• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

Rojbûna Rêber Apo Rojbûna Gelên Azad E

April 2, 2022
in Daxuyanî
A A
Rojbûna Rêber Apo Rojbûna Gelên Azad E
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Em 73’emîn rojbûna Rêber Apo 4’ê Nîsanê, di serî de li Rêberê xwe, li gelê Kurd, jinan û ciwanên Kurd û li tevahî mirovahiyê pîroz dikin. 4’ê Nîsanê, roja mizgîniya ji nûve hebûn û vejîna gelê Kurd e, roja afiradina jiyana azad û evîna jinên Kurd e.

Di dîroka gelê Kurd û ya jinên Kurd de zayîna Rêber Apo xwedî heqîqetekî mezin û wateyekî kûr e. Ji ber ku gelê Kurd zayîna Rêber Apo zayîna xwe dibîne. Roja xilasiyê ya ji jiyana kole û bê nasnamebûyînê dibîne. Di warê pênasekirina nasnameya civakî, çandî, zanistî, felsefîk û dîrokî de rojbûna Rêbertiyê bû nîşaneya destpêkekî nû li Kurdistanê. Ev destpêk bi meşa azadiyê ya Rêbertiya me re veguherî Ronesansa gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiya azadîxwez.

Di dema derketina Rêber Apo de hebûna Kurdayetiyê li ber sînorên tinebûnê bû. Siyaseta qirkirin û dagirkeriyê di astekî tirsnak de li ser Kurdistanê serwer bû. Di serî de dewleta Tirk a faşist, qirker û dewletên li ser Kurdistanê dagirkerî pêşxistin Kurd wekî mirov, wekî civakekî nedihesibandin. Tekoşîna azadiyê ya Rêber Apo van jiberkirinên zihniyeta dewletên dagirker û qirker rûxandin. Di mêjî û dilê jin, ciwan û gelê Kurd de hêvî, bawerî û mîsogeriya jiyana azad çand. Ji bo şikandina van jiberkirinan Rêber Apo ji 7 saliya xwe de dest bi şerekî mezin yê li dijî zayendperestî û paşverûtiyên civakî kir. Ji bo jiyanekî wekhev û azad, ji bo civakek bibe xwedî bîr û hişmendiyekî demokratîk û ferdên sosyalîst di temenekî biçûk de li hemberî neheqiyê serî hilda û tu caran dev ji lêgerîn û xeyalên xwe yên zarokatiyê  berneda û wekî zarokekî bi xeyalê xwe re xiyanet nekir di dîrokê de tê naskirin.

Zayîna Kurd ku bi Rêber Apo dest pê kirî, îro li cîhanê gelê Kurd  bi pêşengiya jinên Kurd di nav gelên cîhanê de bûye xwedî cihekî bi rûmet. Projeya jiyana azad û wekheviya zayendan ji aliyê tevahî gelan û bi taybet jinan ve bûye navenda kişandinê. Bi mîlada Rêber Apo re Felsefeya ji mirinê jiyan afirandin, weke çanda herî bi kok di Kurdistanê de tê jiyîn û jiyankirin. Fikrên Rêber Apo her ku di nav gelan de belav dibe, bandora pêşketinên li Kurdistanê berbi çav dibe. Ev pêşketin jî ji her kesî zêdetir tesîrekî mezin li jinan dike. Ji ber ku jin azadiya xwe di fikrên Rêber Apo de dibînin. Ji bo wê îro ne tenê jinên Kurd, jinên Rojhilata Navîn û cîhanê daxweza azadiya Rêbertiyê ya fîzîkî dikin. Kombûna li dora fikrên Rêber Apo hêviyeke mezin bi mirovahî û jinan re daye çêkirin. Ji lewra hêzên hegemon yên cîhanê fikrên Rêber Apo, ji bo pergala xwe ya desthilatdar û zihinyeta mêrserwer xeteriya herî mezin dibîne. Ji bo vê bandora mezin bişkînin bi şer, kuştin, talan û çanda tecawuzê di şexsê jinan de êrîşî nirxên civakan û dîroka wê dikin.

Rêber Apo hemû jiyana xwe ji bo azadiya jinê, azadiya gelê Kurd û mirovahiyê bi rêxistin kir. Ji bo viya bi serbixîne, bawerî û hêviyê ji nûve zindî bike tekoşîn û berxwedaneke ku mînaka wê li cîhanê tuneye da pêşxistin. Rêbertiya me ev 24 sale li girtîgeha Îmralî di bin tecrîdekî giran de ji bo azadiya jin-civak û mirovahiyê berxwedana xwe ya dîrokî didomîne. Li hemberî berxwedana dîrokî û bêhempa ya Rêber Apo jin, ciwan, gelê Kurd û dostên xwe, di ber azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de xwe dêndar dibînin. Helwest û rûhê tekoşînê yê di 8’ê Adarê û Newrozê de derket pêş biryardariya azadiya Rêbertiyê bû, îsrara di tekoşîn, berxwedan û mîsogeriya serkeftinê ya li dijî siyaseta qirkirin û dagirkeriyê bû. Em di wê baweriyê de ne tekoşîna ji niha û pê de bê meşadin jî ew ê bi heman rûhî be, çawa ku gerîlayên azadiyê bi gel re agirê tekoşînê bilind kirin, ew ê bi pêşengiya jinan serkeftinê mîsoger bikin.

Em wekî partiya azadiyê a jinên Kurdistanê, li ser vî bingehî zayîna Rêber Apo di 50’î saliya tevgera Apogerî de bi wateyekî dîrokî a kûr dijîn. Carekî din dibêjin azadiya Rêberê me ya fîzîkî di vê sala dijwar a tekoşinê de armanca me ya sereke ye. Bi vê bîr û baweriyê em Rojbûna Rêber Apo li jin, ciwan, gel û dostên gelê me pîroz dikin.

 Koordinasyona PAJK

 

 

 

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

Li Ser Rêwitiya Lingan
Ji pênûsa Gerîla

Li Ser Rêwitiya Lingan

May 8, 2025

Read moreDetails
Jİ NEWALA AZADİYÊ RE
Bîranînên Gerîla

Jİ NEWALA AZADİYÊ RE

May 6, 2025

Read moreDetails
KESÊ HERÎ BI BANDOR YÊ TIŞTEKÊ DIDE HER KESÎ YE
Perspektifên Rêber Apo

KESÊ HERÎ BI BANDOR YÊ TIŞTEKÊ DIDE HER KESÎ YE

May 5, 2025

Read moreDetails
RUHÊ BERXWEDÊR, SERKEFTINA TARZÊ FEDAYÎ YÊN APOYÎ BIXWE YE
Şehîdên Azadiyê

RUHÊ BERXWEDÊR, SERKEFTINA TARZÊ FEDAYÎ YÊN APOYÎ BIXWE YE

May 3, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk