşengiya Rêber Apo çirûskeke din a serhildanê vêxist û ev çirûska hat vêxistin her çû veguherî agireke gurr û geş. Nîv sedsal e ku têkoşîna PKK’ê dayî dest pê kirin bi destkeftî û nirxên gelekî hêja didome. Yek ji wan nirxên ku PKK’ê avakirî dîplomasiya gelê Kurd e. Tevî PKK’ê tevgerên din ên Kurd jî li gorî xwe xebateke dîplomatîk dimeşînin. Lê ya PKK’ê ji wan cûda dike paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêber Apo ye. Yek ji rehêndên konfederalîzma demokratîk dîplomasî ye. Lewma jî girîng e ku mirov dîplomasiya konfederalîzma demokratîk pênase bike û têgîna “dîplomasiyê” vegerîne xweza û cewhera wê ya esasî. Beriya pênasekirina dîplomasiya konfederalîzma demokratîk hêja ye mirov bibêje bi awayekî qismî jî be, di van 50 salên dawî de yekdestdariya dewletan a li ser dîplomasiyê kêm bûye. Bêguman dîplomasî hîna jî bi awayekî navdewletî û di bin kontrola dewletan de tê meşandin, lê belê em dikarin bi rihetî bêjin ku êdî ne tenê dewlet lê gel û tevgerên din jî vî karî dimeşînin. Ger em vegerin şêwazê dîplomasiya konfederalîzma demokratîk; divê beriya her tiştî em vê yekê weke dîplomasiya gel bi nav bikin. Ji ber ku dîplomasiya navdewletî amûrê aştiyê kiriye amûrê şer, lewma jî ne di berjewendiya gelan de ye û li şûna pirsgirêkan çareser bike; berovajî ji bo kara xwe ya zêde kêşeyan kurtir dike û dixetimîne. Di rêûresma konfederalîzma demokratîk de jî tam berovajî vê yekê dîplomasî weke amûrê sereke yê pêywendiyeke afrîner a di navbera civakan de û bi çareserkirina pirsgirêkan re mijûl dibe. Dîplomasiya gelan ji bo afirandina şert û mercên pêkve jiyanê, xebat û piştevaniya hevpar dixebite. Çavkaniya bingehin a dîplomasiya neteweya demokratîk xwe lê dispêre, hêza rêxistinkirî a gel, sekneke polîtîk a xurt danehevên dîrokî û civakî ne. Yek ji prensîbên esasî ew ê ku di polîtîkayê de nerm, ji lihevhatinê re vekiriye lê tevî van jî ji rêgezên xwe tawizan nade. Her wiha dîplomasiyeke ku gel û civakê esas digre lewma kar û xebatên xwe bi awayekî şeffaf dimeşîne. Çend prensîbên sereke a dîplomasî û tifaqa gelan ev in. Ji bo meşandin û rêvebirina vê dîplomasiyê meclîsên gel yên li tax, gund û bajaran tên esas girtin. Bi komîteyên karê derve yên di bin sîwana meclîsên gel de dîplomasiya neteweya demokratîk bi gewde dibe û bi vî awayî îradeya xwe ya siyasî ango rêveberiya xwe hildibijêre. Dîplomasiya ku heta niha pergala kapîtalîst ji civaka xwezayî dizziye û li gorî berjewendiyên xwe reforme kiriye bi konfederalîzma demokratîk re careke din dadikeve nava civakê û gel. Ji gund û taxan, heta bajaran ji bo berjewendiyên xwe yên hevbeş xebata dîplomasiyê û tifaqan dimeşîne. Mîmarê vê projeya gelerî Rêber Apo ji bo girîngiya dîplomasiya Kurdan dibêje; “Di roja me ya îro de Kurd hem ji bo têkîliyên di navbera xwe û cîranên xwe de, hem jî ji bo dîplomasiya di qada global de pir hewcedarî dîplomasiyeke manedar in. Ji bo bergiriya hebûna xwe bikin û ji bo azadiya xwe pêk bînin, xebatên dîplomatîk ên erênî xwedî rolek mezin e. Di dema nêz de, di pêvajoya modernîteya kapîtalîst de belkî li nava dinyayê gelê herî zêde bûye qurbanê lîstikên dîplomatîk gelê Kurd e. Di şerê cîhanê 1. û 2’emîn de Kurd bûn qurbaniyên herî stratejîk…”
Ji bo dîplomasiya neteweya demokratîk di asta global de ji bo berjewendiyên gel pêk were girîng e ku dîplomasiyeke hevbeş a Kurdan ya giştî û dîplomasiyeke xweser a jinên Kurd hebe. Ev yek wê tenê ne di berjewendiya Kurdan de be her wiha wê di menfaatên gelên Rojhilata navîn de jî be. Kurdên ku di sedsalên berê de nebûn xwedî dîplomasî û lobiyeke xurt, bûn yek ji qurbanên mezin yên hêzên mêtingeh. Ji bo ku di vê sedsalê de ev yek li ser serê Kurdan û tevahî gel û baweriyên li heremê dubare nebe pêdivî bi dîplomasiyeke hevbeş a konfederalîzma demokratîk ya neteweyî û herêmî heye. Her wiha ger em bêjin ku hemû hevsengî û konjektura siyasî a cîhanê nîşan dide ku çarenûsa gelên li heremê di destê Kurdan de ye wê ne mubalaxa be. Ji bo dîplomasiya konfederalîzma demokratîk a gelan bi rêkûpêk pêk were divê pêkhateyên civakê hemû di nava danûnstendinên dîplomatîk de hevbeşiyek ava bikin. Yek ji pêkhateya sereke a konfederalîzma demokratîk tevgera azadiya jinê ye. Ji ber rola jinê a pêşeng, girîng e ku weke hêmana bingehîn a konfederalîzma demokratîk, jin li çar hêlên Kurdistan, Rojhilata navîn û cîhanê bi tevger û saziyên jinan re di nava têkîliyeke xurt û hevbeş de bin. Dîplomasiya xweser a tevgera azadiya jinê bi vî awayî dikare bi tevgerên jinan yên welatên cîran û cîhanê re di nava piştevaniyeke xurt de be. Têkoşîna azadiyê a jinên Kurd a xwedî mîrateyeke 40 salan e, îro di nava jinên cîhanê de bûye yek ji remz û çavkaniya îlhamê. Tevgera azadiyê a jinê ya Kurd xwedî bîr û xebateke hêja a dîplomatîk ya salan e. Di serî de li Rojhilata navîn, li gelek welatên cîhanê bi dehan tevger û rêxistinên jinan re di nava danûnstendineke hevbeş a piştevaniyê de ye. Ji ber ku jina Kurd pêşengiya avakirina pergala modernîteya demokratîk a azadiya jinê dike, ev yek dihêle ku çavê piraniya jinên cîhanê li ser wê be. Bi taybetî jî bi zanista jinê, Jineolojiyê re eleqeya tevgerên jinan ên cîhanê zêdetir bû. Lewma jî mirov dikare vê yekê weke deriyeke mezin a bihêzkirina tifaq û piştevaniya jinan ya di bin sîwana pergala konfederalîzma demokratîk de bibîne. Bi pêşengiya tevgera azadiya jinê re wê hem têgîna dîplomasiyê wateya xwe ya rast bibîne û hem jî wê bi xwe re rê li ber xurtkirina tifaqên polîtîk-stratejîk yên pêkhateyên konfederalîzma demokratîk hemûyan veke. Di heman demê de, dîplomasiya xweser a jinê wê dîplomasiya konfederal a neteweyî a Kurd jî xurt bike. Tevî van hemûyan, ji bo dîplomasî bikeve nava şaneya herî piçûk a civakê di nava meclîsên xweser yên jinan û meclîsên giştî yên gel de xwe rêxistinkirina wê riya herî bingehin a xwe gihandina dîplomasiya jinan û gelan e. Her wiha ne tenê jin, bi giştî temamê pêkhateyên di bin sîwana sîstema konfederalîzma demokratîk de cîh digrin bi heman awayî xebatên xwe yên tifaq û têkîliyan xurt bikin, wê dîplomasî ji bin yekdestdariya desthilatdar û sermayedaran derîne û bêyî bibe muhtac bi hêza xwe pirsgirêkên civakî çareser bike. Weke encam; dîplomasiya konfederalîzma demokratîk tifaqa bi gelan re weke tifaqekê stratejîk dibîne û di vê çarçoveyê de dîplomasiya gelan esas digre. Dewletê bi temamî red nake, lê bi dîplomasiya gelan re pergala navendî û yekdestdar a dewletê bêfonksiyon dihêle û bi vî awayî hem dewletê di warê demokratîkbûnê de hişyar dike û hem jî rê li ber vedike ku civak bi xwe, xwe bi rêve bibe. Bi riya vê tora dîplomasiyê li şûna sînorên badayî û şidandî yên dewletên netewe, wê gelên li Rojhilata navîn û cîhanê bi awayekî konfederal di nava têkîlî û tifaqekê stratejîk de xwe bi rêve bibin.
Dicle Dılxwaz